MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 44, rezber 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Zekeriya Tamir: "Yê dîn" û 3 çîrokên dî
Hêvîn Mihemed: Keçek ji çiyayên Kurdistanê
Mark Twain: Pênc diyariyên jiyanê
Qado Şirîn: Azadî
Hesen Polat: Bêhna gulan li destên yên gulan didin dimîne
Charles Baudelaire: Bêhêvîtiya pîrejinikê
Jiyanname: Kêf û zewq


JIYANNAME -5-

Kêf û zewq

Bixwe, vexwe û ji kêf û henekên evînê zewqê bistîne; ti dî ne nirxdarî ti tiştî ye.
Sardanapalus (paşayê dawîn yê Asûryayê)

Yê hişmend fêkiyê zewqê berhev dike, û bi taybetî bi sê tiştan ew jiyana xwe geş dike: bi xwarinê, vexwarinê û evînê.
Alexis (300 bz)

Rake û bixwe, rake û vexwe çiku dinyaya em lê dijîn mîna dawet û dîlanekê ye ku dê zû biqede.
Erubin (450 bz)

Ew dixwin, ew vedixwin, ew direqisin û distrin.
Geoffrey Chaucer

Nîne rengîntir zewq ji ramanê.
Jorge Luis Borges

Her kes dikare bixwe û vexwe lê kêm kes dikarin çêj û taman ji hev bikin.
Konfuçe

Ma ez dê çawan bikarim tê bigihim ka başî çi ye ger min tam nekiribe delaltirîn dirûvên biharatan, evînê û bedewiyê.
Epikuros

Pirrtir bifikire li hindê ka dê digel kê bixwî û vexwî, ne ka dê çi bixwî û vexwî.
Epikuros

Wî pesna lîsteya xwarinan da dema ez vexwendim. - Lo, ez wa pirr nirx nadim hindê ka lîsteya xwarinan çawan e hindî ka lîsteya yên dixwin çawan e.
Jonathan Swift

Ew keşîşên han ne dixwin daku bijîn lê dijîn daku bixwin.
François Rabelais

Xelk dijîn daku bixwin lê ez dixwim daku bijîm.
Sokrates

Em dixwin daku em bijîn û her pesna Yezdan bidin, lê dil dike ku em bijîn tenê daku em bixwin.
Se'diyê Şîrazî

Cejn ji civatê çêdibe.
pendek inglîzan

Zewq bi xwe tiştek baş e, tek tişta baş e.
Jeremy Bentham

Bawer dikim ku dinya bo min hatiye çêkirin, ne ez bo dinyayê. Lew min bo xwe kiriye pend ku her cûn kêf û zewqê li dinyayê bikim û bihêlim pêşeroj çi bi xwe re bîne bila bîne.
Tobias Smollet

Çend pirrtir lê biçe, hind pirrtir bizewq e.
Decimus Junius Juvénalis

Ya te bihadartir standibe, dilnermtir jê hez dikî.
Guillaume De Lorris

Dilbertirîn tişt bo me ew e ya ku li ser me bihagiran sekiniye.
Michel de Montaigne

Em herî zêde nirx didin tiştên bi dijwarî tên peydakirin.
Thomas Adams

Tişta bi erzanî bi dest me bikeve, em nizanin nirxê wê bidinê; tenê giraniya tiştan nirx dide wan.
Thomas Paine

Rojekê jî bê zewq neborîne!
nenas

Ji bilî zewqa wan, ti tişt ne xema kesekî ye.
Publius Ovidius Naso

Zewqa herî ewledar herî kêm tê nirxdan.
Publius Ovidius Naso

Pirr zewqdartir e fêkî ji daran bêt kirin li şûna di sêniyê de bêt raberkirin.
Publius Ovidius Naso

Mirov herdem amade ne ji skandalan bawer bikin.
Publius Ovidius Naso

Coşdartirîn zewq ya gîrokirî ye.
Publius Ovidius Naso

Ger nikarî serkêşiya xwe bikî, nikarî zewqê jî ji xwe bistînî.
Benjamin Whichcote

Zewq e em wan tiştan bikin yên ku xelk bawer nake ku em dikarin bikin.
Walter Bagehot

Ger zewq bibe mijûliyek berdewam, ew êdî namîne zewq.
Thomas Chandler Haliburton

Ger bikarî zewqê û mifayê bikî yek, hemû para te ye.
Quintus Horatius Flaccus

Muzîk dermanek şirîn e bo derdan.
Quintus Horatius Flaccus

Gîroyî ruxîner e bo wan yên ku bo tiştekî amade ne jî.
Marcus Annaeus Lucanus

Derengkarî herdem ziyanê digihîne wî yê xwe amade kiriye.
Dante Alighieri

Hêdîka bilezîne.
Caesar Augustus (Gaius Octavius)

Yê lezok ne hişmend e.
pendek çîniyan

Ji bahozê hez dikim û ji bayê hêwir ditirsim.
Qiralîçe Kristîna (1626 - 1689)

Belê, mirov dikarin ji xirabiyên wan bên filitandin ger ew zewqê ji wan xirabiyan nestînin.
Qiralîçe Kristîna

Hez û azwerî xwêya jiyanê ne.
Qiralîçe Kristîna

Bilezettirîn tişt ew e ku zewqê bo xelkê peyda bikî.
Jean de La Bruyére

Mirov lawirek xwarinçêker e.
James Boswell

Em her tiştî zêde disefînin û disinifînin bêyî ku têr zewqê jê bistînin.
Kazuko Okakura

Baştir biryar nîne ji wê ku dest ji lez û bezê berdî.
Henry David Thoreau

Yezdan afirandin erd û esman lê ti basa lez û bezê nekir.
pendek fînlendiyan

Perwerdekirin ji qedexekirinê dest pê dike.
Leo Baeck

Mereqdarî bo mirovan gunehkariyek xwezayî û xweristî ye.
Michel de Montaigne

Me ti zewq yan qencî nîne ku piçek xirabî têkilî nebûbe.
Michel de Montaigne

Hesûdî mereqdariyê diafirîne.
Molière

Fêkî şirîn e dema baxçevan ne hazir e.
Plutarkhos

Rê fire û rastgeh e lê mirov ji varêyan hez dikin.
Laotse (500 bz)

Dijwarî çend xurt be, dijberî hind bihêztir dibe.
Jean de La Fontaine

Yê bi rêyê bimeşe koleyê rê ye. Tenê yê bi serê xwe digerre azad e.
Aaro Hellaakoski

Gunehê xwe çend kûrtir gihandibe, hind şirîntir e.
William Congreve

Agir jî ji razan asantir e bo ku mirov di devê xwe de bigire.
Caius Petronius Arbiter

Heza xwepesndana bi hindê ku razek bi me hatiye spartin mezintirîn talûke ye bo ku ew raz bêt diyarkirin.
Samuel Johnson

Herî zêde ew kes ji razan hez dikin yên ku ti niyet nîne ku wan li nik xwe biparêzin.
Charles Caleb Colton

Stran dilhebîntirîn zewqa mirovan e.
Musaios

Tevî ku du mirov nizanin bi hev re bipeyivin jî, ew dikarin herdem bi hev re bistirin.
pendek elmanan

Muzîk tek zimanê hevpar yê hemû dinyayê ye.
Samuel Rogers

Peyvên nerm, yên bêwate stranan diafirînin.
Edmund Waller

Ji perwerdekaran ya herî baş muzîk e. Awaz û aheng rêya xwe berev kûrgehên herî nehînî yên giyanan jî dibînin.
Platon (Efletûn)

Muzîk evînek e ku li peyvên xwe digerre.
Sidney Lanier

Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire jiyan jî çiku ma çi ye jiyan ji bilî stranekê. Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire hêvî, ronahî û şadî.
Horacio Guarani

Muzîk berztirîn qenciya mirbaran naskirî ye; tenê bi wê em dikarin hest bi Yezdan bikin.
Joseph Addison

Ma ne ol, evîn û muzîk hemû tiştekî diyar dikin: armanca berfirebûna dilê gewer?
Honoré de Balzac

Rîsk tamê didin jiyanê.
Alexander Smith

Di talûkeyan de bijî! Xaniyê xwe li betena Vesuvius ava bike!
Friedrich Nietzsche

Tamdartir e ew fêkî yê peyda dikî bi ketina di çendîn talûkeyiyan de.
François Rabelais

Zewqdartirîn tişt ew e ku basa wan belayan bêt kirin yên ku mirov jê filitiye.
Euripides

Tenê canê azad bi ebedî xort dimîne!
Johann Paul Richter (Jean Paul)

Tam hingê mirov azad e dema hêvî dike azad be.
Voltaire

Yê fêrî jiyana deryayî bibe, êdî nagunce jiyana bejayî.
Samuel Johnson

Deryaya henûn jî hindî ya pêldar kûr.
John Donne

Tenê derya kûriya deryayê dinase
nenas (ji Nîti Sastras n. 1250)

Li herderî derdorî min tenê av û esman e.
Publius Vergilius Maro

Av, tenê av e li herderê.
Samuel Taylor Coleridge

Derya siriştane hevpar e bo hemûyan.
Titus Maccius Plautus

Derya bi hezaran awayan dikene.
Aiskhylos

Okyanos bi bêhijmar şêweyan dibişire.
John Keble

Betalî şirîn e.
Decimus Junius Juvénalis

Dema bitî-betal li wir rawestîm û min lê nerî, di betaliyê de bi hêza evînê hesîm.
William Shakespeare

Ma keştî ji bilî zindanê çi ye?
Robert Burton

Hest, ya ku tixûbên teng jê re hatine danîn, hestek parçekirî.
Paul Valéry

Mey û bade dilan hên dikin, hişan hişyar dikin, û nîne ti dermanek ji wan baştir dijî pîrbûnê.
John Fletcher

Mey hêzên yê westiyayî lê vedigerrîne.
Homeros

Mey vedirevîne ewrên giran yên bêhêvîtiyê, û tavilê em hest pê dikin ku em difirrin.
John Gay

Bîre kêrî bextreşan tê, mey kêrî dilreşan.
Pirtûkên Pîroz, Pendname

Piyaleyek meyê dikare tiştên seyr û sosret bike: dilî ji barê diltengker azad bike.
Quintus Horatius Flaccus

Sê perdaq mey her kesî tînin ser rêya rast.
pendek çîniyan

Nirx bide dostaniya dirêj wek didî meya bi kevnbûnê xweştir dibe.
George Pettie

Pesna meya kevn bide.
Pindaros

Bila dem dostaniya nû wek meyê bigihîne.
Columbanus (600)

Dostanî ji min re mîna meyê ye, dema nû be zav e, bi demê re digihe, li pîriyê dermanê dil e.
Thomas Jefferson

Nîne evîn bêyî mey.
Euripides

Ger rabî hêza xwe li dijî meyê bicerribînî, tu dê tûşî dijminek dijwar bibî.
Euripides

Nîne şadî bêyî mey.
Pesachim (n. 450)

Mey evînê dixe dilê te ger zêde venexwî.
Publius Ovidius Naso

Mey jiyan e.
Caius Petronius Arbiter

Derman pêşî tamek nexweş didin te û paşî te sax dikin; mey pêşî tamek xweş dide te û taliyê te nesax dike.
Henry Fielding

Mey pişta xwe dide mirov: pêşî dost e û paşî dijmin.
pendek ewropiyan

Mey yekem çek e ku şeytan pê êrişî xortan dike.
Eusebius Hieronymus

Jiyana bi meyê ve girêdayî êdî ne jiyan e.
Alkaios

Ne ew li bersivan digerrin, ne dibînin; / bêdengiyê herder girtiye, bêpêjnî ye / esmanê şîn li raserî wan henûn e, / ba hêwir e, naqeliqin pelên daran, / bi şirînî pêla zelal ya peravê / li doşeka xwe ya ji mircanan paldayî ye / xwe mit kiriye çivîkê.
Aleksis Kivi

Bêdengî têkiliya dilê jixwehay e li gel xwe.
Henry David Thoreau

Pergal ronahî ye, aramî ye, azadiya hindirrîn e, xwekontrolkirin e, hêz e. Ew bedewiya estetîk û biexlaq e, kamiranî ye.
Henri Amiel

Di tevliheviyê spehîtî nîne.
Fîlonê Îskenderyayî (n. 10/15 bz - 50 pz)

Serwera dinyayê pergal e. Şeytan tevlihevî peyda kiriye.
Jonathan Swift

Spehîtî ji rêkûpêkiyê diafire.
William King

Tişta bikêr bedew e.
Platon (Efletûn)

Tişta spehî hindî ya kêrhatî bikêr e, belkî pirrtir jî.
Victor Hugo

Spehîtî xwe li ser bingehên pêdivîtiyê digire.
Ralph Waldo Emerson

Tiştek spehî ye ji ber ku ew baş e; ger ew spehî be, ji ber hindê ew baş e.
Khrysippos

Ax çend nêzî başiyê ye ew tişt ya ku spehî ye!
Ben Jonson

Bawer dikim ku başî tenê ew e ku spehîtî di jiyanê de tê bikaranîn.
Jean-Jacques Rousseau

Axiftin ji hev dike, bêdengî li hev tîne.
Henry David Thoreau

Bo ku yekî bêdeng bikî, pêşî bi xwe bêdeng be.
Mariano José de Larra

Bêdengî şert e daku bikarî xwe bigihînî bilindtirîn hişmendiyê.
Ebdullah ibn Muqeffe

Her tiştê gir û gewre di bêdengiyê de diafire.
Erik Gustaf Geijer

Mîna hingmêşan, yên ku tenê dema tarî dixebitin, pêdiviya ramanan jî bi bêdengiya derdoran heye.
Thomas Carlyle

Bo yê bêdeng deriyên herî hindirrîn vedibin.
Keigemni (n. 2500 bz)

Rewatiya hebûna spehîtiyê di wê bi xwe de ye.
Ralph Waldo Emerson

Spehîtî tek tişt e ku dem nikare ziyanê bigihîniyê. Felsefe diherrifin mîna xîz, dîn xwe vedidin yek li pey yê din wek pelên payizê diçilmisin, lê spehîtî her xwe radigire li ber hemû demsalan û bi ebedî.
Oscar Wilde

Dîtinek şaş e bêt xeyalkirin ku spehîtî têt wateya başiyê.
Leo Tolstoy

Mirov zû bi berhemek hunerî yê li gor rêbaz û rêçikan ve dikerrixe; kes nikare tehemila mirovên bêkêmasî û bêşaşî bike.
August Stringberg

Berhevkirin û wergerandin: Husein Muhammed: [email protected]

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1