Rok dibişirî bi alî roava de û ewrên tenik li gel asoyê, bi tîrêjeke zer li hêla dîtir, dibûn mîna hêkekê du perçe.
Hezarê pişta xwe qurmê darê, li hemberî kaniyek avê, dengê guşguşa avê bi xuşxuşa daran re tevî hev dibû, bihna sura bayê gulgulî, rûkê wê avê dihejiya, pêre wêneya ewrên sipî di avê de diliviya, mîna perçên bûzê hêdî hêdî dadiwerivîn.
Hezar ew ramana xweyî bê deng qut dikir û li dora xwe dinêrî, her sê xuşkê wê yê ku ji xwe re dilîstin, dihiştin ku rûçikê Hezarê bibişire, bi dengê wan yê bi çîveçîva çivîkan re tevîhev bûbû, li awaza xuristê guhdar dikir, bi kêfa hilatina buharê bi ser wan de.
Hezar mezintirîna xuşkê xwe bû di malê de, û li wir hîna Hezarê pişta wê li qurmê wê darê, kêfxweş bû bi zemawenda xuristê.
Awirên xwe li dûr dixistin li wan girikên dora gund, li jeverêkên riyan, û li asoyê…
Kesekî nizanîbû bê çi di bala wê de ye, dibe ku li benda vegera bavê xwe be, yê ku li gundên derdor digeriya bi hespê lawaz û erebak darînî kevnar, lê demeke taybet ji hatina wî re tunebû.
Hezar ji sawîrên xwe rabû ser dengê diya xwe da alîkariya wê bike di çêkirina xwarinê de, û da êmê hespê lawaz hazir bike.
Ta ku betal dibe, diçe pêşiya bavê xwe. Hesp ji erebê vediqetîne û wî dibe axurê wî, ji bona ku bi lez vegere û ji bavê xwe re avê û sabûnê bibe da dest û riwê xwe bişo. Bavik milê qîza xwe diteptipîne û bi nazî destê wê digire, wê dibe hindir da xwarinê bixwin.
Tiştekî hesan bû ji mirov re ku temenê her zarokekî ji vê malê nas bike, yê biçûk di himbêza diya xwe de xew dikir, û bavik di sînga odê de li ser doşeka xwe, lê Hezarê li dawiya tevan xew dikir.
Piştî kurtedemekê ode bê deng dibû, ji bilî dengê lingên rêwiyan di rêka dora xaniyê wan de, yan jî dengê ba ku li pûşê banê xênî dixist.
Hezara bê xew ramanek wê dibe, yek wê tîne, bi wê tîrojka heyvê re ya ku di ber derî re dihat diçû deverin dûr...
Dibe ku pirê qîzikên vî gundî li zewacê diramin, di anîna zarokan û perwerdekirina wan de, lê Hezar dipûnijî li xwendinê û dibistanê, ya ku bavê wê di sertefîka de ew jê derxistibû.
Hezar tê digihişt ku di demeke nû de ye, dema xwendinê û zanistiyê. Tenê jêre bûbû kulek ku xwendina xwe temem nekiribû. Hezar di şoreşek ji gotinan dijiya, tirs ji hevketinê, tengasî û tirsa ji pêşerojê ramanên wê ji hev bela dikirin.
Wisa keçên kurd ji rojan ditirsin hetanî ku di vê rewşê de bin.
Ji ber yê ku bala xwe nede dema windayî, nizane ka çawa roj û sal jî derbas dibin.
Wisa Hezarê pirs ji xwe dikirin û li banê pûşî dinêrî :
“Min di dema çûyî de çikir? Ez ê di dema bê de çi bikim?
Gelo ez ê karibim xewnên xwe bi cî bînim?...
Û gava beyana sibehê ji xew radibû, tu tişt tunebû ji bilî sarbûna hêstirên birîndar, û wisa jî qedera wê bi hêviyê ve girêdayî bû...