MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 45, kewçêr 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Zekeriya Tamir: "Yê dîn" û 3 çîrokên dî
Hêvîn Mihemed: Keçek ji çiyayên Kurdistanê
Mark Twain: Pênc diyariyên jiyanê
Qado Şirîn: Azadî
Hesen Polat: Bêhna gulan li destên yên gulan didin dimîne
Charles Baudelaire: Bêhêvîtiya pîrejinikê
Jiyanname: Kêf û zewq


Pênc diyariyên jiyanê

Mark Twain (1835-1910)

I

Li spêdeya jiyanê periyek qenc li gel zembîla xwe hat û got: - Ev pênc diyariyên jiyanê ne. Yekê jê bigire, yên dî bihêle. Û hişyar be, bi hişmendî bibijêre! Wey, bi hişmendî bibijêre! çiku tenê yek ji wan binirx e.

Diyarî pênc bûn: Navdarî, Evîn, Zengînî, Zewq, Mirin.

Yê xort bi coşî got:

- Ti sedem nîne ku zêde bipûnijim.

Û Zewq bijart.

Û ew bi dinyayê ket û gerrî li zewqan yên xortaniyê şa dikin. Lê her yek ji wan zewqan jîkurt bû û bûn sedema dilsariyê, bêkêr û bênaverrok bûn. Û her zewqê tirrane û tinaziyên xwe pê dikirin dema jê vediqetîn. Taliyê wî got: - Min ev hemû sal pûç borandine. Xwezî min bikariya dîsan bibijarta daku min bi hişmendî bibijarta.

II

Perî dîsan diyar bû û got:

- Çar diyarî mane. Vê carê jî bibijêre; lê ax, ji bîr neke - dem diherrike, tenê yek ji wan bihagiran e.

Mêrik pirr pûnijî û paşî Evîn bijart; û haya wî ji wan rondikan nebû yên ku ji çavên periyê hatin.

Piştî çendî çend salan mêrik li mala xwe ya xirrûxalî li ber tabûtekê rûniştî bû. Ew ji xwe re dipeyivî û digot: - Yek li pey yên din ew çûne û ez bi tenê hêlame; û niha ev jî çû, ev ya delaltirîn û dawîn. Kul û derdan li pey hev daye ser min. Her kêlîka bextiyariyê, ya ku bazirgana fêlbaz ango Evînê firotin min, min bi hezaran xeman kirriye. Ji kûriya dilê xwe ez Evînê nefret dikim.

III

- Dîsan bibijêre. Ya dipeyivî perî bû. - Salan hişmendî fêrî te kiriye. Divê wa be. Hê sê diyarî mane. Tenê yekê ji wan ti nirx heye - ji bîr neke, û bi sexbêrî bibijêre.

Mêrik dirêj pûnijî û paşî Navdarî bijart; û bi axînên kûr perî derçû.

Sal borîn û perî vegerrî û rawestî li pişt mêrik yê ku rûniştî bû û bi tenê bû digel ramanên xwe dema roj ava dibû. Û perî haydar bû ji ramanên wî:

- Navê min dinya dagirtibû û pesndana min li ser zimanê her kesî bû, û demek kurt ji min ew tiştek baş bû. Lê ax ew çi demek kin bû! Paşî hatin çavnebarî û newehî, paşî kerb û kîn, dawiyê zilm û zordarî. Û taliya tevan jî dilsojî ya ku gorra şan û navdarîê ye. Wey li reşî û rebeniya navdariyê! Bûm hedefa navreşiyê dema serkeftî bûm, bûm armanca tirrane û tinaziyan dema ruxîm.

IV

- Hê carekê bibijêre. Ew dengê periyê bû. - Du diyarî mane. Nekeve bêhêvîtiyê. Tenê yek ji wan binirx bû û ew hê jî maye.

- Zengînî - ew hêz e! Ax, ez çend kor bûm berê! mêrik got. - Niha dê jiyana min bibe hejî jînê. Ez dê xerc bikim, pûç bikim, bimezêfim. Hemû yên yariyên xwe bi min dikin û min biçûk dihesibînin dê xwe li nav tozê bigevêzin û ez dê dilê xwe hesûdiya wan têr bikim. Ez dê ji xwe re peyda bikim hemû xweşiyan, şadiyan, jihalçûnan, hemû rezamendiyên li ber dilê mirovan ezîz. Ez dê bikirrim şan û navdarîê, bistînim nirx û nirxdariyê, perêzvaniyê - hemû xweşiyên bêkêr yên jiyanê yên ku li bazarên dinyaya bêwec peyda dibin. Min berî niha bijartinên nebaş kirine û pirr dem ji dest daye. Hingê ez nezan bûm û min ew tişt baş dihesibandin yên ku tenê baş dixwiyan.

Sê salên kurt derbas bûn û rojek hat ku mêrik li serdavka xwe rûniştibû û direcifî. Ew çilmisî û rengavêtî bû û cilên wî jî perritî bûn. Wî pariyek nanê req dikirrand û diminminî:

- Nalet li hemû diyariyên dinyayê çiku ew tirrane û derewên zêrrkirî ne! Û bi navên sexte ne, her yek. Ew ne diyarî ne lê deyn in. Zewq, Evîn, Navdarî, Zengînî. Hemû tenê cilên derewîn yên berdemkî ne li rûyê rastiyan: Janê, Xemê, Şermê, Hejariyê. Periyê rast digot: di vebijarkiyên wê de tenê diyariyek hebû ku bihagiran bû, tenê yek bû ku ne bênirx bû. Ax çend rezîl û riswa dibînim wan hemûyên din li ber wê ya ku nayê pîvan, ya ku dilîn û şirîn û nermîn e, ya ku difetisîne xewek reş û bêdawî hemû janên bedenê azar didin û şerm û xemên dilan hildikolin! Wê bîne! Ez westiyame, dixwazim bihedirim.

V

Perî hat, dîsan çar diyarî digel xwe anîn lê Mirin jê kêm bû. Wê got:

- Min ew da delalek ber dilê dayika xwe, zarokek sava. Ew nezan bû û baweriya xwe bi min anî û hêla ez jê re bibijêrim.

- Wey li min ê reben! Bo min çi maye?

- Ma çi maye ku tu ne hejî bî: Ezyeta bêsebeb ya pîriyê.

Wergerandin: Husein Muhammed

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1