MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 35, berfanbar 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Serkeft Botan: Dildarî
Adurahman Afîf: Hêdî hêdî dûr dire
Xelîl Cibran: Şev
Hemreş Reşo: Çar helbest
Sohrab Sepehrî: Li ser çavê şevê
Forûx Faroxzad: Derengtir


Vehatina suwaran

Cankurd: [email protected]

Emê dîsa ava bikin
Kevir bi kevir..
Gundên we wêran kirîne
Di pêleke hovîtiyê da..

Emê ji nû ve paqij bikin
Co bi co
Avên we jehir kirîne
Di rojeke namiroviyê da..

Emê dîsa biçînin
Dar bi dar
Çiyayên we sotandîne
Di demeke wêrankariyê da..

Bila cîhan hemî bibîne
Em çawa tova jînê diçînin
Di zinarên hishk da
Di newalên tî û zuwakirî da
              û di aqarên bombe kirî da…
Bila ji we re ev rûreshî bimîne
Di eniya dûrok û mêjoyê da
Di defterên law û keçên Kurdistanê da..

Çiya çendî bilind bin, dîsa rê vêdikevin
Ewrên resh û tarî, çendî bi kîn û hêrs bin
	               dê rojekê bar bikin, birevin..
Wê marên li ser sîngê royê  xwe cem kirîne,
			Bibin pelên payîzê û bikevin..

..û ewên ji siya xanîkên xwe hatîne koçkirin
Ji mal û zeviyên xwe hatîne hilkirin û dûrkirin
di bahozeke hovîtiyê da
di quncekî tariyê da..
Dê bibin dûvmeqeskên biharê 
		dê bi ser gundên xwe da bifirin û dakevin..
..û evîna min a dîsa pêl dide di dawiya payîzê da
dê bo rêyekê
     bo venerekê 
bibe çiraxa di morantiya berbangê da     		  
Dê bibe hêviya karwanekê di vegerê da..
Dê bibe mizgîniya vehatina suwarên di cenga qederê da..

Cankurd /2002

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1