Şev ji xwe mişt û dagirtî bû.
Ji reh û rîşên kajan robar diza û diherikî dûristanan.
Gelî bi tavheyvê hatibû niximandin û çiya wisan zelal
ku hema Yezdan dihat dîtin.
Em li bilindgehan rawestî bûn,
qeraxa esman wenda, qad veşûştî, awir ji herdemê tûjtir.
Destên te destikê peyama kesk da min,
nefesa te hêdîka cerrikê dostaniyê şkand
û dilqutînên me bi tehtê ve rêtin
meya kevn, di demar de xîzê germ ê havînê.
Birqa tavheyvê li raserî meşa te,
tu ecêb, tu azad, û bedewiya dinyayê.
Bîska kesk a jiyanê pêwendîdarî hewayê sayî yê çiyastanê bû,
sîberan xwe dida paş,
û hê jî, li ser rêya bayê spêdeyê,
naneyên beyar ên dihejin,
dildariyên diherikin hev.