Ax şev, warê helbestvan,
evîndar û stranbêjan,
welatê sawêr, xeyal û bînahiyan.
Ax, şeva bêrîkirin, daxwaz û bîranînan,
tu mîna dêwekî yî yê sekinî
di navbera ewrên dihelin û zelalbûna spêdeyan de.
Bi şûrê tirsê tu hatiyî kemerandin,
bi ronahiyê tacandin
û bi bêdengiyê niximandin;
bi hezaran çavan tu li kûriya jiyanê dinerî
û bi hezaran guhan tu guhdar î
li axînên bêhêvîtî û mirinê.
Tarîtiya te ronahiya esman ji me re diyar dike
çimkî ronahî tenê ebayek e
ku ew pê tarîtiya erdê dinixême.
Soza te çavê me li herheriyê vedike
çimkî bêweciya rojê em mîna koran
li cîhana dem û gehan berbend kiribûn.
Aramî û bêdengiya te nehîniya giyanên
bi berdewamî hişyar û bi berdewamî nearam
diyar dike.
çímkî di pêjna rojê de giyan
li ber simên pehêt ên daxwaz û xwestekan in.
Ax şev, tu mîna şivanekî yî,
daxwazên bêhêzan û hêviyên bihêzan
li mexelê xewnê dicivînî.
Tu ew rêber î yê bi tilên xwe yên efsûnî
çavên yên bêhêvî dineqînî
û serkêşiya dilê wan dikî
ber bi cîhanek rontir ve.
Di nav kendên ebayê te de
evîndaran ji xwe re penageh dîtine,
bêkes û bêxwediyan rondikên xwe barandine
ser piyên te yên xunavê şilkirî
û xerîban
bêrîkirin û bêhêvîtiya xwe
daniye ser destên te yên bêhna rez û zeviyan jê tê.
Tu ji dildaran re dost,
ji bêkesan re xemrevîn
û ji kovandaran re bêhnvedan î.
Li gupikên te
dîdar û dîmenên helbestvanan dirûv didin,
li ber sîngê te dilên peyamberan şiyar dibin
û aşop û xeyal xwe li eniya te dinivîsin.
Çimkî tu ji helbestvan re padişah,
ji peyamber re bînahî û ji ramanwer re dostek nêz î.
Dema giyanê min ji mirovan têr bû
û çavên min bi ronahiya rojê ve qerimîn,
li mêrgên dûr gerîm,
li yên sî û sîberên serdemên raborî lê dinivin.
Li wir hemberî heyberek reş û bêdeng rawestîm
yê bi hezaran lingan
di ser gelî û deşt û zozanan re dilive.
Li wir min fekir çavên şevê
û guhdarî kir li çeng û baskên nedihatin dîtin.
Li wir min hest bi destkirina ebayek mijî kir
û li ber tirs û xofek nedihat dîtin recifîm.