Serxwoş im bi ava çiyan
Rê vekin ezî bi lez im
Bi girîna xûçk û diyan
Dîn bû me berjêr dibez im.
Lêxe bilûra xwe bilûrvan
Belave pez, nemaye şivan.
Divê bo kêrê be berxê nêr
Min berdin gurên bêbav!
Ev e hat roja xortên mêr
Nema dixapin bi şurên xa.
Lêxe bilûra xwe bilûrvan
Belave pez, nemaye şivan.
Tikaye şivanê delal
Berde wê banga lorikî!
Mij û avê bike zelal
Daxwaza min e Ronakî.
Lêxe bilûra xwe bilûrvan
Belave pez, nemaye şivan.
Min bibore ketim derengî
Rêberê hêja ez benî
Nema deiqetim li kêrî
Dest bi xiroşmêke ez gorî !
Lêxe bilûra xwe bilûrvan
Me dilxweş bike, tu vî şivan.
Ez kurd im
Ez Kurd im, Kudekî dînîn im,
Mêjî dixwim, xwîne dirêjîn im.
Kewrên ji rê vedigerîn im,
Dosta şa, dujminan diqarîn im.
Ez ar im, arekî şênîn im,
Kurdan re xwe vedimirîn im;
Baxçekî gulanî bi bîn im.
Malê faşistan dişewtîn im.
Ez ferat im, feratekî barîn im,
Bê bextî, dil serîn im.
Bi qewl û dergistîn im,
Zavê azadî û serbestîn im.
Ez mar im, marekî qerteşîn im,
Serma û germê ney nazîn im.
Hîv û Stêrkê wan dirijîn im,
şûnê ziqitkê, jaarê derdêxîn im.
Ez şêr im, şêrekî çar-rengîn im,
Zincîrê dilê diqetîn im,
Hêviye Gurê Boz dişkîn im,
Heyfa netewey xwe heltîn im.
Ez...bum, niha Hemreş im,
Bo Kurdistan ez keleş im.
Heya goristan ezê bimeş im,
Ez bi Kurdiya xwe pir dilxweş im.
Êzingvan
Lo birayê gundî an êzingvan
Vê sibê birbangî kuda diçî?!
Dest te de bivir, li pişta te nan,
Waha bi lez î! çima; jo bo çi?!
Tu rikdar î bi kerbî, lê ji kê?
Ji daran? Ji mal an li jinikê?
şev, roj dixebitî bi nanzikê,
Lê hîç ji xwe napirsî ûşta wê!
Derdêxînî kerba xwe ji daran,
Devjî jêr nifjê nû ên wek lawan,
Bê dilêş dikşînî mal bi baran;
Difroşî, lê dernê miza destan
Bê veqetandin, terr û hişk didî sewat
Tu dikujî dêmen û rindiya welat,
şûv û çandinî te hiştin za û mat
Nezanî... Belengazî gişt ser te de hat!
Lo Kurdo, malva, tu çiqas bê heş î,
Li her kirinên xwe gêj û serkeşî!
Jîna merovtî û xwêş herdem bê bes î,
Lê ji bona neyaran te her „Çav reşî„ î!
Reş bo Azadî
Gazî dikim bi qîrin,
Êdî xuybe ji me re.
şoreş dibê li jêrîn,
Bese, evya ji te re.
Nexweşim bo azadî,
Dereng mekev, bike lez.
Goştim helî, man hestî,
Em li te re bûne pez.
Me bidoş, şîr bike gol,
Dawet heye, bo Kurdan.
Çêrmên me jî bike dol,
Govend bigre, bi xortan.
Navên me girêdan reş,
Bûn, Hemreş-Reşo û Reşxan.
Sebrim nema, êdî bes ç!
Nazîn mewe ey ’Sultan’ !...