MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 35, berfanbar 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname


Mûçink

Xwepêşandanên ripîrût

POZNAME - SYDNEY. Xwepêşanderên dijî Rêxistina Bazirganiya Cîhanî li Sydneya Australyayê xwe rûs û rût kirin û leşê xwe bi xwînê tewizandin wek protesto dijî karûbarên rêxistina navborî.

Zêdeyî hezar kesî beşdarî di vê xwepêşandanê de kir lê pirraniya wan cil li ber xwe hiştin.

Xwendin bi berazan

POZNAME - WASHINGTON. Zanîngehek amerîkî awayek pirr taybet ê standina pareyên xwendekarî bi kar tîne.

Niha xwendekarên wilayeta Missouri dikarin li şûna pareyan, berazan bidin xwendingeha xwe daku bikarin li wir bixwînin.

Ta niha herî kêm şeş xwendekaran ev awayê pirr nûjen û modern bi kar aniye û beraz û têjikeberaz dane xwendingehê. Û li xwendingehê ev beraz hatine serjêkirin û biraştin daku hemî xwendekar wan bixwin.

Tê bawerkirin ev tevger dilê şivan û gavanên herêmê xweş bike ji ber ku zarokên wan pare nîn in ku bi awayek din heqê xwendekariya xwe bidin.

Lê, angorî şêwirmendê me yê berazan, Şêxmûs Berazî, ev awayê heqdanê dê li herdera Dewletên Hevgirtî yên Amerîkayê belav nebe. Tê pêşbînîkirin ku herî kêm newyorkî dê di heqdana bi vî awayî de zorê bikişînin.

Hewlêr ne biheşta maçan e!

Li Hewlêrê xortekî maçek li jinekê da û neçar ma 10 000 dînaran (1 000 euroyan/dolaran) bidiyê.

Kurikê reben nikarî xwe û bi zorê devê xwe gihand rûyê jina bimêr, Kerkuk-Kurdistan.com ji zarê heftenameya Cemawer vedibêje.

Li bal rîspiyan doz li xortê me hat vekirin û daku rê li ber xwînrêjiyê bê girtin, ê xort qebûl kir ku 10 000 dînaran bide jinikê.

Malbata jinikê 30 000 dînar (3 000 euro/dolar) xwestibûn.

Îsa dê bi kîjan tirimpêlê biajota!?

POZNAME - WASHINGTON. Kampanyayek nû ku li wilayetên navendî yên Amerîkayê dest pê kiriye, pirsek pirr dijwar raberî amerîkiyên dîndar dike: Îsa dê bi kîjan erebe û tirimpêlê biajota?

Armanca vê reklamê ew e ku bala tirimpêlvanan bikişîne ser hindê ku tirimpêlên amerîkî gelek benzînê dixwin. Li gor kampanyayê, Îsa dê bêguman tirimpêlek wisan biajota ya kêm benzînê dimezêfe û hawirdost e.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1