Rojekê ez ê bimirim.
Biharek ji pêlên ronahiyê dagirtî,
zivistanek dûr, biherrî
yan payizekê, piştî vemirina bang û hewaran.
Rojekê ez ê bimirim.
Rojek ji yên tal an ên şirîn,
rojek bêwate,
sîbera îroyan û doyan.
Çavên min mîna bersifkên tarî,
gepên min wek mermerê sar.
Bi carekê xew dê min bigire
û ez ê ji hewarên janê vala bibim.
Bi aramî digerin li ser defterê
destên min, azad ji efsûniya helbestvaniyê.
Tê bîra min ka çawan di destên min de
carekê xwîna helbestê şewitî.
Ax hertim min bang dike nik xwe.
Ew ê ji ser rêya xwe bên min bixin gorrê.
Ax, belkî li nîvşevê evîndarên min
dê gulan deynin ser gorra min a têrxem.
Piştî min, perdeyên dinyaya reş,
yekser, dê xwe vebidin alî.
Çavên tênegihbar di ser
perr û defterên min re dilivin.
Piştî min dê yek ji bîranînên min re nenas
bikeve odeya min a biçûk.
Di hemêza neynikê de hê jî li ciyê xwe ne
mûyek, şûndest, şe.
Ez ê ji xwe azad bibim, ji xwe cuda bibim.
Hemî ya li pey min mayî dê têk biçe.
Mîna babirdekên keştiyan giyanê min
dê biçe dûristanên nediyar.
Roj, hefte û meh
bi nearamî pêşde dilezin.
Tu bendewarî nameyekê yî û çavên te
bê velivîn li çavên rêyê ne.
Lê erd, erdê hemêzker
xwe dide bi dirûvê min ê sar re.
Bê te, dûr ji lêdana dilê te,
dilê min dê li wir, li bin axê, birize.
Derengtir, ba û baran dê navê min
bi nermî ji kêlê bişon.
Hingê gorra min a bênav
dê ji galegotên şermê azad bibe.