MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 35, berfanbar 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Serkeft Botan: Dildarî
Adurahman Afîf: Hêdî hêdî dûr dire
Xelîl Cibran: Þev
Hemreþ Reþo: Çar helbest
Sohrab Sepehrî: Li ser çavê þevê
Forûx Faroxzad: Derengtir


Hêdî hêdî dûr dire

Abdurahman Afîf

			
Bê fêde ez ê ji te hez bikim,
ez ê vî dilî li kolanên herî tarî gêjo mêjo bikim
û ez ê xwe mecbûr bikim ku ez xwe jibîra bikim
ku ez derbas bim bê ku hayê min ji kesî hebe
û tilliyê xwe berdim wek şerîtin guh nadin kesekî
xwe bavêm tembelya herî mezin
heta ku ji tembeliyê nema karibim ji te hez bikim
bê fêde...
ez ê nîvê şevê ji odê bazdim
jibo ku ez guhdarî qîrîna qazê bejî bikim
bi refên xwenî xurtî sipî
ez ê ranezêm
ji ber qehwa giranî tarî û pirr wexwarina çaiyê
sibehê ez ê wek nîv pîrebokekî bim
westyayî û tevhev
bê fêde ez ê di nav gotinan de xwe tewşo mewşo bikim
hevalên xwe û diya xwe aciz bikim
û piştre ez ê xwe dîsa ji kolanan re hazir bikim di nîroa vala de
û ez ê rojek din bê fêde jj te hez bikim
wê ji te re bêgotin bê ez çiqasî bê hêvîme
û windaiyî
guhdarî qîrîna qazê bejî dikim
ku wilo hêdî hêdî dûr dire

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

Hosted by www.Geocities.ws

1