Dîwar ji min tije bûne,
dikin ber bavêjin..!!
Hayê wan jê tineye....
Ez neha di tariyê de diçim mêvandarî
Di tariyê de,
çaxê ku ez û wan mîna hev, bêreng, xwiyadikin....
Ez êdî ne wekî wanim
Wan bi gunehên min neşewitînin..!!
Berê, berî bîstikekê, min carê tiştek ji xemla dayika xwe diyarî wan dikir...
Îro, berî bîstikekê, çaxê ez pêrgî berhevoka xwe ya yekemîn bûm..
Hemû,
hemû helbestên min,
bê bazin,
bê xizêm,
bê şarika dayika min bûn...
ji newrozê re çar roj mane.
Rêwiyên ji wê hêlê ve tên,
wêneya Siyanîd ê li xwe kirine, dibêjin,
ji duh ve şahî lidarxistine,
.. li wir
Ku min bêriya welat dikir
min helbesetke xwe fêrî siwariyê dikir
bi rim û mertal dikir
ber bi çiyê ve rêdikir.
Îro, ku min bêriya welat kir
tenê li ber helbesta xwe ya yekemîn diketim....
ji mêj, ji ber wê pencerê ranebûme...
li wir nimêj dikim, qehweya xwe vedixum,
cejna dayika xwe pîroz dikim, kaxezan dikirim,
nameyan dihinêrim, mêvanên xwe pêşwazî dikim...
li wir şoreşa xwe li dardixim, biserdikevim, bibindikevim....
li wir, dawiya şevê, bi jinekê re radizêm.... û ..
li wir....
ji mêj dixwazim xwe vexwînim şevbuhêrkekê
lê
ne xwiyame!!
... ji mêj
nekû ji berîka min ketibû yan min li şûna xwe jibîr kiribû,
dibe yek ji we bixwîne.... ez jî bibihîsim,
bawer bikim,
ne xewn bû..
Wê kengî memikên te biwerivin.
Ev berf
di nav lêvên min de
ji
xewa
ket..!!