Pirtûka yekem a Yaqob TilermenîÊşbazî, ku berî kurtedemekê di nav Weşanên Sî de li Stembolê derketiye, ji çar beşan pêk hatiye ku di her beşê de sê çîrok cî digirin. Ez ê di vê hilsengandinê de bi kurtenirxandina hin çîrokên di pirtûkê de tê bikoşim ku angorî hêz û şiyana xwe ya qels û lawaz wêneyekê ji nivîskariya birêz Yaqob Tilermenî rabixim ber çavên xwendevanan. Di vê nirxandinê de min bi taybetî xwestiye pirralîtiya nivîskar diyar bikim loma di nirxandinê de pûte hem bi jêhatî û hem jî bi kêmasiyên nivîskar tê kirin. Lê ez neketime pey çîrokan daku diyar bikim ka di çi çîrokê de çi bûyer û leheng hene û çi diqewime. Bi baweriya, divê xwendevan bi xwe çîrokên wî bixwînin û ji bûyer û lehengan agadar bibin.
1. ÇÎROKÊN BÊ ZIMAN
Di vê beşê de ev her sê çîrok cî digirin: Xwekuştina derengmayî, Nînperest û Menzel. Ez ê li ser a pêşîn û a dawîn rabiwestim.
Xwekuştina derengmayî
Ev çîrok bi çend salixdanên sosret ên li pey hev dest pê dike. Di çîrokê de zimanek, berz ê wêjeyî û bibandor hatiye bikaranîn. Her gotinek ji destpêka çîrokê xwendevan radiwestîne û berbend û bengînî xwendina xwe dike. Her peyvek hatî bikaranîn dikare bi dirêjî bê şîrovekirin û dikare gelek wate û armanc jê re bên dîtin. Bo nimûne:
"Her tiştî li pêşberî wî mîna henekekê xuya dikir. Mirin ji wî ditirsiya, qedera mirinê di destên wî de bû. Xwekuştin jî di dest de: Xwekuştineke ji dahatûyê re mayî... Dem wê li hêviya wî bimaya, dahatû wê li benda wî bûya. Zû, dereng xwekuştin pêwîst bû." (r. 9)
Tilermenî vê çîrokê ji serî ta binî bi heman formê venabêje. Tevî ku çîrok bi giştî bi forma "ew" hatiye ristin jî, di ber re bi taybetî di kevanokan de bi forma "ez" serlehengê çîrokê helwest û bertekên (reaksiyonên) xwe diyar dike. Wek mînak:
"(Ez dixwazim bigirîm. Bi saetan, bi rojan, bê rawestan dixwazim hêsiran bibarînim; ne hêsirên qelsiyê; hêsirên jiyanê. Bi taybetî hêsirên evînê. Dixwazim evîn ji çavên min bibare, giriyê min ji evînê be.)"
Nivîskar gelek caran bi hosteyî xwendevan diheyirîne û wê/wî mat û ecêbgirtî dihêle: "Ji bo ku [serleheng - H.M.] bi ser bikeve pir dixwend. Her ku dixwend jî, dinya li ber teng dibû. Ji xwendinê pir hez dikir. Ji bo afirandinê xwendin pêwîst bû. Afirandinê êş, jan û xemgînî bi xwe re dianî[n]." (r. 10)
Binerin ku her hevok dijî ya berî xwe û piştî xwe ye. Nivîser hevok bi gotinên gihandek ên mîna "ku", "çimkî", "loma" û hwd. negihandine hev. Ev yek azadiyek giring dide xwendevan û dihêle ew bi xwe biryarê bide ka têkilî û pêwendiya navbera van hevok û gotinan çi ye.
Kêmasî: Gunehên nivîser bi serlehengê wî tê û bo danpejirandina helwestên wî bi xwendevan û şewitandin dilê xwendevan bi wî, argument û mînak û hevşibiyan ji çîrok û serpêhatî û rastiyan tîne û dibêje:
"Lê ji wê çaxê û heta mirov dêhna xwe bidê, yên ji bo jinan xwe kuştine, yên dîn bûne û bi çolan ketine [wek mînak: Mecnûn - H.M.], yên zîndan ji xwe re kirine wargeh [wek mînak: Mem - H.M.] û yên çiya qul kirine [wek mînak: Ferhad - H.M.], giş zilam in." (r. 11)
Ti pêdivî bi şibandina serleheng bi destanên evînî yên berê nîn e. Helwesta wî bi xwe têra xwe xurt e û xwendevan dikare wî wek wî bi xwe jî qebûl bike. Jixwe serleheng bi xwe dibêje: "Ez ne dîn bûm, lê ez ne fena [=mîna, wek, şibî, nola - H.M.] mirovên din jî bûm."
Ev çîroka bi giştî gelekî xurt e lê mixabin ber bi dawiyê de sist dibe. Tevî ku çîroka wî bi awayek gelekî xweser û taybet dest pê dike û çîrokek dûrî gotinên hezarbarekirî û hincirî û kevnole ye jî, li dawiyê nivîskar dikeve ser şopa klîşeyên giştî û bi vî şêweyê ji taybetiyan dûr çîroka xwe bi dawî tîne:
"Roj derbas dibûn, emir derbas dibû. Pelên daran zer dibûn. Demsalekê cihê xwe ji ya dinê re dihişt; lê, wî nivîsandina helbestan berdewam dikir. Wextê wî bi taybetî, li nivîsandina helbestan diçû. Ji her rêzikekê re êşkişandinek pêwîst bû. Gelekan helbest dinivîsandin, lê her mirovî nikarîbû heqê wê bidaya. Ma helbest ew qasî hêsan bû?" (r. 12)
Wek dikare bê dîtin, tiştek taybet ê xwerû ji afirandina nivîskariya Tilermenî di van gotinan de nîn e. Lê na, ez şaş im, tiştek heye: jiyana Tilermenî bi xwe wek nivîskar: Gelek kes van gotinên jorîn dikin lê tenê kêm kes wan bi rastî dijîn. Tilermenî jî yek ji van kêm kesan e. Dema mirov kurteçîrokên Tilermenî dixwîne, dibîne ku wî her peyv ji wan bi xuh û xwêdana eniya xwe veristine, di ber her tîpê de êş kişandiye.
Tevî ku çîrok li ser xwekuştinek derengmayî ye û xwendevan bendewarî xwekuştina serlehengê çîrokê ne jî, hevoka herî dawîn a çîrokê wiha ye:
"WÎ BERDÊLA HERÎ MEZIN (=XWEKUŞTIN - H.M.) JI DAHATÛYÊ RE HIŞT..." (r. 12; giretîpiya nivîskar)
Digel gelek erk û rolên din jî ku ev hevok dilîze, ew nîşaneyek baş e ji taybetmendiyek nivîskariya Tilermenî: Giringî zêdetir li ser hest û ramanên hindirîn ên mirovan in, ne li ser bûyer û kefteleftên derveyî. Ji hindê, ku em bizanin ka lehengê çîrokê dê xwe bikuje yan na, giringtir ew e ku em bên agadarkirin ka hest û ramanên wî di vê rewşa bêbiryariya navbera xwekuştin û xwehiştinê de çi ne.
Menzel
Di vê çîrokê de jî dîmenek pirralî bi zimanek helbestane tê pêşkêşkirin ku her peyv xwendevan disekinîne û derî li ber ramanên kûr vedike.
"... ew kêlîk... kêlîka ku derb li birînê ketibû... birîna bi bihostekê çiriyayî... lêvên ku dilop bi dilop xwîn diherikand... dengê xwînrêtinê di kerîneka guh de... lêvên zarokekî ku li bayê bezê diricifîn... kela rabûyî... hêsirên çargavî ku ji çavan dadigeriyan... dil û cergê şewitî... şeqe şeqa tizbiyên li ba dibûyî... werd kişandina pîr û kalên ku ji serî heta binê bedenê mişt tirs dewisandî... xelandina mahdekî li ber siya textê dê û bavekî paldayî... qolinca evînê li fatreşkê ketî... di nivişt û hemayîla situyê daqûlbûyî de çar tayên porê li tenêtiya xwedayê evînbar geriyayî... hînbûna bîhna bedena bi qurnefil û bi rîhanan pêçayî... sermestbûna ji ber laşê bi lewento û bi ava beybûnan şuştî... tiliyên du destên li hev badayî û sorbûna wan tiliyan... dergehên yarê ku du ferîşteyan li ber nobedarî dikir... xwekujgehên xamayan... her derbasbûna di dergêh re ku şitlên evînan diçandin... evîn radipelikîn bişkojên wêneyên xwekuj... libên sor li goşiyên rez peyda dibûn... distewiyan... distewiyan... distewiyan..." (r. 21)
Dema seqa û rewşên wiha cur bi cur û rengîn tên dabaşkirin, xwendevan bi mereqdariyek mezin bi coşî bendewarî vebûna çîrokê ye. Di destpêkê de wiha pirr dîmenên cihêreng dikin ku xwendevan bikeve peroşî û kelecaniyê ji ber ku nizane ka ji kîjan ji van dîmenan dê çîrok li ber wê/wî vebibe yan jî ka pêwendiya van dîmenên ji hev cuda çi ye û ew dê çawan bigihin hev û bibin çem û robarek boş ê çîrokê...
Lê heke xwendevan li bendî çîrokek têrfantazî û bicoş û boş a ji van dîmenan lihevînayî be, mixabin dê dilşkestî bibe! Piştî wê paragrafê, dema rûpelê pirtûkê tê qulipandin, diyar dibe ku nivîskar dê ne me bike hevparî van dîmenên dewlemend lê rewş wiha bi devê serleheng tê ragihandin:
"Min hemû rastî û dîmenên welatê kavilbûyî, mîna helbesteke cegerbir, di bin sîwana dilê xwe de kom dikir[in]. Ez bêtir şivanê derdan bûm. Heta bi hestiyên min xwe bi çermekî tijederd pêçabû[n]."
Piştî vê paragrafê çîrokbêj dibe kesek din. Pêşî di paragrafa yekem de dîmen bi forma "ew" dihatin vegotin, paşî di paragrafa duyem de serlehengê çîrokê bi forma "ez" dipeyive û di paragrafa sêyem de bi forma "tu" rasterê xîtabî xwendevan tê kirin:
"Te ew bêjeyên bijarte, ji kezeba kizûrî diafirand[in]. Û tu ji bûyer û qewimînên vê derê haydar bû[yî]..." (r. 22)
Di paragrafa pey wê de Tilermenî bi dîmenek seyr lê pirr rengîn û balkêş, bi vegotinek têrtijî hostetiyek bêpayan û fêrisiyek kêmpeyda ya bikaranîna zarek dewlemend ê kurdî dike:
"Vê carê jî hêsirên yarê tu dikişkişandî nava zeryayek bêbinî. Daxwaza dîltiyekê li te dikir. Hêlînek çêkiribû li esmanê heftan. Tu vedixwendî nava du dîwaran: Dîwarekî ji şehwetê, yek ji evînê lêkirîbû. Tu radipelikî pêpelûkê esmên, te xwe bi derabeyên ewrên zingargirtî digirt û tu bêhnçikiyayî li ber dergêhê dirawestiyayî. Tu qudûmşikestî û pûçbûyî di cihê xwe de cit dibûyî. Sînga te hêla çepê weke pêlên bahran radibû û dadiket. Qirika te zuha dibû, dengekî bi xizînî nola bayê seqemê derdixist û çavên te nola du cîncoqan vêdiketin. Lê te nikarîbû xwe bidaya alî. Dîmenek saz dibû ji bedena te ku bi şabûnekê bextewar arasteyî dilê yarê dibûyî. Wan şabûnan, di şaneyên mejiyê te de melevanî dikirin ku weke deryayeke bêser û bêbinî bû. Ew herdu guhîjên ku bi serê zarokmemikên yarê ve daliqandî bûn, bi dengê azana minareyan re cit dibûn û li hêviya keritandina diranên te yên çîq diman. Tu dîsa şût û tazî dibûyî bengînê lêvên sorgevez. Ew lêvên dibawişkîn, ji îstekana te şerava şîrxwîn vedixwarin û ew herdu dîwarên mişt goş[,] ku beramberî hev bilind dibûn, tenê şopa lingên çargavîyên te dipejirandin." (r. 22)
Ya hê jî balkêştir ew e ku dîmenê nivîskar arasteyî me dike dikare wek dîmenek postmodern bê hesibandin an jî, qet nebe, ew dîmen ji dîmenên zargotina devkî ya kurdî dûr e lê dîsan jî zimanê bo salixdanê hatiye bikaranîn bi giranî bi wan bêje û bi taybetî biwêjan barkirî ye ku di kurdî de rûniştî ne. Ji van biwêjan wek mînak "li esmanê heftan", "qudûmşkestî", "weke pêlên behran", "bayê seqemê", "deryayek bêser û bêbin" û hwd. Di vê hevgihandina kirasên kerkirî û lêkirî yên zimanê kurdî û dîmenên wêjeya nûjen de Tilermenî bi giştî gelekî biserketî ye. Ev yek nîşaneya hindê ye ku ew di herduyan de pirr şareza û baş gihiştî ye.
Lehengên çîrokên Tilermenî bi giştî ji "şoreşgerî", "welatpwerî" û filan-bêvan gotinên mezin lê xirş û xalî dûr in. Ka em hinekî ji lehengê vê çîrokê Felît agadar bibin:
"Felît, di şerekî takekesî de bû. Li derve xûkîtî, sîxurtî, desteserkirin, xapandin, hezkirin, bextewarî, şahî û li derve têkiliyên mirovên xapînok hebûn. Ev têkilî ne li gora dilê wî bûn. Xapandineke ku her kes jê haydar û jê kêfxweş li dar bû. Kî bi ber kê ve diçû[,] dixwest wan bişibîne xwe. Hinekan, ji mirovên derdora xwe re behsa şoreşekê dikirin û çavgirtî diçûn bi ser mirinê de..." (r. 24)
Bi rastî ji gelek aliyan de Felît dişibe wan rewişt û rêbazên Tilermenî bi xwe ku em di çîrokên wî de, di navbera rêzan de dikarin "bibînin û bixwînin". Ew ji slogan û tirrbilindiya "şoreş-moreşan" dûr e. Ji min re wisan dixwiye ku balkêşiya wî ne li ser wan kesan e ku bi aşê xwe dixwazin dinyayê li gor dilê xwe bihêrin lê zêdetir jiyana wan kesan e mijara berhemên wî ku bi pirranî ji rebeniya xwe ketine ber ba yan şûrê felekê.
Serleheng Felît bi raman û kûrponijan mijûl e. Ew her li hindir dimîne û çûna derve li xwe heram kiriye. Herikîna dem û dinyayê û tixûbên rastî û xeyalan li ber wî şêlî û nezelal dibin. Bi giştî jî di vê çîrokê de xeyal û rastî bi hinêr û hostetiyek jêhatiyane tevlihev û têkildar in. Bo nimûne, di nav devşêla ponij û xeyalên Felît û çîroka wî de hebûna rastî yan a xeyalî ya yara wî Kulîlkê - ku bi Felît re di wêneyê li dîwar daliqandî de ye - zelal nabe û li ser biryara xwendevan dimîne. Dibe Kulîlk tenê fikir an ramanek be di serê Felîtê bêyarmayî de yan jî yara wî be lê negihabê. Lê baştir dibînim ku li vir dev ji spekulasyonan berbidim û biryardanê bihêlim destê xwendevanên çîrokê. Kulîlk kî be yan çi be, hebe yan tine be jî, carekê em û Felît dikevin seyran û geryanek xeyalî bi wê re:
"Enîşka wî [=Felît] li ser maseyê, serê wî bi ser enîşkê ve daqûlbûyî, hîna [jî] li xezalê difikirî. Bi ruh nedianî, nedihat bîra wî ku bi çi teşqeleyan re rû bi rû mabû. 'Ez naşîn im, cahil im, di nava odeyê de tazî me...' hîna wiha difikirî[,] pêjnek hatibû ber derî. Di ser milê çepê re zîvirîbû hêla derî. Bişirandinek bi ser rûyê wî ketibû. Hatina Kulîlk[ê] pir kêfa wî anîbû. Lêvên wan hogirî hev bibûn. 'Ez ê serê xwe bidim ser vê oxirê; bizmarek e, ketiye serê min...' Felît û Kulîlk ketibûn geliyekî asê. Rê û dirb li ber wan vebibûn. Betle û girs û girmoteyê Felît, lê hayil bibû, lê şiyar bibû, bêhnfetiskî di nava xweşiyekê de melevanî kiribû. Ji nişkê ve ber çavên wî reş bibûn; li wî bibû pûk û berf û bandev, 'Ez ê ji xwe re di vê şikeftê kevim, heta ku li min bibe spêd...'." (r. 28)
Û dawiya dawîn jî Felîtê me: "Betilî, li ser pişta hespê xeyalan westiyayî bi xew ve çûbû..." (r. 29)
2. ÇÎROKÊN BÊ DERGEH
Ev beş jî sê çîrokan di xwe de dihewîne: Êşbazî, Nameyek ji Dîjleyê re û Bêjî. Di vê nirxandinê de ya pêşîn û ya paşîn li ber çav hatine girtin.
Êşbazî / Ji Ayê heta Zyê kul
Di vê çîrokê de, ku bûye navê hemî pirtûkê jî, nivîskar bi hemî tîpên di alfabeya kurdî de heyî êş û jan, kul û derd, eger û elemên xwe û me yên dijwar û bêçare dinivîse.
Bi rastî dikare bê gotin ku dema mirov pirtûka Êşbazî dixwîne, zelal dibîne ku Tilermenî bi dariştina her tîp û peyvekê xwîn ji xwe rêtiye yan baştir e em bibêjin ku her tîpa pirtûkê bi xwînê hatiye xîçandin. Gotinên virtîvala û hewante di pirtûkê de hema nehatine bikaranîn; nivîskar xwe di ber peydakirina her hevokê de êşandiye ta ew afirandiye. Wek kesek ku van êş û elemên wî dibîne, ez nikarim hest bi xemgîniyek giran nekim.
Lê pirranî yan hema hemî berhem û eserên evandî û nemir ên wêjeyî serekaniya xwe ji bûyer û rûdanên trajîk werdigirin. An baştir e em bibêjin ku pirraniya trajediyan wêjeyên nemir diafirînin. Lê gelek caran ev wêje ji alî hinek kesan de tên nivîsîn ku têkiliya wan bi bûyera li ser dinivîsîn de ne têr xurt e. Herçi Tilermenî ye - ew çîrokên xwe bi çi tevnî birêse jî - baş diyar e ku ew berî her tiştî hest û ramanên xwe vedibêje. Jidilî û bengîniya wî di her hevokê de zirq û zelal e.
Herwiha armanca nivîsîna Tilermenî ne ew e ku hin pîv û pîvanên wêjeyî di çîrokên xwe de bi cî bîne û hew lê ya bingehîn ew e ku ya dilê xwe rabigihîne. Bi nefsbiçûkî wiha radigihîne: "Ev êş û kul û jan hemû yên min bûn. Ev çîrok jî ya min... Jixwe zimanê wê nedihat pejirandin, hîna di 'malzarokê' de bû." (r. 34)
Bêjî
"Bêjî" (ango 'bîje') tê wateya zarokên ji dêbavên nemehrkirî çêbûyî. Ev çîrok jî li ser keçikekê ye ku bêjî ye û ti caran bavê xwe nedîtiye û nizane ka ew kî ye jî. Çîrok wek rojnivîsk ji alî keçikê de hatiye nivîsîn. Nota pêşî ji roja 29ê rezberê (îlonê) û ya dawîn jî ji 1ê rêbendanê (çileyê) ye ango notên rojnivîskê di heyamek zêdeyî çar mehan de hatine nivîsîn.
Dema ev pirtûk ket destê min û min serê pêşîn pirtûk pêş û paş vequlipand, ev yek ji wan çîrokan bû ku herî zêde ez bal xwe ve kişandim û wer kir ku zû bi zû dest biavêjim xwendina wê lê mixabin dema min xwend, ez gelekî ji vê çîrokê nerazî bûm. Gelek kêmasiyên çîrokê hene lê ez ê tenê sê ji wan destnîşan bikim, bila bes bin:
1) Çîrok qaşo rojnivîska keçikê ye lê ji bilî dema qaşo ew hatiye nivîsîn pê ve ti nîşaneyek nîn e ku wê bike rojnivîsk. Rojnivîsk ew e ku mirov notên xwe yên rojane tê de dinivîse dema ew diqewimin. Lê çîrok her bi şêwazek asayî ya çîrokan hatiye vehûnandin. Tevî ku di navbera notan de carinan hefte û ta mehek jî boriye, çîrok bi heman rêbazê ji ciyê lê mayî didome her mîna ku bîskek jî di ser re derbas nebûbe.
2) Naxwiye ku keçik bi ti awayî di civakê de ji ber bîjetiya xwe pêrgî ti asteng û destnexweşiyan tê. Qet ne xema wê ye ka civak li ser wê çi dibêje. (Jixwe bi awayek ecêb û dûrî rastiyê, ti helwesta civakê li ser bîjetiya wê ne diyar e.) Tenê qehra wê babê wê ye ku nehatiye û li wê nebûye xwedî. Herwiha keçik jî dide ser rêbaza diya xwe û, bê evîn jî, doxînsistiyê dike.
3) Çîrok û lehengên wê bi her awayî kesên neyên bawerkirin û ji rastiyê dûr in. Mînaka herî beloq jî Arjînê helbestvan û gotinên li ser wî ne: "Mamoste [=Arjîn] bi hatina xwe re, ez [=keçika bêjî - H.M.] jîndar kiribûm... Dema ku min navê wî pirsîbû, ji dêvila ew bersiva min bide, keçika kêleka min gotibû, 'Di kurdî de tê wateya agirê jiyanê'... Hemû şagirt di bin bandora wî de mabûn. Te li kê dinihêrî, pirtûkek di destê wan de bû. / Ji bilî wêjeyê, Arjîn li ser azadiya mirovan jî pir disekinî. Di waneya xwe de azadiyek berbiçav bi kar dianî. Ji wî re tixûbê azadiyê tunebû... Di pola me de kesekî ku ji wî hez nedikir tunebû. Hurmeta şagirtên nijadperest ji ya her kesî bêtir bû. Ji bo ku em bixwînin, pirtûkxaneya xwe li ber me heta taliyê vekiribû." Heke bi rastî kesek wiha hem evîndarî mirovan û hem jî evandiyî mirovan hebe, ka ez jî dixwazim binasim, li kû ye ku ta niha serê xwe derneaniye!?
3. ÇÎROKÊN BÊ EVÎN
Ji her sê çîrokên di vê beşê de em ê li ser Bablîsokê û gelekî bi kurtî jî li ser çîroka Çemê Huznê / Çûço û Gozê rabiwestin.
Bablîsok
Çîroka Bablîsok mînakek pirr bedew e ji dijwariya hevgihîn û hevdembûna hestên du mirovan, dijwariya hevfamkirina kesên rastîbîn û kesên hêvîdar. Ji serlehengan Jaqlîn dixwaze gelek tiştan romantîze bike, di bûyerên bêwate de jî bedewî û dilşadiyê bibîne. Herçi Mestan e, ew heta di bedewiyê de jî tehliya jiyanê dibîne:
"Mestan û Jaqlînê li ser kendalekî qiraxa bahrê rûniştibûn. Her yek cixareya wan di nav tiliyan de, lingên xwe bi kendêl ve berdabûn. Dengê pêlan, ew sermest kiribû... Seqaya wir li gora dilê Jaqlînê bû. Peroşiyekê ew girtibû. Li hêviya Mestan bû ku hema peyvekê bike. Lê Mestan[,] weke ku ne li wir be[,] kûr çûbû. Jaqlînê nema xwe girtibû, 'Tu dibînî hîv çi qas bedew e?'. Mestanê ku berî kêlîkekê bê zar û bê ziman bû, peyv ji devê wê girtibû û gotibû, 'Rast e, pir bedew e. Lê ku dêhna te lê be, bi tenê rûyekî hîvê xuya ye. Hîv jî mîna mirovan e. Mirov tim rûyê xwe yê rûpûşkirî nîşanî hev didin. Hêla xwe ye rastbîn vedişêrin. Xwezî ne wilo bûya!'.
Çirûskên hîvê yên li ser avê qelstir bibûn. Şev, tarîtir; dengê pêlan berztir bibû. Jaqlîn li ber peyvên Mestan devê wê û çû paş guhên wê. Bêhneke ji kûr de li cixareyê xistibû ([Ji xwe re dibêje:] Ez dixwazim peyvê bînim li ser hezkirina mirovan bisekinînim, qala dilên evîndar bikim; ew, dihere rastiyên jiyanê radixe ber çavan. Qala karesata mirovan dike Gelo bi gotinên xwe dixwest çi bîne zimên? Balo peyvên wî, ne yên pîvandî û wezinandî bin! Ez jî dizanim mirov giş bi rûpûş in, lê çima rûyê hîvê?..)." (r. 57, 58)
Ji bilî ku Tilermenî di ravekirina dijwariya têkiliyên mirovan de di vê çîrokê de bi ser ketiye, em gelek mînakên din jî ji hostetiya nivîskariya wî di vê çîrokê de dibînin:
1) Hetabêbes zimanê çîrokên Tilermenî helbestane ye. Di vê çîrokê de jî kêmasî di vê helbestanetiyê de nehatiye kirin; nimûneyek: "Newayên muzîkê li bêdengiyê belav dibûn; peyv li kaxezên sipî, reng li tabloyên paçînî... û hunerê mirov vedixwend nava bedewiyekê. Lê çima ev bedewî dikuştin?..." (r. 60)
2) Tilermenî hêz û şiyan heye ku rewşên gotin û rûpel têra nekin, bi kurtehevokekê rabiguhezîne çîrokên xwe; nimûneyek: "Çûbû ber mirakê (ango neynikê, awêneyê - H.M.), li rûyekî xerîb û bela wela rast hatibû." (r. 61)
3) Çîrokên Tilermenî û leheng û seqayên wan di serê wî de jîndar in. Nîşaneyek zelal ji hindê salixdanên wî yên hunerane ne, bi dîdar û dîmenên tûj û seqbêr. Mînakek: "Wê rojê çûbûn qereqolê û polîsan ji bona kişfê ew biribûn goristanê. Axa gora kuştiyan hîna şil bû. Li ber gorê şopa tekerên qirêderekê hebû. Du zelam, yek di destên wî de kulingek û yek jî bêrek, li benda fermana kolanê bûn. Yekî ku qat û qirawat li xwe pêçabû[n], hatibû bi fermanekê herdu zilam ji wir şandibû[n]. Heman zilamî bi serê xwe destûra kolanê dabû. Qirêderê kemçeya xwe li bin zikê gorê xistibû. Qêrîn bi dêya Mestan ketibû. Birayê Mestan xwe li qirêderê rakişandibû. Du polîsan darên xwe daweşandibûnê û ew jî bi dûr xistibû. Flaşên rojnamegeran li ser hev vêketibûn. Laşên parçebûyî û bi herî, hiş ji serê Jaqlînê biribû. Xwe bi ser dêya Mestan ve avêtibû. Du polîsan ew jî ji wir derxistibûn. Pitî bi saetekê dozger hatibû cem wan û gotibû, 'Bala xwe baş bidinê, bê kîjan xizmê we ye!'. Bi qudûmekî şikestî li ser cendekan sekinîbûn Bedena wan ew qasî parçe bibûn, diyar nedibû ku ew Mestan e. Mahdê Jaqlînê xeliyabû. Verşiyabû. Ji cem cendekan derketibû derve. Ji dûr ve av li zilamê navosere[,] ku li otelê diman, ketibû. Bêhemdê wê destên wê bibûn kulmik. Bi hêla wî ve baz dabû. Zilam û çend polîsan dora wê girtibûn. Zilamê navosere heta hind û hêl[iy]a wî hebû kulmika xwe li ser çavên wê xistibû. Jaqlîn ji ser xwe çûbû." (r. 61)
4) Hunera çîrokvaniya nûjen di hindê de ye ku tiştên balkêş ên surprîz, sosret û taybet pêşkêş bike. Çîrokên Tilermenî ji wan mişt û tijî ne. Nimûneyek: "Dozger, dêya Mestan û birayê wî kişandibû qiraxekê û gotibû, 'Baş bifikirin. Tu xusûsiyeta lawê we tune bû?' " Bê guman dê ti xwendevan ne li bendî vê bersivê bin: "Dêya Mestan gotibû, 'Mestanê felqeyek gunikê wî tune bû." Lê surprîz bi vê jî naqete. Wek em dizanin, dozger li nik kurdan ne kesên baş tên dîtin lê vê carê Tilermenî nedaye pey bîreweriya giştî loma wiha dibêje: "Li ser vê peyvê bibû haq haqa (=tîqetîqa - H.M.) polîsan. Dozger bi wan re xeyidîbû(li wan/polîsan xeyidî - H.M.)." (r. 62) Ev jî dikare wek surprîzekê bê hesibandin ku bi yên pêştir re xeleka surprîzan an rêzesurprîzan pêk tînin.
Çemê Huznê / Çûço û Gozê
Bi pirranî çîrokên Tilermenî ji xemgînî û bextreşiyê dagirtî ne û nexweşî di wan de serdest e. Lê di çîroka Çemê Huznê / Çûço û Gozê de pêşbazî û rikeberî di navbera bextiyarî û bextreşiyê de heye. Ev çîrok baş rewşa wan kesan dinimîne ku gelek bela bi serî hatine lê dîsan - tevî wan belayan an jî jixwe ji ber wan belayan - ew kes dikarin kêf û zewqek mezin di bûyerên biçûk û hêvîkên kêmwate yên xweş de bibînin.
Di vê çîrokê de jî gelek ji taybemendiyên biserketîbûna nivîskariya Tilermenî berçav in. Ez naxwazim dîsan wan dubare bikim lê dixwazim du kurtemînakan bidim:
1) Zimanek xurt ê salixdan û ravekirina rewşan ku mirov dikare di nav gelek ên din de vê mînakê jê bide: "Li binê esmanê fena [=mîna, wek, şibî - H.M.] sîwanekê vekirî, tîrêjên tavê yên qels bû Çûço." (r. 85)
2) Di vê çîrokê de surprîzên gelekî xweş hene. Ji wan mînakek ku dawiyê li çîrokê tîne: Di hemî çîroka Çûço (mêr) û Gozê (bermalî) de doktor Evdile rexlehengek e (ango ne serleheng e) û rolek ji dûr dilîze û xelk wek kesek ji wan dûr û ta belkî xerîb jî basa wî dike lê li dawiyê diyar dibe ku ev heman doktor Evdile ev çîrok xeyal kiriye û nivîsiye: "Min ev şayesa xeyalî ji zû de saz kiribû û min digot ku ez rojekê vegerim gund, ez ê li dîmenek weha rast bêm. Min roj bi roj ev daxwaza xwe taloq dikir. Min xeyalên xwe di çemê huznê re diherikand zeryayên janê û siya giyanê xwe qop dihişt. Ez doktor Evdile, nizanim min çawa ev dilînên xwe dianînin zimên. Apê Namo, Çûço û Gozê bibûn mêvanên pênûsa min û daxwazên di dilê min de, diherikand[in] ser kaxezan. Min ancax daxwazên xwe dikarîbû bi vê rêyê pêk bianiya [=bianîna - H.M.]. Bi vê armancê..." (r. 85)
4. ÇÎROKÊN BÊ WELAT
Di vê beşê de ev çîrok hene: Mehîr, Peqilkên biharê û Xezeba marê teyar. Ez ê li ser her yekê ji wan çend gotinan bibêjim.
Mehîr
Vê çîrokê jî hê ji destpêkê de ez berbendî xwendina xwe kirim, wek mînak bi paragrafa duyem ku her gotin peroşî û kelecaniyek kûr e û wisan dike ku xwendevana/ê hestyar be neçarî xwendina wê bimîne:
"Ez û çend meriv û çend cîranên me, ji zarokiya xwe dûr, li ber devê şikeftekê di temaşeya rojek ji rojên taliya zivistanê de bûn. Ji bo xwegîhandina kok û ax û asasê xwe, çend pêngav bes bûn. Gavên ku min li ber şikeftê diavêtin, mizgîniya gavên çûyînê bûn. Qirş û qalên di bin lingên min de dieciqîn, dengê zarokiya min bûn." (r. 88)
Herwiha sirûşta biharê û rewşa derdorên xwe bi awayek şahane û taybet û tûjbîn direşîne ser rûpelên çîroka xwe:
"Vejîna xwezayê bi hemû sewal û rehek û giyandaran re zindîtiyek ava kiribû. Herdu pisîkên ku di kêlîka dawiyê de bibûn rêhevalên [=hevrêyên - H.M.) me, li ber çavên me ba ser hev didan. Bi tovavêtina pisîkan re bêşermiya sirûştê heta taliyê deriyê xwe vekiribû. Zarokên ku tênedigihîştin, radihiştin çend keviran û bi ser serê pisîkan de wer dikirin."
Ev teswîrdanek xwezayê ye ku dikare jê bê bawerkirin û di jiyanê de peyda bibe. Ew ne tenê reş an spî ye.
Serlehengê vê çîrokê di nav tirs û sawê de diçe dan (dahn, danî, dên) bîne daku bo mamê (apê) xwe mehîrekê (xwarinek e) bide çêkirin lê li şûna bi rê ve biçe, bi jiyana xwe ve yan bi jiyê xwe ve diçe taku li zarokiya xwe vedigere:
"Niha ez ber bi zarokiya xwe ve diçûm. Tava bilindbûyî siya min avêtibû pêşiya min. Û pêngavên min li dûv rêça siyê diçûn. Siyê rêberî dikir. Ew siya ku heta îro li dûv şopa min dikişkişî, îro bibû rêberê min. Weke hemû rewşa jiyana min, ew jî vajî bibû."
Wek din jî ev çîrok ji tevdan û têkilbûna rastî û xeyalan dagirtî ye. Herwiha anakronîzm ango derdemî jî di vê çîrokê de xwe bi aşkerayî dide der: Serleheng - piştî ku rastî û xeyalên wî tevlihev dibin - gehinan li rojên xwe yên îroyîn, carinan li zaroktiya xwe û gavinan jî li rojên evîndariya xwe ya xortaniyê ye û wan têkilhev bi bîr tîne û mozaîkek pirr-reng û pirrdeng a xwendevan jê têr nebe diafirîne:
"Ez gihîştibûm zarokiya xwe. Ne ew zarokiya nazenîn û kubar û bêguneh bû. Termên dewaran li kuçe û kolanan belav bibûn. Cahşên ku xwe negihandibûn mirovan, heyfa xwe ji sewalên kerr sitandibû. Ji bêhna genî, mahdê min xeliyabû û ez vereşiyabûm. Ez çûbûm ser kaniya gund, ku li hemberî mala me bû. Kanî ji ber nebûna mirovan tî ketibû. Min devê xwe xistibû devê wê. Weke zaroka ji nêza serê pêsîrên dêya xwe diqurmiçand, min nehişî [=bi bêhişî - H.M.] av vexwaribû. Vê rewşê rojeke xortaniya min anîbû bîra min. Ew keça ku min jê hez dikir, destê êvarî ji malê derketibû û xwe gîhandibû kadîna me. Ji tirsa û ji kelecan[iy]ê, me weke lawirên hov, ramûsan ji devê hev revandibûn. Qederekê devên me di hev de qufaltî mabûn. Wexta ku min serê xwe ji ser kaniyê bilind kiribû, bextewariya wê rojê hîna di hişê min de zindî bû. Tîna min baş neşikestibû. Du kûçikan li ser berata kerê cîranê me, goşt û hestî ji devê hev direvandin. Ew dengê ku wê tu carî ji bîra min neçûya dîsa hatibû guhên min. Bi lez min xwe avêtibû malê. Ev mal ji destê bav û apê min derketibû. Li gund û li gundên derdorê kê xanî lê bikira, bangî bavê min, hoste Biro, dikirin. Hosteyê lêkirinê li ser dîwarên vî xaniyî jiyana xwe ji dest dabû. Apê min Remo xanî temam kiribû." (r. 90-91)
Tevî ku ev dîmenek gelek erjeng, reş û kembax e jî, ew bi bedewiyek wisan hatiye nîgarkirin ku min, wek xwendevan, piştî xwendina van hevokan bêhejmar caran xwest vê dîmenê di serê xwe de bînim û bibim. Bê pesndan û mezinkirin, dikarim bibêjim ku qet nayê bîra min ku ti dîmenek vîdyoyî yê Hollywoodê jî bi hemî efektên xwe jî karîbe li min wiha bandor û tesîrê bike.
Werin niha em dêhn û bala xwe bidin bihîstyarî û hestnazikiya nivîskar ka ew çendî bi şengî û şemalî hest û tirsa lehengê xwe vedirêse:
"Ji nişkê ve her der bibû tarîstan. Tariyê sawa tirsê û sermayek bi xwe re anîbû[n]. Min kîsê xwe hembêz kiribû. Û li ser dev ketibûm erdê. Ew şevên ku ez bi ser jina xwe de daqûlî çiçikan dibûm, hatibû bîra min. Ew bavê ku zarok di hembêza wî de, li ser axê bi dev ve ketibû û bibû qurbana Leşkerên Sedam, hatibû bîra min. Dengê şirqînî û gure gura guleyan kevir û kuçik û ax bi ser min de barandibûn. Her parek bedena min bi hêlekê ve belav bibû, lê kîsê dahn ji hembêza min neçûbû tu derê. Ap û amojin [=mam û jinmam - H.M.] û zarokên ku mehîr dixwestin li hêviya min bûn. Divê min dahn bigihanda wan. Ez ji ber dengê wan kerr û gêj bibûm. Dîmena miriyên Helebçeyê li vir temam dibû. Peristgehên me jî ji hêla Leşkerên Sedam ve hatibûn kavilkirin. Û ew dengê li guhê min ketibû, 'Xwe ji çiyê bi dûr nexe!'[,] dîsa guhê min dabû ber êrîşan." (r. 92)
Nivîskar ev çîroka xwe - ya ku li nik min serekî bilind di ser pirraniya çîrokên wî yên din re ye - diyarî kiriye "ji dilê min Helebçeyê re..." (r. 88) Kêm helbestan ji wan hemî helbest û honraweyên li ser Helebçeyê hatine nivîsîn wiha dîmenek taybet û bandorhêl ji Helebçeyê raberî xwendevanan kiriye.
Wek her carê, Tilermenî li ber xwendevan venayî ye û me dixe xefik û davan... biborin... surprîz û sosretiyan: Li dawiyê jî lehengê çîrokê li bajarek biyan ji xewê şiyar dibe û jê re diyar dibe ku ev dîmen hemî xewn in!
Peqilkên biharê
Peqilkên biharê çîrokek dîmenfireh û pirralî ye. Di çîrokê bi xwe de zêde tiştek mezin û berçav naqewime lê tê de felek û qederên kesan bi awayek hevgihandî diyar dibin. Nivîskar kariye jiyanên kesên cuda û ji hev dûr bi hostaneyî bigihîne hev û wan di çîrokek rengîn de pêşkêş bike.
Vegotina du babetên çîrokê (beşa 1 û ya 3) ji alî kesek derveyî de û salixdana beşekê jî ji alî lawik de (babet 2) gengaz kiriye ku kurikê serleheng ji du serekaniyan yan jî di du berçavkan re bê nasîn. Vê heman teknîkê rê li ber vegotinek dewlemendtir jî vekiriye ku bêyî wê kesekî derveyî bi tenê yan lawik bi tenê dê nikariya tevayiya meseleyê rabixe ber çavan.
Xezeba marê teyar
Pirrqatî û berfirehiya seqa û atmosfera vê çîrokê, ku hema di kêm romanên nûjen ên bi sedan rûpelan dirêj de peyda dibe, ez matmayî hiştim. Xezeba marê teyar çîrokek e ku gelek çîrokan di xwe de dihewîne.
LI DAWIYÊ
Êşbazî û Tilermenî
Êşbazî yekemîn pirtûka Yaqob Tilermenî ye
Êşbaziyê nivîskarê xwe gihandiye gupik û lûtkeyên wêjeya kurdî û ev gupik û lûtke hê jî ber bi jortir hildane
Tilermenî zimanek wêjeyî, bibandor û helbestane û kurdiyek puxte û petî, pak û bijûn bi kar tîne
Zimanê Tilermenî baş têrî hest û ramanên wî dike
Tilermenî hem di şêwaz û rêbazên wêjeya herî nûjen, hem di klasîkên kurdî û hem jî di zargotina kevnare ya gelêrî ya kurdî de gelekî hişyar e
Bo Tilermenî û nivîskariya wî hest û raman ji kefteleftên derveyî yên xirş û xalî giringtir in
Surprîz, seyrî û sosretî di çîrokên Tilermenî de rolek giring dilîzin
Dîmenên Tilermenî di çîrokên xwe de pêşkêş dike nola jiyanê bi xwe rengîn in
Tilermenî ji dogmatîzmê, klîşe û kevnoletiyê dûr e
Wek nivîskarek xort ê nû serê xwe hildayî Yaqob Tilermenî bo çîrokvaniya kurdî hêviyek xurt û geş e.
Bo xwendevanan û rexnegiran
Çawa ku birêz Yaqob Tilermenî hûr û kûr li ser çîrokên xwe ponijiye û xwe bi vehûnandina wan gelekî êşandiye û demek dirêj bi wan ve borandiye, divê wiha xwendevan jî li van çîrokan dabihûrin û dabilepin û wan bi bêhnfirehî bixwînin daku bikarin xwe bigihînin zewqa di wan de û asta kûrî û firehiya peyama wan çîrokan. Ez bi xwe xwendina dubareyî yan sêbareyî ya heman çîrokê pêşniyaz dikim; heke gengaz û mimkin be, bila xwendina dubareyî ne zû li pey cara yekem be lê bila heyamek di navberê de hebe.
Bo nivîsîna rexne û nirxandinê divê hê jî bêhnfirehî û derfetên zêdetir hebin daku rexnegir bikare xwe bigihîne kûrî û nîveka van kurteçîrokan û bikare nirxandin û hilsengandinek hêjayî wan bike. Mixabin dem û derdan derfet û delîvên wisan nedan dest min loma neçar im bi vê nirxandina tijî kêmûkasî qîma xwe bînim.