Romeo û Juliet ji bo zimanê kurdî nexşeke bedewîyê ye
A. GERNAS
Balkêşîya trajedîya ”Romeo û Juliet” ne çîroka wê bixwe ye, ji ber ku çîrokên bi vê şêweyê bo me ne xerîb in. Di Rojhilata Navîn da û xasima di nav Kurdan da çîrokên weha û yên gelek xweştir tên zanîn. Çîrokên evînî û evîndarên bêmiraz; şerê navbera eşîran mijareke naskirî ye di nav Kurdan gelên Asyayê da. Baş e, balkêşîya ”Romeo û Juliet” çi ye û çima ji çarsed salan virda ji rojevê neketiye? Çima bi hemû zimanên dinyayê hatiye wergerandin?
Sê sedemên girîng ev berhem derxitiye banê gerdûn û di nav şahberheman da bi cîh kiriye.. Yek jê zimanê çîrokê ye, ya din şêweya nivîsînê ye û ya sisîya jî, serketina tîyatral e.
Ziman, zimaneke bedewîyê, zimaneke zanyarîyê, zimaneke arîstokratîyê ye. Hevok û peyv werivandî ne, pirrmane ne û di kirasên bedew da ne. Peyvek yan jî hevokek karin di çend kirasan da, di çend maneyên cuda da bêne têgihîştin.
Şêweya nivîsînê, helbesta dramatîk e, yekta nimûneya romantîzmê ye. Evînek pêncrojî her ewqas kare bête dramatîzekirin û xweşkirin da ku bala dinyayê bikşîne ser xwe.
Romeo û Juliet tiyatroyeke ronesansê ye. Ew fam û firasetên lihevhatin, balans, sîmetrî yên ku li ba hunermend û zanyarên ronesansê hebûn, di lîstika R.û J. da jî hene. Atmosfer û dinyaya karekterên ku di lîstikê da cîh girtine, him ji alî psîkolojî him jî ji alî tiyatral va bi perspektîfeke kûr û pêbawer hatine pêşkêşkirin. Di lîstikê da karektera herî biçûk jî, xwedî cîhekî girîng e. Wisa ye ku, di vê avahîyê da xîçikek biçûk jî kare avahîyê hilweşîne. Karekter, çîrok, sehne û ragihandinên lîstikê bi awayekî bêqusûr hatine bi cîh kirin.
Ev drama her wisa bi ragihandina xwe ya ramanî jî ronesansek e. Li hember şerê eşîran; li hember pîsî û xirabîyên exlaqî; li hember rizîna civakî banga xweşbînîyê, banga toleransê, banga aştîyê, banga pêşketinê ye. Û her wisa rexneya sîstema rizîyayî ye.
Wek encam, bi awantaja taybetmendîya zimanê kurdî ya helbestkî ez giham şahîya wergera vê berhemê. Min ew ji zimanê Swêdî wergerand û wergera wê ya Tirkî jî bi kar anî, ango bi danberheva du zimanan wergerek serketî pêşkêş kir. Wergera ji danberheva du zimanan, şaşîyan mînîmalîze dikir û lewma jî awantaja wergerek rast û durust derdixist pêş.
Çend dîtin ên li ser berhema Shakespeare
Lêkolînên heyî didin zanîn ku Shakespera îlhama berhema xwe ji helbesta Romeous and Juliet a ozan Arthur Broke (1563an da di emrekî xort da miriye) stendiye. Ev ozan jî ji bo berhema xwe wek çavkanî çîroka Fransizî ya Boisteau bi kar anîye. Boisteau jî vê çîrokê ji çîroka Bandello yê Îtalyanî wergirtiye. Bêguman dema ku Shakespeare ji helbesta A.Broke îlham wergirtiye, bûyerên çîrokê li gor xwe guhartiye. Wek ku tê gotin, bi navê Mercutio karekterek tune. Romeo merivekî êrîşkar e û Tybalt dikuje. Dîsa di helbesta Broke da Juliet, keçeke gunehkar e û dek û dolaban tîne serê dîya xwe û şîrdêya xwe. Shakespeare karektera Julietê jî guhartiye.
Ev agahî “Mem û Zîna” a Ehmedê Xanî tîne bîra meriv. Ji bo “Mem û Zîn” a yekta jî, çîroka “Memê Alan” bûye çavkanî û îlham... Shakespeare jî, Ehmedê Xanî jî îlhamên xwe ji hin çîrokên heyî wergirtine lê du berhemên nû, bêqusûr afirandine.
Agahîyek girîng jî, tarîxa nivîsandina Romeo û Juliet e. Gelek jê di wê bawerîyê da ne ku berhem di 1591 da hatiye nivîsîn. Ev tarîx jî ji axaftina Dadê tê derxistin : Dadê, di perdeya 1, sehneya 3 da weha dibêje:
“Belê, çardeh salîya xwe. Wek îro tê bîra min,
Bi ser wê erdhejê da tam yazdeh sal derbas bû,”
Li gor agahîyan di 6ê Nîsana 1580 da erdhejek mezin li Londonê çêbûye. Lê zanyarên Shakespeare, ji ber şêwe (uslûp) û şexsîyeta karekteran digihîjin bawerîyeke yekgirtî û dibêjin ku, berhem di “serdema lîrîk”, ango di 1595an da hatiye nivîsîn.
Wergera Swêdî û Tirkî ji ber çapa 1599an hatiye wergerandin. Li gor agahîyên ku min bi dest xist, çapa herî baş û tekûz ev e.
Kurteçîroka dramayê
Di şer, kîn û dijberîya navbera du malbatên esîlzade da du gulên evînê şîn dibin. Lê nikarin evîna xwe aşkera bikin û meya şahîyê binoşin. Ji ber ku herdu malbat jî, bi qewîkirin û desthilata malbatî mijûl in û ji bo nav û deng, hukum û qudretê çav di serê wan da tarî bûye Herdu alî jî, bi rik in û yek ji yekî ra danayne Lê xelkê Veronayê, berevajîyê herdu malbatan parêzvanên aramî, aştî û xweşbînîyê ne. Ji bo parastina sîstemek weha hessas in û çavdêrîya vê yekê dikin.
Berî ku Romeo û Juliet hev nas bikin û bibin dildarên bêmiraz, merivek ku balansa navbera herdu malbatan xirabike dertê pêş. Parîs, ango birazîyê mîrê Veronayê. Malbata Julietê, ango malbata Capuletan bi zewicandina keça xwe daketine û dixwazin Julietê bidin Parîs da ku bi vî awayî di navbera xwe û mîrîtîya Veronayê da xinamtîyekê deynin, hukum û qudreta xwe xurt bikin. Herwisa ev zewac, Capuletan li hember Montaguyan qewîtir dike, desthilat û hukmekî dewletî jî dide wan. Lewma jî ev rewş, têrî xirakirina balansa navbera herdu malbatan dike.
Capulet, ji bo hevnasîn û zewaca Parîs û Julietê baloyek bi maske li dara dixe. Wê hingê
Romeoyê kurê Montaguyan, tayek bi tenê yê nûgihayî bi evîna Rosalîneyê sermest bûye. Lê Rosalîne rû nade Romeo, lewma jî ev rewş Romeo derbeder dike, ew dike xem û xeyalan, berdide çol û pesaran, dûr dike ji malbat, dost û hevalan. Rewşa Romeo, malbatê û hevalên wî nerihet dike. Heval û pismamê Romeo, ango Benvolio, hewl dide ku Romeo ji gerîneka evîna Rosalineyê xilas bike, pê bide nasîn ku ji dervayî Rosalîneyê dinyayek mezin û fireh heye û tê da jî gelek bedew hene. Wê hingê baloya Capuletan dibe hincetek telereşî bo Benvolio da ku bala Romeo bikşîne cîhekî din. Lê pêşnîyaza Benvolio ne bi zanebûn e û nayê bîra wî ku Capulet dijminên wan in. Pêşnîyaz bo demborî û hevaltîya Romeo ye. Lê wê Benvolio çawa bizanibûya ku wê ev balo bibe sedemê mirina Romeo, hevalê wî yê hezkirî. Bi vê baloyê Shakespeare ji herdu malbatan du qurban hildibjêre -ango Romeoyê kurê Montaguyan û Julieta keça Capuletan- û bi vî awayî dijminahîya navbera wan radike.
Berî baloyê serê Juliet hatiye tije kirin da ku Juliet xwe bike dilê Parîs û pê ra bizewice. Juliet jî xwe bi daxwazkarî amadeyê vê baloyê dike.
Benvolio û Mercutioyê birazîyê Mîrê Veronayê, Romeo îqna dikin û bi hevra diçin baloyê. Lê li baloyê bûyerek ku nakeve bîr û xeyalên Benvolio û malbata Capuletan diqewime. Nişkava Juliet û Romeo rastî hev tên, bêyî ku hev nas bikin, bêyî ku soz û biryarek wan digel hev hebe. Li ser pîya hevdu dibînin û dibin evîndarê hev. Brûska evînê li dilê herduya dixe. Parîs li alîyekê Rosalîne jî li alîyekê diminîn û tên ji bîr kirin. Hevdîtina kurt a Romeo û Juliet di eynî şevê da li bin balkona Julietê berdewam dike û qewl û biryarên zewacek veşarî tê dayîn. Dotira rojê Rahîb Lawrence bi dizî mara wan dibirre û ew dizewicin. Lê di eynî rojê da Tybaltê kurapê Juliet li kuştina Romeo digere. Romeo ji bo xatirê evîna xwe heqaretên Tybalt bêbersîv dihêle û heta ji dest tê ji belayê direve. Mixabin ku Mercutioyê birazîyê Mîr xwe davêje navberê û şerê Tybalt dike. Romeo dikeve navbera herduyan ku wan ji hev veqetîne, Tybaltê kîndar û serkêş di bin çengê Romeo da şûrek davêje Mercutio û ew dikuje. Tybalt direve lê demek şûnda cardin vedigere da ku Romeo bikuje. Lê Romeo vê carê heqaretên Tybalt lê vedigerîne û ew dikuje.
Piştî kuştina Tybalt, Mîrê Veronayê cezaya sirgûnê dide Romeo. Li gor qanûnên Veronayê, kuştin bi kuştinê tê cezakirin lê ji ber ku Mercutio birazîyê Mîr e û Romeo heyfa wî stendiye, cezayê sirgûnê tê dayîn.
Sirgûn ji bo Romeo ji mirinê jî xirabtir e:
ROMEO
Jý bo min li dervayî sûrên Veronayê tune jîyan,
Ji vê derê sirgûn kirin, tenê zikrat e.
Ji dinyayê sirgûn kirin e,
Û ji dinyayê sirgûn kirin jî, mirin e bo min.
“Sirgûn” navek ji navên mirinê ye.
Wek ku bi bivirek zêrîn serê min bê jêkirin
Û piştre ez ji derba bivirê ra bibişirim
Dema serê min tê jêkirin.
Ji bo Julietê jî sirgûnbûna Romeo mirin e, ezabê qebrê ye. Lewma jî ew diçe ba Rahîb Lawrence da ku ew çareyek bo hevdîtinê bibîne û ew bigihîne hev. Rahîb Lawrence çareyek dibîne û teminîya xwe li Julietê dike:
RAHÎB LAWRENCE
Raweste keça min. Hêvîyek qels tê bîra min;
Lê ev bi qasî tiştê ku em dixwazin pêşî lê bigrin
Hêz û hewldanek bêhêvî divê.
Ji bo ku bi Kont Parîs ra nezewicî
Eger hebe di dilê te da hêza daxwazîya mirinê,
Gelo tu yê biwêrî ji bo dûrkirina rezîlbûnê
Tiştek wek mirinê bidî ber çavê xwe? Ez bawer im,
Dema tu xwedî cesaretê bî û pêşwazîya mirinê bikî,
Eger çavê te dibire, wê hingê ez ê ravebikim bo te çareyê.
JULIET
Eger zewaca min bi Parîs ra be, hema tu bêje
Û ez jî xwe bavêjim ji ser vî bircê,
Di nav nivînên eşqîyayan da bigerim,
Yan jî di kewarên maran da xwe veşêrim;
Min li qeyd û lelê xin digel hirçên bi hime him
Yan jî bi şev min bavêjin zîndanên goristanê,
Digel hestîyên reqreqo yên mirîyan,
Min bi çîpên rizîyayî, qafên zer ên bê çene rapêçin;
Yan jî biferme, ez bikevim gorek nûkolandî
Û di nav kefenê mirîyek da xwe veşêrim.
Tiştên ku bihîstina wan jî mû li meriv dike şûjin,
Razî me bi cîh bînim bêtirs, bê rawestan
Da ku bi tenê ji bo hezkirîyê xwe
Bimînim hevserek bê leke.
Rahib Lawrence dermanek dide Julietê. Ev derman wê Julietê têxe xewneke mirîtîyê û ji bo demekê kutekuta dilê wê rawestîne da ku herkes bawerî bi mirina wê bîne.
Di eynî şevê da Juliet li gor teminîya R.Lawrence tev digere û dotira rojê li ser cîyê xwe wek mirî ew dixin tabûtê û datînin goristana Capuletan. Ev sir tenê ji alî R. Lawrence tê zanîn, lewma jî herkes wisa dizane ku Juliet bi rastî mirîye. Baltazarê xulamê Romeo hanhanka xwe digihîne Romeo û mirina Julietê radigihîne wî. Romeo dikeve halekî nehal û piştî Julietê jîyanê li xwe heram dike. Li Mantovayê dermanfiroşek dibîne û jehrek jê dikire da ku here ser gora Julietê û wê jehrê vexwe.
Rahîb Lawrence di vê navberê da nameyek bo Romeo amade dike û dide Rahîb John ku ragihîne Romeo da ku haya Romeo ji planê wî û Julietê çêbibe. Lê Rahîb John nikare xwe bigihîne Romeo û plan serûbin dibe. Romeo bi dizî tê goristana Capuletan û berî ku gora Julietê veke, nameyek amade dike û dide Baltazarê xulamê xwe û ew ji wê derê dûr dixe. Gora Julietê vedike û weha dibêje:
ROMEO
Êy hûrê gendelî, malzaroka mirinê,
Êy bêyewma ku li rûyê erdê loqa herî baş dixwe!
Ez ê argûşkên te yên rizîyayî bi zorê vekim,
Û hûrê te yê çavbirçî bi êm dagirim.
(gorê vedike.)
Wê hingê Parîs jî tê ser gora Julietê û Romeo di gorê da dibîne. Hertişt li binê guhê hev dikevin. Parîs digihîje wê bawerîyê ku Romeo bi hestên tolgirtinê hatiye ser gora Julietê da ku xirabîyek bi cendeka wê û Tybalt bike. Lewma jî ji bo dîlgirtina Romeo tevdigere. Bersîva Romeo sebebê hatina wî aşkera dike lê Parîs guh nade lavahîyan û ew bangî duello dike.
ROMEO
Rast e, divê ez bimrim; ez ji bo wê yekê hatime vê derê.
Xortê esilzade, tu were vî merivê bêhêvî nesilikîne,
Hanhanka here û min bi tenê bihêle.
Li ser kesên ku ji nav me çûn bihizire; bila ew bibin tirs bo te.
Ez hêvî û dexaletê ji te ciwanmêrî dikim, zorê mede û min şêt meke
Gunehek din li stûyê min bar meke.
Zû here! Esman şahidê min in ku ez ji xwe bêtir ji te hez dikim,
Lewra binihêre, ez li hember xwe çekdar bûme û hatime vê derê,
Nesekine, ji vira dûr bikeve. Bijî û piştre bihizire û bêje:
“Şewata dîn û harek ez mecbûrê revê kirim.”
PARÎS
Qet xwe newestîne û lavayîyan meke
Te dîl digrim ji ber ku tu tawanbar î.
ROMEO
Tu banga duelloyê li min dikî he!
Nexwe tu zanî lawê min!
(Li hev dixin.)
.......................................................
PARÎS
Ax, ev derb ez kuştim! Eger hinek dilşewatî hebe digel te
Gorê veke û li rex Julietê min dirêj ke.
(Dimre.)
Herweha Parîs jî tê kuştin û Romeoyê bêmiraz berî ku jehrê vexwe û ruhê xwe teslîm bike, gotinên xwe yên dawî dibêje:
ROMEO
...................................
Pir caran dema mirin nêz dibe
Însan pirr bi kêf in!
Gardîyanên îdamxuran bo vê yekê dibêjin,
“Brûska berî mirinê.”
Ka ez ê çawa ji vîya ra bêjim brûsk?
Ax yara min! Delalîya min!
Hêza mirinê ya ku hungivê hulma te dikşîne
Têrî sitendina bedewîya te nekiriye.
Tu zorlêbirî nebûyî; ala bedewîyê
Rû û lêvên te hê jî sor û gizrî maye;
Û li wê derê ala rengavêtî ya mirinê nehatiye hildan.
Ma tu li wê derê radizeyî Tybalt, bi kefena xwe yê bi xwîn?
Di emrekî ciwan da bi van destên ku hevdayên jîyanê qetandiye
Ez ê çawa dostanîyek pêşkêşî te bikim?
Li min bibore kurmamê min! Ax, Julieta min a hezkirî,
Çima tu hê jî weha bedew î?
Ma qey mirina raylênebûyî bûye bengîyê te?
Ez pê bawer bikim, ku ew canawirê rezîl di vê tarîyê da
Te vedişêre da ku tu bibî yara wê?
Ji ber ku ez ji vê yekê ditirsim, ez ê heta bi ebed li ba te bimînim,
Ez ê ji qesra şevê ya nîvtarî qet veneqetim.
Ez ê li vê derê razêm, li ba kêzikên ku ketine xizmeta te,
Heta bi ebed ez ê li vê derê bêhna xwe vedim
Û bedena xwe ya ji dinyayê westiyayî
Ji bindestîya stêrka bextê xwe ya bêoxir rizgar bikim.
Êy çav cara dawî binihêrin! Cara dawî hembêz bikin êy mil!
Û hûn êy derîyên nefesê, bi ramûsanek yasayî mor bikin
Peymana bêdawî ya navbera min û mirina têrnebûyî!
Were, mirina bi jan; were êy rêberê rezîl!
Tu, kaptanê bêhêvî, vê keştîya westîyayî ya belalêketî
Li zinarên asê û bilind biqelibe êdî!
Ji bo yara min! Bo evîna min!
(Jehrê vedixwe.)
Êy dermanfiroşê rastgo! Dermanê te bi rastî jî bandora xwe nîşan dide.
Vaye êdî dimrim bi ramûsanek!
(dimre.)
Piştî R.Lawrence pê dihise ku R.Njohn nameyê negihandiye Romeo, dilezîne û tê goristanê da ku di dema şîyarbûna Julietê da li wir be û ew bigihîne Romeo. Lê heta ew tê goristanê hemû hesab li binê guhê hev dikevin. Li ser gora Julietê qiyamet radibe û herkes li wê derê dicive....
Eger xwendekar dixwazin ev dramaya yekta bi temamî bixwînin û bigihên tama evîneke bêmiraz; tama hestên dildaran û bibînin ka çawa peyv û hevok ji qalibên xwe yên yekmane dertên û dikevin kirasên pirrmane û dibin bûkên xemilandî, dibin şerbet û helîl û kanîya edebîyatê der dikin, bila vê berhemê teqez bixwînin. Bi çend nimûneyan, bibînin ka çawa peyv û hevok dibin xwedî hukum û qudretê:
“Ji stêrkên qeşeng ên hemû esmanan du stêrk
Lavayîyan ji çavên wê dikin ji ber heye karên wan
Û dibêjin, hûn biçirisin heta em vegerin.
Eger çavên wê li esman bûna, stêrk jî li ser rûyê wê,
Wê stêrkan bida şermê biriqandina dêmên wê,
Herwekî ku roj, ronahîya qendîlê dide şermê.
Çavên wê li esman dibû tavgehek çirisî yê ronahîyê
Û pê ra çûk dest bi xwendinê dikirin bi gumana xilasbûna şevê.
Binihêre, ku çawa pala dêmên xwe daye destê xwe!
Ax, ez lepik bûma di destê wê da
Û min dest li dêmê wê bigeranda.”
“Evîndar di ronahîya bedewîyên xwe da
Karin pêk bînin dêlindêza evînê.
Eger evîn kor be, zêdetirîn ew û şevê bi hev dikevin.
...........
Were êy şeva şîrîn, were, şeva çavreş ya evîn
Romeoyê min bide min. Piştre dem hat û ew mir
Wî hilde û wek stêrkên biçûk hûr bike,
Ew ê rûyê esman wisa geş bikin ku
Hemû dinya bibe dildarê şevê,
Û êdî neperise roja muhteşem.”
“Ev ne çeyî ye, êşkence ye!
Buhuşt li vê derê, li cîhê Juliet lê ye!
Wê pisîk, seg, mişkê biçûk, hemû tiştên nehêja,
Li vê derê, li buhuştê bijîn û Julietê bibînin,
Lê wê Romeo mehrûm be ji dîtina wê! Mêşên gendelî yên bajêr
Hêjatir in, rutbeya wan bilindtir e ji yê Romeo.
Ew ê karibin li ser xeyala sipî ya destê Juliet deynin,
Ji lêvên wê yên sor şahîya nemir bidizin;
Ew lêvên ku bi dilnermîyek keçanî yên şermok
Sor dibin ji ber maçên xwe.
Wê heq bo mêşan hebe, lê ji bo min tunebe
Ji ber ku ez ji vê derê têm sirgûn kirin!”