"JI PENDÊN ELMANÎ" pirtûkek bi gotinên mezinan û pêşiyan ên elmanan dagirtî ye ku nivîskarê kurd birêz Hecî Cefer berhev kirine û li zimanê kurdî wergerandine.
Pirtûk ji 146 rûpelan pêk hatiye û tê de bi hezaran pend ango gotinên mezinan an gotinên pêşiyan hene ku ji bilî çend rûpelên dawîn, ku tê de hin pendên bulgarî hatine civandin, hemî elmanî ne.
Berhevker rêzdar Hecî Cefer folklornas û pisporek naskirî û navdar ê zargotin û berhevkarê wêjeya devkî ya kurdî ye. Wî pendên di vê pirtûkê de ji zimanê elmanî wergerandine û wan bi zimanek asan û sanahî, rewan û safî, resen û xwerû yê kurdî raberî me xwendevanan dike. Ya hê jî giringtir, wergêr kariye tam, çêj û lezeta pendan di wergerê de jî biparêze. Ew bi kurdiyek wisan zelal û xweş hatine vegotin ku dema xwendevan pê ve diçe û van pendan dixwîne, ji bîr dike ku ev ne pendên kurdî ne lê li kurdî hatine wergerandin. Lê bi rastî pirraniya pendan hind bedew û delal li kurdî hatine vehûnandin û veristin ku haya mirov jê namîne ku ew werger in. Ji ber ku wergêr bi xwe ji pend û zargotina kurdî gelekî hişyar û tê de şareza ye, vê yekê alîkarî wî kiriye ku berhema xwe serkeftî werbigerîne.
Pirtûk li Dihokê bi alfabeya kurdî-erebî lê bi zaravê kurmancî hatiye weşandin. Li gor derfet û delîvên çapkirinê li Kurdistanê, pirtûk bi berg û balek bedew hatiye lêkirin.
Dema ev pirtûk li sala 1999ê hatiye weşandin, tenê sê sal bûn ku wergêr li Elmanyayê jiyabû. Ev nîşaneyek wek avê zirq û zelal e ku wergêrê me di fêrbûna zimanan de fêris û pelewanek kêmpeyda ye. Erê zimanê van pendan ne hindî (bi qasî) yê gelek roman û berhemên din ên wêjeya nûjen dijwar û aloz e lê dîsan jî wergerandina wan hinêr û şiyanek çeleng û zîrekane divê. Di hînbûna zimanan de, bi baweriya min, divê kesên mîna birêz Hecî Cefer bo nivîskarên me wek mînak û nimûne bin. Mixabin gelek ji nivîskarên me hê di temenê xortanî û ciwanî de, di salên 70yî û 80yî de hatine Ewropayê lê hê jî zimanên wan welatan nizanim ku lê dijîn. Hê jî kembaxtir: ew tevî bi kurdî binivîsin jî, tenê bi tirkî dixwînin û tixûb û asoyên raman û bîreweriyên wan teng û fetisî dimînin.
Di pirtûkê de bi hezaran pend li pey hev hatine rêzkirin bê ku ti pergal an sîstemek zanistî bê bikaranîn. Diviyabû pend li gor alfabeyê hatibûna rêzkirin an li gor mijarên xwe babet bi babet bihatina dabeşkirin daku xwendevan bikarin û bişên vê pirtûka bihagiran wek ferhengan bi kar bînin û çi gava pêdivî hebe yan jî dilê wan lê bide, ji pirtûkê pend û metelokên bi dilê xwe rahilînin û hilçinînin. Mixabin ti pergalek wiha di pirtûkê de nîn e û wergêr pendên ji hemî birr û biwaran têkil û tevlihev kirine.
Tevî ku pergalek wek me got nehatiye bikaranîn jî, em dikarin bibêjin ku ev pend bi gelemperî dikarin di du koman de bên nijinîn:
1) pendên wek daxwaz, hêvî û şîret; û
2) pendên rastiya jiyanê didin ber çavên me.
Pendên [1] bi giştî şîretên baş ên gerdûnî û tevcîhanî ne û di nav hemî gel û miletan de dikarin bên pejirandin û qebûlkirin. Wek mînak em dikarin vê pendê bidin: "Rastî divêt bimînît rastî." (r. 24) Heke ne tam bi van gotinan be jî, di nav hemî gelên cîhanê de pendên berevanî û bergiriya ji rastiyê hene ku pûte bi parastina rastiyê di ser her tiştî re dikin. Lê ji ber ku em hemî dibînin ku rojane rastî tê binpêkirin û mandelekirin loma em nikarin bibêjin ku parastina rastiyê rastiya jiyanê ye lê ew hêviyek e ku di dilê me de heye.
Pendên [2] jî bi giştî mîna pendên [1] heman erk û dewra wan heye. Lê ew ji xwezî û xwestekan zêdetir giringiyê didin rastiya jiyanê. Ev rastî bêguman gelek caran zêde tehl û nexweş e jî lê dîsan jî ev pend wê rastiyê venaşêrin. Wek: "Berê [pêşî - H.M.) pare, paşî dad (edalet)." (r. 24) Kes ji me nikare bibêje ku yê ev pend li hev aniye, xwestiye ku pare, maliyet, dewlemendî û hêz di ser dad, mirovatî, camêrî û dilovaniyê re bin lê yê ev pend veristî xwestiye rastiya tehl a jiyanê bide rûyê me.
Wek ku diyar e, gelek ji van heman pendan li nik gelek miletên din jî peyda dibin. Loma birêz Cefer li ber gelek pendên elmanî agadariyên hêja li ser pendên kurdî jî dane û pendên nêzî wan ên kurdî jî arasteyî me kirine yan jî diyar kiriye ku filan pend di kurdî de jî heye. Digel gelek hêjayiyên din, ev agadarî jî diyar dikin ku Hecî Cefer di warê wêjeya gelêrî ya kurdî de deryayek kûr û gulistanek têr-rengîn e.