MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 31, gelavêj 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Şano
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pirtûk

Husein Muhammed: "Êşbazî" ya Yaqob Tilermenî
Aram Gernas: "Romeo û Juliet" bi kurdî
Lokman Polat: Romana Munzûr Çem
Rapora Neteweyên Hevgirtî ereban rexne dike
"Ji Pendên Elmanî" ya Hecî Cefer


Rapora Neteweyên Hevgirtî welatên ereb bi tundî rexne dike

Husein Muhammed: [email protected]

Rapora ji alî ereban bi xwe de hatiye amadekirin diyar dike ku pêşketin li welatên ereb nîn e.

"Dewletên ereb dahatiyên xwe yên neft û petrolê pûç dikin, mafên bingehîn ên welatiyên xwe jê dibirin, jinan diçewisînin û welatiyên xwe ji ramanên afirînerî dûr dixin." Wiha Neteweyên Hevgirtî di rapora xwe ya li ser ereban a roja 2.7.2002 belavkirî de dewletên ereb tawanbar dike. Ev tawanbariya tund û tûj ji alî Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Hevgirtî (UNDP, United Nations Development Programme) di rapora bi navê Rapora Pêşketina Mirovî ya Ereban 2002 (Arab Human Development Report 2002) hatiye weşandin. Amadekarên raporê hin ereb bi xwe ne.

Rapor diselimîne ku herêma ji 22 welatên ereb pêkhatî dewlemend lê ne pêşketî ye.

"Tevî ku hejarî û belengaziya bi dahatiyan pîvandî li ber beşên din ên cîhanê piçek e, cîhana erebî di hejarî û belengaziyek din de ye – di hejariya şiyan û karînan û di belengaziya derfet û delîvan de", rapor hildisengîne.

Li gor raporê, tenê rawestandina feqîriya bêyom, kêmkirina mirina zarokan û dirêjbûna jî û temenê welatiyan hêjayî pesinandinê ne.

Ta di pêşketina dahatiyan de jî başiyek ne diyar e: ji bilî Afrîkaya başûrî Saharayê, di nav du dehsalên dawîn de di hemî cîhanê de dahatiyên welatiyan ji hemwelatiyên dewletên ereb zêdetir bûne. Asyaya rojhilat pirr di ber ereban re kiriye.

Berhevdana bi ewropiyan re hê jî zêdetir ereban şermezar dike: sala 1999 berhemê têkil ê xwemalî yê her 22 welatên ereb li ser hev 539 milyar euro bû ango kêmtir bû ji yê Îspanyayê bi tenê (604 milyar euro).

Dahatiyên neft û petrolê baş nayên mezaftin û zericandin. Rêjeya fermî ya bêkariyê, 15 %, sê carî ji pileya navîn a cîhanî bilindtir e.

Lê rewşa giştî hê jî kembaxtir e. Zanist û teknolojî ne li ser bingehek xurt in. Tevî ku welatên ereb ji welatên din ên berpêşketin zêdetir dirav bo perwerdeyê terxan dikin jî, rêjeya perwerdeyê lawaz e. Jiyana çandeyî jî rawestiyaye. Film û pirtûk pirr kêm tên belavkirin.

"Li hemî cîhana erebî salane nêzî 330 pirtûk tên wergerandin lê tenê li Yunanistanê pênc carî wan tên wergerandin", rapor dibêje. Dîsan berhevdana bi Îspanyayê re ereban rûreş dike: Li gor raporê li Îspanyayê salane nêzî 100 000 pirtûk tên wergerandin lê zêdeyî hezar salan ereban nikariye heman hejmar pirtûkan werbigerînin.

Xelkê derfet nîn e bixwîne ji ber ku nexwendeyî hê jî pirsgirêkek bêçare ye. Ji 173 milyon kesên li welatên ereb dijîn 65 milyon nexwendewar in. Ji jinan para pirrtir nizanin bixwînin û derfet ji wan re nîn e:

"Cîhana erebî bi xembarî nîv ji hemwelatiyên xwe [ango jinan] bêpar dihêle", di raporê de tê gotin.

Di raporê de ew tişt nedîtî ye ku ev yekem car e ku lêkolînek Neteweyên Hevgirtî ji alî desteyek vekolînerên ereb bi xwe ve tê kirin. Rêveberê koma lêkolîn kirî seroka şaxê cîhana erebî yê UNDPê Rîma Xelef Huneydî ye. Herwiha nêzî bîst civaknas, aborînas û çandenasên din jî ji Rojhilata Navîn û beşên bakurê Afrîkayê di amadekirina raporê de beşdar bûne.

Rapor bi erebî û îngilîzî li vir e:

http://www.undp.org/rbas/ahdr/

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1