MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 31, gelavêj 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Şano
Pirtûk
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pirtûk

Husein Muhammed: "Êşbazî" ya Yaqob Tilermenî
Aram Gernas: "Romeo û Juliet" bi kurdî
Lokman Polat: Romana Munzûr Çem
Rapora Neteweyên Hevgirtî ereban rexne dike
"Ji Pendên Elmanî" ya Hecî Cefer


NAN Û AXA ME ŞEWITANDIN

Lokman Polat: [email protected]

Belê, dagirkerên hov, barbar, nanê me, axa me dişewitandin û hêj jî dişewitînin. Êş û birînên şerê panzdeh sala hêj nehatiye nivîsîn. Lê, dîmenên wî şerî –ku mala kurdan xirab bû, bi milyonan kurd koç bûn, sî hezar kurd hatin kuştin, bi hezaran gerîlla li serê çiyan şehîd ketin, dewletê bira bi bira, bav bi ewlad, ewlad bi bav da kuştin, gerîllan û cerdewanan hevûdu kuştin, ji herdu aliyan jî xwîna kurdan rijiya, bi hezaran gundên kurdan kavil û vêran bûn, xirab bûn, hatin şewitandin – tê nivîsîn.

Romana nivîskar Munzur Çem ya ku bi tirkî nivîsîye “Ekmegi De Yaktilar – Nan Jî Şewitandin – “ romaneke girse ye, 450 rûpel e. Di vê romanê de rewşa gelêrî û civakî, berxwedan û têkoşîna kurdan, serpêhatiya xortekî kurd ji navçeya Pasûrê –Kulpê- bi kurtahî dîmenek ji dema şerê panzdeh salan heye.

Ez ji sala 1975an ta îro, tim nivîsên Munzur Çem yên ku di kovar û rojnameyên kurdan de hatine weşandin û pirtûkên wî dixwînim. Munzur Çem di hêla nivîs nivîsînê ve mirovekî jîr e, berhemkar e. Ez îdeolojî û polîtîka, anku gelek tiştên sîyasî ji nivîsên wî fêr bûm. Di sala 1975an de min bîr û bawerîyên çep –sosyalîst- û siyaseta ku kovara “Özgürlük Yolu – Riya Azadî –“ de dihat pêşkêşkirin, parast. Di vê kovarê de tim nivîsên Munzur Çem –lê bi navên mustear, bi navên din- dihat weşandin. Nivîsên wî bi giranî li ser ekonomî –abêrî- û siyasetê bû. Wê demê min nivîsên wî bi dilxweşî dixwend û diparast. Paşê gelek pirtûkên Munzur Çem derketin. Min wan pirtûkên wî jî yeko yek kirî û xwend. Di sala 1982an de em di hêla siyasî de ji hevûdu cuda bûn. Herçiqas ji sala 1982an pêve wek îdeolojî û polîtîka em li hemberê hevûdu bûn jî, lê dîsa jî dema pirtûkek wî derdiket, min dikirîya û dixwend. Dema ku nivîsên –meqaleyên – wî jî di weşanên curbecur de bihatana weşandin, min wan jî dixwend. Munzur Çem gelek nasnav bi kar dianîya. Yanê wî nivîsên xwe bi navên cuda diweşandin. (Herwekî Huseyîn Toprak, A. Taş, Mîrzalî Çîmen.) Lê, ez fêrê stîla nivîsên wî bûbûm. Dema nivîsek wî bi îmzeyek –bi navek – din jî derbiketana, ez dizanibûm ku ev nivîs a wî ye.

Munzur Çem di hêla ekonomî –aborî – û sîyasetê de mirovekî zana bû. Lê, ew di hêla edebiyatê de jî mirovekî edebiyatzan bû, romannivîserekî jîr û jihatî bû. Wî li ser serûhildana Dêrsimê bi şêweya romanê, bi navê “Gulumse Ey Dersîm – Ey Dêrsim bikene –“ sê cîld roman nivîsî. Her cîlda van romanên wî 200, 250 rûpel bû. Munzur Çem di gel pirtûkên tirkî, çend pirtûk jî bi zazakî nivîsiye. Hinek pirtûkên wî bi Almanî û Îngilîzî jî derketine.

Munzur Çem bi nivîsîn û weşandina romana xwe ya li ser serîhildana Dêrsimê –sê cîld- xwe da îspatkirin ku baş roman dinivîse. Romanên wî ji alî naveroka xwe ve dewlemend in, zimanê wî jî zimanekî edebî ye. Ew form û teknîka romanê jî baş dizane. Nivîskarekî zana, pispor û berhemkar e.

Niha ez ê bi kurtahî behsa romana wî ya bi navê “Ekmegi De Yaktilar”ê (“Ta nan jî şewitand” – MN) bikim û vê berhema hêja a realîst bi xwendevanan bidim danasînê.

Serdar ji Tiyexsê ye. Tiyexs gundekê Pasûrê –Kulpê- ye. Ew şoforê Otobusa gund e. Mirovekî welatparêz e. Di wê demê de alîgirekî DDKDê ye. Roja 12ê Îlonê –1980- gundî li Otobusê siwar dibin ku biçin Diyarbekir. Li binê Licê leşker –asker- Otobusê didin seknandin û ji rêwiyan re dibêjin ku derba leşkerî çêbûye, ji malê derketin qedexe ye. Otobus paşve vedigere gund.

Di gundê Tiyexsê de, di wê demê de wek hêzên siyasî du hêz hene. Yek DDKD û ê din jî Ozgurluk Yolu – Riya Azadî- ye. Di gund de nabeyna van herdu hêzan nebaş e. Piştê ku cunta faşîst a leşkerî tê ser hikum, serbazê qereqola Pasîrê –Kulpê- bi muxtarê Tiyexsê re diaxife û dixwaze ew navên kesên çep û kurdperwer bide.

Piştê demek, askerên qereqola Pasûrê tên davêjin ser gund. Gundîyan û Mamosteyên dibîstana gund dicivînin. Pêşî li Mamosteyan dixin, paşê li gundiyan dixin. Piştê lêdanê, hemû Mamosteyên gund û du gundî digrin û bi xwe re dibin navçê.

Serdar ji bo ku “asker kaçaxî” (ango “harib”, yê ji askeriyê direve - MN) ye, wî digrin bin çav û davêjin nezaretê. Paşê wî dişînin askeriyê. Serdar bi zor û zehmetî askerî dike û tezkere digre û tê malê.

Romana Munzur Çem romaneke siyasî ye. Ev roman pêş hetanî paş bi nexşên sîyasî hatiye xemlandin. Nivîskar, zilm û tehda dewleta dagirker a li ser gelê kurd, gelek berfireh şîrove kiriye.

Serdar ji askerîyê vegeriyaye, lê bêkar e. Serdar li kar digere û şîrketeke ku înşaata wê li Lîbya’yê heye, wek şofer wî digre kar û diçe Lîbya’yê. Li Lîbya’yê dest bi kar dike. Serdar du sal li Lîbya’yê dimîne, li wir kar dike û paşê vedigere tê gundê xwe. Di gundê xwe de bi keçikek ku navê wê Sozdar e re dizewice û êdî naçe Lûbya’yê. Ew ji xwe re qamyon distîne û dest bi karê naqlîyeyê dike. Çend car li qamyonê mal bar dike dibe Kurdistana başur û Iraqê. Paşê dev ji karê çûna Iraqê berdide.

Piştê zewaca Serdar bi Sozdarê re, ji wan re kurek dibe. Navê wî Azad datînin. Rojek Serdar di gund de ye. Gerîlla tên gund û dixwazin wî bibînin, pê re biaxifin. Serdar bi meraq û bi heyecan diçe cem gerîllan. Gerîlla lê xêrhatin dikin, hal û hewalên hevûdu pirs dikin. Heft gerîllayên çekdar in, hemû jî ciwan in. Bi hevre diaxifin. Gerîlla ji Serdar alîkarî dixwazin. Serdar her roj diçe Diyarbekir û tê. Tiştên ku pêwîstiya gerîllan pê heye, ji wan re bikire û bîne. Serdar daxwaza gerîllan qebûl dike ku bi wan re bibe alîkar. Ji wê rojê û pêve Serdar wek milîsekî ji wan re alîkarî dike.

Nivîskar Munzur Çem romanê bi şêweya ekola edebiyatê a realîst nivîsiye. Nivîskar ji berê ve çep e, Marksîst te. Xuyaye di edebiyatê de jî şopa ekola realîzmê diparêze. Ev roman rastîya gundîyan, gerîllan, milîsan û rastîya civaka kurd tîne zimên. Roman, romaneke sosyal civakî ya û sîyasî ye. Objektîf e. Ji xwe di destpêka pirtûkê de nivîskar di pêşgotinê de gotiye ku “têkoşîna ciwanekî kurd, kar û xebata wî ya sivîl û sîyasî, tiştê ku wî dîtiye û jiyaye” nivîsiye.

Nivîskar Munzur Çem bi hawayekî objektîf û realîst rewşa kurd û Kurdistanê, zilm û barbarîya dewleta tirk û berxwedana gelê kurd rave kiriye. Wî bûyera ku di rakirina cenazeyê endamê HEPê Wedat Aydin de pêk hatibû jî bi şêweyeke objektîf pêşkêşê xwendevanan kiriye. Wek tê zanîn, di rakirina cenazeyê Wedat Aydîn de hêzên dewleta tirk gule bera gel dan, gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Nivîskar Munzur Çem dema behsa gerîllan jî dike, objektîf e. Wî ji nav gerîllan lehengên xeyalî nexuliqandiye. Mesela behsa du qumandarên gerîllan dike, ev herdu fermandarên gerîllan jî bi xeyalî nehatine çêkirin, di rastiyê de hene.

Gundê ku di romanê de tê behskirin –Tiyexs- jî, gundeke xeyalî nîn e. Di rastiyê de heye. Ez bi xwe beriya sala 1980yî gelek caran çûbûm Tiyexsê. Ez hema bibêj temamê şoreşger û welatparêzên Tiyexsê nas dikim. Ji xwe me di nabeyna salên 1975 ta 1980yî di wan gundên navça Licê û Pasîrê –Kulpê- de kar û xebata siyasî dikir. Bi saya me gelek gundî, xort û ciwanên gundîyan bûn şoreşger û welatparêz. Me li gundan potansiyeleke welatparêzîyê pêk anî. Paşê PKKê ji xwe re li ser wê potansîyelê danî. Nivîskar vê rewşê jî baş şîrove kiriye.

Ji xwe lehengê vê romana realîst, Serdar berê DDKDyî bûye. Wî paşê biryara xwe daye ku alîkariya gerîllan bike. Bi saya wî, gerîlla bi gundîyên Tiyexsê re têkilî datînin. Di gund de komîteyeke ji milîsan pêk tînin. Rojek li piştê gund di nabeyna asker û gerîllan de şer derdikeve. Paşê asker tên gund û gelek gundî digrin bin çav. Serdar wê demê li Amedê –Diyarbekirê – ye. Paşê ew jî vedigere gund û asker wî jî digrin. Asker û tîmên taybetî, Serdar çîp tazî dikin û pê şkence dikin. Dixwazin wî bi kuştina askeran –ku li ber gund asker hatine kuştin- sucdar bikin.

Di vê romanê de sahneyên îronîk jî hene. Yek ji wan tiştên îronî jî, ew kesê ku bi Serdar şkence dike kurd e. Ew bi Serdar re kurdî diaxife. Yê şkence dike, kurdekî xaîn e ku ji dagirkeran re xizmet dike. Li Pasûrê –Kulpê- di tabûra “Komando”yan de heftek bi Serdar şkence dikin, Serdar napeyive, tu sucekî qebûl nake. Wî ji Pasûrê dibin Diyarbekirê û li wir jî pê şkence dikin. Serdar di şkencexaneya Diyarbekirê de 27 roj dimîne, her roj şkence dibîne, lê dîsa jî tiştek qebûl nake. Paşê wî derdixin ber Sawcî (dozger – MN) û Sawcî wî tewqîf dike û dişîne hepisxaneya E- tîpî’yê.

Serdar sê meh di hepisê de radize û paşê ji alî dadgehê –Mahkemê- ve tê berdan. Diçe gundê xwe. Piştê hefteyek dîsa dest bi karê şoferîyê dike. Otobusa gundê Tiyexsê ji gund hetanî digîşe Diyarbekirê li deh ciyan tê seknandin û ji alî asker û polîsan ve tê kontrolkirin. Rojek serbazê ordiya dagirker a tirk ferman dide ku, êdî Serdar li ser riya Pasûrê – Licê- Diyarbekirê neşixwile. Serdar jî piştê vê biryara fermandarê tirk, mala xwe ji gund bar dike, tîne Diyarbekirê.

Serdar li Diyarbekirê jî kar û xebata sîyasî didomîne. Ji yên çîyan re, anku ji gerîllan re dibe alîkar. Gundîyekî xe yê birîndar bi şev ji gund tîne Diyarbekirê, tedawiya wî dide kirin. Li bajêr rojname û belavok belav dike. Di meha Adarê de haziriya pîrozkirina cejna Newrozê dikin. Hêza çekdar belavoka “Banga Serîhildanê” belav dike. Li navça Cizîrê û Nusaybînê xwepêşandanên girseyî pêk tên. Asker û polîs êrişê gel dikin, gule bera xelkê didin, ji xelkê gelek kes tên kuştin û birîndarkirin.

Nivîskar Munzur Çem bi şêweyeke objektîf polîtîka PKKê a şaş li hemberê Kurdistana başur, sedemê şerê di navbera PKK û dewleta federe a Kurdistana başur behs dike, dîtinên herdu alîyan û reaksîyona gel tîne zimên.

Nivîskar di Şirnakê de şerê ku di navbera gerîllan û hêzên dewletê de derdikeve û qetlîama ku dewleta dagirker li Şirnakê dike, bi teferuat qal dike. Ji xwe hemû bûyerên ku di dema şerê panzdeh salan de li navçe û bajarên Kurdistanê pêk hatine, ji alî nivîskar ve, eynê wek waqenûserekî hemû têt qalkirin.

Polîtîka dewleta dagirker a tirk li hemberê kurdan, kuştin, qirkirin, koçkirin e. Pêşî gundan û paşê jî dest pê kirin navçan şewitandin, runiştvanên navçeyan kuştin û gelê kurd mecbûrê koçkirinê kirin. Hem navça Licê û hem jî Pasûrê –Kulpê- şewitandin. Nivîskar Munzur Çem di vê romana realîst de, bi berfirehî şewitandina Pasûrê, kuştina xelkê navçê behs dike. Lehengê romanê Serdar diçe Diyarbekirê, li wir bi cih û war dibe, lê li wir jî wî rehet nahêlin. Hevalên Serdar, kesên şoreşger û welatparêz, ji alî dewletê ve bi metoda “Qesasên nediyar” têne kuştin. Hêzên dewletê, carek din dîsa Serdar digrin, pê şkence dikin. Keçikek îtîrafker navê wî û hinek hevalên wî dide. Serdar ji bo ku di şkenceyê de tiştek qebûl nake, mahkeme mecbûr dimîne wî berdide.

Dema ku Serdar ji hepisê berdidin, wê demê Pasûrê şewitandine. Serdar diçe Pasûrê û li wir zilm û wahşeta ku leşkerên tirk û tîmên wan ên taybetî pêk anîne, bi çavên serê xwe dibîne. Piştê çend rojan, vêca ordiya tirk davêje ser gundê Tiyexsê û xaniyên gund bi dewaran ve, bi erzaqên nav malê ve dişewitîne. Jinika gundî Sarê dibêje “Zaliman her tiştên me şewitandin. Xanîyên me, malên me, canên me, dewarên me nanên me şewitandin. Ma nan tê şewitandin? Mirov çawa nîmeta Xwedê davêje na agir? Nexwe însanîyetî ewqas mirîye ku, nan jî dişewitînin!” Ev romana realîst ji xwe navê xwe ji van gotinên jinika gundî, Sarê wergirtiye; “Ekmegi De Yaktilar” yanê “Nan Jî Şewitandin.”

Nivîskar Munzur Çem di romana xwe ya realîst de, di sala 1993an de rewşa dewleta tirk û gelê kurd, yekalî îlankirina “agir beste” an jî “şer rawestandinê”, rewşa serokkomarê Tirkiyê –yê wê demê- Turgut Ozal, dîtinên wî yên di derbarê pirsa kurdan de û mirin yan jî kuştina wî û ya General Eşref Bîtlîsî bi şêweyeke objektîf nirxandîye.

Agirbest, anku şerrawestandina yekalî sê meh dajo. Di nav van sê mehan de hêzên dewletê 150 çekdarên kurd –gerîlla- dikujin. Çekdar, anku gerîlla jî 33 askerên tirk dikujin û şer dîsa dest pê dike. Piştê kuştina 33 askeran, zilma dewleta tirk zêde dibe. Asker û tîmên taybetî gundan dişewitînin, xelkê sivîl qetil dikin. Leşkerên ordiya tirk dîsa davêjin ser gundê Serdar, Tiyexsê û xanîyên hinek malbatên gundîyan dişewitînin. Fermandarê artêşa tirk, ji bavê Serdar re dibêjin ku divê hetanî sê rojan ew û hinekên din gund terk bikin, koç bikin, biçin.

Bîyan ji gundê Tiyexsê ye û gerîlla ye. Di çiya de lingê wî misêlo bûne, wî hanîne Diyarbekirê û li wir pêçîyên lingê wî jêkirine. Piştê ku Bîyan baş dibe dîsa diçe çiya. Şevek ew û hevalekî xwe bi hevre diçin ku biçin gund, leşker û tîmên taybetî li pêşîya wan pusu –kemîn- danîne. Leşkerên tirk gule bera wan didin. Hevalê Bîyan di cîde tê kuştin, Bîyan birîndar dibe. Hetanî serê sibê, bi birîndarî li erdê dimîne. Serê sibê leşker û tîmên taybetî tên serwan. Bîyan birîndar e. Fermandarê askeran jê hinek pirs dipirsin, dikin nakin, Bîyan napeyive. Leşker, Bîyan bi halê wî yê birîndar bi pey cemsa askerîyê ve girê didin û kaş dikin ku wî bibin Licê. Bîyan di dema kaşkirinê de dimire. Mifrezeyek gerîlla li nêzîkê Licê kemî davêje pêşiya censên askerî. Şer derdikeve. Gerîlla neh asker û tîmên taybetî dikujin. Li cihek din jî sê asker dikujin. Ew roj ji ordiya tirk –li ber Licê- duwanzdeh askerên tirk têne kuştin.

Demek derbas dibe, birayê Serdar di çîya de şehîd dikeve. Birayê wî gerîlla ye. Ew berê carek hatiye girtin, şkence xwariye, di hepisê de razaye û piştê ku ji hepisê derketiye, çûye çîya, beşdarê nav hêza çekdar bûye, anku bûye gerîlla. Birayê Serdar, Gabbar li nêzîkê navça Solaxan hatiye kuştin û wî li Solaxan defin kirine.

Dewleta dagirker a tirk, Serdar li Diyarbekirê jî rehet nayle. Dîsa wî digrin ( Xwendevanên ezîz, hûn dibînin, ew bû çend care ku Serdar tê girtin. Dostekî min got “ez panzdeh car hatime girtin, dostekî min ê din bawer nekir, lê rast bû. Ew mirovê welatparêz 15 car hatibû girtin. ) Belê, dîsa Serdar tê girtin, pê şkence dikin, lê ew di berxwede dide, tu sucekî, sucdariyekî wan qebûl nake û mecbûr dimînin wî berdidin.

Serdar dîsa dest pê dike, şoferiya Otobusê dike, mişterî ji Diyarbekirê dibe Pasûrê û tîne. Fermandarê leşkerê tirkan ferman derdixe û çûyîna Pasûrê jî lê qedexe dike. Serdar li Diyarbekirê ye, xeber tê ku hêzên dagirker, polîs, cendirme, leşker, komando, tîmên taybetî êrişê ser navça Licê kirine. Licê ji alî hêzên dagirkerên tirk ve tê şewitandin. Li Licê qetlîam, anku tevkujiya gelêrî pêk tê.

Nivîskar Munzur Çem, şewitandin û qetlîama Licê jî bi şêweyeke objektîf nirxandiye. Kuştina General Bextîyar Aydîn ku di Licê de ji alî dewletê ve hate kuştin û qetlîama bi plan a ku di Licê de ji alî dewletê ve hate pêkanîn, gelek baş şîrove kiriye.

Ev romana hêja li Stockholmê ji alî weşanên Pencînar ve hatiye weşandin. Bi min, divê ev pirtûk li Stenbolê ji alî weşanxaneyeke kurd ve bê weşandin û li Kurdistanê bê belavkirin. Kurdên bakur yên li welêt divê vê pirtûkê bixwînin. Heta divê tirk jî –ji xwe pirtûk bi tirkî ye- vê pirtûkê bixwînin û kirinên dewleta tirk, zilm û zordarî û wahşeta ku li Kurdistanê pêk hanîne fêr bibin.

Pirtûk 12 beş e û 432 rûpel e. Hêjayê xwendinê ye. Bila destê nivîskar Munzur Çem ter be ku romaneke realîst nivîsiye, berhemek hêja afirandîye.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Pirtûk | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1