MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Pîr Rustem: Zarotiya Neynikê û tiştin din (roman, beş 1)
  • O. Henry: Pelê Dawî (ji inglîzî: Aydin Rengîn)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (roman, beş 5)
  • Eyûb Kiran: Pilingê Serhedê (roman beş 5)
  • Bedirxan Epözdemir: Nivîsê rebenê (cerribandin)
  • Lokman Polat: Evîn û evîndarî (aforîzma)

  • PILINGÊ SERHEDÊ

    (Roman, beş 5)

    Eyûb Kiran


    Şer û şonik

    Erd û ava te heye.
    Şer û şonik hertim li ber deriyê te ye.

    Her bihar, pirr-hindik bi şer û şonik dihat. Ji bo mer’ê, ji bo berga çêrê, ji bo delavan, berê şivan û gavanan pevdiçinîn. Şivan û gavanan dixwestin ku dera çêra wê xweş e terşê xwe li wir bi çêrînin. Wexta pez li derên rind di çêriya, şîr zêde dibû, mî, beran, kavir û hogeçan daw digerandin û tije kakil dikirin. Loma şivanan xwe li derên bijun digirtin. Îcar ji hesûdî şivanan ji bo mera û çêra rind li hev dixist. Şivanên nêzîkê hev dihatin aliyê hev. Şer mezin dibû, şivanan gazî dixwestin. Ji herdu aliyan jî gazî dihat. Car hebû sahal derbas dibû, lê car hebû birîndar pirr bûn û heta mêr dihatin kuştin. Paşê jî ku kês li hev bianiyana terşên hev talan dikirin. Yen ku terş dibirin şan û şeref qezenc dikirin, ên terşên wan çûbûn eyba reş fediya giran bi serê wan de dihat. Şivanên ku nexwemal bûn û pezên ber kulavê wan de talan bûba ji kar di hat avêtin. Loma şivana li hember talanê bi canê xwe li ber xwe didan. Xerîb bana jî xwe ji malê dihesibandin û ji bo malê di bin berçovka wan de xwe dikuştin jî.

    Xormekan ji Dêrsimê, ji Qarerê hatibûn û di Deşta Ûskiran de asê bûbûn, lê îcar jî ketibûn tengasiyê. Li rojhilat û rojavayê wan gundên Cibran bû, ew di ortê de mabûn. Heta niha Xormekan û Cibran bi aşitî û bi şer di ahengekê de bûn. Pevdiçinîn, zû jî li hev dihatin. Hinek malbatan qîz jî dabûn hev. Lê cirgî ku Alayên Hemîdiyê li darketibûn, bê xebera mîralayan û serbazê bêlûgan bi ser hev de nediçûn û nedihatin, hinek rêvebirên bêlûgan dixwestin zora Xormekan bibin. Xusûmeta wan kevn bû, berê nekarîbûn zora wan bibin, lê aniha ji wan re lê hatibû. Li zozanan, li waran jî, li deştê jî bela xwe di Xormekan didan.

    Ji ber vê rewşa nû şivanên Xormekan jî ketin tengasiyê. Berê şivanên Cibran nekarîbû pezên wan ji ser mer’ê vegerandana, lê di pê li darketina Hemîdiyan ew jî bi tawrekî nu bûbûn û li her derê kerî û pezên Xormekan vedigerandin. Car hebû belaheq bi hev re şer dikirin. Ji xwe cirgî ku Hemîdiye li darketin ev çend car bu hema hema ji ser serê hev vedigerandin.

    Di havîna wê sala bihurî de li hinda Gola Palê Cibran û Xoremekan ji bo çêrê li hev xistibûn. Wek her carê berê şivanan pevçinîbûn, paşê ban gaziyan kiribûn. Gaziyên herdu hêlan li ber hev pan bûbûn û li ber hev kozik vedabûn. Xiranbrekaşan tu derbek mezin li hev nexistibûn, bêluga Hûro talanên mala Talo biribûn, lê belê Xormekan dîsa talanê xwe jê stendibûn.

    Hûro navê wî yê rastî Hemze bû, ji qelewbûna kerşê zikê wî pirr mezin bû loma leqeba wî Hûro bû. Hûro neh-deh sal berê hîn xortekî teze bû, ji Xelatê, ji Melezgirê hatibû. Çaxa nû hatibû, li cem malmezinên Cibran bi şivantî rawestiya bû. Şivantiya wî jî malxirabî bû. Şivantiya kîjan malê dikir pezê wan qir dibû. Loma navê wî berê ‘Dewbir’ danîbûn û êdî nema kesî ew bişivantî ranegirt. Ne cibrî bû, lê digot: “Ez Cibrî me.” Di pê re Hûro hogirê eskerê nîzamî bû. Serbazan cilê eskeran lêdikirin û ew mîna tajiyê nêçîrê, şopgerîn, rêber bi xwe re digerandin. Şivanî kiribû, rê û arazî pirr rind nas dikir. Ciyê ku eskera bixwesta destbidest dibir ser wê derê. Carna esker tahde nedida kesan, wî zor didayê. Bi rastî jî fîtekî peya bû. Wexta bi rêve dimeşiya, erd di bin nigê wî de dihejiya, ji dûr ve merû digot belkî avis e. Wexta li hespa siwar dibû, zikê hespa dadiket, pişta wan kort dibû, eynî merû digot belkî hespa wî avis e. Di şer de kesî nekarîbû li hember wî bisekiniya. Îcar nedigiha reqîbên xwe. Tim ji hevalên xwe re digot: “Law qe hila yek ji min re vî bigrin.” Rast ku hineka raqîbê wî bigirta û bida ber wî eynî ava wî derdixist. Loma zû-zû peya li ber nediedilîn. Devê wî jî pirr pîs bû, xeber û kifriyên pirr pîs dikirin.

    Cirgî ku Hemidiye li darketibûn, serbazê alaya nîzamî û qeymeqamê Gimgimê ji miralay Îbrahîm Sencer re gotibû ku serbazê bêlûgekê bidin Hûro. Loma bêlûgek di bin emrê wî de bû û tew rutba yuzbaşîtiyê jî pê ve kiribûn.

    Îcar payizê dîsa Beluga Hûro di nêzîkê Qasimanê re derbas bûbû û li hinda Girê Boxe bêhemd li Îbrahîmê Talo wan rast hatibûn. Yek ji wan û yek ji wan li hev xistibûn. Îbrahimê Talo, kurê wî Zeynel, birayê wî Welî, Memil, lawê pismamê wî Selim û birayên wî Li Kura Girê Boxe hatibûn hesirandin. Dora wan hate girtin lê paşê ji hev qetyan. Sencer Begê Cibrî çiqas temî dikir digot: “Law bela xwe di xelkê me de”, wî digot “erê” le xuyê xwe nediterikand, dîsa mîna xwe dikir, carê wer elimî bû, te di bilûrê kira rast nedibû.

    Hûro herbî ku çû no bû, bela xwe di koçeran jî dida, li herêma ew digeriya pevçûn û şer zêde dibûn. Roj tunebû ku xebera xirab ji hêla Hûro de nehata.

    File li soza xwe qelibîn.

    Selîm Axa û wekê din gelek peyayên mala Feran li mala Îbrahîmê Talo rûniştîbûn. Selîm Axa gazinên xwe bi Îbrahîm Axa kirin:

    “Keko ka Ermeniyan soza tivingan dabûn me. Em bişînin Emeran hila didin nadin.”

    Îbrahîm Axa got: “Selîm du siwaran bişîne, Wele van rojan ez jî mêze dikim xwe ji me vedikşînin, ez jî ditirsim ku nedin. Hila em du zaroyan bişîninê.”

    Îbrahîm Axa û Selîm Axa ban du peya kirin û şandin Gundê Emeran ku çend tiving û cepxanê ji cem wan bi amanetî bînin. Ermeniyên Emeran soza destbiratiyê dabû mala Talo ku sed û çil tivingî bidin wan. Emeran nêzîk bû, qasidên tivingan bi siwarî çûn û zû vegeriyan, lê vala vegeriyan. Wexta qasida got: “Nedan”, eynî Selîm Axa muyê wî bû mîna pîjan. Çav li serî mezin bûn. Tamarên stû rep bûn.

    Peyayên din eynî mîna şîn di nav wan keve. Herkes di ber xwe re diqeherî. Herkesî li devê Îbrahîm Axa û Selîm Axa mêze dikirin. Kesî newêrîbû bi Selîm Axa re galgal bikira. Wextekê bavê wî mitesarifê wan gundê ermeniyan bû. Aşar û wekî din derdûbela wan berhev dikir. Selîm Axa hîn piçûk bû, bavê wî ew dişand. Selîm Axa diçû li ser lihêvên mezinên Ermeniyan rûdinişt, aşara gund berev dikirin, dianîn didan Selîm û Selîm bi Axatî vedigeriya mal. Ji Selîm Axa eynî mîna ji gur bitirsin, ditirsiyan. Û îro qewimî bû, lê Ermenî tew li soza xwe qelibîbûn û tiving ji mala Feran re neşandibûn.

    Ermeniyan him tedarekê şerê xwe dikirin, hîm jî ku bidana, wê bihata zanîn ku ermeniyan çek û cepxane daye mala Feran. Ermeniyan ev jî fam kiribûn, Dewleta Osmanî êdî guhnedida elewiyan, hesabê wan ev hesab bû.

    Weliyê birê Îbrahîm Axa ji Îbrahîm Axa re got: “Me zanîbû qûna wan ne qûna tiving dayinêye, kinga tahde lê werin ew ê birevin, filê ne yên pişt pê spartinê ne. Ku em bi wan bimînin em yên mirinê ne. Em encax brîna xwe bi destên xwe derman bikin. Û wele ez zanim heqê wan ermeniyan jî çiye.”

    Selîm Axa ji Îbrahîm Axa re got: “Law keko tu çiqas safî, min ji te re digot ev ne yên bar ragirtinê ne, te digot na. De here tivinga bîne ha. Tew dibe ku sibe em di fesala wan kevin, îcar ew ji paş ve li me xin.Weleh bi min be ezê sibe gundê wan xira bikim, di gora bavê wan û xaçê wan de bimîzim. Hetanî niha kengê aliyê kurdan kirine? Ez bawer nakim tu carê jî aliyê Kurdan nekirine.”

    Welî got: “Law, mêrê ermenî gwîza kure, bi jûjinê jî tu kakil jê dernakeve. Ew encax li kara xwe mêze dikin, kara wan tê tunebe, eynî bi tilya kul de jî namîzin, îcar ew tiving dayina me, teh.”

    Îbrahîmê Talo got: “Selîm, Welî baqil û maqûl bin, tiştek nebûye, em û Cibran li hêlikê, alay û eskerên arnavit li hêlikê, mêrikan di nav me de mane, ewê taliyê birevin. Em li tedbîra xwe mêze kin. Em bişînin Ezirganê dibên tivingê ‘şîşxane’ nû derketine, em ji xwe re neh-dehka ji wir bînin.”

    Teselya Îbrahîm Axa wan ji ermeniyan de ket û li têcirên tivingan temî kirin ku ji Ezirganê jê re tivingên qasidî û cedîd bîne. Îcar Selîm Axa rik li ermeniyan girêda, tew icar avêt ser gundên wan, talanên wan bir, bi çavên dijminî li wan mêze kir.

    Li zozana Xormekan û Cibran li hev xistin.

    Dawiya bihara sala 1894an bû. Va hefteyek bû ku konê Îbrahîmê Talo li Çiyayê Bîngolê li warên Qasimana vegirtîbû. Mala Talo di îş û karên xwe de bûn. Ji xwe re dewar û pezên xwe diçêrandin û qatixê xwe hildianîn. War, derûdora waran hemû mêrg hêşin bûbûn. Belekiyê berfê li rûbarên bakur mabûn, di mesîlê bestan de şîlanan vekiribûn, li belekiyan berf diheliya û ava mîna mewîjan xwe bera ser çeman dida, li yek deran dimeşiya li yek deran direviya, eynî ser kevira re dikeniya û li yek deran jî xwe ji jor de berdida jêr. Çîm û zîl di pê helandina berfê re davêt rûyê erdê, canemerg û pîvong, simbil, sîrima derewîn, bilbizêk û wekî din kulîlkan li pê berfê vedikirin. Paşê jî beybûnên spî herder dixemilandin.

    Nîvro bû, pîrekên mala Îbrahîmê Talo ji bêriyê vegeryabûn. Ýyarşîr rind tije nebûbûn. Pîreka çemlên elb û satilan valatî dabûn destê xwe. Îbrahîmê Talo, bi şev nobet girtibû, loma li hêşiyê pal dabû. Bi dengê hatina bêrîvan û şivanan re Îbrahîm Axa şiyar bû. Nan ji şivanan re li aliyê odê hat danîn. Pey nanê şivanan danînê re ji hêla malê dengê pîrekan dihat, ji kêmbûyina şîr gazin dikirin. Deng gihîşt kerrika guhê Îbrahîmê Talo. Îbrahîm Axa got: “Keçê Besê tu dibê çi? şîr kêm bûye, çer bûye?”

    Besê got: “Ma ez çi zanim, ji şivanên xwe pirs bike, şîr tew çikyaye. Kakilî miyan li dora waran digerine, bi dûr naxe.”

    Navê şivan Kakilî bû. Kakilî êtam bû û ji Qarerê hatibû li cem Îbrahîmê Talo rawestiyabû.

    Îbrahîm Axa ji Kakilî re got: “Kakilî, berxê min çima şîr kêm bûye? Serma û pûk tuneye, êş jî tuneye, çer bûye?”

    Kakilî got: “Apo wele ezê rast bibêjim, ma ezê hîn çi veşêrim, çêre ji me re qedexe bûye. Em bi aliyê Koxê de nekarin herin. Belûga Hûro Hemîdiyan li pişta şivana disekine û keriyê me vedigerînin, çêra dora me jî ne pirr rind e. Loma şîr kêm bûye.”

    Bi rastî wan rojana sê-çar sed siwarên Alaya Hemîdiyê ji bo çav tirsandinê li zozanan, li deştê, li herêmê digeriyan. Hêzên Hemidiyê Zozanên Palandokenê û deşta Şûşarê binpê dikirin, hema hema her roj li diyarê zozanên Bîngolê di nêzîkê warên mala Îbrahîmê Talo re derbas dibûn. Serbazê wan bi taybet Hûro dixwest ku mala Talo jî çavtirsonekî bike. Şivanên Mala Îbrahîmê Talo, hêzên Hemîdiyê ji dûr ve didîtin û newêrîbûn pez ji mala dûr xin.

    Rojekê dîsa tew di nêzîkê warê Mala Îbrahîmê Talo re derbas bûn. Şivanan hatina wan ji dûr ve dîtibûn û pez civandibûn ser hev û şivan û ciwanên mala Îbrahîmê Talo ketibûn kozikan û berê namliyên tivingên xwe bi Hemidiyan de kiribûn û wê rojê nehîştin nêzîkê warê wan bibin. Havîn bû, Zeynel jî hîn neçûbû mektebê. Mekteba wî tatîl bû, wê mehûnîvek di şûn de biçûya mektebê.

    Yek ji wan yek ji wan di nav wan de şer derket. Serdarê Alayan ji mala Îbrahîmê Talo bawerî û recû nedikirin ku wê li ber wan dest rakin. Konên mala Selîmê Zengelî jî nêzîkî wan bû. Selîm Axa wan jî dest rakirin, nehîştin Hemîdiyeyî têkevin nav malê wan. Gelek derbên tivinga avêtin ji hev de, ji mala Îbrahîme Talo kes birîndar nebû, lê ji leşkerên Hemîdiyê birîndar hebûn.

    Hemîdiyan mêze kirin Mala Îbrahîmê Talo û Selîm Axayê Zengelî nahêle têkevin nav wara, îcar çiqas dewar û pezên wan li çolê bêxwedî mabû, dan ber xwe, talan kirin û birin. Jixwe neferê Hemîdiyan li pey tiştên wisan bûn.

    Hêzên Hemîdiyan diçûn ser xelkê, tew ser de qumandarê hemîdiyan diçûn cem qumandarê nîzamî û mulkî amîrên heremê digotin: “Filan malbat, filan eşîr awa xirab e, awa li ber me asê bû.” Taliyê hêzên nîzamî û yên eskerî tev derdiketin ser xelkê ham û tam. Çaxa xwediya neda û çavên wan bibiriya talan dikirin. Eger çavên wan talan kirin jî nebiriya îcar diçûn cem qumandarên xwe û hezar fesatî dikirin. Gelek cara qumandaran ji wan bawer dikir û bi hêzên mezin davêtin ser zoma, malên xelkê bi zor didan ber xwe û dibirin. Eger xwediyê malan liber xwe bidana îcar şer derdiket û gelek car xwedî mal dihatin kuştin.

    Dewletê nekarîbû maaş û îaşeya hêzên nîzamî bida. Îcar wan jî dixwest zikê xwe bi mal û milkê xelkê têr bikin. Loma hêzên nîzamî jî derd û bela serê xelkê bûn. Qumandarê nîzamî qahra maaş nedayina dewletê di serê xelkê de dikin der.

    Zeynel çû cem Qeymeqamê Gimgimê.

    Bû dotira rojê, di bin konê Îbrahîmê Talo da malbat civiya ku ewê çi bikin. Bi vî awayî nedibû, Hemîdiyeyî serbest serbest çekên xwe didin pişta xwe, bidehan-bisedan siwar mîna leşkerên dewletê li çol û beyara, deşt û zozanan digerin, paye difroşin, tew nizanin ew ên ji vî şûn de çi bikin. Hertim bi dewletê re hevkariyê dikin. Tew êdî bi wan re debar nabe.

    Weliyê Talo got: “Keko em ê çer bikin, bi vî awayî nabê, mêrikan serbest serbest tivingên wan dest wan de qefle bi qefle ji xwe re digerin, erdê me diçêrînin, keriyên me ji ser mer’ê û delava vedigerînin, pezên me wê vê zivistanê qir bibe, qey me jî alayek bigirta ne dibû.”

    Îbrahîm Axa got: “Law ma birê min ma qey erk dane me ji bo alayê me gotiye na, em naxwazin, dewleta Elî Osmanî va sê sed sale li qirkirina me qizilbaşa digere. Me dikujin, em namrin.”

    Welî got: “Keko em herin Gimgimê cem Qeymeqam ka ji me çi dixwazi.”

    Îbrahîm Axa got: “Ez ê Zeyniyê xwe bişînim, qenekê rind tirkî zane.”

    Îbrahîm Axa ji Hesenê xwe re got: “ Hila ban Zeynel ke, bila were.”

    Wê rojê Zeynel hetanî pişta Çelkaniyan çûbû. Tu nema Zeynel hat û li bin niga rûnişt.

    Îbrahîm Axa got:“Berxê min, em a bi vî awayî mîna roviyê di qulikê de asê bibe. Em derdikevin zozanan, eskerên Hemidiyê pêşya keriyên me ji ser çêrê û delavan vedigerînin, em û wan li hev xin, yan em ê wan bikujin, yan ew ê me bikujin, û wele tivingên wan qasidîne, yên me giş xaxûtene. Ka tu here bajêr cem qeymeqam. Ji me re çi çarê dibîne.”

    Zeynel got: “Bila be bavo, ez ê herim.”

    Îbrahîm Axa got: “Ê kurê min tu yê ji qeymeqam re çi bibêjî?”

    Zeynel got: “Bavo, ez ê bibêjim, qeymeqam beg, me ne isyatî kiriye, ne em li ber dewletê rabûne, kalê min bi hêzik Xormekan çû bi Ûris re şer kir, em bêş û daylana xwe didin, dîsa jî çi li me bikeve em amade ne, Hemîdiyeyiyan em xistine tengahiyê, em eynî di qûlqefesiyê de ne, ne dihêlin em pezê xwe biçêrînin, sibe em û wan li hev xin şerê pirr mezin bibe. Hûn fermanê bidin, bira bi ser me de neyên.”

    Îbrahîm Axa li ser rindqisekirina Zeynel kêfxweş bû, rûyê wî mizicî û ji Zeynel re got: “Eferim kurê min tu li cem qeymeqam jî wiha qise bikî pirr rind e. Tu tedarekê xwe bike û sibe de here Gimgimê. Lê li derdora xwe mêze kin, ji dûr de we hêzên wan dîtin riya xwe biguherin. Nêzikê gundê wan derbas mebin.”

    Zeynel, birê wî Elî û lawxalê wî Hesenê Qarerî wexta taştiyan li hespên xwe siwar bûn û bi rê ketin. Zeynel li Şengalê, Welî li extirmekî xurt û Hesen li Gogerçînê siwar bû. Berê xwe dan Girê Koxê, paşê hîn negihîştibûn Guhera Emer Axa xwe bi ser Warê Qerqerût te berjêr berdan. Di rojavayê Qerqerûtê re xwe bera ser Kela Şeman dan. Ji kela Şeman jî xwe bera ser Gimgimê dan. Dora nîvro xwe gihandin Gimgimê. Hespên xwe li ber mala Selîmê Reqasan girêdan û çûn ber derê qeymeqamlixê. Bekçiyê Qeymeqamlixê ji wan re got: “Qeymeqam li ciyê xwe ye, ez xeberê bidimê.”

    Bekçî hat ji Zeynel re got: “Temam tu yê tenê here cem wî, dibê bila were hundir.”

    Zeynel ket hundir. Cilên wî yê mektebê setrepantor û çakêt lê bû, li serî jî fesê mor hebû. Zeynel fesê xwe ji serê xwe danî û ket hundir. Qeymeqam li ser masê rûniştî bû. Mahmûd Paşa jî li cem rûniştî bû. Her yekê hezîranekî qut, serî zîvkirî di desta de bû. Mahmûd Paşa hezîranê xwe li cîzma xwe dixist.

    Zeynel got: “Wexta te bi xêr Qeymeqam beg.”

    Qeymeqam got: “Berxudar be, tu lawê Îbrahîmê Talo ê li Mezrê telebeyî ne wer?”

    Zeynel got: “Erê qeymeqam beg.”

    Qeymeqam got: “Bêje kurê min, tu ji bo çi hatiye?”

    Zeynel got: “Qeymeqam beg, do hêzên Hemîdiyê belaheq-belasebep ajotin ser malên me, me xwe parast, lê îcar wan talanê me birin. Ev niheqiye li me dibe. Dibû ku me ew bikuştana, yan jî wan em kuştibana.”

    Qeymeqam got: “Kurê min tu xwendiye, ew hêzên dewletê ne, ew erka Dewleta Elî Osmanî daye wan, ew bi emrê dewletê digerin, gerek hûn li ber ranebin.”

    Zeynel got: “Qeymeqam beg, me ne isyatî kiriye, ne em li ber dewletê rabûne, panzdeh sal berê kalê min bi hêzik Xormekan çû bi Ûris re şer kir, em beş û daylana xwe didin dewletê, dîsa jî çi li me bikeve em amade ne, Hemîdiyeyiyan em xistine tengahiyê, em eynî di qûlqefesiyê de ne, ne dihêlin em pezê xwe biçêrînin, sibe em û wan li hev xin şerê pirr mezin bibe. Hûn fermanê bidin, bila bi ser me de neyên.”

    Qeymeqam got: “Zeynelê min, te tarîx û coxrafya xwendiyê, belkî tu ji me çêtir zanibe, van hêzên Hemîdiyê ji bo ûris û ermeniyan li darketine, divê ew mal û canê xelkê jî hemet bikin û biparêzin, lê ji wan re jî debr lazim e, nan û îaşa wan lazim e, gerek xelk alîkariyê bikin û her malek gorayê hale xwe terşna bidinê, we nedayê loma ew bi ser we de hatine.”

    Mahmûd Paşa deng ji xwe anî û got: “Biraziyê min, fermana we Xormekên elewî wekî hemû elewiyan Serayê daye, tiştekî em bikin nîne.”

    Zeynel vegeriya ser Mahmûd Paşa û jê re got: “Apê Mahmûd çima me çerkiriyê ku Serayê fermana me rakiriye, kalê min Talo û bavê te kalê Alî Axa bi hev re pî nedan ber hev û bi artêşên ûris re şer kirin, hetanî niha tu xirabî ji me çê nebûye, em di kar û barê xwe de ne.”

    Zeynel mêze kir ku hîn tiştên din bîne ser zimên rewş wê xirabibe. Vegeriya ser Qeymeqam û got: “Qeymeqam beg, me hetanî niha tu neheqî li kesê nekiriye, me çiyê Serayê xirakiriye? Eger Serayê ev selahiyeta dabe dest hinkan û fermana me rakiribe, hetanî ruh bi me re hebe emê li ber xwe bidin.”

    Zeynel dikira derketa der, Mahmûd Paşa bi zahravekî xweş deng li Zeynel kir û got: “Berxê min, birazyê min, tu pirr tengijiye, hinek tişt hene divê ez ji bavê te re bibêjim, çênabe ez ji te re bêjim. Ez ê roja şemiyê li mala xwe warê Guhera Mêrgemîrê bim. Bavê xwe ji dêlva min ve silav ke, bira roja şemiyê bi mêvanê min be, wê rojê Loliyan, Milan, Kumnexşan, Şûşariyan û Kotanê Çûro yê jî mêvanê min bin. Ez gerek hinek meselan bi bavê te re qise bikim. Ez ê qumandarên bêlûkan temî bikim ku bira bi hêla we de neyên. Tu diçî, oxira te be.”

    Zeynel ji cem Qeymeqam derket şûn de, Mahmûd Paşa ji qeymeqam re got: “Te dît qeymeqam beg, halê telebeyan başqeye, çi zana bû, çi xwîn şêrîn bû, Xwedê star bike. Min jî Hemed Xalitê xwe biriye Stenbolê li mekteba e’şîran dixwîne, Ýnşela Xwedê bistirîne, berxê min dûrê me ye, destê me nagihîjê.”

    Qeymeqam got: “Erê raste, lawê Îbrahîm jêhatiye, qeymeqamê berî min ji wan re bûye wasita. Xera wî şandiye Mezrê. Salek din ewê siltaniyê quta bike, dibe ku bişîne Darilfunûna Stenbolê, bêşa milkiyê, yan jî bêşa herbiyê.”

    Zeynel derket der, ew û hevalên xwe hatin ber mala Selîmê Reqasan, hespên xwe ji tewlexanê derxistin. Ji dikanê xwê, şekir, çay, şima, qazyaxî girtin, kirin heqîba xwe û li şopa xwe vegeriyan mal. Bi rê ve gotina Mahmûd Paşa di hişê wî de olan dida: “Fermana we elewiyan ji Serayê derketiye.” Di hişê xwe de digot: “Eceb Seray çima wê ferqê dixe nav me û şafiyan, em jî kurd in, ew jî kurd in. Em jî tabîê vê dewletê ne, ew jî. Hila hila ev çi îşe.”

    Îbrahîmê Talo çû mêvandariya Mahmûd Paşa yê Cibrî.

    Zeynel li vegerê derketina cem maqamê qêmqem û hemû gotinên di nav wî, qeymeqam û Mahmûd Paşa de derbasbûne, ji bavê xwe re yekoyek qal kir. Dawiyê jî ji bavê xwe re got: “Bavo çaxa ez dikira ji oda qeymeqam derketama, Mahmûd Paşa ji min re got: “Bavê xwe ji dêla min ve pirr silav ke, bira bavê te roja şemiyê bi mêvanê min be, hinek şor hene gerek ez û wî li rûyê hev ji hev re bibêjin.”

    Îbrahîmê Talo û Zeynelê Feqî roja şemiyê pê taştiyan re li hespên xwe siwar bûn û berî dan Mêrgemîrê. Rojê şewq û şemala xwe dabû dinê alemê. Erd û ezman herder qat bi qat hêşin xuya dikir. Ezman hêşin, erd hêşin. Diyarê keviran hinedank girêdabûn. Bi rêve li diyaran Deşta Şûşarê, li paş Deşta Şûşarê Çiyayê Palandokenê, bi rojhilat de Deşta Xinûsê, li paş Deşta Xinûsê Çiya Gewrik, li başûr Deşta Ûskiranê mîna kefa destê merû xuya dikir. Li paş Deşta Ûskiranê Çiyayê Şerefdînê, bi başûr û rojhilat de Çiyayê Xamirpêtê hîn dûr Deşta Mûşê bi xumam xuya dikir. Li yekderna xeloçîsk ji ser çiravan difiriyan. Ji guheran dîksilêman difiriyan. Li kêlekên guheran dengê mariya barîtan dihat, ya qurpa ser hêlînan bûn, ya jî ji bo fiskirinê ban dîkan dikirin. Li yekderna qertelan hêlange digerandin. Kinkorê bi quandî nîvbejna însên sîwan girêdabû. Li mesîlan bestan mahsîcankê bi rêze kulîkên zer vekiribûn. Giyagenimê kêleka mêrgan seridî bû. Nefelê kulîlk vekiri bû. Bîna cahtiriyê, anixê ji herderê dihat. Li diyarê qûça kund tund bûbûn û serê xwe li ser xwe dizirîvandin, çivîkên piçûk li dorê diçûn dihatin. Li ser hinek gomêyan gumgumokan serê xwe radikirin, carna li ser keviran xij dikirin û disa li merû mêze dikirin. Dengê qijikên reş dihat. Refên cîqên belek ji başûr de dihatin û bi bakur de diçûn.

    Refên pinpinîkan bi bakur de diçûn û diçûn. Çukçukoyan nêçîriya pinpinîkan dikirin. Şengalê di bîn Îbrahîmê Talo de dilîst, firri-firra bêvila wê bû. Bîna xwêdanê bi ser ketibû.

    Ber nîvro xwe gihandin Guhera Mêrgemîrê. Keriyên qerxaş û keriyên pezêsor li guherê û rexê guherê diçêriyan. Şivanan deng li pez dikirin. Dora guherê li hêla bakur hîn belekiyên berfê hebûn. Ji dûr de kuçik ewtiyan. Peya kuçik aş kirin û melis kirin. Îbrahîm Axa û Zeynelê Feqî li ber serê şirîtên konê Mahmûd Paşa peya bûn. Ji bin kon him bîna qaweya qelandî û him jî bîna qaweya kelandî dihat. Berê wan nêzîkê bîst-sîh peya li cemaata Mahmûd Paşa de rûniştibû. Mahmûd Paşa pêrgî Îbrahîmê Talo çû. Mahmûd Paşa hîn destê Îbrahîmê Talo bernedabû, jê re got: “Pismam tu bixêr hat, serseran serçavan, tu ji min re pirr bi qedr û qîmetî.”

    Îbrahîm Axa jî got: “Mal ava, serû çavên te neêşe, rûmeta te jî li cem min mîna Çiyayê Bîngolê ye.”

    Zaroyan serê hespan girtin, Mahmûd Paşa û mevanên wî dest dan hev tev vegeriyan hêşya kon, aliyê odê. Îbrahîm û Feqî silav li cemeatê kir û li ciyekî minasib rûniştin. Cemaet girgîn bû. Hinêk têcirên kaviran jî ji Erzeromê hatibûn.

    Pê xerhatin û halpirsînê şûn de Mahmûd Paşa qala lidarxistina alayên Hemîdiyê, çûyina wan a Stenbolê kir.

    Mahmûd Paşa got: “Gelî cemaat wekî ku hûn zanin, ev salûnîvek bû ku qala van alayên Hemîdiyê dikirin. Muşîr Zekî Paşayê Çerkez xeber şandibû pê min, pê Sencer û Maqsût. Em çûn Ezirganê. Bêyê me ban nêzîkê serokê sî û sê e’şîrên din jî kiribûn. Heyderan, Hesenan, Milan, Qeregêçiyan, Qerepapaxan, Mîran û serekên gelek e’şîrên din. Em Tev çûn Trabzonê û bi keştiyê em çûn Stenbolê. Muxaberata sarayê tam heftakî malûmat dan me. Bi gotin, layîha û mizekereyên wan; ermeniyan li gelek deveran tedarekê desthilanînê û serhildanê kirine, li gelek ciyan hêzên çekdarî li darxistine. Li herêma Hezo, Sason, Bîlis û Mûşê gelek koçerên Xerzî kuştine. Nêtek wan e bi hesabekî pirr mezin heye, dikin serî hildin. Ûris jî dike hucûmî axa Osmanî ke. Jixwe qedera sî sal berê Ûris bi artêşên mezin, tevî alîkariya hêzên qazaxan avêtine ser gelê misilman; çerkez, çeçen û tataran. Tatar gelek ji tirsan bûne xrîstiyan. Çerkez û Çeçen talan bûnin û paşê jî koçber bûnin, ta Kurdistanê, Enadolê, Misirê û Erbîstanê bela bûne, zavûzêç pêrîşan bûne. Osmanî loma ji e’şîrên me kurdan alay li darxistin, hîn jî wê çendikê din jî li darxin. Gorayê muxaberatên xefiyeyên Serayê ermenî û elewî bi hev re pirr samîmî ne, ji hev hez dikin, aliyê hev dikin û li hember suniyan pişta hev digrin.”

    Îbrahîmê Talo got: “Qisên te pirr xweş, bi gotina te ban e’şîrên me elewiyan, qizilbaşan nekirine, lê gelo çima ban me elewiyan nekirin? Çima em ji we gerandin? Ma em ne misilman in, em ne ji ometa Mihemed in?”

    Herkesî berê xwe bi Mahmûd Paşa de kir û guhdarî kir ku ew ê çi bersîva van qiseyên Îbrahîmê Talo bide.

    Mahmûd Paşa hinekî çavên xwe bi cemeatê re gerand şûn de berê xwe da Îbrahîm û dest bi qisa xwe kir: “Îbrahîm Axa tu mafdarî bi van gotinên xwe. Ez bersiva van pirsên te bidim; baweriya wan bi elewiyan tune ye, yên xeber û malûmat berevkirine çerkez in, boşnaq in û arnawit in. Wan mixaberet, xulasa û malûmatên wer civandine ser hev ku di herba ûris de ermeniyan û hinek elewiyan bi hev re aliyê ûris kirine û ji paş ve li hêzên osmanî xistine. Digotin ku cirgî ku Osmanî Dêrsim kiriye sencaq û bi Erziromê ve girêdaye, Dêrsimiyan li ber dewletê radibin û dijminatiyê bi tirkan re dikin. Dibên di herba 93an de Qureyşan pêjdirî li Dêrsimiyan kirine û êriş birine ser Mamaxatûnê. Dibên wexta avêtine ser Mamaxatunê, Zeynel Axayê Qureyşî gotiye we tirk li ku dîtin bukujin. Merivên wî gotiye em ê tirk û kurdan çer ji hev bigerînin, dibên gotiye kê ji nan re got ekmek ew tirk in. Dibên li navbera Dêrsim, Erzerom û Ezirganê gelekî tahde dane arteşan Osmanî. Bi gotina wan digot Ahmet Muxtar Paşa bi hovitîkek mezin serhildana Dêrsimiyan wê hîngê tewandiye. Me gelekî mudaxeleya vê mixaberetê kir jî pere nekir. Îcar tew yek bi xefîtî hatiye li nav gundê we û ermeniyan gelekî geriyaye û hebûna tedarekên ermeniyan tesbît kiriye. Ev meselana hemû di civînan de dihatin qise kirin. Û ji me re digotin li ser ermeniyan pirr haydar bin, ku sibe ûris dîsa van herêmana dagir bike ermeniyên jî bi wan re li me xin. Min bi xwe gelekî ji bo we qise kir, min got em û wan merivê hev in, birayê hev in, lê gotinên min ber derekê negirt. ”

    Îbrahîm Axa li ser van qiseyên Mahmûd Paşa mat ma. Ermeniyên cîranên wan çi tedarek kiribûn xebera wan tunebû. Îbrahîm Axa qise anî ser tevgêra bêlûgên Hemîdiyan: “Mahmûd Axa, em ne wekîlê ermeniyan in, lê aniha li me pirr tahde dibe. Şivanên we him ji hêla Kanîreşê, him jî ji hela Girê Koxê de keriyên me vedigerînin. Berga çêra me pirr teng bûye. Û bêlûgên Hemîdiyan tahmê nadine me, di ber hebinên konên me re derbas dibin, me tacîz dikin, em dest bi kuştinê bikin, ne yek û dudo, bi dehan kesê bên kuştin. Çima çirt û virt li dora me digerin?”

    Mahmûd Paşa got: “Îbrahîm Axa hûn li ermeniyan miqate bin, ez ê hemîdiyan terbiye bikim, ew ê êdî qethanûbîlan nêzîkê malê we nebin. Keriyê we jî serbestin, li ku derê diçêrînin biçêrînin. Dixwazin werin li vê guhera me deynin. Em merivê hev in.”

    Îbrahîm Axa got: “Mahmûd Paşa mala te ava be, Xwedê merivantiyê bi heqê te ke.”

    Di pê re nan hat danîn. Siniyên goşt û birincê hatin raxistin. Mevanan nan xwarin û herkes bi ser şêniyê xwe de vegeriyan.

    Îbrahîm Axa wexta bi rê de dihat raman dikir û di zikê xwe de digot: “Hila, hila Elewiyan çi bi Osmanî kiriye, hewqas rika xwe lê girêdaye.” Dikir nedikir ji hev der nedixist çima wiha bûbû.

    Vegerê dîsa li mala Îbrahîmê Talo Weliyê Talo, Selîm Axa û wekî din rîspiyên Mala Feran civiya bûn û li pê cemê şûn de mijara mineqeşe dikirin. Îbrahîmê Talo eynî fena li xwe mikur were got: “Law ma rast e, bavo çaxa di ber sekeratê de dikira bimra, digot wexta em çûn herba nodûsisiyan ez li ser hêzên me Xormekan û Elî Axa li ser hêzên Cibran em û Ûris li hember hev sekinîn me nêzîkê du mehan şer kir. Qumandarên me Ahmet Muxtar Paşa, Îsmail Hakî Paşa yê Kurd û Faik Paşa bû, ê wan jî Lorîs Melikof bû. Hîn Şêx Ubêdulah jî ji Botanê hat lê negihîşt ser şer şûn de vegerya. Li meydana şer hurmîna top û tivinga bû, em di nav pêtiyên agir û bîna barûtê de diman. Tew hinêk hêzên wan ên siwarî hebûn, jê re digotin Qazaxi, tew ronî di çavên wan de tune bû, ji top û tivingan ne ditirsiyan, bi siwarî xwe di nav me re dikirin, me jî li ber xwe dida. Eskerê nîzamî nikarî bû li ber wan bisekinyana, mêrikan di şer de pirr jêhatî bûn. Me ji wan dikuşt wan ji me dikuşt. Wan laş û brîndar dikşandin me laş û brîndar dikşandin. Hinek laş tew li dûza Xwedê diman, dibûn qismetê qertel, qijik û wawîkan. Em wexta çûbûn şer ji bo dînê misilmaniyê çûbûn, û ku em bimrana jî em şehîd bûn. Emê biçûna cinetê û her daîm heftê hûriyê di emrê me de ba, ev şewq di dilê me de bû, ji me re wer digotin, me jî bawer kiribû. Bi roj dinê zelal dibû me şer dikir, dinê tarî dibû şer radiwestiya. Em bi şev çend saeta radiketin. Şevekê min xewn dît, Xocê Xizir bi riya xwe ya mîna herîr, xava kesk û sor li serî, li ser topa ûris rûniştibû û ban min dikir digot: Talo yê min, berxê min here mala xwe, tu şehît nayê hesêb. Ev xewna sê şevan min li ser hev dît. Artêşa Osmanî şer winda kir û şikya, yên me jî hemû miri bûn, hinek reviya bûn, kes nema bû. Ez bi serê xwe tenê hatim mal. Îcar çaxa li ber sekeretê bû, qey zanibû ewê bimre got zarono wele ez tiştekî din jî ji we re bibêjim, vayê ez dimrim bila hûn jî zanibin. Li ser riya vegerê li Hesenqelê du ciwan hatin pêşya min, bela xwe di min dan, digotin tu yê him hespa xwe û him jî şûrê xwe bide me. Min jî got law ez hespa xwe bidimê we lê şûr ê ji min re pirr lazim be, bi rêve çi dibe çi nabe, dibe ku cinawir were ser rêy amin, ezê dest vala çer bikim. Wan jî xwe dabû a xirab û herdu jî dixwestin. Min mêze kir nabe, Wele ez qiherîm û min herdu jî dan ber devê şûr û kuştin ez wer xelas bûm. A min veya ji kesê re cara qal nekiri bû. Bi rastî jî em seba çi cara xwe ji ermeniyan xwî nakin, em car heye pişta xwe bi wan vedidin.”

    Selîm Axa got: “Ya keko tu hat ser qisa me. Ma fila gere wer merû tim li nav çavên wan lêxe, wekî din ewê li me wer bikin.”

    (Didomîne: Beş 6 di hejmara meha li pêş de)

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1