MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • KKK û Qûn-Feodalîzma Derewînok
    Pozdirêj Henekbêj: [email protected]


    Ez niha jî Qûn-Feodalîzma Derewînok dikim bela serê we kurdên reben yên hûn ji vê dinyayê gûyekî jî fam nakin.

    Divê Koma Kerên Kurdistanê (KKK) bêt damezrandin daku sîstema Qûn-Feodalîzma Derewînok bi cih bîne.

    Sîstema Qûn-Feodalîzma Derewînok wiha ye:

    1. Qûn-Feodalîzma Derewînok demokrasiya rasteqîn e ji ber ku hemî fermanên wê ji alî min ve tên dan.

    2. Rola gel di Qûn-Feodalîzma Derewînok de bicihanîna fermanên min e. Jixwe ev demokrasî ye.

    3. Di Qûn-Feodalîzma Derewînok de her yekî ji beşdaran divê qûnek hebe. Ev qûn divê pirr mezin be û cihê xirrê min yê stûr tê de hebe.

    4. Di Qûn-Feodalîzma Derewînok her tişt dê bi rêbazên demokratîk dê bên çareserkirin: ango her kes dê qûna xwe li gor dilê min bifiroşe.

    5. Ji ber ku ev Qûn-Feodalîzma Derewînok ne pergalek kapîtalîst e, ti pare û dahatiyên din yên ji qûnfiroşiyê bên dê negihin

    6. Gelê baş ew gel e yê ku ti tiştî nizane lê herdem mîna miyên sernerm li gor fermanên min li zirnayê dide.

    7. Azadiya jinan giring e: Hemî jin divê wek Bêrîtanê bikin: xwe di zinaran de biavêjin û bimirin.

    8. Qûn-Feodalîzma Derewînok tek alternatîv e - ta sibê ez belayek din ji we re peyda bikim.

    9. Qûn-Feodalîzma Derewînok sîstemek demokratîk e: divê li ser gel bêt ferzkirin. Yên li gor fermana min neçin, demokrasiyê fam nakin. Divê bên kuştin.

    10. Min hemî jiyana xwe bo we terxan kiriye: bo jiholêrakirin û birandina gelê kurd:

    Min dest bi şerrê çekdarî kir û keç û xortên we dan kuştin. Ez bi xwe li heremên xwe bûm. Rojekê li Şamê, yekê li Bexdayê, min sol û pêlavên Hafiz Esed û yên Sedam Huseyn maç dikirin. We ez bi pesnan dibirim ber perrên esmanan. Min bêqam dijî Başûr şerr kir û bira bi hev dan kuştin - we her pesnê min dida. Min şerr da sekinandin, alaya tirkan maç kir û got ku ez jî tirk im - we ez kirim Serokê Neteweyî. Min got kurd ne netewe ne û ne hêjayî dewletek serbixwe ne, we ez kirim Serokê Gelê Kurd.

    Min PKK kir KADEK û got ew tek alternatîv e. Min KADEK hilweşand û kir KONGRA-GEL, we got pîroz be. Min got KONGRA-GEL kêrî ti tiştî nayê, tek alternatîv KKK û Qûn-Feodalîzma Derewînok, we ji min bawer kir.

    Di vê navberê de min û destebirayên min generalên tirk me hûn rûreş û şermezar kirin û ti sûdeyek û feydeyek negihand we, lê:

    HÛN HERDEM KOLEYÊN MIN IN

    û

    HÛN DÊ HERDEM KOLEYÊN MIN BIMÎNIN.

    Pozdirêj Kilmûşmêj
    Rêberê Koma Kerên Kurdistanê (KKK)
    21.3.2005 Îmralî

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1