MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Pîr Rustem: Zarotiya Neynikê û tiştin din (roman, beş 1)
  • O. Henry: Pelê Dawî (ji inglîzî: Aydin Rengîn)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (roman, beş 5)
  • Eyûb Kiran: Pilingê Serhedê (roman beş 5)
  • Bedirxan Epözdemir: Nivîsê rebenê (cerribandin)
  • Lokman Polat: Evîn û evîndarî (aforîzma)

  • PELÊ DAWÎ
    O.HENRY


    Veguhestina ji Ingilîzî: Aydin Rengin: [email protected]

    Li rohilata Meydana Washingtonê li taxekê, kûçe û kolan wek werîsê gelicî ketibûn navhev û hev dibirîn. Rêyek derdiket yadin; rêyadin jî kolanêkedin carekê an du cara dibirî. Çend kolanên li rex hev sedema qorziyan bû. Ev qorzî li gelek deran, nav hevde fetlonek çêkiribûn. Vêca, ev mintîqa bi gelekî çûyîn û hatine mirovan bû. Mirovekî hûnermendê ve taxê, pêşî ji xwe re li tiştê giring, tiştên ku karibî debara xweyî aborî pêk bînin, digeriya. Evder bûye wek bazarekê. En li kar digerin an jî koleksiyonerên li tiştnê heja digerin; kesên mahcêtiyê wan heyî li wan kuçe û kolanê ve taxê ne.. Li vê taxê koleksiyoner, wek mirîşkê bi niklên xwe li nav axê zadik bigerin wan jî li resm, tûwal, kaxêz û belgeyên girîng ê hêja-dîrokî digeriyan. Yek dikarê bi hesanî bibêjê; gelek resam û koleksiyoner gava ji aliyekî rê derbasî aliyên dinê rê bûn li hevdû rast hatine û hev naskirine. Van camêra pir pere qezenc kirine û gelek karên hêja bi hev re kirine.

    Mirovên bi resimê, hunerê û entîqayên (kevnareyên) re mijûl ji ber peyasa aborî, firotaniya gelek germ li gundê Greenwichê, xanîkên herî biçuk ên he ji sedsala hijdemîn ve mayî û wek koxikên şibakayên wan li roavayê dinerin; ku heya serbanên wanê wek dergûşê û sisê qorzî jî bi bûhayekî herî kem kirê kiribûn. Piştre hinekan ji bazara (sûka) Sixth Avenuyê qedehê bi çemçik ku bi risas û qelayê(çingo) hatine çêkirin û ocaxek(bapor) an du ocax pêde kiribûn û nav xwe de “komik” avakiribûn. Hinekan, tiştê wekî tepsik, zerik, pere û pelikên zîv û metalî berhevdikirin û difiroştin koleksiyoneran û hinê din jî bi resim, belge û tiştên dinê entîqayî re mijûl bûn.

    Li avahiyekê qata sêyem, sîwax weşayî, qiremîtik sor Sue û Johnsyê studiyoyek girtibûn. “Johnsy” hevala Sue bû. Lê kesê bi ve nizaniya dê bigota herdu ji dê û bavekî ne. Yek ji wan ji Mainê bû û yadin jî ji Californiyayê bû. Wan di bazareke li ser tezgehê Dolmenîco ku li kolana Eight Streetê hevdûn naskiribûn. Piştî wê rojê bi hev germbûn; xwîna wan li hev tevizîbû. Ji aliyê huner ve jî raman û fikrê wan bi ser hevde diçû. Kefa herdûyan pir ji xwarinekê re jî dihat û cilên li xwe dikirin jî jibihan hevdûn. Jiber wan sedemêa kefa wan ji hev re hatibû û studioyek vekiribûn.

    Hingî(wî wextî) miha Gûlanê bû. Payîza(sermawêza) çûyîn bêlome pir sarbû. Tiştekî balkeş ji zivistana çûyîn bijîşkê bi navê Pneuomonia hatibû navkirin bû. Bijîşk bi dizîka, yeko yeko hemî komikên bi wî karê hûnerî û aborî mijulin dibin çavan re derbas dikir. Li vir û li derê din bi destê xweyî qeşa girtî bi ser wan re dibir. Bijîşk Pneumonia li kavilkê roavayê bi ceger derketibû nêçîrê. Lingên wî hedî hedî di sikakên kevz girtî, tengig û wek labîrentan e yeko yeko li xanîkên wek şikeftan digeriya. Rojê nexweşek jî bidîta bo bijîşk karekî bi bereket û ji dohnê axê bû. Bijîşk hem li nexweşan hem jî li rewşa peyasê dinerî.

    Pnemonia ne mirovekî camêr, kûbarî navser e. Pneumonia wek zarokekî kirniziyê jineke zeîf ku liber bayê sivik ê Californiyayê mezin bûye. Bi serhişkiya xwe, bi behn dane-standina firnikê xweyî xinanî û fişe fişa xwe bûye qajikê devê der û cîranan. Lê Johnsya xweşikî nazik ku aniha li xwe şikandî bi ruyekî bê wate bêlivbû. Ew liser yanikê(qeryole) xweyî hesinî bi boyaxê xemilandî direjkiribû, ber bi şibakeya biçuk ve li aliyê vala ê xaniyê miqabil dimeyzand.

    Bijîşk sibehekê bi birhên xweyî sturî-reş sikakên tengig li xwe badan û hat serdana Sue. Bijîşk Pnemonia, termometroya bi herdû tilîka girtibû hejand û li civayê nerî û got, “Siudek wê, yek dikarê bibêjê ji dehan yek.! “ domand “ û tenê şensekî wê heyî ku bi xwazê bijî.”

    “Ma çi derdê hevala te ye!? Ka bêjê, ji ber ku ew meqeresiyê dikê. Dibejê dixwazim bimrim û tu kes û tu tişt nikarê min ji ve nexweşiyê xilas bikê. Ti şerilehê nexweşiyê lidor wê nîn e. Her tişt dibin hizrê wê de bûye û Xwedê nekê, wisa dombikê, li gezik nan ne liqûmê nexweşiyên din we lê corbikin û rewşa wê berbi xirabiyê ve çê. Piştre êdî, mirov we hevalbendiya kefenfiroşan bikin û we bejin ku textor û îlac bi kêrî tiştekî nayên ...”

    Sue heya axaftina xwe qedand li bijîşk gûhdarkir û piştre bersivand, “Wê-wê carna dixwest resmê çiyayên liber Behra(Zerya) Naplesê resm (xêz) bikê.”

    Bijîşk bersiva hêvîdikir nesitandibû, “Te got çi!?” “Resimkirin? Na ez di bêjim ma gelo kesî destgirtiyê wê ku jê veqetiye heyî?”

    Sue bi dengekî tîz û di berxwede gotî, “Destgirtî?” û piştî kêlîkekê domand “Kesik destgirtiyê wê..!? Na na textor beg, kesî wisa dilketiyê wê tune ye. Eger hebûya min e bizaniya.”

    Bijîşk keserek berda, “Başe naxwe ev nexweşiyek (zaafî), derunî-psîkolojîk e.” Û domand “ Tiştê ji destên min bê texsîr nakim. Hema te dît Xwedê lê hatî rehmê û başbû. Lê hay jê hebî, çêye dibin bandora wan derman, nermojan û hebên ezê dimê de bimîne.

    Nexweşê we çêye dest bihejmartina terembelê ku beşdarî definkirina cinazeyê wê bin, bikî. Ji sedî pencî, bawerim wisa bikî; dê dibin tesîra dermanan de bimênî. Û tiştekî din! Meyz esseh tu qet qala modeya kurkên mil direj ê ve zivistanê mekî, tiştekî jê mepirsê. Eger tu xwe ji bîr bikî û tu qala tiştna wisa bikî dê ew siuda xweyî ji dehan yekî biguhere ji pencan yek… Dikarim sûnd bixwim ku dê wisa bî!

    Piştî ku bijîşk derket û çû Sue jî çû mezelekedin e studyoyê û nav desmalek japonî de girî. Piştre wek tiştek nebûyî rahejt textikê li ser resm çêdikir û bi rûkeniyek û bi kwîtandina stranek musîka jazz derbasî mezela Johsyê bû.

    Johnsyê xwe li ser qeryoleyê xwe direj kiribû. Li ser qeryole nav nivînan de bi awirên wêyî ber bi şibake ve zîq mayî wek pêlek e behra bê lîwan bû. Sue hew kwîtand dê gelo Johnsyê razaye an na.. Sue textikê xwe, boyax û firçêyên xwe amede kirin dê ku dest bi çêkirina resmekî ji bo çîroka kovarekê bike. Resimzanên ciwan gerek e reyekê, kovarekê bo xwe bibînin ku berhemên xweyî afirandî bighêjînin mirovên din. Bi vî awayî edîtorên(gerînende) xort ji berhemê wan hayîdar dibin û êdî bo wêjeyê afirandin, ressam û nivîskar bi hev re çalaktir dibin.

    Sue, qovboyek ku bi çavekî bû û li ser hespekî kehêl; hespekî ji herema Îdaho çargavî dibezê resm dikir. Wê ji nişkê ve, çend caran dengekî nizm ku dubare û sêbara dibê hiskir. Sue firçe danî û bi lez berbi nivînên Johnsyê ve çû.

    Johnsy bi çavne beq û zîq mayî li şibake, li derve dinêrî û tiştin dihejmartin.

    Wê di got, “Duwazdeh..” piştî kêlîkekê got, “yazdeh” dûvre “deh” û “neh” di dawî de “heşt” – “heft” li dû hev ji devê wê weşiyan. Te digot qey nû fêrî hejmartinê bûye.

    Sue bi balkêşî û meraqdariyekê li derveyî şibakeyê meyzand de agahiyekê wergirê gelo çi li wê dereyê û ev çi di hejmêrê. Tiştek xwûya nedikir. Ji vik-valabûnekê; rûtbûna hewşekê ji şibakê tê dîtin peva.. Bi sed metroyî wêdetir hewşeke biçuk, xaniyekî bi qiremîtkên sor, mêweke pîr mêweke bi şax û hinek rayên pûç û ji bin erdê derketî, mêwek bi şaxên xwe bi dîwarê qiremîtkan ve hilkişiyayî. Bayê payîzê sar pelê mêwê ji çiqlên birindar diweşand û ba hêdî hêdî li çiqlên derdorê diket û bi dengekî ziwa li ser qirêmîtkan li erdê diket.

    Sue bi mitale, “Ev çiyê, berxam!?”

    Johnsya bi çavên zîq mayî ku li derveyî şibakê dinêrî diber xwede bi dengekî herî nizm got, “Şeş..” û piştre berdewamkir “Aniha bileztir diweşîn..! Berî bi se rojan nêzîkî sedanbûn û hejmartina wan serêşek li min digerandin. Lê, aniha pir hesanê, vaye ji xwe yekêdin jî wêşî, tenê mane pênc.”

    Sudie bi tirs û mitale, “ Peppû! Berxam, penç çi!? Ez gorî, ka ji Sudieka xwe re bêje..”

    Johnsy wek tiştek nebûye got, “Pel” û piştî kêlîkê domand “Pelên mêwê. Gava pelê dawî weşiya gerekê ez jî herim. Ev sisê roje bi pê zanim. Ma qey bijîşk ji te re negot?”

    Sudie hinekî a’ciz buyî, “Waa weylê! Ne ti dibînê! vêca himeqiyekê wilo min nebihîstiye..” hinekî bi hêrs “ De herê lê, Xwedê te bistrinê van tiştê çewtî, telo melo nebêje. Rehmel bavê te, niha pelê mêwikê û tendûristiya te çi di bêjî hev, çi eleqa wan bi hev re heyî? Bê delêlê, mane carê te ji wê mêwê(dêliyê) hesdikir. Tu şarezayî û ne şepolayî gidyanê… Çima, mane textor ve sibê got ku tu berbi başiyê ve diçê. Rihêm, ka li min bihisê dê ji te re bêjim textor çi got. Wî got siud ji dehan yek e. Bi serê te, ma ezê derwîniyê li te kim, rebenê. Û siuda te... Ma tê bîra te wexta em li Newyorkê bûn. Em di ber avahiyên gelekî bilind re derbas dibûn. Başbûna te jî wisaye, ha em diber avahiyan re bi e’rebê derbasbûn ha em bi meşê…

    Tu we başbibî. Berxika min deka devkê xwe vek e peşik ji ve av(a)goştê vexwe. Deka wî, meqersiyê nekê hê.. Deka dê ez jî xêzkirina ve resmê biqedînim. Da em bifiroşin edîtor û ji bo pitika xwe şeraba qaçax bikrim û hinek goşt jî bo min, bo nefsa xwe kor bikim bikrin”

    Awirên Johnsiyê ber bi şibakê we barkirin derve û wê got, “ Dê tu mahcêtî şerabê nemenî, êdî..” û domand “ Ma, yekî din wêşî? Na, dilê min naçê (na bijiyê) avagoşt, ez venaxûm. Tenê çar pel mane. Di xwazim weşandina pelê dawî bibînim berî ku reş bibê û piştre ez jî li pey biçim..!”

    Sudie xwe ber bi wê ve tewand û got, “Johnsy, xwaka min” piştre gotin bi serhev û bi lez ji devê Sudie weşiyan “tu ye sund bixwe heya ez vî resmî bi qedînim li derve ne nêrî, an naxwe çavê xwe bigre! Dive vî resmî heya sibe xelas bikim û tu dikeve bara reşê û ezê vî di kêresihê de çêkim..”

    Johnsy pirseke sar pirsî, “ Ma qey tu nikarê li mezeladin çêbikî?”

    Sue “ Ez dixwazim li vir, ligel te bim” û domand “Ji xwe, mane ez hatima cem te û ez na xwazim tu li ve bêxwedîkmaya mêwê binerê.”

    Johnsyê çavê xwe girtin û got “De başe, lê teqqeze gava te qedand ji min re bêjî” û bi ma’dê lixweşikandî xwe li ser nivîna direjkir û got, “ ji ber ku min di xwest weşandina pelê dawî bibînim. Lê ez li bendemanê westiyam. Betilîm ji ramyariyê. Bese êdî, dixwazim benê xwe sistbikim û destê xwe ji her tiştî bişom xwe li ber pêlan wek pelekî ziwa ku ji jînê betiliye berdim û xwe ji her tiştî xelas bikim, êdî..”

    Sue got, “Razê, bi nitirêne kêlîkê ji xwe re” û domand “ Gerek ez bang xalê Behrman bikim de ji min re modeltiya karkerekî lajwerdî (maden) bikî. Meyz ti ji cihê xwe ranebî, hiihii..! Vaye ez hatim! Esseh tu ji nav nivînan neqelikê heya ez bêm.”

    Behrmanê kal jî resmzanekî xaniye di qata bin wan de dijiya. Wî şest sal derbaskiribû. Riha wî wek ya Michel Angelo kevzî bû û e’wora viya xelekî ji ser serê wî xwe ber bi rûyê wî ve berdida. Pirça ji rûyê wî û zeniya wî xwe berdida xwarê mexlûqatekî nîv insan û nîv bizin bi bîr tanî. Mirov ji wechê wî dibizdiyan. Li gor ku Behrman digot resm çêkirinê de ne serkeftîbû an xwe serkeftî nedidît. Ev çil sala firça xwe (bê tengîbûna dawa jinekê) bi kar anîbû. Ew herdem nêzîkî çêkirina resma xweyî herî xweşik, bûhabilinda şahhunera xwe dibû. Lê wî tu carî resm çênedikirin. Wî ti carî resm çênekirin ji wê neqlê peva. Wî heya niha ji bo reklaman û ji bo pera resm çênekirine. Wî debara xwe bi bûna modeltiya resamên ciwan ê ne bi profesyonelî dixebitîn, dikir. Wî her wextî zêde zêde cîn vedixwar û her wextî qala şahhûnera xweyî ku dê rojekê xêzbikî dikir. Vêca, van salên xweyî dawî bi dil rehmiyek pir zêde dixwest alîkariya mirovan bikê. Kî çi ji wî re bigotana dê bi hurmetek e mezin bi aniya cî(h). Tiştê ku ji destê wî dihat ji bo wan cîranên xweyî di studioya qata di ser wî re rûdinin texsîr nedikir. Wek melkesekî devê dêrî lê hatibû û bi dilê xwe dixwest bi kêrî tiştna werê.

    Sue, Behrman di xanîkê wî ê ji studioya wan reştir wek şikeftekê û di nav behnek tirşî giran ya tûyan de dît. Li qurçikêk xênî tuwalêk ku ev bist û penç sale ji xeynî xîşkekê peva lê ne ketî xwûya dikir. Suide behsa xeyalê ku Johnsyê dibînê kir û qala bê çiqasî mitalêya wê dikê, bi rastî jî wek pelek ziwa bi bayekî hêdî hêdî dur bikevê lê hatiye. Çiqasî zeîf dibê dinya jî pelê xwe diweşînê û nexweş dibe.

    Behrmanê kal, gava ku ev tişt bihîstin ji çavê wiyên wek dû pizotê êgir sorbuyî du çem herikîn. Û li ber xwe ket û gelekî fedî kir ku zilamekî navser e û tiştek ji destê wî nayê û digirî.

    “Weytî! weytî..” Behrman di griya. “ Ma qey mirovin himeq, mirina xwe bi wêşandina pelên mêwikek çavpeqî û gerden xelayî dibînin hene? Min heya niha tiştekî wilo ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Na, ezê neyem û nikaribim posekî himeqî lajwerd di wî halî de li gor serê te bidim. Ma te çima hişt ku ev fikr û raman têkevin sere we rebenê!? Weytî… Berxê, nestelehê.. Jonsîkê lawo..”

    Sue got, “Ahuha ew pir nexweş e û ji qiram ketiye û şewbê(heraretê) serê wê tevl-hewl kiriye û bi xeyal û sehwên cihereng dagirtiye. Johnsyê ne li hişê xwe ye. De baş e heyra. Eger tu naxwazî modeltiya karkerê lajwerdî bo min bikî diyare ku tu ne mihtacî.. Lê tu zane ku tu mirovekî kirhî û li gotina te bawer nabî. Min di got qey tu mirovekî navserî û ezê karibim li te ewlebim.

    Behrman bi dengekî bilind û hers buyî got, “Win hemî wek hevin , ma kî di karê xwe ji direka we pîrekan xelasbikî…” û domand, “ Kê gotiye ku ez modeltiyê nakim. Rabe serxwe, bilezê zû! Vaye ez bi te re têm. Ev nîv seate ku min di xwest bêjim bo modeltiyê amade me. Xwedo!! Ti der –çiqasî Johnsyê bi nexweşî xwe lê direj kiribê jî- winqasî xweş tuneye. Rojekê dê ezê şahhûnera xwe xêz bikim û êdî ji hemû tiştî bi xatirxwestinekê destê xwe şom. Ji xwe emê hemî ji ve dinyê barkin bi dûr ve. Erê bi xwedê..

    Gava ku ew hilkişiyan studioya jor Johsyê razabû. Sue perde jiber pencerê kişand û piştre bi destê xwe Behrman fermî hundrê mezela dinê kir. Ji wir, di zeqafkê de li dêliyê bi tirs meyzandin. Piştrê bê axaftin kêliyekê li hev meyzandin. Li derve wek ezman qetiyane baranek cemidî bi berfê re dibarî. Behrman gûmlekekî şîn û kevn li xwe kiribû. Li derekê wek lawijwerdekî rûnişt û wek ku çakûçê destê xwe li latê dixê rakir.

    Sibeha din, berbangê wexta Sue ji xewa qederê seatek bû razaye şiyarbû dît ku Johsyê bi madekî li xwe şikandî û çavên beq vekirî û mat mayî li ber pencerê rawestiyabû û bi awirên xwe pelê tenê ku bi mêwê we mayî di kişkişand dît.

    Di ber xwede bi minminekê digot, “De bi kev, de ez te bibînim; bi weş…”

    Sue bi acizbûnekê û niç niçekê serê xwe hejand.

    Lê piştî vêqas şilî û şelepê û wîqas bayê zilomatî ya şevedin jî pelêkî mêwikê li miqambilê dîware qirêmîtkan xwûyadikir. Hê jî pinikê çiqlê we keskdikir. Lê ewderkê derdora pel ku wek birekêbûn hinekî berbî rengê zerayî we, ber bi ziwabûnekê ve çûbûn. Lê dîsa jî bi ceger li cihê xweyî bi bîst bostan ji erdê bilindtir, bi çiqlê xwe ve dalêqayî xwûya dikir.

    Johnsyê got, “Ev pelê dawiye.” “ Gerek e biweşa! A’cebe, diho şevê dengê kwîtandina ba dikir. Na welle, naxwe dê îro biweşî û ez jî li pey biçim, li dû mirim..”

    Sue serê xweyî rakiribû disa ber bi zembelîşê xwe we bir û got, “Bêdelêla bêdelêl..” û domand “Eger tu li xwe na fikirê ma dilê te piçekî bi min jî na şewitê!? Ne vêca win dibînin xwûhê, ma min asîrê dêr û mizgeftan dizîbûn… ez hew zanim dê ez çi bikim..!”

    Lê Johnsyê bersiv nedabûyê. Dinyayê de tiştek wek tenêbûna giyanekî ku amedebûna xweyî bo çuyîna berbi efsûniye, berbi rêyek e dur we dikî tuneye.

    Sehw û xeyalan mêjiyê we dagîr kiribû û ew xistibûn nav kefa lepê xwe. Êdî Johnsyê diramiya ne hevaltî û ne jî dinya jê re mabû. Hertiştê xwe winda kiribû.

    Rojek din ber bi xelasekê ve çû. Lê bele ber evarkî he jî pelê dawiyê dêliyê ne ketibû. Bi şev, dîsa bayê bakur dest bi balandinê kiribû û dîsa baranê xweş kir û pite pit ji camê şibakayan tanî û şirikê serê bana dagirtin.

    Wexta berê sibehê tava rojê bi tîrêjkên xwe ji her deverî re keniya Johnsyê pel dîsa di cîde dîtibû. Johnsy xwe dirêjkirî demek e dûvdirêj li pel meyze kiribû. Piştre bangî Sueya ku li ser soba gazê avgoşta mirişka germ dikir, kir.

    Johnsyê got, “Tu zane Suide ev pêleka ez gelekî ne qenc bûm e” piştre dewamkir “ Ez nizanim lê tiştekî, qevetekê ew pelê dawî neweşand û wî pelî dixwest şanî min bikî dê ez çiqasî gûnehkarim. Eger mirov mirina xwe bixwazê mane gûneh e. Ji kerema xwe re te peşik avgoşt bidana, min ê gezik nan biçandiyê û peşik şîrê hinek porto dinav de jî.. Na, na pêşî ka neynika desta û balîfna deyn ser hev de li çêkirna teyî xwarinê binêrim.”

    Piştî seatekê Johnsyê got, “Suide, hema te dît ku min rojekê resmê çiyayê Naplesê çêkir.”

    Bijîşk piştî nîvro hatibû û piştre wexta bo çûyîne destur xwest û ber bi hewankê ve Sue ew bi re kir li devê dêrî li ser piyan axivîbûn.

    Wexta destê Sue tenik girtibû û nav destêkî xwe de hejandibû xatirxwestine bi xwazê got,”Hê jî şens û si’ud..” domand “ Lê ku li xwe binerê (hay ji wê hebê) tiştekî nexweşiyê li dor namenê. Vêca, bi destura te gerek e ez nexweşê xweye li qata xwarê, cîranê we binerim. Bawerim nave wî Behrman bû û ez ne şaşbim ew jî ressam e. Bi zatûreye ew jî. Yekî êxtiyar e û bê qiram e. Bi derbekê re nexweşiyê lê corkiriye. Tu hevî ji wî tuneye lê disa jî dê îro wî dibin nexweşxane ji bo ku rojê xweyî dawî hinekî rehettir derbas bikî.

    Piştî rojekê bijîşk ji Sue re got, “Mala Xwedê ava! Wê talûkê derbaskiriye. Tenê, aniha hinekî bi liqûmê û hay jê hebin û ne tiştekî din..”

    We piştnîvroyê Sue hat li ser qeryoleyê Johnsyê li ser direjkirî runişt. Êlekê bi destan bi singikan hatibû çêkirin hêdî hedî pê dakir ku serma nediyê. Destê xwe danî ber zembelîşê dibin serê wê de û destê xweyê din jî ber bi milê Johnsyê ve anî û got, “ Berxikam spî, ezê tiştna ji te re bêjim” û piştre “Kalê Behrman îro li nexweşxanê ji zatûrê mir. Ew îro du roj e ku nexweş ketibû. Xidamê avahiyê berî niha du rojan ber destê sibehê wî di mezela wî de, li xwarê dinav jan û çîqên be mecal ku bi zorê dimeşiya de dîtibûn. Pêlavên wî û cilên wî hemû şil û pil qeşa girtibûn. Kesî pê dernexistibû gelo wê fecrê ji ku we dihat û ew şeva zilomatî li ku dere derbaskiribû. Û piştre wan fanosek e hejî peketîbû dîtibûn û dewsa lingê sêlmekê li ser axa hewşê hatibû xiriqandin dîtibûn. Çend firçeyên li wan deran bi boyax û bela wela bûn û palêtek li ser boyaxa kesk û zer li nav hevdû xistibûn û -–Berxa min ka li pelê dawî ê mêwikê li ser dîwêr şibakê re binêre. Ma te qet meraq nedikir piştî winqas baran û ba cihê xwe çima qet ne di livî? – Ax.. ax..! rihêm (cana min) Ev şahhûnera Behrman e. Wî ew ji bo tu başbibî wê şeva berf û baranî de xêz kir ji ber kû ji zûde pelê dawî weşiya bû.”

    Veguhestina ji Ingilîzî: Aydin Rengin: [email protected]

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1