MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Pîr Rustem: Zarotiya Neynikê û tiştin din (roman, beş 1)
  • O. Henry: Pelê Dawî (ji inglîzî: Aydin Rengîn)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (roman, beş 5)
  • Eyûb Kiran: Pilingê Serhedê (roman beş 5)
  • Bedirxan Epözdemir: Nivîsê rebenê (cerribandin)
  • Lokman Polat: Evîn û evîndarî (aforîzma)

  • Cerbandinek:
    NIVÎSÊ REBENÊ
    Bedirxan Epözdemir: [email protected]


    Ku bi rastî bêjim, gelek caran ji dilê min nayê ku ez binivsînim. Pir caran di cerbînîm, hewildidim, li berxwedidim, xwe hinek hêsadikim, lê didim û nadim bêje nayêne cem hev. Hevok rêz nabin li pey hev. Demên borî têne ber çevên min. Rewşa ku em têda dijîn û duwaroja me. Mijar hev diqewrînîn, pirs û pirsegirik lihev têne lefandin. Dibine wek gilokek benik. Teklî hev dibin gelek caran, dibine girîyeke kor, napişkivin, venabin ji hev. Û pirs, pirs, pirs.. rêz dibin li pey hev. Giloka benik, carna ji xwe şerit û werîsan di efrîne. Dibî bêser û bêbin. Ne taqeta min heye ku ez bigêhjime wan, ne ew lêvîya min dimînin.

    Vêca ku demsal payîz yan jî zivistan be, dar û ber sitûxwar û melûl bin, yek dengî û yek rengî xitma xwe li xwezayîyê dabî û dem bibî xwezgînîya nûçeyên reş. Dilê te zîz, çevên te li derî û penceran bin , guhên te bel û bendewarê nûçevanan bin. Wê, ezê çî û çawa binivsînim ? Wê bi kîjan hêz ezê bikaribim, derd û kulan bireşînime ser kaxizan.

    Ez we nizanim, lê kêyfa min qet nayê ji hinek demsalan ra. Kesên romantîk bixeydin jî ev rastîya mine û bi salane ku nayê guhartin. Ev demsal, li cem min bûne remza xeberên reş, bûne tirs, bûne xof. Sedem vî ye, di van demanda lerza min, tirs û xofa min.Wusa bûye ku di van demsalanda, ez bi şik û guman îdî temaşa şahî û bûyerên xweş dikim.

    Delalên min hebûn, evînên min hebûn, xeyalên min hebûn. Ku min bi wan ra heyî û tuneyî yê, xweşî û nexweşî yê par dikir. Ku me di şuna pêxwarinê da hêvîyê ji xwe ra dikir, qatix. Û bi helbest û kilamên serketinê me sebr û sebata xwe tanî. Bi bêbextî ji min sitand wana, ew demên keysperest. Min ji delalan mehrum, ji evînan bêpar kirin, xeyalê min bi avê we çûn. Ez bê qatix, bê helbest û bê kilam mam.

    Sebr û sebateke min ya rasteqînî jî, nivîs bû. Lê digerim, vega, nabînim. Û temên kevin tên bîra min. Xwe bi wan mijûl dikim. Xwe dixapînim, bi mijokên sexte, wek zarokên ku di himbêza dayîkên xwe da têne xapandin. Piçêk hêsa dibim. Piştî gotinên dostê min yê ezîz –Ku çend sal berê ji nav me barkir û ço, ku ez didim-nadim lê jibîr nakim.- di guhên min da dikin çingîn. “Binivsîne, wê rojek bê cîyê xwe bibîne. Pêwîste nivîs ji bin bandora hêjarî û rebenîyê azad bibe û bigêhêje menzila xwe ya rasteqîn.” Dê fermo, were nenivsîne. Bêmecalim, dikim qêrîn û gazî;

    Heyhat, hawar! Min hevalêkê xwe yê rasteqîn hindakir.Yanî ez li nivîsê digerim. Gelo, hun rastî hatin?

    * * *

    Berê nivîs hebû. Sebir û sebat bû, gelek caran ji meriv ra. Xudan siyanet û paye bilind bû. Heval û hogir bû, di demên tengda. Bi taybetî, li xeyran û xurbetê tenêtîyê pardikir û diqewrand. Xwedan hêz û heybeteke bilind bû. Hêza pênûs û nivîsê gelek zexim bû. Hindik bû, lê rindik bû. Pir caran, tarîtîyan diçirand. Dibû hêvî û ronahî. Perwerde bû nivîs, ji bo nezanan. Rê nîşanî civatê dida, civatê bi zanistîyê dixemland. Delalî û başîyê direşand, li dor û berê xwe. Tirs û xofeke gelek mezin bû, ji bo gelek kesan. Gelek kes direcifîyan. Digotin; Eman, eman bela nivîsê nekevê derê me. Û hinek kesan jî, piçûk didîtan nivîs û nivsandinê. Henek û laqirdîyan xwe dikiran pê. Divaran ku nivîs, jar bikevê, xizan bî, bêtaqet û bêmecal bimînê. Lê, ser neketin. Delalî û başîya nivîs û pênûsê, wan perwerde kir, kişande nav refên xwe. Mecbûr bûn. Bejna xwe tewandin, ji hêza paye bilind ra. Lê di dawîyê da, nivîsê lewitandin. Nivîsê xistine alet ji bo armancên xwe yên qirêj.

    Li alîyeke dîn ve nivîs; cirim bû, tawan bû. Yanî sicin bû, zîndan bû. Sedem vî jî, ji bo hinêkan jî, tirs bû, xof bû û xopan bû. Û direvîyan bi şev û rojan ji nivîsê…

    * * *

    Berê nivîs hebû. Hevqas hêjar û reben nebû. Bi hêz bû, bi rêz bû. Ronahî û şehreza bû. Di destê keysperastan da haceteke qirêj nebû. Taybetmendîyên nivîsê hebûn. Xwedan terbîye û perwerdeyeke paye bilind bû. Li dor û alîyê xwe van taybetîyan direşand. Herkes hedê xwe dizanî li himberê nivîsê.

    Lê heyhat…! Îro,nivîs jar ket. Di destê keysperestan da bû hacetê qirejî yê. Dubendî, dek û dolap bi nivisê tên weşartin. Nivîs êdî perwerde û delalîyan naefrînê. Kes fenakrê pora xwe ya sipî û temena xwe. Herkes bûye kelemşor. Bêperwa dileyzînê pênûsa xwe. Ü hestîyê ziman tune. Baveje bavê min, bavêje. Ne xesasîyetên netewî, ne jî merheza duwerojê. Kîn û edawet reşandin, belkî jî bûye karê rîhsipî û kalemêran me. Bi forte û pesin dîrokê ji xwe destpê dike. Bi “hevalno” celsê vedike, piştî bêkes û kûs civînan terkdike.

    Ü êşa herê giran…Nivşeke, bêcerbandin, bêarşîv, baqij û delal, lê sed mixabin nezan. Piştî “abê”cî tî. Yanî, mirîdî. Û pêra jî, narkokî, teklîhevî û dubendî. Li alîyê dîn jî, di nav xizanîyê de rexne. Dinalê û dikalê. Yanî, yan pesin, yan jî reşkirin. Û dibê; ev çî bû hate serê min? Hey…! Nivîsê rebenê. Tu bûyî hacetê van hemûyan.

    Berê nivîs hebû. Kubar bû, payê bilind bû.

    Berê nivîs hebû. Delalî, evînî û xweşbînîyê direşand, li dor û alîyan.

    Îro jî nivîs heye. Lê hiznî ye, şermezar e.

    Îro jî nivîs heye. Lê di mejîyanda “qereqol”an awadike, bûye hacete nexweşîyan, di destên nezananda.

    Hey..! Nivîsê rebenê, tu yê kengê ji destên xernexwezan bifiltî û azad bibî?

    Tu yê kengê dîsa bigehêjî menzila xwe ya berê?

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1