MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Pîr Rustem: Zarotiya Neynikê û tiştin din (roman, beş 1)
  • O. Henry: Pelê Dawî (ji inglîzî: Aydin Rengîn)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (roman, beş 5)
  • Eyûb Kiran: Pilingê Serhedê (roman beş 5)
  • Bedirxan Epözdemir: Nivîsê rebenê (cerribandin)
  • Lokman Polat: Evîn û evîndarî (aforîzma)

  • WENDABÛN

    (Roman, beş 5 bo weşandina înternêtî

    Şahînê Bekirê Soreklî: [email protected]


    (Di sal 1985 de hatiye nivîsandin û di sal 1987 de li Almanyayê hatiye weşandin. Lêniherîneke nû: 2004)

    Roj li nîvê asîmên e; wer bi tenê di heybet û girra xwe de rawestiyaye. Çawa ku gotina rastiyê hinan dixeyidîne, wisa jî çavên mirovan hêstiran dibarînin dema li rojê mêze dikin. Bi milyonan stêrk û hîv di asîmanê bêdawî de cîhwar in, lê şerm dikin xwe li ber şewqa rojê bidin xuyakirin, ew di ronahiya wê de wenda dibin. Êvarê, dema erdê em li ser xwe difertilîne û beşekî asîmên dikeve nav siya wî hemî stêrk û hîvên wî beşî dest pê dikin pesna xwe bidin. Gelo stêrk û hîvên asîmên rojekê ji rojan şoreşekê li dij rojê bi rê xin. Ger tiştekî wisa cîh bigire erdê me pepûkên Xwedê dê tar û mar bibe. Êdî Xocê Xizir me ji şoreşên stêrkan biparêze! Va cîhana me bi rastî jî tiştekî mathîştinê ye! Min di zarokiya xwe de dikir-nedikir nedikaribû bi Apê Zirrikî bawerkirin bida ku erdê em li ser dijîn guloberîn e û li dor xwe difertile. Wî digot, “Heke gotina te rast be, de çawa em û dewar û kevir û kuçên xwe nakevin valabûna asîmên?! Heke erd Ii dor xwe difertile, çima ezman çi caran ne di bin me de ye?” Ma gotina wî bi tevahî ji mentiqê vala bû? Bêguman na! Gellek kesên ji xelkê Rojhilata Navîn hîn îroj jî ne bawer in ku çi daketinan li ser hîvê cîh girtine. Dîtina wan ji aliyekî ve ne tiştekî seyr e, lê tiştê seyr ew e ku pirraniya wan sed ji sedî pê bawer in ku Muhemmed bi hespa qanadîn ji bajarê Qudsê rabûye ezmanê heftan, çûye cem Xwedê. Em bi dojeha li dû mirinê bawer in, lê ne bi ya em tê de! Xweziya me baweriya xwe wekî ku em bi behuşt û dojehê tînin bi hebûna xwe jî bihaniya! Li vir jî çîrokeke Apê Zirrikî tê bîra min:

    Dibêjin melleyekî ji gundiyan re gotiye, “Riya qiyametê nêzik e. Wexta hat mirî dê ji tirban rabin û ewên nemirî wê mal û mulkê xwe di şûnê de bihêlin, li hesp û kerên xwe siwar bin û berên xwe bidin erdê muqeddes. Ger hesp û kerên wan tunebin, ew ê li çêlekan siwar bin. Ger çêlekên hinekan tunebin, ew ê li bizinên xwe siwar bin, ger bizin tunebin li mirîşkan, mirîşkên ku wê bi xwestin û fermana Xwedê mezin bibin…” Gundiyan pesna Xwedê dabûn, hinan eşheda xwe hilanîbûn û hinan jî pufe her du aliyên xwe kiribûn, “da ku şeytan ji wan bi dûr keve.” Ji nişkan ve ciwanekî ji mêlle pirsîbûye, “Lê kesê ku mirîşk jî nebe wê çi bike, apê Melle?” Va pirsa ku kesek ne li bendê bûye ji gavanê gund hatibûye der û her kes aciz kiribûye, lê ji gîşkiyan bêhtir pirsiyar li keyfa melle nehatibûye. Bêyî ku li ruyê gavên binihêre wî bi hêrs gotibûye, “Ger mirîşkên hinekan tunebin, ew ê bi dobê li piştên hev siwar bin, ey ehmaq!”

    Xweziya em Ii hesp, ker, çêlek, bizin, mirîşk, û li piştên hev û din siwar bû bûna û me berê xwe dabûya Diyarbekira şewitî jî. Bila em li wir bi dehhezaran, bi sedhezaran, li şûnekê daniştibûna, bêyî çek û bêyî deng, Bila tenê tizbiyên me di destên me de bûna û li şûna sîh û sê allahûyan me hema di ber xwe de gotibûya: zimanê me, zimanê me, zimanê me,...

    Ez li ku bûm?! Erê, roj Ii nîvê asîmên e, kelekela germê ye û ez bi zikê xwe yê birçî di binê darekê de daniştime. Dibêjin ku xewa yê birçî nahêt. Va gotina ne yeke sed ji sedî di cîh de ye çimkî xewa min têye, lê pêwîst e ez hişyar bimînim. Ger ez xilmaş bibim û razêm heye ku car din ranebim, yan heye ku lawirine min bikin navreya xwe. Kî dizane! Heye ku pilêrek bi min dade, yan tiştekî ku ne li bendê me biqewime. Wek hatiye gotin, “Ne li nav merzelan razê, ne jî xewnên bi sam bibîne.” Na, na, ez ranakevim; ez nahêlim ya hatî serê neteweya min were serê min jî!

    Ev cîhana mezin û fireh çiqa li ber çavên min teng bûye! Xweziya tengasî di jiyanê de nebûya! Li bajarê Meksîko, li dû cîhgirtina erdhejînekê, zarokek hevdeh roj û şevan di quncikekî teng de mabû û nemiribû. Du-sê hefteyan va bûyera ji nav hişên min derneket. Tiştê ku mêjiyê min mijûl dikir ew bû ku çawa vî zarokî bêhtir ji çar sed saetan di cîhekî ew qas teng de tehmûl kiribû. Di dema zarokiya xwe de ez ji mirinê bizdoyî dibûm, ne ji mirinê bi xwe, lê ji gorê. Ez ditirsiyam li dû mirinê dîsa di gorê de zindî bibûma; de min ê çi bikira?! Zor aciz dibim heke nikaribim xwe bilivînim; di xewê de be jî divê xwe bilivînim. Ji şûnên teng qet hej nakim. Çawa dergûş di zikên dayên xwe de tehmûl dikin, nizanim! Bêguman haya wan ji doza wan tune. Di şûnên teng de, û dema nikanibim xwe bilivînim, cîhan di çavên min de reştarî dibe, devê min ji hev vedibe û qîrîn ji zengiloka min tê der, ewên li derdora min helbete aciz dibin. Mayîna dûr û dirêj li şûnekê jî li keyfê min nahêt. Du-sê salan li dû derketina ji welêt bavê min di nameyeke xwe de gazinc kiribûn ku “Tu wek muhaciran her du mehan li warekî dimînî.” Ez bû bûm koçerekî navneteweyî û bavê min wisa dizanibû ku kurê wî gundê xwe li şûn hîştiye da ku “li welatê Fransiz bibe tixtor.” Kurê wî dê bibûya pijîşkekî baş da ku zarokan ji mirina bi sorikan û kal û pîrên çel-pênceh salîn ji mirina bi merezê biparêze, lê gîha li gor daxwaza golikan dirêj nabe!

    Mirin jî li welatê me xwediya bandoreke kûr e! Yê bi nexweşiyeke giran dikeve radimede, yên li dora xwe nerihet dike û hêdî-hêdî ber bi mirina tahl dihere, ta ku rojekê Izraîl tê, ruhê wî ji bedena wî dikişîne û wan her du melekên ku ta nuha rindî û xirabiyên wî dinivîsandin bêkar dihêle, yan dibe egera wê yekê ku deftereke nû ji bo wan bihêt dayîn. Gelo melekên bêkar jî hebin?! Bêyî guman na. Heke hebûna me dê di derheqê sendîgehên wan de tiştek bihîstibûya.

    Li dû mirina mirovî av dikeve sîtila reş û tê de germ dibe. Bedena yê mirî dişon da ku pak di kefenê xwe yê spî de guhdare sûreta Yasîn bike. Qîrîn û orîniya jinan, fişke-fişka peyan, û di nav lingên bizin û miyan de hîske-hîska zarokan, hemî xwe li derve dikin yek û meqamekî bi xemgîniyê û dilşewatê avis li holê bi rê dixin. Gund di nav dûyê germkirina avê, û gundî di nav mijê sama mirinê de, dihên veşartin. Miriyê me pirr li cem me dirêj nake; ne ew dixwaze, ne jî em. Cenazeyê wî hildidin ser milan û berî didin mêrzel. Termê wî dixin gorê û ber wê bi xweliyê dîsa tiji bikin melle miriyê me bi zimanê erebî agahdar dike ku du melek ê ji wî bipirsin ka ew kî ye... Miriyê ronedî di mirina xwe de jî digirî. Ma têrê nekir ku wî derdê mamûr û cendirmeyan di dema zindîbûna xwe de kişand, ma têrê nekir ku zimanê bapîrên wî li cîhana zindiyan hatibû qedexekirin?! Di cîhana miriyan de jî mamûr ê bi zimanekî biyanî bipirsin ka “ew kî ye!” Melle jî ji ber xwe ve şerm dike û dizane ku miriyê me tiştekî ji wî fêhm nake, lê çi bike, divê ew jî bi rola xwe rabe.

    Gor tijî ax dibe, heval û xwedî li gund vedigerin û yê mirî di tirbê de bi tenê dimîne, bi roj û şev, havînan û zivistanan, di bin berf û baranê de, di şeva reş û qûl de dimîne; û tevahiya endamên bedena wî ji kurm û kêzikan re dibin pergende.

    Erê, mirina li welatê me ji mirinê bi xwe jî bi jantir e. Lê gorên me? Ew jî di goristanên hişk û xalî de, di nav xwelî û kûlikê de, bêyî kulîIk, bêyî dar û bêyî parêzger dimînin. Çawa ku xanî û qubikên me gundiyên zindî dilşad nakin, wisa jî gorên miriyên me.

    Bila kêzik û kurmikên welêt hêviya xwe bi mirina min geş nekin, ku belkî laşê min jî rojekê ji wan re bibe xirêf. Ger ez zindî ji vê wendabûnê derkevim, ez ê xwarin û vexwarinê hebkî kêm bikim û perene bidim hev, têxim bankê da ku li dû mirinê giyanê min bi wan were şewitandin, lê ne şewitandineke wek ya diya Rajî; şewitandineke ku min di nav çend deqeyan de bike xwelî û bila ew xweliya têkeve qutiyeke biçûk, li welêt bihêt vegerandin û di bin mitê kulîlkeke berrî de were rijandin, bi ava barana meha nîsanê bihele û xwe têxe nav rehên kulîlka çolê, wê ji hevalên wê mezintir û xweşiktir bike. Wisa jî xweliya bedena min ê bibe beşekî ji kulîlkê û em ê tev ji mirinê mezintir bibin, mirin êdî bi me nikane. Germa havînê dê mitê kulîlkê hişk bike, bayê payîzê dê tovên wê li wan derdoran belav bike, berfa û barana zivistanê dê wan bizran di nav axa erdê de veşêrin û bi hatina biharê re li şûna kulilkekê bi dehan kulîlkên din ê serên xwe rakin. Bihareke ji biharan ê were û beşekî ne biçûk ji qeracê welatê min ê bi wan kulîlkên rengîn hatibe xemilandin, kulîlkên ku bi encama lihevmarkirina rehên mitekî kulîlkeke berrî, axa erdê, ava ji asîmên û xweliya bedena min xwe xistibûn nav xweristê. Na, ez nahêlim kurm û kêzik min bixwin, ne bi zindî û ne jî li dû mirinê. Bila soz be ji afirmendê jiyanê re! Lê ez mirinê nuha li cîh bihelim û dîsa li xwe vegerim.

    Wey gidî birçîbûnê! Va roja duyem e ku min devê xwe bi xwarinê nekiriye, ku ez tenê bi vexwarina avê li ser hev mame. Dema dunya piçekî honik bû gellekî giring e ku ez tevdêrekê ji bo zikê xwe bikim; divê ez rêçikeke ji bo dîtina xwarinê bibînim, yan na, ez ê nikaribim êdî bi şêweyeke durist bifikirim. Ger ez ji mêş û mûrî û lawiran baştir neponijim, ger ez ji wan ne jîrtir û zîrektir bim, mafê wan ê hebe ku min bixwin. Şert û mercên cîhana bêyî qanûn carê wisa ye! Divê ez bifikirim, durist bifikirim; wendabûna kambax rê nade şaştiyan!!

    Çiqa dilşad im ku min ziman heye. Di wendabûnê de be jî ziman cîhana min mezin dike û dibe pireke di navbera min û her tiştê xwe bi jînê û cîhanê ve eleqedar dike. Zimanê min nebûya wendabûn û dînbûna min ê bêyî çare û derman bimana.

    Aax bavo! Va çi bû bi lingê min dada?! Janeke kûr pê re xwe gîhand dilê min! Qijnax e! Qijnaxeke bêoxir e ku kesek ji min pê ve nedîtiye da ku xwînê jê bidize. Bi pelixandina wê re qijnaxên welêt dihên bîra min. Carine diketin pezê me û bi hezar belayî me dewar ji wan azad dikirin. Hin caran jî xwe bi guhanên çêlekan de diqemitandin û xwîna wan li pêş çavên me dimijtin. Yekcaran jî qijnax diketin segên me yên ronedî, segên ku ji dest wan Ii dor hev dizivirîn û bi xwe re digirtin hev, yan xwe di nav xweliya herîşkan de vedigevizandin.

    Erê, lawirên welatê me jî di rewşeke aloz de ne! Em çiqa ji heywanên xwe re ne baş in jî ew her bi me re dilsoz dimînin. Em bi ço û misasan Ii wan dixin, keviran diavêjin wan, barên giran Ii wan dikin û dîsa jî ew ta roja mirinê bêyî westabûn, geh tî, geh birçî, ji me re dixebitin. Ew segên me yên reben salê carekê yan hestiyek dikeve navbera diranên wan yan na, lê dîsa jî segên welatê me çi caran bi xwediyên xwe re nokerî nekirine. Xweziya em jî ji bo hev û din, wekî ku segên me bi me re silsoz in, dilsoz bûna! Segên me bi şev û roj, duanzdeh mehên salê, ta ku ruh di wan de heye xwe didin benda me, ji bo xatirê me mirinê didin ber çavan, hêrîşe guran dikin, xîje maran dikin, dizan vedigerînin, dijminan ditirsînin û ji cendirmeyan hej nakin. Segên me dikarin ji ber me ve li dij çar guran şer bikin û xwe biavêjin nav tehlûkeya mirinê. Van lawirên wêrek weqa wefadar in ku ji bo xatirê me serên xwe heta li ber zaroyên me jî xar dikin û ji neheqiyên wan jî tehmûl dikin. Lê em? Dijminên me serên me li dîwaran dixin, cixareyên xwe di çavên me de vedimirînin, me bi sindif û zincîr û hevsaran girêdidin, xêr û bêra mala me dadiqultînin û em dibêjin, “Xem nake, ew ne ji me ne.” Dema hevalekî me, gundiyekî me, meriyekî me şijikekî diavêje me, em kevir û zinarên dora xwe di wî û kok û benata wî wer dikin.

    Çi hebû, çi tunebû: Rojekê ji rojan Xwedê ji ezmanê heftan xelkê çar gundên herêmekê dan ber çavan û dît çawa bûne hevrikên heve. Mehek derbas nedibû bêyî ku wan bêtarek nehanîbûya serên hev û din. Xwedê gazincên xwe kirin û tife jêr kir. Bi tifkirina wî re ba û talîzok ketin nav wan gundan, firtene rabû, zîpik ji jor hatin xarê û dû re deriyên asîmên vebûn û baraneke nahêt aqilan bariya, feyd û newal bi ava leheyê tiji kirin, ava ku kerî bi ber xwe xistin û xanî hilweşandin. Heft roj û şevan rê û rêçik li gundiyan hatin birrîn û kesekî nikaribû xwe ji gundekî bigihîne yekî din. Dû re hat serma û pûkeke bêyî hempa. Şêniyê wan gundan heft roj û şevên din di hindir malan de hatin berbendkirin. Li dû vê xezebê Xwedê ferman da ku bila çar welî biçin di nav xelkê wan gundan de bigerin û li wan şîretan bikin da ku ji Xwedê bitirsin û nema dijminiya hev û din bikin. Her çar weliyan xwe xistin xizmeta afirmendê xwe, ne gotin şev şev e, ne jî roj roj e, mal bi mal geriyan, bi gundiyan re peyivîn û şîret li wan kirin ku bila dest ji yaxeyên hev berdin û li şûna dijmintiyê dostayetî û hevaltiyê di navbera xwe de bi rê xin. Roj, hefte, meh û sal derbas bûn ta ku rojekê ji rojan xelkê wan çar gundan dîsa hatin bîra Xwedê. Wî ji ezmanê heftan careke din çavên xwe berdan jêr da ku bibîne ka li wir çi cîh digirêye, ka tiştek bi encama karê weliyên wî hatiye guhertin yan na.

    Weliyan ta roja mirinê gotina fermandarê xwe bi cîh hanîbûn û bi dilekî tiji bextewerî wefat kiribûn. Bi hezaran mirîdên wan peyda bû bûn û her komekê ji wan daxwaza weliyê xwe bi cîh hanîbûn. Di destpêkê de hevaltî ket şûna dijmintiyê, lê rojek hat dema komeke ji mirîdan dest pê kir bibêje ku weliyê wan ji yên din zanatir û çêtir bû. Dirêj nekir mirîdên her çar weliyan bi hev re bûn dijmin û dest pê kirin kevir û kuçan biavêjin hev. Tenê îcar ne neyartiyeke bi navê endamtiya gundan û eşîrtiyê bû, lê yeke bi navê terîqeta weliyan. Rewş wisa jî nema. Rojekê mirîdên weliyekî li hev kom bûn da ku semînarekê li ser gotinek weliyê xwe bi rê xin. Welî gotibû, “XWEDÊ MIRÎŞKÊ JI HÊKÊ DIXE DER BI MEBESTA KU HÊKÊ JI MIRÎŞKÊ DERÎNE.” Beşdarên semînarê bûn du aliyan, aliyekî got ku Xwedê berê mirîşk afirandiye û yê din got, na, berê hêk hatiye afirandin. Ji wê rojê û şûn ve mirîdên weliyekî bûn du beşan û dest pê kirin xwîna hev û din vexwin. Dû re ji hinek endamên her du beşan beşekî sêyem hat hoIê ku bawer dikir hêk û mirîşk bi hev re hatine afirandin. Li dû demeke ne weqa dirêj ya hatî serê endamên wê terîqetê hat serê mirîdên her sê weIiyên din jî. Mesele li vir jî kuta nebû. Rojek hat ku endamên hemî beşan Xwedê ji xwe bîr kirin. Amanca her kesî ew bû ku ew koma xwe biparêze û hîmên komên din tar û mar bike. Her mirîdekî dikaribû ji bo xatirê şêxê xwe mala Xwedê bi xwe jî bişewitîne; êdî li şûna xizmeta ji bo Xwedê razîkirina şêx bû bû yekem amanc. Wisa jî mezhebeke ku ji aliyê Xwedê ve hatibû amadekirin û bi alîkariya weliyên wî li wê herêmê hatibû birêxistin, bi mebesta ku li wir dijmintiya di nav xelkê de bi hevalbendiyê bide guhertin û rindiyê têxe şûna nerindiyê, têk çû. Li şûna wê man mezheb û mezhebokên bi navên balkêş, yên ku di nav xwe de mirîd dihewandin, mirîdên ku şêxên xwe bi ser Xwedê re girtibûn û Xwedê bi xwe şermezar kiribûn, ta wê radeyê ku êdî meraqa Xwedêbûna li ser wan li cem Wî vemirandibûn.

    Xwedê dîsa gazinc di ber xwe de kirin, Iê îcar li şûna ku tife jêr bike pişta xwe da xelkê wan çar gundan, bi xemgînî keser li dû keserê kişand ta ku ket xeweke kûr û razayî ma. Kes nedizane dê kengê dîsa bi xwe bihese û meraqa nihertina li xelkê wê deverê bike, ne jî kesek dizane ger mirîdên wan mezheb û mezhebokên xelkê wê herêmê dê rojekê ji rojên Xwedêyê ji wan dilsar bûyî bibin yek. Çîroka min çû li qatê, rehme li dê û bavê cim’atê.

    (Didomîne: Beş 6 di hejmara meha li pêş de)

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1