MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Pexşan
  • Pîr Rustem: Zarotiya Neynikê û tiştin din (roman, beş 1)
  • O. Henry: Pelê Dawî (ji inglîzî: Aydin Rengîn)
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Wendabûn (roman, beş 5)
  • Eyûb Kiran: Pilingê Serhedê (roman beş 5)
  • Bedirxan Epözdemir: Nivîsê rebenê (cerribandin)
  • Lokman Polat: Evîn û evîndarî (aforîzma)

  • Zarotiya NEYNIKEKÊ û tiştin din

    (roman, beş 1)

    Pîr RUSTEM: [email protected]


    Pîr RUSTEM: Di sala 1963 an de û li gundê ÇEQELA (Gundekî EFRÎN ê ye) ji dayîk bûye. Ew çend salên pêşîn li wir dimîne û di dû re mala xwe bar Bajarokê CINDIRÊS ê dikin û heya ku, xwendina lîsê kuta dike li wir dimîne û ji bo xwendina bilind di zanîngeha HELEB ê de, ew çend salan li wir jî derbas dike, lê ji berî ku ew xwendina endeziyariyê kuta bike û di rêza çaran de berdide.

    Wî gelek çêrok û gotar di rojneme, kovar û malperên kurdî de belavkirine, wek: STÊR, PIRS, ZANÎN, ASO, A. WELAT, J. REWŞEN, ARMANC, DENG, PEYV, PÊNÛS, ZEVÎ .. hwd. Û mîna evan malperan; efrin.net, amude.com, rojanu, qamislo, tirej, kobani, penakurd, Mehname û.. pirekên din û heya bi nuha çar berhemên wî yên çêrokan jî hatine weşîn, ew jî ev in:

    1 - Çivîkên BERAVÊTÎ. Çêrok, ji weşanên kovara ASO ye, BÊRÛT- 1992.

    2 - PILINDIR. Çêrok, ji weşanên kovara ASO ye, BÊRÛT - 1993.

    3 - PÛTVAN. Çêrok, ji weşanên MERX ê ye, BÊRÛT - 1998.

    4 - TÎRAV. Çêrok, ji weşanên SIPÎRÊZ e, DUHOK - 2002.

    Ji STÊR û MAYA re
    Pîr

    Sipasiyeke xasma ji Dîno û Idrîs re; Erê ew du xortên dîn in, lê dikarin welatekî hilgirin.

    Bi salekê Ji wî mezintir e.

    Sê tişt li ser rihela wê jê re kirîbûn; şalek, sekreton û neynikekê, digel çend bazin û gustîlên zêrî û ewê bihêlin ku mêrê wê bi fen û fûtan, wan jê bistîne û diyarî jina cîranê xwe bike û rojek ê bê ku, sekretona wê jî bibe deriyê avrêjê. Di dawiyê de dê ji bilî neynikê, titiştî din, ji rihela wê nemîne ku, di rojên xwe yên dawî de diyarî kurê xwe yî bi tenê bike.

    Ew bi hev re mezin dibûn, xewn û bûyer, çêrok û rojên jiyana xwe bi hev re dijmartin û di bîr û pelên jiyana neynikê de tomar dikirin; di hember wê de radiwestî û di danûstandineke dirêj de, jiyana xwe bi hev didan nasîn, qijmorekên riwê hevdu dijmartin û di rojekê de xwest zanibe ka bîra neynikan heye yan na, wî pir caran ev pirs ji xwe dikir: “ewê hemû roj û çêrokên min bi min re dîtin û jiya, çima ez lê venagerim û jiyana xwe bi şêweyeke nuh narêsim, ez dikarim li ber mofirkên pêwîst rawestim û li gor dilê xwe bi wan çêrokan bilîzim”.

    Koçerê Başûrî derbas hundir neynikê dibe û rojên xwe tev dide, jiyana xwe diherikîne; çemekî zengîn bû û di pir mofirkên bive re derbas bûye. Zayîneke ne normal bû, pir çêrok û efsan li ser hatibûn ristin; di bîst û nehê sebata sala kebîs de hatiye dinê û evê yekê dihêşt ku, ew her çar salan çarekê zayîna xwe bi bîr bîne. Di roja zayîna xwe de kenî û bi kenê wî re çend caran gund tête hejandin û agirekî şîn, di çi pixareyên gund hebûn, gur dibe.

    Di roja hatina wî de sê kes ji Başûr de hatin û mizgîniya zayîna pêximberekî bi xwe re anîn û dîsa di wê rojê de, sê bûyerên mezin çê dibin; kenê ewî zaroyêku, nuh ji dayîk bûye û vebûna du kefenan di odeya wan de; pêçeka Koçer û kefenê diya wî û dîsa di ewê rojê de serleşker êrîşe avahiya serokê komarê dike û wî di gorepana bajêr de bi dar ve dike û ewê nuh jî di hevpeyvîna ku, telvizyon pê re dike de dibêje: Ji îro û pêve emê rojin sipî di jiyana we de biçînin, ev roj dê dawî be ji dîroka hêzên reş re û ji îro bi şûn ve emê evê rojê weke cejneke netewî binasin û eynî di ewê rojê de, dêla cîrana heftê cewrikî tîne û bavê wî, yekê jê re digre û ewê, pir caran, nanê devê hevdu birevînin.

    Bayekî zirt radibe û bêndera pelên jiyaneke kefnikî hildiweşîne, li ba dike; “Ji mafê mine ku, ez jiyana xwe li gor daxwazên xwe bixwînim”. Dest davêje pelekî nîv şewitî û ji refên pelên ku, bi bayê zirt re difirîn digre û piştî xwendina ewî pelî, bi kenekî tijî kîn diqîre: “Ezê bihêlim ku her bûyerek, çêrokek û rojek ji rojên jiyana min bi hezar şêw û rengî bêne nivîsandin”. Û bi birûskên ku, ji çavên wî diherikin, neynik dibe hezar perçe û perçe û her yek, ji aliyekî ve, li jiyana wî dinire.

    - Koçer.. . tu îro ji bîr nekî û bêyî min neçî.

    - Na mamosta. Û ew ji nuh ve vedigere ser hevalê xwe, ewê ku, li gor gotina wî, pênûs jê dizîbû. Dema dengê wan bilind dibe, mamosteya wan serî hildide, dengekî dudiwan li wan dike, lê gava dibîne ew ranewestin, ber ve wan tê.

    - We ji hevdu xêre, hûn çi ji hev dixwezin.

    - Koçer pênûsê min ji min distîne. Ewê por qij û çav reş, bi girî bersivê dide.

    - Te çima bir. Hêrsa wê ne li gor bihintengiya mamosteya ye, ku demên tiştekî wilo di navbera şagirtan de çê bibe.

    - Derewan dike, ev pênûsê mine û wî ji min diziye. Koçer bê girî û ne li gor dudilî û tirsa şagirtan, bersiva mamosteya xwe dide, di gotinên wî de nasdibe ku, wî tirsa şagirtan şikandiye.

    - Bi Xwedê min.. . Bêyî ku, ew lawikê por qij, gotinên xwe bibe serî, dengê xwe dibire; girî nehêşt ku, hevoka xwe bi dawî bîne.

    - Bes tu digrî; ji mêran re şerm e ku ew bigrîn. Ew li Koçer dizîvire û jê dixweze ku, pênûsê wî jê re vegerîne. Dema nuha em herin mal, ezê pênûsekî xweşiktir bidim te. Û ew ji kurikê por qij dixweze ku, here riwê xwe bişo.

    Piştî nelihevkirina herdu şagirtan bi dawî kir, Raşêl a Mistê; mamosteya rêza çaran, bi destê Koçer digre û wî dibe û li ber maseya xwe radiwestîne, bêyî ku destên wî ji nav ên xwe berde û hêdî-hêdî, wî ber bi xwe ve dikşîne, heya hêşt hilma wî mîna çemekî ji kizotan di sîng wê de der bibe û di geliyê ku, di nav herdu memikan re, biherike.

    - Tu dizanî ez çima îro te bi xwe re dibim mal. Mamosta dipirse û di qorzîka çavan re li wî dinire. Koçer bi pirsa wê re sor-mor dibe û bersiv jê nayê, lê di çavên wî de bi hezaran wêne û bûyer dibarin û li pêş giyanê wî asoyekî vekirî ava dibe.

    Koçer radihêje hinek tûrên mamosta xwe û pêre-pêre dimeşe, bi pozbilindî li hevalên xwe dinire û carina çavan di wan de sor dike, ew dizane ku, meşa wî ya îro jî dê bikeve ser zimanan. Li ber derî ew hinekî bê deng radiweste û pir naçe dengê mamosteya wî ji hundir ve tê.

    - Koçer.. , tu çima li ber derî maye. Gava ewê dît ku, ew hinekî dereng ma, ji xênî derket û ji wî dixweze ku, ew bide dû wê. Dema Koçer tûrên di dest xwe de datîne, dixweze derkeve û bide ser riya mal, lê mamosteya wan, wî dide rûniştin.

    Ew dêst bi danîna cilên xwe dike, mîna ku ti kes li cem wê tinebe. Koçer hin caran bi dizî û di bin çavan re lê dinêre, belê wî ji berî evê carê jî memikên diya xwe û yên hin jinên din jî dîtine, lê ne wek ên mamosteya wî bûn; ewên ku dîtibûn giş mîna hev sisto-pisto û ji hevketî bûn, lê yên mamosteya wî du hinarin di nav zeviyên berfê de.

    - A .. a, min ji bîr kir ku tu birçiyî; dê bigre û evê sêvê buxe, heya ku, ez cilên xwe datînim û emê, di dû re, bi hev re nên bixun. Dema ku ew li hundir dimeşe, herdu hinarên sîng bi meşa wê re, dimilmilin, lê gava ew hat û sêv da dest wî û hinekî wilo li pêş wî ma rûniştî, hêşt sipîka çavên Koçer birije û her tişt ji pêş wî bête revandin.

    Koçer bi xewnên xwe ve dûr çûbû û dema ku, ew şiyar dibe û dibîne ewî li hember, neynikê rûniştî û pişta xwe daye wî, kir ku ji odê bireve. Lê di ewê kêlîkê de ew li wî dizîvire û gava dibîne ku, hîne sêv li pêşiya wî ye, bêyî ku ew destan bidêyê, gotê.

    - Te çima sêv nexwar, fedî neke.. ka ji min re bîne. Dema dît ku ew ji cihê xwe nelivî, ewê hat sêv bir û ji nuh ve çû li cihê xwe rûnişt, lê evê carê bervê wê ber bi wî ye û piştî sêv kire du beş, jê xwest ku ew bê nik wê.

    - Na, ez naxum. Bi tirs li mamosteya xwe vegerand û bêyî ku lê binire.

    - Were, emê bi hev re buxun. Bihna fermandariyê ji gotinên wê dihat, Koçer bi ustûxwar, li pêş wê radiweste û beşeke sêvê jî li ber lêvên wî yên dilerizîn, bû. Dengê giriyê wî jî mîna riswakirinekê di hundir xênî de, belav dibe.

    - Tu çima digrî. Bi gotinê re wî bi sîngê xwe ve dike şima û piştî çend ramûsanan û dest xuşandina di ser porê wî re, Koçer hêdî dibe, lê şermeke giran wî komî serhev dike.

    Dema wê dît ku Koçer bi lîstikê kêfxweş bûye, ew bi rihetî di nav ranên xwe de bir î anî û gava kela wê bi evê yekê narije, dest davêje pantironê Koçer û jê datîne. Lê gava Reşêl ewî bi tenê dihêle û dibîne ku, ew mîna dareke ziwa di hembêza wê de bê liv dimîne, bi nîvê wî yê jêr digre û ewî ber bi xwe ve dikîşne. Bi ewê yekê re hêsir, ji çavên reşik, tên xwar û ava şor û şêrîn tevlihev dibe. Lerzandineke pêdar ji laşê wê der dibe û mîna ku, çawa darek bi lêdana devê dasê re bête xwar, ew li erdê vedimre.

    - Tu çi dikî.. , de ka rabe emê herin mal. Bi gotinên mamosteya wî re, ew hest dibe ku, wî xwestibû xwe têxe hembêza wê. Dev biken û bi gavin lezok ji dibistanê dertên û çavan, weke hercar, di hevalên xwe de sor dike.

    Radibe ser xwe û berve masê diçe, cixreyekê dikşîne û bi sê-çar hilmên li dû hev, pêt dighe nîviyê wê/wî. Ji dema ku wî xwe li ser têxt dirêj kirî de, katek derbas bûbû. Gulmeke çayê, ji piyala ku di nik xwe de ji bîr kiribî, hildide ser lêvan; çêjtiya ava sarincan jê dike û hilmeke nuh ji cixarê dikşîne.

    - “Çima ev çêrok hate bîra min, nemaze piştî evqas sal û keçên ku, jiyana min nîgar kirine. Dive ku ew hezkirina min a bi tenê ye, bes heya navê wê jî nema tê bîra min.. na”. Koçerê Başûrî dinase ku, ev hevpeyvîn, l,stikeke ji yên mejiyê wî ye, da ku, ew bête xopandin. Belê, her tiştên wê demê tên bîra wî; ne bes tenê navê mamosteya wî, lê heya çi xalên li ser gewdê wê belavkirî bûn jî, mîna ku, wî yeko-yeko bi destên xwe çandibin, li ber çavên wî ne.

    Careke din radibe ser xwe û ber bi quncikê ku, kemance tê de daleqandî, diçe û bêyî ku dêst bidêyî, jê bi dûr dikeve. Di hundirê xênî de diçe û tê, her ku gava çaran davêje, ew ber bi paş ve dizîvire.

    Di quncekî odê de textekî leşkerî ye û li nik wî hinik refên hesin ku, çend pirtûk li ser bela-wela bûne, cih girtiye. Li aliyê wî yê din maseyeke formîka û li ser wê jî çaydan û hinek zêtûn ku, di binê sênîkê de mor bûbûn, paldane û dema ku çav ber bi aliyê pencereya bi tenê de berdan, hest bû ku kemanceya wî hatiye dardakirin, gavek berve wê avêt, lê ji nuh ve vegerî û xwe li ser zik avête ser têxt.

    Ew dizane ku, ev liv û netebatiya wî giş vala ne, her dive vegere û kela hinava xwe bi “gerdişa dizî” birjîne. Wî sûnd xwaribû, nemaze piştî ewê cara ku, xwîn bi piştê re hatibû ku; “nema ew vedigere ewê rêkê”. Û dema çavên xwe hildide qatê dudiwan û reşatiya ewê li piş dipelîne, ew bi nîvdengî taxêve: “bes dê û bavê wê winda bibana”. Lê dema ew têdighe ku, ev xwesteka wî xewnerojeke wî ye, dinase ku, ti riyên din li pêş tine ne.

    Ket, mîna cilkeke rizyayî ji hev ket, wî her dizanî dê wilo bihin teng bikeve û bi geniyeke mirdar bête pêçandin, xwe kom serhev dike, bihna laşeyekî genî, kefnikî jê tê û heya piştî ketina serşokê jî, ew bihin jê tê. Ber bi masê diçe; ewê cixareyekê bikşîne û bi kişandina hilma pêşî re hest dibe ku, dem li ber êvarê ye û hîne pariyê nên neketiye devê wî.

    - “Ma ezê çi bixum; hema nanê kevin jî li mal tine ye”. Dêst davêje beriya xwe, tê bîrê ku duh bi wan çend diravên dawî pakêtek û şûşeyekî mey kirî bû. Bi evê naskirinê re radihêje çakêtê xwe û ji odê derdikeve.

    Li ber derî hinekî xwe digre, sîberina ew bir û hina anî; wî hîne bi rê ve, çend caran, ji xwe re gotibû: “ka vegere, tuyê herî çi bikî, tu çi jê dixwezî û ka tu dikarî çi jê re pêşkêş bikî”. Lê weke ku, lingên wî ne yên wî bin, meşa xwe didomand û bêyî ku li derî bide, ew ji ber vedigere.

    Bêyî ku ew zanibe çiqas di ser derketina wî re, ya ji odê, derbas bûye, xwe di deriyê gulîstana mezin de dibîne. Ji westandin û valahiya fereh ku, di hinava wî de der bûbû, dinase ku demeke dirêj li zikakên Bajarê Mezin derbs kiriye. Ewî xwest zanibe di ku û kuderê re meşiye, lê valahiyek ji ya hinava xwe mezintir di mejiyê xwe de dît. Laşê xwe davêje ser danîştoka yekem, ji yên piştî pêpelokan. Bayekî hûnik diherike û dihêle dûpişkên ku, mêjiyê wî dikolin, hinekî rawestin. Bi çavekî nîv vemirt, li der-dora xwe dinire, beriyê piraniya kesên rûniştî li male; piçekî din dê bi tena xwe bimîne û ji berî ku, ew rabe ser xwe, çavên wî bi du evîndaran ku, quncekî reş ji xwe re dîtibûn, dikevin û dihêlin ew hinekî berkenî bibe.

    - “Dem jî dereng bû, ezê herim kuderê. Eger hinek nan li mal heba, minê digel piyaleke çayê, kurmên xwe pê bidana rewestandin”. Di ber xwe de kenî; nema tê bîrê ku di kuderê de çêrokeke wilo, di jiyana Van Gok de, xwendiye.

    Bi gavine çelmisî ji gulîstanê derdikeve. “Ev cih ne ji yên weke min re ava bûye”. Li ber deriyê rojava, ji yên gulîstanê, çavên wî bi kesekî vemirtî dikeve ku, ewî rahiştî tûrekî ji evên semêd û derî bi derî dipîve; her ku ew dighe pêşiya deriyekî radihêje tûrê wan ê gemarê, dêv ji hev dike û dêst bi vekolîna xwe dike, vedibjêre û her tiştî dixe tûrê ser pişta xwe. “Di her jiyanekê de, şêweyeke berxwedanê derdikeve holê”. Koçerê Başûrî di nava xwe de dibêje û di cihê xwe de radiweste; ka evê han dê çi di ewan tûran de bibîne. Ew jî bi rola xwe carekê-diduwan û bi çavekî sar, tijî tirs û pirsa; “tu çi ji min dixwezî”, li wî dinire. Dema temaşekirina Koçer ji wî re dirêj dike, ew bi lez radihêje tûrê xwe û bi nîv bazdan ji wir direve.

    - “Min devekî teze, ji nifiran, li ser xwe vekir”. Koçer xwest dêng li kalemêr bike û jê bixweze ku ji nuh ve vegere ser karê xwe, lê ew ji ber çavan winda bûbû û di şûna wî de soleke dev tijî mîx dikenî.

    Dema dikeve odê, dilê wî mîna laşekî werimî bû. Bi vekirna devê tûr re, bihna kefnikê dihêle verîşiya wî bê û avin kesk ji hinava wî dirje; dema ewî kalemêrî ew tûr li şûn xwe hêşt û piştî ku, Koçer çend caran li dora xwe nihirî, ew bi sivikî berve ewî derî çû û rahişte ewî tûrî û bi lez riya mal girt. Piştî ku xwe û hundir dişo, ew li ser têxt diçelmise.

    - “Çima ez naçim û nanekê ji cem cîrana naxwezim”. Gava çavên wî li ronahiya pencera wan dikeve, ji xwe dipirse: “ewê li mal bin, dê çi xweş ba ku, dê û bavê wê di vê kêlîkê de winda bibûna; ezê bê dudilî derketama jor û minê nanek ji ewê keçkê bixwesta”. Bi dengê giriyê zaroyekî re ji ser têxt tête avêtin, deng nêzîkî wî bû û ewî ne dizanî ku, di xew ve çûbû û dengê zarokatiya xwe kiribû yan jî dengê zaroyekî cîrana bû. Lê dema çavên wî bi katijmêrê dikevin û dibîne ku tîra wê kata diwanzdehan nîşan dide; nasdike ku ew di xew ve çû ye û gunên wî jî giran bûne û ew bi xwe jî nîşaneke din bû ku, ew di xew ve çûbû. “Ez çiqas çayê vedixum, ewqasî jî dimîzim”. Û dema wî xwest deriyê avrêjê têvede, pêjna mirovekî di hundirê wê de jê ve xûya dibe. “ma bi şev jî.. , sibê û me fêm kir ku, yek dixweze ji berî yê din xwe bighîne wê, lê vê nîvê şevê”. Xwe hinekî da alî, pir naçe û Şêrîn; keça qata jor, derdikeve. Gava çavên wan li hevdu dikevin, herdu soro-moro dibin û ji berî ku, Şêrîn derkeve oda jor, ew di qorzîka çavan re li wî dinire û kenekî fedyokî li ser lêvên wê xwe ji bîr dike, Koçer jî evê keysê didoşe û dêng lê dike.

    - Şêrîn. Dengekî sist û lerizî jê dertê, nizanî ewê çawa bihîst û rawestiya. Ez birçîme. Bi gotina Koçer re, keçik bervê xwe hinekî jê diguhêre û ji berî ku, ew seriyê xwe bade, dît ku çavên wê birûsîn. Eger ku nanek zêde hebe, bi xêra xwe bide min. Dengê wî hinekî vegerîbû xuristiya xwe, lê bi gotina wî ya dawî re, ew dengê giriyê wê dike û keçik bi bazdan derdikeve jor.

    Ew ji evê tevgera Şêrînê hinekî şêt dimîne; “aya ew tirsiya ku, ez dêst bavêjimê yan jî cîran û di vê nîvê şevê de, me bi hev re bibînin, na.. na, ew hîne biçûke; bes ne çûktirî te di demên ku, tu bi mamosteya xwe re diçû malê”. Ramanên wî didn dû hev; pir caran Koçer didît ku, ramanên hêja û nirxbilind di avrêjê de bi wî re derdikevin û lewre wî ev ramanên xwe di bin navê “felsefeya avrêjan” de, bi nav dikirin. “Şêrînê nêzîkî li panzdeh saliyê kiriye, ne dûre ku ji berî.. , a nuha ez dikarim qeşagirtina wê di demên ku, seriyê min dibîne fêm bikim”. Û ev çêroka dihêle çêroka “Bûdele” ya Diyostofîskî bi bîra wî re, bêyî zanibe çima.

    Dema ku ji avrêjê der dikeve û dixweze derbasî odeya xwe bibe, sênîkekê digel nanek ku, li ser wê hatî danîn, li pêş deriyê xwe dibîne. Ew çavan bi jor ve hildide, pêjna kesekî ku ji piş perda pencerê direve dibîne, radihêje xelata Şêrînê û dikeve hundir.

    Çend kabik pênêr, bacanekî sor û sê arû di binê sênîkê de ne, ewana hêşt ku hêsireke germ bi riwê wî de bête xwar. Girî, berkenî û xwarina wî bi rengekî dirametîkî tevlîhev dibin; Pir caran hêsirên wî û bêyî ku zanibe çima, tên xwar. Tê bîra wî ku, ew carekê li pêşiya neynikê rawestiya bû û çend mehên wî çêbûbûn ku, bi ser mal de ne çûbû; wêneya dê, xûşkên wî di ber çavan re çûn û hatin û bi xwe re ewrekî baranê anîn. Her ku diya wî didît, ew bê sedem digirî, digotê: “tu jî mîna ewê bûdelê ye”. Koçer dizanî ku, gotin li ser xaltiya wî ye.

    Ev du mehên wî ne ku, hatiye di vir de odeyek ji xwe re girtî. Piştî ku deriyên dostan, di riwê wî de, nema vedibûn û pir şev jî di gulistanên bajêr de derbas kiribûn, -ewî hertim di evan şevan de, bi qeşmerî, ji xwe re digot: “Ma tu ji Malva çêtirî”-, ew hat û ev ode di vir de û di gel şeş malên din ku, cigurafiya wê nîgar dikirn, kirêkir. Di sibeyan de û mîna ku, qulên şana mêşên hinguv vebe, hewş ji kesan dixil-xile. Te dinirî ku ji hemû nifşan ketine nav hevda û ji qîr-qîra wan kela verîşiya yekî dihat, nemaze li ser dora avrêjê; pir caran du zaro bi hevre derbasî wê dibûn, yên derva jî li wan dikirin qîrîn ku, ew bilezînin. Evê yekê, rojên wî yên leşkeriyê tanîn bîrê.

    Her şeş malên din bi zar û zîçin, bilî kale-mêrekî heftê salî û bî, wî jî mîna Koçer odeyek ji xwe re girtî û di van du mehên ku, ew bi hev re, ji bilî sê caran rastî wî nehatibû, hersê car jî di paşevê de bûn; demên ku dikir biçûya avrêjê, ew di quncikê herî tarî de, ji ber pecerê, didît ku ewî li hewşê temaşe dike. Îşev û dema ku ew derket, reşantiya wî di kûraniya odê de winda dibû.

    Odeyên wan li hemberî hevbûn; eger tu ji deriyê derve de bihata û piştî kerîdorekî ji heft gavan û derbasbûna di pêşiya avrêjê re, yek dighêst hewşê. Li pêşî û ji ser destê rastê de, sê ode diçin, odeya pêşî kirine karxaneyeke tevayî û di ya rex de jî karkerek ji evên ku karên rojane dikin û digel jin û sê zaroyan bi cih bûbûn, oda dawiyê jî ya Kalemêr e û di mil wan de, di sîngê hewşê de du ode avakiribûn û xwediyê avahiyê tev jin û keçeke wî ya nîvbûdele, têde bi cihbûbûn û odeya li ser destê çepê, ewa di bin pêpelûkên ku derdikevin qatê jor, Koçer bi zora xatiran bi dest xwe ve anîbû. Qatê jor jî nêzîkî evê endezyariyê ye û di nîvê hewşê de jî kavileke avzêla gulan, zengîniyeke wenda, dide nîşan û di roj îro de zaroyên avahiyê, ew avzêl, ji xwe re kirine cihê lîstikên bi şev. Eger çiqas jî xwediyê avahiyê bi ser wan de biqîriya, ew ji wir nedirevîn û dihêştin ku, pîreka wî derkeve û wî bikşîne odê.

    Koçerê Başûrî, îro ne li gor gerdişê ji xew şiyar dibe; tevî ku ewî dereng xewkiribû, lê dîsan jî di sibeya zû de çav di serî de dilîzin. Gava ew ji avrêjê derdikeve û li ber neynikê radiweste, sorxwûniyekê digel şewatekê di çavên xwe de dibîne û bi ketina hundir re çavên wî li masê dikevin; “çaya duh hîne maye”. Hinek av lê zêde kir, danî ser papora gazê û dema berda piyalê dît ku, rengê wê hîne mîna ava cilşoka maye, çend fir jê birin û cixareyek vêxist. Sênîka ku Şêrînê ji mal dizîbû li pêş wiye, di binê wê de du kapikên pênêr ma ne, lê dilê wî xwarin nedixwest. Ber bi pencera wê dinire, dibîne ku hîne perde bi ser de berdayiye; ”ez çiqasî zû ji xew rabûme”. Bi dîtina perda berdayî re, bi bîr tê ku şeva çûyî xewnek dîtibû û gava dixweze bîne bîra xwe, dikeve nav valahiyeke bê kenar.

    Heroj Koçer li ser dengê wan radibû, sixêf dikire evan hêçên ku, nahêlin yek bi xewa sibê şa bibe û wî ji nuh ve serî dixist bin balîvê; ev yeka jî ji gerdişên wî bûn, eger ku xewa wî bireviya û weke ku, wî xew di bin balîvê de veşartibe, wî seriyê xwe dixiste cem. Îro cara pêşiye ku, ew zû radibe û temaşa tevgera cîranan dike, ew hinek riwên nuh dibîne, ev bû du mehên wî ne û hîne nizane kî pê re rûniştiye. Ewê karmend jî ji zû ve rahiştibû tevir û bêra xwe û çûbû, Kalemêr jî cihê xwe yê hertim girtî û dema ku, Koçer guleke sor di dest wî de dibîne, ew şêt dimîne; ji geşbûna wê xûya dibû ku, ew ji berî kêlîkekê hatiye jêkirin; “lê ji ku, di evê kavilê de mirov nikarin bijîn, ne gul”. Bi dengê daketina kesekî ji qatê jor, Koçer ji xewnerojên xwe şiyar dibe, çavên wî li yên Şêrînê dikevin û bêyî ku, zanibe dê çi bike, ew radibe ser xwe, lê ji berî ku ew bighe wî, Kalemêr dengekî li wê dike.

    - Şêrîn.. , tu bêyî gula xwe dernekevî. Ew bi gotinê re, nirîneke reş li Koçer dibarîne.

    - ji xwe re bihêle. Ewê bi qehreke ne li gor salên xwe vegerand. Yan jî bide Koçer. Û di vir de ew bervê xwe ber bi wî dike û ji berî ku, ew karibe bersiva wan bide, Şêrîn derdikeve û komeke, ji zarokên avahiyê, didin dû wê, da ku, pêre derkevin dibistanê.

    Kalemêr di cihê xwe de ziwa dibe û dema Koçer berve wî dinire, şopa hêsirekê ku, xwe di çavên wî de ji bîr kirî. dibîne. Gava ew ji mal bi dertê, dengê nalîneke bi jan dide dû wî.

    Di dawiya zikakê de dît ku, Şêrîn li xwe zîvirî, mîna ku zanibe wî daye dû; hêşt ku ew ji rewşa xwe bikene: “min bawer ne dikir dê rojekê bê û ezê bidim dû keçeke ku, hîne rêza nihan dixûne”. Dema dighe wê û bêyî ku, titiştî jê re bibêje, di gel wê dimeşe.

    - Tu yê vê sibê biçî kuderê. Şêrîn bi rovîtî jê dipirse û dihêle diranên wî yên kurmî bên xûyan û bêyî ku, dengê kên jê derkeve, keçik careke din jê dipirse: tu bi çi dikenî.

    - Kê gote te ku, ez kenîm; bes pirsa te hin tişt anîn bîra min.

    - Çine ev tişt. Bi bergereke zarotiyan, ew dipirse.

    - Dev jê berde, nehêjayî gotinê ye.

    - Ez dixwezim bibhîsim. Evê zarotiya wê hêşt ew, ji rewşa ku xwe bi xwe xistiyê de, şerm bike.

    - Paşê, nuha wan bihêle û ka bêje: te çima vê sibê wilo kir. Dema Şêrînê guhdariya wî dikir ditirsiya ku, ew li ser şeva çûyî bi peyve û gava dît ku, gotin li ser negirtina xelata Kalemêr e, bi qehir li wî nirî û gotê.

    - Çima ew nade ti kesî din, her roj wilo dike. Bi bihîstina hevoka dawî re, çav di seriyê Koçer de beloq dibin û meraqa naskirina çêroka wan gulan, li ba wî, bêtir dibe.

    - Her roj.. , her...

    - Erê .. , sibê zû, hema nizanim wan ji kuderê tîne û ew li hêviya min disekine, da ku, bide min. Heya ewê hîngê ew gihîştibûn nêzîkî dibistana wê û Koçer nexwest ku, hevalên Şêrînê wan bi hev re bibînin û bêyî ku, ew destên xwe bide wê xatirê xwe dixweze. Piştî çend gavan davêje, dengê wê dike û ew dipirse: dê kengî vegere mal. Lê bêyî ku deng bi wî keve, ew dizîvire û milên xwe dihejîne ku, ew jî nizane.

    - “Ez çawa pêre meşîm; belkî kesekî nas rastî me bihata”. Çêroka Kalemêr, evê tirsa wî ya ku, ji nişkave jê re derketibû, winda dike;. “ew tê mêjiyan ku piştî evê rewşê, yek karibe hîne.. û bi kê re”. Kenê wî dihêle ku, çend kesên bi bazdan diçûn ser karê xwe, bi çavin nîv li xew û behitî, li wî binirin û bêyî ku, ew guhbide wan, di nava xwe de sipasiya Kalemêr dike; ewê ku hêştibû cara pêşî, piştî salin dirêj, ji dil de bikene.

    Dema wî bidîta yek dikene dibehitî û dipirsî: “ma hîne karîn li cem wan mayî ku, ew bikenin”. Koçer di ewê baweriyê de bû ku, kenê wan bi xêra hêza gerdişan didomîne. Gava çavên wî li dikana katijmêran dikeve, xwe lê digre; “ezê çibikim jê, çiyê min ji demê û hejmartina rojan heye”. Piştî ku wan çend diravan distîne, bi bihintengî derdikeve û dizane ku, xwediyê dikanê bi wî kenîbû.

    Piştî ku ew derketin, Kalemêr xwest bide dû wan, lê gotinên Şêrînê kabokên wî herifandibûn û axîneke reş di zimanê wî de şîn dibe; nemaze gava dêv ji hev dike, çend pêrçemok jê difirin û gula di dest wî de diçelmise, ew dibe marek û ber bi jor ve dikşe û xwe di nav beştên ban de vedişêre.

    - Te çi di ban de windekirî. Dengê pîreka xwediyê avahiyê wî vedigerîne odê. De ka were taştiyê buxe.

    - Dilê min nakşîne. Jinik bê bawerî lê dinire; ev cara pêşiye ji deh salên wî ku, ev ode li ba wan girtî û ew ji sozên xwarinê dimîne.

    - Çima kalo nehat. Dema ku jinik dikeve hundir, keça wê ya nîv bûdele dipirse.

    - Ez nizanim vê sibê çi bi wi hatî. Bi peyva dawî re, li ber serî sifrê rûdine.

    - Çêtir e. Pariyê ku, devê wî tijî kiribû, nehêşt ew bi axive. Tu bi ya min bikî, ew pereyên ku ji wî tên bila bi rêve birijên.

    - Ne ji bo peran; ka ewê li ku, bi xwe, xwarinê çêbike? Marya li mêrê xwe vedigerîne.

    - Ê.. ma ew bav-birayê me ye, an em xizmekarên wî ne. Ev bûbû çend carin ku, Agob dixwest evê babetê bi jina xwe re veke, lê hertim wê rê li pêş wi digirt.

    - Ne eve û ne jî ewe, bes me carekê soz da zarên wî ku, emê xizmetî wî bikin.

    - Bila pera bide min; ezê xwarinê jê re çêbikim.

    - Tu nanê xwe buxe. Bav, keçika xwe azar dike û gotinekê, bêyî ku ber bi tikesî bike, dibêje: Eger ku yek, tiştek da, dê çima ne tiştekî hêja be.

    - Dîsa te xêre, çi bir-bira teye. Keysek li pêş jinikê vebû ku, babeta Kalemêr bi nav lingan xîne.

    - Ma ne ew jî ji te ye. Agob vedigerîne û dêst davêje piyala çayê, da ku, pariyê zêtûnê daqirtîne. Bi kut-kuta dêng re derdikevin derve, dinirin ku bahozek a dengan û tozê ji oda Kalemêr dikşe.

    - Te çi di balîv de winda kirî. Agob bi ketina derî re dibêje, lê dîtina ewê balîvê ku, bi lêdanên bastûn di dest Kalemêr de, hatiye perçiqandin, ew şêt dimîne.

    - Divê bimre. Bastûnekî nuh li balîv dide; “ev deh salên minin ku, ez te bi şîr û şêkir mezin dikim û nuha.. him”. Çovekî nuh, di nîvê balîv de di teqîne. Dema ku Agob dibîne çav di seriyê Kalemêr dilîzin û bi balîv re diaxive, xwe hinekî digire.

    Hîne ew û jinika xwe di derî de rawestiya bûn û nedizanîn ewê çi bikin, Kalemêr radihêje balîvê ku, ji hev êxistibû û dixe hembêza xwe û mîna ku, yek rahêje zaroyekî xwe, dêst di ser re dixuşîne û dema riwê xwe datîne ser, bi dengekî bilind digirî.

    - Bes dînek ji evê malê kêm bû. Gava Agob dibîne ku, ew çû û di quncekî odê de rûnişt û balîvê perçiqandî li ser kapoka xwe danî, li jina xwe vedigere û dibêje: De ka em herin, xûya ye dixweze zaroya xwe di xewê ke. Rastiyek di gotina wî de hebû; piştî ku Şêrîn bi ewê şêweya vê sibê derketibû, divyabû wê vegerîne û gula di dest xwe de bide wê.. . Û gava ku, gulê berve wê dirêj dike û ew ji dest wî nagre, radihêje bastûn da ku wê bitirsîne, lê dema dibîne ku, ew bê şerm û tirs xwe di ber ewê din re dirêj dike, nema Kalemêr xwe digre û bi lêdana pêşî re dihêle Koçer bi derve de bireve. Wî yê bi evê yekê bikra eger ku, wê jî nexwesta bida dû wî, evê yekê hêşt ku ew hêrs bibe û nema dizanî çi dike.

    - Çima te ez hêştim û tu çû.. , na hûn derewan dikin. Tu guh nedî wan, ha.. ha.. birevin, bide dû wan, çima tu xwe vedişêrî. Min nebirî, bi Xwedê ne ezim, na.. na, min girênedin.. min li vir nehêlin... Yadê neçe, min berdin. Te jî pir tişt ji min dizîbûn. Dema ku dengê Kalemêr bilind dibe, cîran ji nuh ve li ber deriyê wî kom dibin. Ev ne cara yekê ye ku, ew dikeve vê rewşê, lê ev car bilindtirî her car e.

    - Ka derkeve cem wî û hinekî pê re bi axiv, belkî ew hêdî bibe. Jina Agob jê dixweze.

    - Te nedît cara paşin çikir; tu dixwezî ku ew bastûnekî li qoqê min bidî. Lê gava ku dibîne kirêciyên avahiyê li ber deriyê Kalemêr kombûne, ew jî derdikeve û bi derketina xwe re dêng li wan dike: Wî bi tenê bihêlin, kombûna we dihêle ku, ew mîna gayekî berdayî har bibe. Agob bi nermî dikeve cem wî, ev deh salên wanin ku, ew bi hev re ne, kêmkasiyên hevdu nas dikin. Ew hinekî hêdî bûbû, balîvê ku ji hev xistibû daniye aliyekî û cixara tutûn di nav lêvan de dilerize. Bê axaftin ew hinekî dûrî wî rûdine, Kalemêr qutiya tutûn ber bi wî têve dide, bi vekirina devê wê re pişkeke bi hêz ji bêvlên Agob dikşe. Ev bêvlên segane, bawerim ku çewtiyek çêbûye; bes ku bihneke biyan dikim, eve rewşa min. Carekê zimên di ser lêva pelê cixarê re dibe û bi çend diranên nîv kefnikî, ewî pelî di çend ciyan de dikurisîne û bi hosteyî, tiliya xwe di ser lêva wê ya şil re dixuşîne.

    - Tu hatiye da ku çêrokê bibhîse. Bêyî ku serî hilde, Kalemêr dibêje Agob.

    - Dev ji çêrokan berde, eger ez neyêm ba te ezê bi kuve herim; hema rûniştina bi te re çêtirî mayîna bi Marye re ye. Wî dixwest li ser jina xwe bi peyve, lê tirsiya ku dengê wî bêtirî çend mitrên odê bimeşe. Te nan nexwar, ka rabe em herin û bila xwarinê ji te re çêbikin.

    - Dilê min nakşîne, bes bila çayekê bidin me. Bêyî ku Agob ji cihê xwe bilive, dêng li keça xwe dike û çayekê dixweze. Ew hîne rûniştibûn, Koçer derbas, oda xwe dibe, bi hatina wî re madê Kalemêr zer dibe û hin gotin li ser zimanê wî şîn dibin.

    - Çi di nav bera te û wî de çêbûye. Agob ber bi deriyê Koçer dinire û pirsa xwe mîna marekî reş davêje, dihêle Kalemêr komî ser hev bibe.

    - Ne tişt. Bi tiliyên rizyayî dêst davêje qutiya tutûn.

    - Tu ji berî aniha rastî wî hatiye. Agob xwest di deriyekî nuh re êrîş wî ke.

    - Tu çima dixwezî dijmantiyekê têxe navbera me.

    - Ez..!

    - Belê, ev bû çend carin tu evê pirsê dikî û min gote te ku, ez wî nas nakim, ti tişt di navbera me de tine ye, vêca tu çima pirsa xwe dubare dikî. Agob têghêşt eger ku hinekî din pêde biçe, dê têkeve rewşeke tehil, lewre bi nermî jê dipirse: Tu ji zûde bi ser zarên xwe de çûye. Kalemêr têneghêşt ka ew çi dixwez e, lê gotina; “zarên te” dihêle ew bikene û berve oda Koçer binire.

    - Zarên min, kê gote te zarên min hene.

    - Dîsa jî ji bilî xwe çêtirin, te yên xelkê nedîtine.

    - Li ser çi, ev bû deh salên min in ku ez li ba we me, te ew carekê jî li vir dîtine. Eger ku kerekî yekî hebe û pîr bibe dîsa jî ew wî navêje û her çendekî bi ser wî dikeve, ka çi bi wî hatiye.

    - Tu çima rindiyên wan winda dikî; her meh ew mizaxa te dişînin û .. . Kenê Kalemêr gotinên wî dibire.

    - Belê, tu diçî û ew pariyeke nan davêjin pêşiya te û çend sêxuran ji min re jî dişînin.

    - Na, îro axaftin bi te re zor e.

    - Çima tu ji rastiyê direvî, ma ne wilo ye. Agob dizane ku rastî di gotina wî de heye, lê naxwezê nas bike. Piştî evqas ked, tuyî dibînî.

    - Loma ji wan neke, ew nikarin dev ji karên xwe berdin û bên li ber pozê te rûnin.

    - Agobê min, qet di ber dilê min re neçe û neyê; ez ne zarome, piştî evî temenî, yek dikare tayê reş û sipî ji hevdu derîne, bes ji bîr neke ku, çawa seriyê min li keviya îşkê xistin dê rojekê bê û zarên wan jî ê bi lingên wan bigrin û di cihê ku, ez têre xuşandime, ew jî yê bêtin xuşandin.

    - Çêtire ku yek bi xortanî ji evê dinê barke. Kalemêr berkenî dibe; ewî naskir ku, Agob bi veşartî dêv davêje pîreka xwe.

    - Bes ji bîr neke ku, dar bi berê xwe şêrîn e, lê xûya ye berê me tehle, gereke ji zû de ev dar bihata birîn, lê wer dixûye ku xwediyê wê merivekî bê kêre.

    - Te dest bi kifriyan kir.

    - Gotinên pir bide aliyekî, tu çi dibêjî ku, em îro bi hev re piyalekê hildin.

    - Bes di kalbûna şevê de; tu dizanî ku ez naxwezim cîran ji me aciz bibin.

    - Cîran an Marî. Kalemêr dibêje û ji berî ku, ew kenê xwe bi dawî bîne, Agob derdikeve; tu çima çû, çêroka pîrê li dilê te nexweş hat.. ev kuve çû. Lê gava xuşînî ji nav beştên ban tê, bîr dibe ku marê reş di wir de cih girtî, ber bi wir ve dinire dibîne ku, pilindirê wî jî ji nuh ve vegeriye û konkê xwe di quncê berê de ristiye. Radibe û ber bi ewî quncî ve diçe: Tu yî mezin bûyî, di evê windabûnê de te kî daqirtandî.. belê ez dizanim ku, dora min jî nêzîk bûye. Dema bastûn ber bi ewî ve têve dide, ew xwe di nav beştên ban de vedişêre.

    (Dewama wê di hejmara bêt de)

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1