Hûn Mafê kîjan Jinê diparêzin? Kî mafê wan keçên jibona ku serê xwe
digirin
ji dibistanan tên avêtin, diparêze..? Ma mefhûmê mafê jinan li ba we
çîye..? ew Jinên ku serê xwe di nixêmînin û ji bona Laçika serê xwe ji
kar
tên avêtin, ma bi ya we ev ne mafe ku mirov xwedî lê derkeve..? Tenê
hûn
mafê wan Jinên ku stîla jîyana we qebûldikin, di parêzin..? ka xweda
giravî
hûn mirovên nûjen û pêşdeketi bûn û we behsa demokirasî, piralî û
pirkulturî
dikirin, lê hûn hê tehemula yek mêter Laçika serê jinan nakin. Gelo ma
ev
durûtîye an paşketîbûne an jî nîjatperestî û dujminatîya Muslimanan
ne...?
Îro em di dema ku herî mafên mirovan tên binpêkirin, fikr û raman tên
qeyd
û bendkirin û Dîn û dîyanet têne astengkirin de dijîn. Digel vê bê
Edaletî,
neheqî, zulm û zoradrîyê ji, li tevaya cîhanê yên ku behsa maf, heq û
huqûq
dikin pirin, xasma parêzvanên mafê Jinan wekî gurê meha sibatê birçî û
çavên
wan li nêçîrekî be, ew jî wusa li bendêye ku di nava malbateke, an jin
û
mêrek de pefçûn û nexweşîyekî peyda be û ji wana re bibe mezeme ku ew
karibin li ser birîn, pêjin û perçebûna wê malbatê firîkên xwe bi qelînin û
bibin popûler.
Di pêvajoya pêşveçûyîna mirovatîyê, di werê teknolojî û teknîkê de û
paşketina mirovatîyê di warê exlaq û edebê de, gelekî tiştên erênî û
yên
neyênî bi xwe re anîn. Piçûkbûna dunyayê û guhastin-tiransport-a
agahdarî-înformatsîyon- yên erênî û neyênî bandora xwe li ser tevaya
cîhan,
milet û malbatan kirîne.
Guherînên ku li cîhanê çêdibin, barabêtir bandora xwe li ser jinan
dikin.
Ferqa di navbera mêr û jina de, ew ku jin zêdetir ji guherînan re
musaîde û
tiştên nû qebûl dikin. Ev xisleta jinan, rê dide hin kesan ku li ser
pêjin
û hisîyastên wan bilîze û wana ji bona berjewendîyên xwe yên sîyasî û
aborî
bikar bînin.
Gelek Komele û Rêxistinên ku xwedî li mafên jinan derdikevin, mafê
jinan
diparêzin û doza wekhevîya jin û mêran dikin henin.
Gelo van Komele û Rêxistinana xwedî li mafê kîjan cûre jinan
derdikevin.. û
ew mafên ku ew diparênzin çine..? di pirogiramên wan Komelan de çi heye
û ji
bona çareserkirina pirobleman hewuldidin an jî dixwazin pirobleman
peyda
bikin û hwd.. pirs pir in.
Wexta ku mirov li pîlan û pirogiramên van Komelana dinêre, tê de
tişteka
ku xizmeta civakê bike û piroblemên navbera malbatan de çareser bikin
pir
kêm in, heta mirov kera bêje; ku qet tunin. Dûrişm-silogan-ên wan
wekhevîya
mêr û jinan e, lê ev wekhevî çiye û naveroka wê çiye ne zelal e.
Di programa wekhevîya jin û mêran de, jina azad heye û jina azada ku
ew
behsa wê dikin, bi serê xwe problemeka mezin e û perçekirina malbatê ye.
Dema
mirov zewicî be mirov bi hevdû ve girêdayî ye, ne mêr bi serê xwe û ne jî
jin
bi serê xwe azad e. Dema jinek an jî mêrek bi serê xwe çû bar, û dans û
dîskoya û li gel zilam an jî jinên beyanî reqisîn, piroblemeka mezin di
navbera malbtê de peyda bibe û ji bilî perçbûnê wekî din rêyeka
çareserîyê
namîne.
Wekî dixwîye ku parastina jina azad ne avakirin civakê û çareserkirina
piroblemane, belkî wêrankirina civak û malbatêye.
Van Komele û Rêxistinan mafê hemî jinan û her mafî jinan naparêzin. Bi
tenê
mafê wan jin û keçên ku ji Dîn, kultur, urf û edetên xwe dûr dikevin,
xwe
înkar dikin an jî bixwazin mêrê xwe berdin û jîyaneka wek jîyana
Ewrûpîyan bijîn, di parêzin û rê nîşanê wan jinan didin û ew jinên ku
sitîla jîyana wan hilbijartîye, wekî ku li Ewrûpa tê gotin jîyna
moderin ku
bê zewac bi hevdû re dijîn mêr bi serê xwe û jin jî bi serê xwe li
kuderê
sibe li wêderê jî êvar , li van jinan xwedî derdikevin.
Ma gelo nûjenî- modernîzim tenê ewe ku mirov xweşikîya cismê xwe nîşanê
xelkê bide, vexwarina mey û çûyîna disko , bar û pavyona ne, an jî
xwendin,
zanîn, îrfan, teknîk û teknolojîye..? Gelek mirov hene behsa jîyan
modern
û pêşveçûyîna dunyayê dikin, lê wan mirovana tu tiştek ji teknîk û
zanîna
vê dunyayê negirtine û mejûyê xwe pêşve nebirine, bi tenê guherînên li
ser
girêdan cil û berg û tevger û jîyana xwe ya malbetî kirine û di cîyê
jîyana
malbatî ya bi rêz û qedir de, jîyaneka bi tenê, egoîst, li kolan, bar û
pavyonan girtine. û mejûyê wan mirovana mejûyê herî paşvamayîye.
Eynî Komele û Rêxistin, ew kesên ku bi Dîn, Kultur, urf, edet û malbata
xwe
ve girêdyî bin taluke dibînin. Di Medya, Televîzyon, Dibistan û hemî
rêyên
ragîhandinan de, bi tenê sitîla jîyanekî nîşandidin û vî yekê ji bi
navê
demokrasiyê dikin.
Ew jinên sergirtî li himber xwe taluke dibînin û li himber jîyana jinên
Musliman her cure astengîyan derdixînin.
Ma ne qaşo hûn xwedî li mafê jinan derdiketin? Ew jinên ku bi gorî
emrê
Dîn û dîyaneta xwe serê xwe digirin ne jin in...? Di Dibistana de
Laçika
serê jinan tên qedexe kirin, nahêlin Keçên terên cuwan bixwînin û di vê
cîhana nujende bibe xwedî gotin, lê kesekî vê zulmê nabîne û mafê van
jinana
naparêzin.