MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Bedirxan Epözdemir: Siyaseta kurdên bakur - navek giran, warek wêran
  • Fuad Sîpan: Tirkan rovî û riwekên Kurdistanê jî kirin cudaker!
  • Dilbirîn Şerefdîn: DEHAP bo çi beşdarî xwepêşandanan bû?
  • Cankurd: Nivîskarê ku jiyan avêtiye paş xwe: Hunter S. Thompson (1937 - 2005)
  • Lokman Polat: Helbestvanê evîn û têkoşînê: Nîzar Kabbanî
  • Fuad Sîpan: "Kurdistanek bê Kerkûk gewdeyek bê dil e"
  • Cankurd: Putîn Rûsyayê kûve dibe?
  • Dilbirîn Şerefdîn: Gelo mafên hemî jinan ne yek in?!
  • Fuad Sîpan: Tirk û Ewropî bi hev dikevin!

  • TIRKAN ROVÎ Û RIWEKÊN KURDISTANÊ JÎ KIRIN CUDAKER
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    Almanya, 12.03.2005

    Rovî û riwekên Kurdistanê jî bûne bela serê dewleta Tirkan. Her tiştên ku bîhna Kurdayetiyê jê tê û her tiştên ku navê wan Kurdî be, hemû li ber çavên Tirkan cudaker e, ku Tirk jê re ”bölücü” dibêjin. Ji ber ku qaşo rojnamegerekî Tirkan bi navê Yalçin Dogan (ez loma gotina qaşo bikar tînim, çimkî piraniya rojnamegerên Tirkan di pirsa Kurd û Kurdistanê de xwe di dewsa dewlet, hukumet, dadê, polês, leşker û hwd. dibînin.) ji rojnama Hurriyet di gotara xwe ya di 01.03.2005an de li ser nameyên di navbera komel û weqfên Tirkan û rêxistina Neteweyên Yekbûyê (UNDP) de li ser roviyên Kurdistanê yên sor disekine û wiha dinivîsîne:

    Vulpes Vulpes Kurdistanicum
    BÜTÜN dünyada kýzýl tilki diye biliniyor. Hayvan biliminde başka bir adý yok. Uluslararasý, hem de, BM etiketindeki bir kuruluş, bin yýllýk kýzýl tilkinin adýný deðiştiriyor

    (“Vulpes Vulpes Kuristanicum li tevaya cîhanê wek roviyê sor têye naskirin. Di zanyariya heywanan de navek din tine ye. Di Navneteweyî de, him jî bi etîketa saziya Neteweyên Yekbûyî navê roviyê sor ê ku hezar salî ye diguherînin.”)

    Û Yalçin Dogan di gotara xwe de wiha berdewam dike:

    Aðrý ve çevresinde kendi türünde dünyanýn nadide hayvanlarýndan biri olan kýzýl tilki yaşýyor. Av ve Yaban Hayatý Koruma Vakfý Aðrý’daki Aðrý Güzelleştirme Derneði ile baðlantýya geçiyor. Vakýf ve dernek elele vererek kýzýl tilkinin korunmasýný saðlamak üzere, UNDP ile diyalog kuruyor.

    (“Li der û dora Agirî di cîhanê de kêmdîtî ji heywanan çeşîdek dijî ku jê re roviyê sor dibêjin. Weqfa nêçîrvan û hêvişandina jiyana koviyan ji Agirî pêwendî bi komela bedewkirina Agirî pêk tîne. Weqf û komel ji bo hêvişîna roviyê sor peyde bikin bi destên hev digirin, bi UNDP re dikevin diyalogê.”)

    http://www.hurriyetim.com.tr/archive_articledisplay/0,, authorid~91@sid~9@nvid~543478,00.asp

    Di pê vî nivîsa Yalçin Dogan de wezareta Tirkan ya hawirnasî(ekolojî) û daristanî radibe ser pîya û bi operasyonekê navên Vulpes Vulpes Kurdistanica dighurîne û di daxuyaniya wezaretê de ku di 05.03.2005an di rojnama Hurriyet de hatiye belav kirin wiha dinivîsîne:

    Bakanlýktan ‘bölücü hayvan’ operasyonu (Ji wezaretê operasyona heywanên cudaker)

    Û berdewam dike:

    Çevre ve Orman Bakanlýðý, ‘Türkiye’nin üniter yapýsýný bozucu, kasýtlý adlandýrma yapýldýðý’ gerekçesiyle, içinde Kürdistan ve Ermeni kelimeleri geçen hayvanlarýn adlarýný deðiştirdi:

    (“Wezareta derdor û daristanî ‘ji ber sedemên ku bi qest ji bo xerakirina yekgirtiya(unîter) Tirkiyê hatine bi navkirin’ di nav de gotinên Kurdistan û Ermenî derbas dibe, navê heywanan hate guhertin.”)

    http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2005-03-05-m@nvid~545503,00.asp

    Zanyarê Zanîngeha Enqerê di 06.03.2005an de bersiva pirsên rojnama Hurriyetê wiha dide:

    Bush’un adýný deðiştirmek gibi bir şey
    (Dibe mîna ku mirov bixweze navê Bush biguherîne)

    Û berdewam dike:

    Ankara Üniversitesi öðretim üyesi Prof. Dr. Nuri Yiðit, ‘Vulpes vulpes Kurdistanica’ adýnýn 1905 yýlýnda Rus araştýrmacý Satunin tarafýndan verildiðini belirterek, Hürriyet’e, ‘Bu isim literatüre böyle girmiştir. Deðiştirilmesi mümkün deðildir. Bakanlýðýn yaptýðý çok komik birşey’ dedi. Bilimsel bir ismi deðiştirmenin ABD Başkaný George Bush’un ismini deðiştirmeye kalkmak gibi birşey olduðunu vurgulayan Yiðit, verilen ismin bilimsel dergilerde yayýnlanarak, literatüre girdiðini söyledi.

    (“Endamê hîndekariya Zaningeha Enqerê Prof. Dr. Nuri Yigit got, ku navê ‘Vulpes Vulpes Kurdistanica’ di sala 1905an de ji hêla lêkolînerê Rûs Satunin hatiye dayîn, û ji Hurriyetê re got, ev nava wiha derbasî lîteratûrê bûye. Guhertina wê ne mimkûn e. Got, tiştê wezaretê kiriye pir komîk e. Yigit bal kişand û got, guhertina navek bi ilmî dibe mînanî ku mirov lê bixebite navê George Bush biguhrîne. Ev nav bi ilmî di kovaran de hatiye weşandin û derbasî lîteratûrê bûye.”)

    http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2005-03-06-m@nvid~545724,00.asp

    Ez bawer dikim, ne hewce ye, ku mirov zêde van gotinên zanyarê Tirk Prof. Dr. Nuri Yigit ku bi awayekî ilmî bersiv daye wezareta Tirkan şîrove bike. Gotineke Tirkan ku dibêjin, ”Anlayana sivri sinek saz, anlamayana davul-zurna az” (Kesên bixwezin fêhm bikin, jê re dengê vizikê wek saz e, kesên nexwezin fêhm bikin dengê def û zirnê jê re hindike)

    Hurriyet vê carê di 07.03.2005an de li ser riwekên Kurdistanê wiha dinivîsîne:

    Bölücü bitkiler de varmýş (Riwekên cudaker jî hene)

    Û berdewam dike:

    Türkiye’nin zengin doðal yapýsýnda yetişen binlerce bitki türü arasýnda yapýlan yeni keşiflerin çoðunun yabancý bilim adamlarýn tarafýndan maksatlý olarak isimlendirilmesine, Türk bilim adamlarý tepki gösteriyor.

    (“Zanyarên Tirkan reaksiyon rayê didin, ku ji dewlemendiya siruştiya Tirkiyê di nav têgihîştina bi hezaran rêwikan keşfkirina piraniya nû ji hêla zanyarên biyanî bi qest têne bi nav kirin.”)

    http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2005-03-07-m@nvid~546078,00.asp

    Şovenîzim û nijandperestiya Tirkan, Tirk ji bê çaretî di pirsa Kurd û Kurdistanê de çavsorî kirine û Tirk dixwezin devê herkesî mor bikin, lê nizanin dê rojekê dev û derê mala wan mor bibe. Serê gotina Tirkan di pirsa Kurdan de “Bölücü“ ye (cudaker) û binê gotina wan jî di pirsa Komkujiya Ermeniyan de “sözde” ye (qaşo).

    Bila Tirk êdî ti carî û ti demê ji bîr nekin, ku dem êdî ne dema berê ye û em bi saya teknolojî û telekomînîkasyonê di pêvajoyek nû de derbas dibin û cîhan bûye gundek ku êdî derfetên me Kurdan jî hene û em hemû xerabiyên wan dişopînin û qeyd dikin. Eger dewran bigere û bibe dora me, emê jî bizanibin bi wan kesên ku gelê me li ser hêsabên biçûk qetil û birîndar kirine hesaban bipirsin!!!

    Min di dawiya gotara xwe ya bi navê ” RÊWÎTIYEKE BI ZILIM Û REZALET LI NAV DEWLETA EL-MIXABERAT Û DEWLETA DEVRÛT” de ku di 03.09.2003an de belav kiribû, li ser gotara Yalçin Dogan ku di 30.07.2003an de di rojnama Hurriyet de weşiya bû û ez dixwezim li jêr ji gotaran xwe beşek dubare biweşînim, ku Yalçin Dogan li ser dewleta xwe ya talanker çi gotibû. Lê hêjayî gotinêye, ku bêjim, di pê weşana gotara Yalçin Dogan di rojnama Hurriyet de malpera Hurriyetê ya înternetê hin sansûr daye ser gotara wî û min wê demê jê re bi rêya mailê namek birê kir ku online’a Huryetê sansûr daye ser gotara wî, lê wî bersiva min neda. Gotara min li jê re:

    Li Silopî di pê xwarina nîvro re, min bi teksiyeke din berê xwe da sînorê Xabûr. Lê hên pirs di serê min de hene, ku ka Tirk bihêlin, ez derbasî Başûrê Kurdistanê bibim an na? Bi rê de gotara Yalçin Doðan hate bîra min. Yalçin Doðan rojnamegerekî Tirk e û ji rojnameya Hurriyetê re dinivîsîne. Yalçin Doðan ji vir demek berê bi rojnamegerekî din re, yê bi navê Özdemi Ýnce, çûbû Başûrê Kurdistanê û Iraqê û li ser bûyerên li wê derê nivîsîn. Di sernivîsa xwe ya 30.07.2003an de dibêje, ”Deriyê zilmê Xebûr” (Zulüm kapýsý Habur). Yalçin Doðan di nivîsa xwe de gelek rexneyên tûj li dewlet û hukumeta xwe dike û di dawiya nivîsê de dibêje 20 deqe û 2 saet. Yalçin Doðan berdewam dike û dibêje, polêsê taybet û paseport, çûyîn yan jî hatin, di dawî de hemû 2 Saet. Çimkî paşê fîşê teqîbê, nimreya fîşê, destûr, sicîl, îmza, mohr, nimreya mohrê, fîşê sicîlê, fîşê îmza, dînê diya wî!...wekî din biçûkkirin û binxistina mirovan jî di ser de. Li aliyê Bakurê Iraqê hemû 20 deqe. Çay têye îkramkirin û di heman demê de jî kar xelas dibe. Yalçin Doðan di dawî de wiha berdewam dike û dibêje, hezar sal li ser kevneşopiya Împarator, heştê sal siyaseta komarê li ser Xebûr. Li hember dewleteke nû ava dibe. Ew Kurdên ku em naecibînin (begen nakin)!...Deriyê zerarê, deriyê îşkencê, deriyê şermê, di dawî de deriyê zilmê.

    Van gotinên Yalçin Doðan hemû rast in. Ez jî heta ji sînorê Xabûr derbas bûm û ketime sînorê Îbrahîm Xelîl; li ber tava havînê ya nîvro pijiyam. Li aliyê Başûrê Kurdistanê, mirovan didin rûniştin, çay û avê bê pere îkram dikin û mirov xwe wek li mala xwe dibîne û tevdigere.

    http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/dewleta-elmixaberat.html

    http://www.hurriyetim.com.tr/archive_articledisplay/0,, authorid~91@sid~9@nvid~296323,00.asp

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1