Enqere, 20/3 2005- Li Tirkîyê roja 19ê Adarê di bin navê li dijî dagirkerîya Emerîka ya Îraqê de, bi destê dewleta Tirk xwepêşandan li Stenbol, Edene, Îzmîr û Enqerê pêkhet. Armanca vê xwepêşandanê, bi tenê li dijî destketîyên miletê Kurd li başûrê Kurdistanê bû. Ji ber vê yekêbû ku hemî partî, sendîqa, rêxistin, dîndar, bêdîn û dem û dezgên dewleta Tirk beşdarê vê meşê bûn, lê partîya DEHAPÊê ji bona çi.. û li dijî kê.. û bi çi mabestî tev li vê xwepîşandanê bû??
Dewleta Tirk di destpêka operasyona li dijî rejma Sedam Huseyîn de, hemî hebûna xwe seferberkir ku bibe havkarê Emerîka û şerê Îraqê bike, lê dewleta Tirk di vê helwesta xwe de qelptî dikir ji ber ku mabesta dewleta Tirk tenê dijatîya miletê Kurd bû û ji bona pêşî li destketîyên miletê kurd bigere û ji bona vê helwesta xwe ya xirab di xwest bibe hevkarê Emerîka, lê Xwedê dilreşya wan di ser wande anî û bi ser neketin.
Ji wê rojê û pêve, dewlet û bi tevê dem û dezgehên xwe ve di bin navê dijatîya dagirkerîya Îraqê de dujminîya miletê Kurd dike û bi vî awayî piropaxanda dike. Ev sîyaseta ku roja Îro dem û dezgên sivîl û demokiratîl li Tirkîyê di meşînin, sîyaseta dewleta Tirk e û bi destê dewlta tarî û mîta tirkîyê dertê.
Mixabin ew kesên bi navê dînê Îslama pîroz û ew kesên bi navê demokirsî û mafê mirovan li Tirkîyê radibin, di bin bandora sîyaseta dewleta Tirk de dimînin û xizmetê ji vê helwesta xirab ya ne mirovî re dikin.
DEHAP
Partîya DEHAPê, yek ji wan rêxistinên ku xwedagiravî li dijî dagirkerîya Emerîka ya Îraqê derket. Partîya DEHAPÊ û der û dorê wî, berê jî gelekî caran hatîye listika dewleta Tirk û li dijî destkeftîyê miletê Kurd rawestîyaye. Divê rê û rêçika miletê Kurd û kesên bindest û ya dewletê yek nebe..! Dewleta Tirk di xwaze bi destê Evdila Ocalan pirsa miletê Kurd beravtî bike û Kurdên welaparêz bê şexsîyet bihêle.
Îro dewleta Tirk ji bona valahîştina naveroka pirsa miletê Kurd, bi navê "Îmrokurdê" polîtîkayek nû îcad kiriye û bi destê Evdila Ocalan bi miletê Kurd dilîze û di xweza miletê Kurd bê heysîyet bihêle. Ji Îmralîyê, ji bona serê miletê Kurd tevlihev bike, dewlta Tirk heftê tiştekî li ser navê Evdila Ocalan bi rêya Abokatên wî re ji rayagiştî re radigîhîne.
Tiştên Evdilah Ocalan bi rêya Abokatên xwe re radigîhîne, tiştên herî bê mene ne. Tenê Dewlet dixwaze bi destê Evdila Ocalan rê li ber Kurdên bide wendakirin û dunya kenê xwe bi kurdan bîne.
Mirov çewa pêlavan di guherîne, Evdila Ocalan jî wusan nav û sifetan ji xwe re diguherîne, serokê PKKê, serokê netewî, Komara Demokrat, Kemalsît Apo û serokê konfederalîzma Rojhilata Navîn, ev hemî listik in ku Evdila dixwaze hercarê berê miletê Kurd bide gedûgekî bê binî û bi şeref û heysîyeta miletê Kurd dilîze.
Divê sîyasetvan, rewşenbîr, partî û hemî hêzên ku li der û dora DEHAPê û pkkê ne, ji vê rêya Imrokurdê derkevin û neyên lîstika dewletê û ew pîlanên ku dewlet dixwaze bi destê Evdila Ocalan çêkin vala derxîne.
Miletê Kurd ji bona welatparêzîyê xwe sipartine partîya DEHAPê û miletê Kurd dizane li ser çi rêyî ne û ji bona çi xizmetê dikin, lê divê berpirsên DEHAPê ked û emga vî miletê wefadar û fedekar vala di avê de bernede û neke xizmeta dewlet û sîyaseta gemar ya ku ji Îmraliyê ya ku bi navê "Îmrokurdê" derdikeve.
[email protected]