MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Bedirxan Epözdemir: Siyaseta kurdên bakur - navek giran, warek wêran
  • Fuad Sîpan: Tirkan rovî û riwekên Kurdistanê jî kirin cudaker!
  • Dilbirîn Şerefdîn: DEHAP bo çi beşdarî xwepêşandanan bû?
  • Cankurd: Nivîskarê ku jiyan avêtiye paş xwe: Hunter S. Thompson (1937 - 2005)
  • Lokman Polat: Helbestvanê evîn û têkoşînê: Nîzar Kabbanî
  • Fuad Sîpan: "Kurdistanek bê Kerkûk gewdeyek bê dil e"
  • Cankurd: Putîn Rûsyayê kûve dibe?
  • Dilbirîn Şerefdîn: Gelo mafên hemî jinan ne yek in?!
  • Fuad Sîpan: Tirk û Ewropî bi hev dikevin!

  • Siyaseta kurdên Bakur:
    NAVÊ GIRAN ŞEHRÊ WÊRAN
    Bedirxan Epözdemir: [email protected]


    Wek ku raya giştî jî agahdar e PKE (Platforma Kurdên li Ewrûpa) rojên 25-26-27 sibatê 2005 an li Holenda, bi navê “Konferansa Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê” konferansek li darxist.

    Berî ku bi gelemperî li ser konferansê dîtinên xwe bejim, divem li ser hinek babetan rawestim. Sedem ku mecal nebû di dema konferansêda ez van li gel rayadarên PKE bi axifim. Berpirsîyarên konferansê jî yan van babetan giring nedîtin, yan jî pêwîst neditin ku beşdaran agahdar bikin. Li gor min sedem çî dibin bila bibin, ev kêmasîyeke. Pêwîst bû di derheqê her guhartinek da, Pêşveçuyînên di naveroka nameyanda beşdar bahatana agahdar kirin.

    Wek her beşdarek min jî divê pêvajoyê da du name girtin.

    Nameya yekem, roja 04.01.2005 gîhîşte min. Naveroka vî nameyî dûr û dirêj bû. Di namede ji biryardayîna konferansê, heya cîh, dem, armanç, mijar, ev kesen ku wê daxuyanî pêşkêş bikin, kesên ku wê di komsîyonanda cîh bigrin, têbinî ya ku wê herkes heqê mesrefê xwe bide û ev mesref jî 90 Euro ye,navên nezîkî 140 kesên ku wê beşdarê konferansê bibin, Dûr û dirêj rojeva konferansê û gelek tiştên dî bi ya min ku hewce nebû di name da bene nivisandin, hatine diyarkirin.

    Nameya duwem ku piranîya naveroka name di gelek “Sîteyên Kurdan” jî derket, berî konferans hefteyek gîhîşte min. Di rûpela yekem ya wî nameyîda niqteyeke balakêş heye; “Tika ye ku ev agadarî taybete û gerek ji kesê sêyemin re neyê dayin, Yanê kesên nebeşdarên vê Konferansê re nayê dayin.” Ku ev jî psikolojîya siyaseta Kurdên Bakur ratixe ber çevan û di pêvajoya konferansêda çiqas hatîye tetbiq kirin, pêwîste jî alîyê berpirsîyarên PKE va bê jêpirsîyar kirin û bêşdar bêne agahdar kirin. Ku ev neyên bi cîh, çawa ku di konferanseda jî hate xuya kirin wê gelek kes her wek diçine piknikê, yan jî diçine civîna komele ya xwe, bi zar û zêçên xwe ku bêne civînê wuha, sî dikevê ser xebatên rasteqîn û akademik. Û ev jî dibî sedemên niqaş kirina cidîyeta van civînan. Dîsa di vî nameyîda, rojev û mijarên konferansê hatîye dubare kirin. Kêsên ku wê daxuyanî pêşkêş bikin û di komsîyonanda cîh bigrin hatine dîyarkirin. Ev name jî bi neqşa cîyê civînê dawî lê tê.

    Tişteke zor balakêşe ku di navbeyna herdu nameyan ferqeke giring heye. Ev ferq di konferansê da nahate dîyar kirin, lê pêwîst e bêt ronî kirin. Ji xwe ku hun ji min pirs bikin, bêjin, pîvana bijartina delegasyona konferansê û ew kesên ku di komsîyonanda cîh girtibûn çî bû ? ev jî zelal nebû . Em bêne ser ferqa di navbeyna herdu nameyanda:

    Wek nûmune, di nameya yekem de di komisyona bi navê “Mafê Netewebûn û têkoşîna Gelê Kurdistan” da ev kesên jêr cîh girtine:
    1-Hamit Bozaslan
    2-Osman Aydin
    3-Riza Dinç
    4-Ziya Avci

    Di nameya duwem de li ser eynî babetê navên cuda hene:
    1-Îbrahim Güçlü
    2-Osman Aydin
    3-Hatice Yaşar

    Ez dikarim bejim, ji derve yê komisyona bi navê “YE, pêvajoya endamtîya Tirkîyeyê û pirsa Kurd” (Ku di vê komsîyonê da jî xanima Pervîn Cemîl amade nebû) di her du nameyanda cuda-cuda nav cih girtine. Pewîste di zûhtirin qat da ev bê ronî kirin. Ka ev cuwamêr mazereteke wan hebûye, yan tenezûl nekirine bên, yan ji sedemeke dîn hebûye bêzanîn. Nexwe tê fikarên dîn bêne holê, ew şik û gumanên di nav Kurdên Bakurda hene wê xûrtir bibin.

    Ne li enîya Rojava, ne jî li enî ya rojhelat tişteke nûh tune ye.

    Ev çendîn care ku bi taybetî li Ewrupa, di bin şîarên çuda-cuda da konferans û civîn li dar têne xistin. Mixabin ku bê encam dimînin.Ez dikarim bejim, civînên ku tenê ji alîyê hêzêk ve têne li darxistin êdî serketîne. Çinkî çiqas Kurdên Bakur edebîyata yekitiyê û bihevra xebatê bikin jî, hêj jî bi dilsozî, pîrozî ya bihevra xebatê rewa nekirine. Kes nabê devê min tirşe. Kar û baran hevale kirin hêj jî di revaçêda ye.

    Ez bi xwe ku wê encamek jê derkeve neçûme vê konferansê. Çinkî ez gihiştime wê encame ku pirs Kurdên Bakur pirseke zor giran e. Lewra ev dezgehên ku hene nikarin vî barê giran ragirin. Dema bi van cûre xebatan jî borî ye. Reçete ku li Ewrupa bênê amade kirin, birînên salan sax nakin. Pêwîste PKE û ew rexistinên sîyasî ku di bin vê sîvanê dane hemanqat xwe fesih bikin. Bi kampanyayeke rêk û pêk vegirine welat. Bihevra Partîyeke legal, girseyî yê bingeh fireh û kurd avabikin. Rexistinên sivîl û çandî bihonin. Wusa xuyaye ku salên pêşîya me wê xebatên sivîl li ser me ferz bike.Kurd gerek dema xwe bi tiştên vale derbaz nekin. Cuda bûne ku di navbera wande-ku geleke wan sunî ne- bidine aliyek, li ser hestekê netewî hêza xwe xurt bikin, xetên xwe yên sor û xesasîyetên xwe yên netewî raxine ber cevê dost û dijminan. Dema binerdê borîyê. Pêwîste êdî em xwe jî û gelê Kurd jî nexapînin. Van xwestin û daxwazan ez gelek caran di rûyê gelek dostanda dixwînim. Hinek zimanê xwe jî diliptînin. Lê hinek hêj jî ker û lalin. Û mixabin hineke dîn, sedem ku bejin û bala wan kes nebînê di konê xwe bi inyat israr dikin.

    Sedem ku min bi sala hesreta hinek dostên xwe dikşand, min pere yê xwe razand û min wan dît. Piçek jî min mereq dikir, gelo guhartinek heye, an na. Lê mixabin, ku li enî ya rojhelat jî tişteke nuh tune. Her kes disa dibê ez, hêza me û hevalên me. Sedem ku kes şermezar nebî, her kes kiraseke yekîtîyê li xwe dike û di wî warîda ticareta xwe jî didomîne.

    Bêguman meriv di civînên wuha da dostan dibînê, dostên kevin û yên nûh. Dostên rasteqîn, dostên bi çev dost, ji dil başke. Ji alîyek ve meth û sena, ji alîyê dîn kîn, edawet û reş kirin.Yanî taybetîyên başve mayînê, ku xetma xwe li enîya Kurdan daye. Hêj jî kes ji ya xwe nayê jêr. Kes nabeje devê min tirşe û gelek jî dibêjin, “me qet xeta nekir”. Lê temaşa paşîya xwe nakin, ka çi bû ji ordîya wan. Çawa bûne ordîyên bê general. Belkî jî ket xeta nekirine. Çinkî ku meriv kar neke xeta jî nake.

    Dema min rojev û mijarên konferansê dît, sazîya zanîstî ya Partîya Kominista Sovyet ya kevin hate bîra min. Bi rastî sedem ku meriv bikaribe li ser her mijarek raweste, bi hindikayî heftîyek zeman û pêwîstî bi desteyek akademîsyena heye. Sedem ku mecala îthal kirina akademîsyena jî nemaye halê me yemane. Li gor min hinek mijar jî, di cîyê xwe da nahatbûne bijartin. Wek mînak, Kurda berî sîh salan “Netewe bûn” û “Asmîlasyonê” niqaş dikir. Ku em vegerine serî em xwe bi xwe dixapînin.

    Pîvana helbijartina beşdaran û norma kesên ku di komslyonanda cîh girtibûn çîbû ev jî nahate xuya kirin. Berê jî çawa min got, navê 140 beşdaran hebû, lê gelek ji wan amade nebibûn û gelek kesen ku navê wan di liste da tinebûn beşdarî kiribûn. Bi taybetî pêwîste ku komîta amadekar li ser van xalan bisekinê û ronahî bike. Her wuha pêwîste ku gengeşîya li ser beyana encama konferansê derket, jê ders bêne sitandin.

    Rewşa Kurdên Bakur
    Yan jî inyadên bêwate

    Pewîste kese pirs û pirsegirikên Tevgera Kurdistana Bakur, nekşînê vî alî û wî alî. Bi tişten pûç zeman heba nebî. Herkes kumê xwe deynê ber xwe û bi cuwamêrî rastîyan binê holê. Bi xapandinan, bi slogan û makyajan , bi projeyên virtî û wale xwe û wî gelê belengaz nexapînê.Nexweşê me giran e. Dermanê saxbûn û hesabûnê aspirin nîne. Ji me ra cerahên baş û yên bi cesaret pêwîstin. Ew reçeteyên ku me berî 30-35 sal nivisandibû edî bi kar nayên. Birîn bûye “kangren” jê ra meşter pêwîste. Ku av ketibî binê xîmê xanî, tu çiqas xanî boyax bikî jî, tu nikarî pêşîya karasatan bigirî.

    Sedem vî gerek em bêtirs bin. Gotin û kirinên me hev bigrin. Sîyaseta Kurdên Bakur xitimî ye. Pêwîste kanal vebin. Ji avên piçûk, çemên mezin bêne holê. Bi salane tiştên ku me got û kir encam nedan. Tişte ku me nekirîye em bicerbînîn. Em ji hev hezim bikin, dev ji quretî û mezinayî ya bingeh vale berdin. Em bizanin ku mezinayî ya herê birûmet himbêz kirina pirs û pirsegirikên gelin.

    Kurdên Bakur di van salên dawîda sebr û sebat xwe bi hinek tiştan tînin. Ku ev melzeme jî nebin wê li ser çî bi axifin wê li ser çî binivsînin ez nizanim. Ku turikê meriv vale bî meriv dibî parsek, meriv çevbirçî dibî. Parsekî û çevbirçîbûn jî tişteke nexweşe. Karesatên nedîtî tînine serê meriv.

    Kî ji cîyê xwe radibe, dibê; Evdo, ixanet, Ýmralî, Ýmraloz û gelek tiştên dîn…Merik li cîye xwe rûniştîye, bi kedera vî miletî dileyize, bûye berdevkê Kemalizmê, bi israr xitma xwe li rojewa Kurdên Bakur dide. Tu jî temaşa devê wî dikî û bi tiştên vale xwe dixapînî.

    Cuwamêr bi taybetî ji 99 û virde bonoyeke vale daye yên ji derveyê xwe. Eger te ostayî nîşan nedabî û gav navetibî û bonoyên te protesto bûne, tu kî tawanbar dikî? Pirs, pirsa Apo û serokatîya wî nîne. Pêwîste ku em bifikirin û çareserîyan biefrînin, ku hêja jî çima sedhezar li pey vê çevtîyê diçin. Projeyên me ji van sedhezaran ra hene yan na ? Hêza me heye ku em wan ji çewtîyan xilas bikin û wan himbêz bikin, yan na ?

    Û divêm vekirî bêjim; ew mejîyê ku piştî si salan wek çawa hîv tê keşif kirin, Apo ji nûhwa keşif dike, ez bi şik û guman temaşa wî mejîyî dikim. Baş dizanim evên ku iş û karên xwe berdane û dema xwe bi çêr û dijûnan derbaz dikin, sibê dema Apo ji wan ra derî piçêk vekir, tê ji Apo zeftir dîsa bibine Apocî. Û xwedê firsat û mecal nede wanê ku bi tundî Apo rexne dikin. Eger ew hêza ku îro di destê Apo da ye, ji sed dehê wî di destê hinekanda bûya me nikarîya em li mala xwe jî runin û van tiştan jî binivsînin. Belkî jî me yê bi gota; sedhezar bi rehma Apo.

    Mesela duvem jî ku di devê Kurdên Bakurda bûye benîşt, rewşa Başûrê Kurdistanê ye. Bêqeyd û şert kî ji cîya xwe radibî, dibê; pêwîste em Başûr wek ronahîya çevên xwe biparêzin. Başe, li ser sera, li ser çeva. Wusan mezin û bi idia xeber dide meriv dibê ke ev konax ku îro Başûr gihiştîye wê, ewî awa kiriye. Doh çî digot, çawa dinirxand jibîr dike. Ýxaneta(haşa) Mella Mistefa Barzanî yê nemir, cehşbûna(haşa) Mam Celal di arşîvanda man. Û piçêk Behdînanî, piçêk jî soranî hobûye. Wan jî teklîhev dike sebra xwe tînê. Di serê wî da naborê ku her ser tirba Barzanî yê nemir, herê ber derê Mam Celal lê borîn bixwazê. Û xwedê nîşannede sibê li Başûr, rewş xirab herê, tê dîsa bêperwa li bilûra xwe bixe û bêje; ”biz zaten demiştik.” (“jixwe me gotibû”) Û virda, vurda.

    Pêşkevtinê Başûr, Kurdên Bakur xistîye nav ataleteke mezin. Ev ji bo duwerojê pir xetere. Pêwiste bi lez ev bêne dîtin û çareser kirin.

    Hêzên Bakur gerek xwe ji vê ataletê xilas bikin, dev ji metih û pesna berdin xebata xwe ya hîmî li Bakur pêk bînin. Dema vê xebatê hîmî bikin şik tunebî, ji bo Başûr piştgirîya herê mezine. Wê deme wê şehît Fransua Herîrî jî di gora xwe da rehet razê. Lewra wê demê, wê zarokên Kurda bikarbin Tangên ku ji Amedê û Entabê radibin û êrîş dibine ser Başûr bidine ber keviran.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1