MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 63, avrêl 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Bedirxan Epözdemir: Siyaseta kurdên bakur - navek giran, warek wêran
  • Fuad Sîpan: Tirkan rovî û riwekên Kurdistanê jî kirin cudaker!
  • Dilbirîn Şerefdîn: DEHAP bo çi beşdarî xwepêşandanan bû?
  • Cankurd: Nivîskarê ku jiyan avêtiye paş xwe: Hunter S. Thompson (1937 - 2005)
  • Lokman Polat: Helbestvanê evîn û têkoşînê: Nîzar Kabbanî
  • Fuad Sîpan: "Kurdistanek bê Kerkûk gewdeyek bê dil e"
  • Cankurd: Putîn Rûsyayê kûve dibe?
  • Dilbirîn Şerefdîn: Gelo mafên hemî jinan ne yek in?!
  • Fuad Sîpan: Tirk û Ewropî bi hev dikevin!

  • HELBESTVANÊ EVÎN Û TÊKOŞÎNÊ
    Lokman Polat: [email protected]


    Min cara pêşîn helbestek Nîzar Kabbanî bi wergera Cankurd bi kurdî xwend. Helbest gelek baş bû û xweşa min çû. Di helbestê de diyar bu ku nivîskarê helbestê bi rastî helbestvane û helbest jî helbestek hêja ye, giranbihaye. Piştî ku min helbestê xwend, min ji xwe re got : ”Xwezî wergêrên kurd pirtûkên vî helbestvanî wergerandana kurdî.”

    Nîzar Kabbanî helbestvanekî ereb e. Di sala 1923-an de li şamê ji dayik bûye û di sala 1998-an de li Londonê di sirgûnê de wefat kiriye, çûye ser heqîya xwe. Ew helbestvanê evîn û têkoşînê ye. Wî serî li ber dîtatoriya Baasên Surîyê daneniye, li hemberê wan têkoşiyaye, pênûsa xwe wek çek bikar aniye. Baasên Suriyê xwestine wî bigrin, yan bikujin yan jî di zîndanê de birizînin. Ew jî ji neçariyê welatê xwe terk dike û di sirgûnê de jîyan û têkoşîna xwe didomîne.

    Dema min helbesta Nîzar xwend ez zanibum ku pirtûkên wî li kurdî nehatine wergerandin. Hetanî niha çi pirtûkên kurdî –bi alfabeya latînî- û yên wergerê bi kurdî derketine, min kiriye û xwendiye. Belê, pirtûkên wî bi kurdî tunebû, lê gelo bi tirkî hebû yan na? Ez pirtûkên gelên cîranên kurdan –yên ereb, faris û tirkan- dixwînim. Bi min divê kurd edebiyata gelên cîranên xwe bixwînin, nas bikin û berhemên baş wergerînin kurdî. Ez ketim pey lêgerîna pirtûkên Nîzar Kabbanî yên bi wergera tirkî û min dît ku şeş pirtûkên wî ji alî wergêrên tirk ve li tirkî hatine wergerandin. Min dîsa ji xwe re got : ”Xelk şeş pirtûkên Nîzar werdigerîne û em kurd nikarin yek pirtûkeke wî wergerînin kurdî û biweşînin.”

    Ez hêvîdarim ku piştî vê nivîsa min kurdek welatparêz, wergêrek kurdperwer pirtûkek Nîzar Kabbanî wergerîne kurdî û bi pirtûka Nîzar pirtûkxaneya xwendevanên kurd bixemilîne, edebiyat û zimanê kurdî dewlemend bike. Tê zanîn ku werger ji bo dewlemendiya zimên roleke girîng dilîze. Dema min vê nivîsê nivîsî, ez ji xwe re fikirîm, ka çiqas berhemên edebiyata erebî, farisî, tirkî, armenî, asurî li kurdî hatine wergerandin? Kurd çiqas edebiyata van neteweyan nas dikin û ew netewe çiqas edebiyata kurdî nas dikin? Haya xwendevanên kurd çiqas ji berhemên Adonîs, Nîzar Kabbanî, Mahmûd Dewrêş û nivîskarên din yên ereb, faris, armen, tirk, azerî û asurî hene? Û haya xwendevanên wan neteweyan çiqas ji Ahmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn û nivîskarên kurd yên nûjen -anku yên dema niha- hene?

    Edebiyata gel û neteweyên rojhilata navîn xurt e, dewlemend e. Divê gelên cîran, neteweyên rojhilata navîn ji edebiyata hev siûd werbigrin. Di têkoşîna nasnameya netewî û azadiyê de edebiyat rola sereke dilîze. Nivîskarên gel û neteweyên bindest berhemên xwe yên edebî weke çek li hemberê neheqîyê, zordariyê, dagirkeriyê bi kar tînin û ji bo azadiyê têdikoşin. Ji bo dewlemendiya zimanê netewî, dewlemendiya çandî û wêjeyî, berhemên nivîskaran yên edebî dibin sembola nirxên netewî, dibin nîşana parastina hemû hêjajiyên gelêrî. Ji bo parastina nirxên netewî, ziman, çand û edebîyata gelêrî/netewî, ji bo têkoşîna rizgarîya welat û azadiya gel, berxwedana çandî, edebî gelek girîng e.

    Nîzar Kabbanî wekî Adonîs nivîskarekî hêja bû. Di nav nivîskarên ereb de nivîskarekî hêja yê din jî Xelîl Cibran e. Sê pirtûkên Cibran ji alî wergêrê kurd Husein Muhammed ve li kurdî hatine wergerandin û di nav weşanên ”Helwest” ê de hatin weşandin. Pirtûkên Xelîl Cibran yên ku bi kurdî hatine weşandin ev in : 1 – Baskên şkestî, 2 – Peyamber, 3 – Baxçeyê Peyamber. Dema mirov li edebiyata ereban dinêre nivîskar û helbestvanên ereb Amîn Rîhanî û Xelîl Cibran di nav edebiyata ereban de nûhbûnek, nûjeniyek pêkanîne. Wan di hêla afirandina helbestên bi şêweya wezna serbest û şêweya nivîsîna pexşanê de xebatên hêja pêk anîn.

    Di derbarê edebiyata ereban de bi qasê kurdên başur û kurdên binxetê zanîna min tune. Bi qasê ku ez zanim di nav edebiyata ereban de gelek ekolên edebî hene. Ji wan ekolan yek jê ekola ”Tafîla” ye. Ev ekol li ser bingeha wezna serbest hatiye avakirin. Damezrevanê vê ekolê Nazik El Melaîke û Bedr şakil Al Sayyab in. Helbestên vana li gor wezna serbest û kafîya serbest hatine nivîsîn. Li gor dîtin û ramanên parêstvanên vê ekolê helbesta ereb ya modern di bin bandora helbesta rojava de dimîne.

    Lêkolînvan Salma Khadra Jayyusî di pirtûka xwe ya lêkolînî ya bi navê ”Helbesta Ereb ya modern” de dibêje : ”Di nav helbestvanên ereb de ji bo jîyanê û hunerê lênêrîneke nû destpêkiriye. Ew li henberê ekolên edebî yên kevn derdikevin. Ew dixwazin ji helbestvanên biyanîyan siûd werbigrin, ji wan feyde bibînin. Di helbestên nûjen yên helbestvanên ereban de bandora Elîot, Rilke, Pound, Lorca, Rimbaud, Eluard, Aragon, Pablo Neruda û Nazim Hîkmet heye.”

    Helbestvanên ereb El Melaîke, El Sayyab, Abdulvahap El Beyati û Bûlent El Haydari di nav ekola ”Tafîla” de nûjenî pêk anîn û vê ekola edebî pêşvexistin, berfireh kirin. Helbestvan El Sayyab dema li sirgûnê bû, bi navê ”Helbesta Baranê” helbestek nivîsî û di kovara ”El Adab” de li Beyrûtê weşand. Ev helbest û helbestên din yên El Sayyab ji alî xwendevanên ereb ve gelek hatin hezkirin.

    Helbestvanê ereb Yusuf El Hal ji sirgûnê –ji Amerîkayê- vedigere welatê xwe û dinêre ku kovareke baş ê edebî tune. Di kovarên heyî de pir hindik helbest têne weşandin. Di hêla weşanên edebî, helbestî de valahiyek heye. Ew difikire ku vê valahiya heyî tije bike û lewre jî ew nivîskar û helbestvanên ciwan li dora xwe dicivîne û damezrandina weşanxana ”Macalla” pêk tîne. Ew û helbstvanên ciwan dest bi weşana kovara helbestê dikin. Bi vê kar û xebatê edebiyata xwe pêşve dixin, dewlemend dikin. Ew bi kar û xebatên xwe ekola edebî ya bi navê ”ekola Macalla” pêk tînin. Di nav vê ekolê de ev helbestvan cih digrin; Yusuf El Hal, El Sayyab, Adonîs, Unsî El Hac, şevkî A. şukru, Fuad Rýfkî, Muhammed El Maghut, Cabra Îbrahîm Cabra, Tevfîk Sayîg, Halîl Havî, Rîad El Rayyes, Îsam Mahfuz, Sadî Yusuf.

    Ekola ”Macalla” di hêla edebiyatê de xebatên girîng kirin. Wan berhemên sembolîst, modernîst, futurist, realîst û surrealîst wergerandin erebî. Di bin tesîra van ekolên edebî yên navnetewî de berhemên netewî yên erebî afirandin. Wan helbestvanên rojavayî, ewropî, amerîkî, îngilîz bi xwendevanên ereb dan nasînê û li ser berhemên wan, jîyan û têkoşîna wan nivîsên nirxandinê nivîsîn û weşandin.

    Helbestvan Nîzar Kabbanî nivîskarekî realîst û helbestvanekî rastgo bû. Di sala 1967-an de di navbera dewletên Ereb û Îsraîlê de şer çêbû. Di şer de dewletên Ereb têk çûn û Îsraîl bi ser ket. Nîzar Kabbanî li ser vê têkçûna şer helbesteke nivîsî û ew helbesta wî li Beyrûtê di kovara ”El Adab” de hate weşandin. Navê helbestê ”Têbinîyên Pirtûka Paşveçûnê” bû. Naveroka helbestê hesabê nasyonalîstên ereb nehat û lewre jî helbesta Nîzar di nav alema ereb de hate qedexekirin. Lê, herçiqas dewletên ereban helbestê qedexe kirin jî, helbest ji alî xwendevanan ve bi dizî û bi şêweya fotokopîkirinê hate belavkirin. Ev helbesta Nîzar Kabbanî bû sedemê derketina anku pêkanîna ekola edebî ya bi navê ”El Adab El Huzaranî”.

    Gelek nivîskar û helbestvanên ereb û filîstînî, herwekî; Mahmûd Derwêş, Semih El Kasým, Fadwa Tukan, Raşid Hûseyin, Muin Besseiso, Salah Niyazi û yên din ji serketina îsraîlê û têkçûna ereban tesîr girtin, hejiyan û ketin nav lêgerîneke nû. Ev helbestvan li doza Filîstînê xwedî derketin û ji bo têkoşîna rizgariya netewî helbestên têkoşînê û berxwedanê nivîsîn. Van helbestvanên ereb di edebiyata ereban de nûjenîyên nû pêk anîn. Berhem û helbestên Mahmûd Derwêş, Semîh El Kasim û Raşîd Huseyîn di nav xwendevanên ereb de hate xwendin û hezkirin.

    Piştî têkçûna şerê sala 1967-an vêca di sala 1982-an de têkçûneke din pêk hat. Di şerê sala 1982-an de ereb û filîstînî têk çûn û îsraîl dîsa biserket.Hêzên leşkerî yên îsraîlê paytextê welateke ereb, anku Beyrûtê dagir kiribû. Beyrût weke Parîsa rojhilata navîn, bajareke azad û cih û warê nivîskarên ereb bû. Nivîskarên Îraqî, Surî, Misrî û yên bîst dewletên ereban pirtûkên xwe bê sansor bi şêweyeke azad li Beyrûtê çap dikir. Beyrût bûbû weke navenda nivîskarên azad yên ereb. Ji dagirkirina Beyrûtê ya ji alî hêzên îsraîl, nivîskarên berhemkar yên ereb êşiyan, hest û ruhê wan tevlihev bû. Wan di bin bandora hestên şikiyayî de bi navê ekola Beyrûtê ekoleke edebî pêkanîn û bi tundî li hemberê dagirkirina îsraîlê têkoşiyan. Helbestvanên li Beyrûtê di bin şert û mercên dagirkeriya hêzên îsraîlê de helbestên giranbiha nivîsîn. Wan di naveroka helbestên xwe de hovîtiya şer, xirabbûna bajar û birîndariya mirovahiyê anîn zimên. Helbestvan Sadî Yûsiv di helbestek xwe de kûçe û kolanên Beyrûtê qal kir. Adonîs di helbesta xwe ya bi sernavê ”Çol” ê de xirabbûna bajarek û halê wê yê xurbe bi şêweyeke edebî raxist ber çavên xwendevanan. Mahmûd Dewrêş bi sîmgeya, nîşana deryayê xweşiya jîyanê pêşkêş kir.

    Dagirkirina Beyrûtê ji alî hêzên îsraîlê ve bû sedem ku hinek rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên ereb yên ku li Beyrûtê bûn ji wir koç bikin û biçin li Ewropayê, Amerîkayê û cihên din jiyana sirgûniyê bijîn. Hinek rewşenbîr û nivîskar hepis û zîndanê dan ber çavên xwe û li Beyrûtê man. Lêbelê hinek jî ji neçariyê çûn sirgûnê.

    Weke piraniya nivîskarên kurd, hinek nivîskarên ereb jî li sirgûnê bi cih û war bûn û sirgûn ji bo wan jî bû welatê duyemîn. Edebiyata ereb bi afirandina berhemên nivîskarên sirgûnê hîn bêtir xurt bû, pêş ket.

    Nîzar Kabbanî yek ji wan helbestvanane ku jîyana wî li sirgûnê bi dawî hat. Ew di sala di sala 1923-an de li Suriyê ji dayik bû. Ew ji malbateke dewlemend bû. Wî li Unîversîta şamê, beşa hiqûqê xwend. Di wezareta derve de karmendî kir, li gelek welatan weke dûplomatekî Suriyeyê temsîl kir. Pirtûka wî ya yekem di sala 1942-an de, hêj ew 19 salî bû, bi sernavê ”Esmera Min ji Min re qal kir” derket. Ew bi vê pirtûka xwe bû navdar. Wî ji ciwanîya xwe ve dest bi afirandina berhemên edebî kir û xebata xwe domand, gelek berhemên din afirand. Nîzar Kabbanî bi desthilatdariya dewletê re kete nav nakokiyan û lewre jî ji karmendiyê îstîfa kir û çû li Libnanê –Beyrûtê- bi cih û war bû. Wî li wir weşanxane vekir û dest bi karê weşanvaniyê kir.

    Nîzar Kabbanî di nav cîhana ereban de bû helbestvanê evînê û têkoşînê. Wî di helbestên xwe de vîna evînê, berxwedana mezlûman û azadîya jinan anî zimên. Ew helbestvanekî nûjen bû û wî di helbestên xwe de azadîyê, evînê û nexşên erotîk bi şêweya edebî nivîsî.

    Di helbestên Nîzar Kabbanî de du temayên bingehîn hene. Yek jê; têkiliya jin û mêran e. Ew bi coşî temaya evînê derdixe pêş. Ya din jî; parastina mafê mirovan, rexne girtin li rewşa civakî û sîyasî ye. Ew di temaya vê mijarê de humanîzma hest û ruhê însan, li dij zilm û zorê berxwedana mirovahiyê, maf û azadiya civakê diparêze.

    Ji sîyî zêdetir pirtûkên helbestvan Nîzar Kabbanî hatine weşandin. şeş pirtûkên wî yên ku bi tirkî hatine weşandin ev in : 1 – Helbestên Nîzar Kabbanî, 2 – Helbest lambeyeke şîn e, 3 – Rojnivîsa jineka ciwan, 4 – Pirtûka Evînê, 5 – Sed nameyên Evînê, 6 – Helbestên Qedexekirî.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1