MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 58, sermawaz 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Lokman Polat: Ristemê Zal û Sohrab
  • Hesen Polat: Projeya çapkirina pirtûkên bo zarokan
  • Hasan Kaya: Siyaseta tirsandin û zordariyê
  • Perwîn Cemîl: Rapora Komîsyona Ewropî li ser Tirkiyeyê û mafên kurdan
  • Fuad Sîpan: Wezîrê Rewşenbîrî yê Kurdistanê li Elmanya
  • Cankurd: Paqijkirina kompûteran ji vîrusan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Nirxên hevpar û televizyonên kurdî

  • SERDANA WEZÎRÊ REWŞENBÎRÎ BIRÊZ FETAH ZAXOYÎ LI ALMANYA
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    Almanya, 27.10.2004

    Wezîrê rewşenbîrî yê hukûmeta herêma Silêmaniyê birêz Fetah Zaxoyî (ji partiya Zehmetkêşan) ji bo Pêşangeha Pirtûkan (Frankfurter Buchmesse 19-23.10.2004) hate Almanya û di pê re li gelek deran beşdarî civîn û semîneran bû; û di wan hevdîtinan de rewşa Kurdistanê anî ziman.

    Yek ji van hevdîtinên girîng jî, hevdîtina wezîrê rewşenbîrî birêz Fetah Zaxoyî li gel wezîrê Almanya yê herêma (eyaleta) Nordrhein-Westfalen birêz Dr. Michael Vesper (ji partiyan keskan) bû, ku roja 26.10.2004an pêk hat.

    Ev bûyerek gelek pîroz e, ku êdî wezîrên me jî ji başûrê Kurdistanê derdikevin derveyî welat û bi wezîrên biyaniyan re dan û standinên dîplomatîk pêk tînin. Ji ber ku ez di sala çûyîn de çûbûm başûrê Kurdistanê, min serdana Silêmanî jî kiribû û birêz Fetah Zaxoyî li wê derê nas kiribû, loma jî ji bo min bûyereke serfiraziyê bû, ku ez wî bi wezîrekî Almanya bidim naskirin.

    Min bi wezareta çandî (Kultûrî) ya Nordrhein-Westfalen re bi rêya e-mailê têkilî çêkir, ku termînek bidin, da ku herdu wezîr hevdu nas bikin. Wan jî camêrtî kirin û ev daxwaza min neşikandin û wisa di 26.10.2004an de hevdîtin li bajarê Düsseldorf di navbera birêz Fetah Zaxoyî û birêz Dr. Michael Vesper de pêk hat.

    Ji bilî birêz Fetah Zaxoyî û birêz Dr. Michael Vesper, Dr. Ahmad Berwarî (ji partiya YNK) berpirsiyarê hukûmeta herêma Silêmaniyê li Almanya, endamê Navendê û parlementerê Partiya Keskan (Grüne) li Nordrhein-Westfalen birêz Ewald Groth, du berpirsiyarên ji wezareta Dr. Michael Vesper û ez di civînê de beşdar bûn.

    Di civînê de birêz Fetah Zaxoyî bi taybetî rewşa Kurdistanê ku di dema dîktatoriya Sadam Huseyn de û rewşa niha anî ziman, hin daxwazên xwe ji wezareta birêz Dr. Michael Vesper re derbirîn û ew dawetî Kurdistanê kir. Birêz Dr. Michael Vesper jî hin daxwazên wî pejirandin, ew dê ji bo wan lêkolînê çêbike û daxwaza birêz Fetah Zaxoyî, ya ku ew here Kurdistanê qebûl kir û got, ger ew di sala pêşî, meha gulanê de dîsa bêye hilbijartin, dê di pê hilbijartinan re here serdana Kurdistanê bike.

    Û wekî din bi taybetî li ser bajarê Silêmanî û bajarek li Almanya bibin xwîşk û birayên hev hate sekinandin. Bi Almanî ji bajarên ku dibin xwîşk û birayên hev re dibêjin: Städtepartnerschaft.

    Min astengiya vê pirsê ji Dr. Michael Vesper re got, ku li Almanya her bajarek çend birayên wan hene, loma dê ne hêsan be, ku tiştekî wiha pîroz bêyî alîkariya wan çêbibe. Ewî jî ev gotina min tesdîq kir û got, ku ewê lê bixebitin. Di dawî de em li ser bajarê Bielefeld û Düsseldorf sekînîn. Lê divê di vî warî de xwebateke dûr û dirêj bêye kirin. Civîn di atmosfereke baş de bi dawî bû û dê diyalog her berdewam be.

    Hêviya min ew e, ku di pê hilbijartinên di meha yek sala 2005an de, ku dê li Kurdistanê bêne kirin, gelê me li Başûr di bin siya yek hukumetê de kar û xebatê bike, da ku temsîliyeteke tevayî jî li derveyî welat ji bo dîplomasiyê li dar bixe.

    Îro ji her demê zêdetir derfet û îmkan hene, ku li derveyî welat bi alîkariyan sedan welatparêzan kar û xebat ji bo dîplomasiya Kurd û Kurdistanê bêye kirin, eger hukûmeta Kurdistanê bizanibe ji kesên bi salan li derveyî welat in û ji dîplomasiya fêhm dikin îstîfade bike.

    Ger ev daxwaza min ji aliyê herdu hukumetan û partiyên Başûrên Kurdistanê ve li ber çav bêye girtin, ez bawer im serxwebûna Kurdistanê ji bo me Kurdan ne dûr e.

    Bijî Kurdistan

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1