MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 58, sermawaz 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Lokman Polat: Ristemê Zal û Sohrab
  • Hesen Polat: Projeya çapkirina pirtûkên bo zarokan
  • Hasan Kaya: Siyaseta tirsandin û zordariyê
  • Perwîn Cemîl: Rapora Komîsyona Ewropî li ser Tirkiyeyê û mafên kurdan
  • Fuad Sîpan: Wezîrê Rewşenbîrî yê Kurdistanê li Elmanya
  • Cankurd: Paqijkirina kompûteran ji vîrusan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Nirxên hevpar û televizyonên kurdî

  • RISTEM Û SOHRAB
    Lokman Polat: [email protected]


    Min sê guhartoyên (varyantên) çîrokên Ristemê Zal xwendin. Yakê nivîskarê kurd Xurşîd Mîrzengî bi şêweya romanê nivîsîbû. Min li ser romana Riztemê Zal yak u X. Mîrzengî nivîsîbû nivîseke danasîn û nirxandinê nivîsî û di kovarên kurdî de weşand. Pirtûka din ya Edîp Polat e û li ser Ristemê Zal e. Ev pirtûk hêj nehatiye weşandin û lewre jî min hêj li ser nenivîsiye. Lêbelê min pirtûkê xwendiye.

    Div ê nivîsê de ez ê behsa pirtûka nivîskar Norma Lorre Goodrich bikim. Navê pirtûka wî “Sam, Zal û kurê wî Ristem” e. Ev pirtûk li Stenbolê di nav weşanên “Pêrî” de bi tirkî hate weşandin. Wergêra pirtûkê Nêrgiza Torî ye.

    Nivîskar N. L. Goodrich çîroka mîtolojîk ya antic ji ber Şahnameya Firdevsî wergirtiye û ji nûve nivîsîye. Firdevsî ji rojhilatê Îranê ye û bi eslê xwe Faris –Pers- e. Wî di berhema xwe ya bi nave “Şahname” de behsa çîroka Ristemê Zal kiriye. Lê, wî vê çîrokê wek helbestkî û bi wezn nivîsiye. N. L. Goodrich jî ji ber wê wek çîrok bi çêweya pexşanê nivîsiye.

    Navê bavê Ristem Sam e. Sam cengawerekî bêhempa ye. Şahînşahê Aryanan beşeke welêt daye bin emrê Sam. Li başurê rojhilatê welatê Aryanan de desthilatdariya Sam heye. Zarokên Sam yên lawîn, anku kurê wî tune. Di demeke de jina Sam hamîle dimîne û diwelide. Ew kurekî tine dine. Por û birûyên kurik di rengê zîv de ne. Porê hemûyan reş û pore kurik spîyê zîvîn e. Jib o ku gel –xelk- bi Sam henek neke, Sam nave kurik Zal datîne û ferman dide xulaman ku wî bibin daynin çîyayê Elbrûzê. Xulamên Sam fermana wî bi cih tînin û Zal dibin datînin çîya.

    Di navberê de sal û demsal derbas dibin, Sam kalepîr dibe. Porên wî jî spî dibe. Ew ji xwe re difikire ku wî li kurê xwe neheqî kiriye. Sam şeveke di xewna xwe de kurê xwe dibîne û paşî biryara xwe dide ku biçe li pey kurê xwe bigere, wî bibîne.

    Sam piştî lêgerîneke dûr û dirêj kurê xwe Zal dibîne û hikumdariya herêma ku di bin desthilatdariya wî de ye, dide kurê xwe Zal. Di demeke de Sam diçe şer û cengê. Zal jî wek mêvandarî diçe bajarê Kabûlê. Li wir dilê wî dikeve keça kralê Kabûlê. Navê kral(*) Mîhrab e û navê keça wî Rûdabah e.

    Zal biryara xwe dide ku bi Rûdabahê re bizewice. Ew xeberê ji bavê xwe re dişîne ku ji bo zewacê îcaza wî bigre. Sam ji bo zewaca kurê xwe bi sihirbaz û falcîyên astrologan dişêwire. Ew jî dibêjin: ”Zal bi Rûdabahê re bizewice, dê jê re kurekî cengawer bibe û ew kurik dê Turanîyên dijminên Aryanan têk bibe û wan berepaş bişîne çola Tirkistanê ya Asya navîn.”

    Bav û diya keçikê naxwazin ku keça xwe bidin Zal. Bavê Zal, Sam daxwaza zewaca Zal ji Şahînşahê Aryanan re dibêje, Şahînşah jî naxwaze ku Zal bi keça Melîkê Kabûlê re bizewice. Şahînşahê aryamêr fermand ide Sam ku bi ew bi ordiyê –artêşê- biçe bavêje ser bajarê Kabûlê û wir fetih bike, malbata kral Mîhrab bi keça wî ve bikuje. Zal bi fermana Şahînşah dihese. Zal diçe cem bavê xwe Sam û jê re dibêje: ”Te ji min re bavîtî nekir. Te min avêt çîya. Te zarokî û xortanîya min ji min send, niha jî tu dixwazî evîna min ji min bistînî.”

    Sam bav e, dilê wî bi kurê wî dişewite û lewre jî ew zewaca wan qebûl dike. Şahînşah jî ji sihirbaz, falcî û astrologan agahdarî digre û ew jî razî dibe ku Zal bizewice. Û Zal bi keçika spehî Rûdabahê re dizewice. Piştî neh meh û neh rojan ji Zalê leheng û Rûdabaha bedew re kurekî dibe. Ew navê kurik ”Ristem” datînin. Navê Zal diya wî lê danîye. Dema Zal dibe diya wî dibêje: ”Min berhem afirand.” Û li gor maneya vê vî navî lê datîne. ”Rist” peyveke Zazakî ye. Xuyaye navê Ristem navekî Zazak/Kurdî ye.

    Ristem roj bi roj mezin dibe û dibe cengawer. Di dema Ristem de Şahînşahê Aryanan Key Kawûs e. Piştî ku Turanîyên hov yên êrişkar Şahê Aryanan –Arîyan- Şah Nadir dikujin, bi alîkariya Ristem Şah Kawûs dibe Şahînşah. Dema Şah Keykawûs diçe sefera herêma Mazîderanê li wir êsîr –dîl- dikeve. Lêbelê, paşî Ristem diçe wî xilas dike. Piştî demeke Şah Key Kawûs bi keça Melîkê Areban Sûdaba re dizewice. Çend meh piştî zewacê xezûrê Şah xeber dişîne pey û dibêje ku; wî bêriya keça xwe kiriye. Bila keça wî bê zeyîyê. Bila ew jî bi keça wî re wek mêvanî bê cem wan.”

    Şah Key Kawûs û jina xwe diçin mala xezûr mêvanîyê. Xezûr Arab e û hezar fen û fûtên Araban heye. Bi Araban pişt nayê girêdan. Xezûr bi wan bêbextî dike û wan êsîr digre û dike zîndana kelê. Ristem pê dihese ku Melîkê Araban Şahînşahê Aryanan dîl girtiye. Ristem ji leşkerên Aryan û Hîndîyan ordîyeke Îndo-Aryanî pêk tîne û diçe davêje ser kela Arebên samî. Ristem li pêşîya artêşa xwe li ser pişta hespê xwe siwarkirîye. Navê hespê wî jî ”Reqş” e. Ev hespekî rewan yê efsanevî ye, wek bayê dibeze. Tu hespek bi qasê wî rewan nîn e.

    Ordîya Îndo-Aryanîyan di bin serdarîya Ristem de êrişê ordîya Areban dike û Areban têk dibe. Areb mecbûr dimînin bi Ristem re peyman çêdikin û Key Kawûs ber didin. Key Kawûs û zilamên wî bi xêra Tistemê Zal re azad dibin.

    Di wê demê de, li rojhilat Hakanê –serdar-ê- Turanîyan ordîya xwe amade dike ku êrişê ser welatê Aryanan bike. Key Kawûs ji Hakanê Turanîyan re name dişîne. Şah Key Kawûs di nameya xwe de bi gotinan Hakanê Turanîyan biçûk dixîne, Turanîyan wek pisîkê bi nav dike. Ew di dawîya nameya xwe de ji Turanîyan re dibêje: ”Bila Turanî newîyên Cemşîd û Ferîdûn, şêrê Aryanan hêrs nekin. Bila ew di şûna xwe de rehet bisekinin.”

    Lêbelê, Turanî rehet nasekinin. Turanî diz, êrişkar û talanker in. Hakanê Turanîyan bersîva nameya Şahê Aryanan dide û dibêje: ”Heger ew şêrê Aryanan e, ez jî pilingê Turanan im.” Ordîya Aryanîyan û Turanîyan tên hemberê hevûdu û dest bi şer dikin. Hakanê Turanîyan dibîne ku cengawerekî di destî de gurz heye û ew berêve leşkerê Turanîyan dikuje. Hakan fermand ide, dibêje: ”Ew cengawerê ku gurz di destî de ye Ristemê Zal e. Kî wî bikuje yan esîr bigre ez ê keça xwe bidimp ê.”

    Lê, tu kesekî nikare Ristemê Zal bikuje yan jî dîl bigre. Ordîya Turanîyan têk diçe. Hakanê Turanîyan ji qada şer direve. Piştî serketina vî şerî Şah Key Kawûs navdarîya cengawer û pelewanê cîhanê dide Ristemê Zal. Êdî Ristemê Zal bi fermî wek pelewanê cîhanê tê bi nav kirin. Di dema Ristemê Zal de Ordîya Şahînşahê Aryanan wisan bi hêz dibe ku nîvê cîhanê fetih dike û dixe bin hukmê xwe.

    Di demeke de Ristemê Zal diçe nav axa Tirkmenê Turanî. Ristemê Zal li wir, li cihek di nav baxçeyek de radikeve. Tirkmenên koçer tên hespê Ristem (ku navê wî Reqş e) didizin. Ristem ji xew radibe ku hespî tuneye anku hatiye dizîkirin. Ew li pey hespê xwe digere û diçe bajarê Tirkmenan. Hakanê Tirkmenan pê dihese ku Ristemê Zal hatiye bajarê wan. Hakan diçe cem Ristem û jê re dibêje:

    - Gelo kî di welatê min de cesaret kiriye ku li te neheqî kiriye? Hemû mal û milkê me û em bi xwe di xizmeta we de ne.

    Li ser van gotinên Hakanê Tirkmenan, Ristem jê re dibêje:

    - Hespê min wenda bûye. Min li ser rêça wî gerand. Hesp hatiye vir. Heger hûn niha hespê min neynin, ez ê serê gelekan jêbikim.

    Hakanê Tirkmanên Turanî dibêje:

    - Meraq neke. Em ê hespê te bibînin. Tu were bibe mêvanê min.

    Ristem dibe mêwanê Hakan. Di koşkê de şeva şahiyê çêdikin. Dansoz reqs dikin, beşdarvan, mêvan xwarin dixwin, vedixwin. Ristemê Zal jî mey vedixwe û hinek serxweş dibe. Ristem ji şûna xwe radibe û diçe menzelê ku li wir raze. Ew xwe li ser livînê dirêj dike. HInek paşê deriyê menzelê vedibe û keçên xweşik tên hundirê menzelê. Di nav wan keçikan de keçikeka pir spehî heye. Ristem li wê keçika bedew dinêre, ew jî li Ristem dinêre. Ristem jê dipirse ku ew kê ye? Ew jî bersîv dide û dibêje: „Ez keça Hakan im.“ Ristem destê keçika narîn digre û wê dikşîne ser livîna xwe. Herdu hevûdu maçî dikin û bi hevre şadiman dibin.

    Ristemê Zal bi prenses Tamînehê re dizewice. Ew li wir demeke dimîne û paşî ji wir diçe. Dema ew diçe madalyoneke weke nîşan dide jina xwe û jê re dibêje: „Heger ji te re kurekî çêbû, vê madalyonê bike stuyê wî.“ Piştî neh meh û neh rojan ji Temîneh diwelide, jê re kurekî çê dibe. Temîneh navê kurik Sohrab datîne.

    Sohrab mezin dibe. Ew ji diya xwe pirs dike ku bavê wî kî ye? Diya wî jê re navê bavê wî dibêje. Diya wî jê re dibêje:

    - Bavê te pelewanê cîhanê ye. Ew cengawerekî bi navûdeng e. Ez naxwazim ku ew zanibe tu kurê wî yî. Tu buyî xortekî ciwan. Ew bizanibe dê te ji min bistîne. Ez nikarim bê te bijîm.

    Sohrab jî ji diya xwe re dibêje:

    - Kî li min binêre, dizane ku ez wekî tirkmenan nînim.

    Sohrab dixwaze biçe cem bavê xwe û bi alîkariya wî bê Hakan ji ser text bixe û ew bibe Hakanê welatê Turanîyan û diya xwe jî bike kralîçeya dê. Hakan jî pê dihese ku ji Rustem kurekî heye. Ew jî dixwaze kurik li dijê bavê wî bikar bîne. Hakanê tirkmen dixwaze bav bi destê kur bide kuştin. Newiyên Turanîyan hêj jî li welatê me Kurdistanê vê metodê li dijê kurdên Aryanî pêk tînin û bira bi bira, bav bi destê ewlad didin kuştin. (Dewleta nîjadperest a tirk hêj jî weha dike. Kurdan bi destê hevûdu dide kuştin. Li navça me – Li Licê- dewletê bi destê keçekikeka sîxur bavê wê yê kurdperwer da kuştin.)

    Hakanê Turanîyan beşeke ordîya xwe dixe bin fermana Sohrab û ew ferman dide ku Sohrab bi leşkeran ve biçe kele û bajarên Aryanan fetih bike. Sohrab bi ordîya Turanîyan ve êrişê welatê Aryanan dike. Ew diçin çen kele û bajarên Aryanan fetih dike. Di fetihkirina keleyek de yekî cengawer, cil û lîbasên hesîn lê ye, bi Sohrab reş er dike. Dema Sohrab zora yê cengawer dibe, bi ser dikeve û kuma hesîn ji serê yê cengawer derdixe, dibîne ku ew keçikeka spehî ye. Sohrab ji xwe re dibêje: Keçên Aryanan ewqas cengawer in, gelo mêrên wan yên cengawer çawan in?“

    Sohrab keçikê digre, bi hevre diaxifin. Keçik fenek tîne serê wî û ji destî direve û diçe dikeve hundirê kelê. Keçik tê diyarê kelê, Sohrab li derveyê kelê ye. Keçik jê re dibêje:

    - Tu Turanî nîn î. Çi karê te bi artêşa wan re heye? Tu hetanî fermandarê Turanîyan bî, em te wek leheng qebûl nakin.

    Sohrab û leşkerên Turanîyan çarmedorên kelê digrin. Keça qumandarê kelê ji Şahînşahê Aryanan re nameyeke dişîne û jê alîkarî dixwaze. Ew di nameya xwe de dibêje: „Turanîyên zalim agir dibarînin. Kes nikare li pêşberê wan hovan bisekine. Di nav wan de cengawerekî heye, navê wî Sohrab e. Hêj pir ciwan e. Li gor bejn û bala wî, ew Turanîyê barbar nîn e, Aryan e. Em nikarin bi wan reş er bikin, ji me re alîkarî bişînin.“

    Şahînşahê Aryanan xeber dişîne pey Ristemê Zal. Ristem tê hizûra Şahînşah. Şah ferman dide û ew bi ordîya Şahînşah ve diçin li pêşberê kela ku Sohrab fetih kiriye konên xwe datînin. Sohrab û fermandarên leşkerî yên Turanîyan serê sibê radibin, dibînin ku waye ordîya Aryanan hatine li pêşberê kelê konên xwe danîne.

    Sohrab li hespê xwe siwar dibe û tê pêşîya konên artêşa Aryanan. Ew ji leşkerên Aryanan re dibêje: „Ka kralê we? Bila ew bê bi min reş er bike.“ Ne Şahînşah û ne fermandarekî newêraye ku bi Sohrab reş er bike. Kona Ristemê Zal li wiyalîn e. Jê re xeber dişînin, ew li hespê xwe siwar dibe û tê qada şer. Sohrab mêze dike yê ku hate qada şer, mirovekî kalepîr e. Sohrab jê re dibêje: ”Qada şer cihê te kalepîrî nîn e. Ez te bikujim jî serketina min zêde nabe.” Ristemê Zal bersîva wî dide û dibêje: ”Li gor te dibe ku ez kal bim. Lê, hetanî niha tu kesekî bi min nikaribûye, min têk nebirîye. Ez guman dikim te gotinên min fêm kir. Min bi şêr û pilîngan re, bi fîl û tîmsehan re, bi ordîyan re şer kiriye û ez têk neçûme. Heger tu min têk bibî û biserbikevî, bizanibe êdî kesekî nikare bi te re şer bike. Ez zanim di welatê Turanîyan de şerkerekî wekî te tune ye. Min bi hemû cengawerên Turanîyan re şer kiriye û wan têk birîye.”

    Sohrab ji Ristem dipirse: ”Gelo navê te çîye? Tu cengawerê Aryanan Ristemê Zal î?” Ristem nabêje ku ew Ristemê Zal e. Ristem dibêje: ”Na, ez Ristemê Zal nîn im. Ew ji min bi hêztir e. Ji bo ku tu derkevî pêşberê Ristemê Zal û pê re şer bikî, divê tu pêşî bi hinek cengawerên wek min re şer bikî.”

    Sohrab û Ristem – anku bav û kur bê ku hevûdu nas bikin- dest bi şer û cengê dikin. Ew bi hevre bi tundî şer dikin. Şerekî bêhempa ku qet nehatîye dîtin. Ew bi saetan di ber hevûdu de didin. Sohrab diweste, Ristem ditirse. Herdu jî hinek radiwestin û paşî dîsa dest bi şer dikin.

    Herdu bi hevûdu re bi şûr û mertal, bi gurz û bi tîr û kevanê şer dikin. Sohrab gurzeke li milê Ristem dixe. Ristem diheje. Sohrab pê henekan dike, dibêje: ”Cengawerê Aryanan, te dît min gurzek li te da, tu çawa hejiyayî û te çok da erdê. Kalo, herî baş ev e ku; ji xwe re vegere mala xwe. Tu nikarî bi min re şer û ceng bikî.”

    Ji bo ku dibe êvar, Ristem û Sohrab şer radiwestînin, ku sibê dîsa dest bi şer û cengê bikin. Roja din, dîsa ew bi hevre şer dikin. Sohrab bi nava Ristem digre û wî ser piştê dixe erdê û xençera xwe dikşîne ku li ser dilê wî bixe. Ristem jê re dibêje: ”Nabe ku tu niha min bikujî. Li gor pîvanên cengewarîyê hetanî cengewarwk yê din du car li ser piştê erdê nexe, nikare wî bikuje. Dema yê pehlewan du car li ser piştê bikeve erdê, wê demê mirinê heq dike.”

    Sohrab li ser van gotinan Ristemê Zal nakuje. Ew ji ser radibe. Fermandarên Turanîyan ji Sohrab aciz dibin ku çima pelewanê Aryanan nekuşt. Sohrab jî dibêje: ”Ez ê wî sibê li ber çavên we bikujim.”

    Roja din, anku roja sêyem dîsa herdu dest bi şer û cengê dikin. Vêca Ristem bi ser dikeve û Sohrab birîndar dibe, têk diçe. Sohrab ji Ristem re dibêje: ”Dîya min gote neçe welatê Aryanan. Min gohdariya wê nekir. Min nekuje, lêxe here. Heger Ristem pê bihese te kurê wî kuştiye, tu bibî teyrê baz jî, dê dîsa bavê min te bibîne û bi destê xwe biqeniqîne.”

    Dema Ristem van gotinan dibihîse, ew di xwe de sar dibe, şaş û ecêb dimîne. Ristem bangê Sohrab dike û jê re dibêje: ”Sohrab ez Ristemê Zal im.”

    Ji bo ku Sohrab birîndar e û li ser mirinê ye, ew ji bavê xwe lome dike û jê rdibêje: „Çima te berê negot ku tu Ristemê Zal î?“ Û paşî Sohrab dimre. Ristem li çokên xwe dixe, dibêje: „Min kurê xwe kuşt.“

    (*) Kral ne peyveke tirkî ye, rusî ye. Hinek kurd, bi taybetî yên binxetê, di şûna peyva kral de peyva Melîk bi kar tînin. Hinek jî peyva Padîşah yan jî Serdar bi kar tînin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1