MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 58, sermawaz 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Lokman Polat: Ristemê Zal û Sohrab
  • Hesen Polat: Projeya çapkirina pirtûkên bo zarokan
  • Hasan Kaya: Siyaseta tirsandin û zordariyê
  • Perwîn Cemîl: Rapora Komîsyona Ewropî li ser Tirkiyeyê û mafên kurdan
  • Fuad Sîpan: Wezîrê Rewşenbîrî yê Kurdistanê li Elmanya
  • Cankurd: Paqijkirina kompûteran ji vîrusan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Nirxên hevpar û televizyonên kurdî

  • NIRXÊN HEVPAR Û TELEVÎZYONÊN KURD
    Mmetîn Kewê Dilxêrî


    Ya tê zanîn ev e ku çar heb “tv”ya kurd hene. Ev bûyerê gelekî xweş e. Hebûna televîzyonên têvel rewşek erênî ye. Dîvê ev rewş were parêzkirin. An jî ev rewş were pêş ketin. Ji bo zêdebûn û pêşveçûna “tv”ya kurd pêwîst e. Lewma gere em ev “tv”ya kurd xwedî derkevin.

    Ya rast “tv”ya kurd ê yekem kurdên bakur li Ewropayê saz kir. Navê ev tv “Medtv” bû. “Medtv” dilê kurdan şad kir. Kurdan ji bo temaşekirina “Medtv” yek bi yek satalîte yanî peyik stand. “Medtv” çend sal dengê kurd bû. Pirsgîrêka kurd dinyayê re dazanîn.

    Ji piştê “Medtv” televîzyona “Mezopotamya” hate damezrandin. “Medtv” û “Mezopotamya” di yek kanalê de jiyana weşanê xwe dom kir. Ji piştê van kanalê “Kurdistan” vebû. Satalîteya “Kurdistan” di herêma Kurdistana Îraqê de hate saz kirin. Ev televîzyon hem bo wan û hem jî bo me qenc bû. Ji piştê vebûna “Kurdistantv” jî televîzyona “Kurdsat” destpêka weşanê kir. “Kurdsat” bi giranî li ser zimanê soranî ye. Weşanê “Kurdsat” jî ji bo herêma xwe û bo me xweş bû. Ji ber vê me nasîna wan kir. Me hevnasîya gelê wan, zimanê wan, çandê wan û hw. kir.

    Lê mixabin her çar herêma kurdan bi hev re biyanî jîya ye. Haja kesê yê din re nebû ye. Her çar herêma kurd yê din nasnedikir. Lewma sazkirina ev tv.yan baş bû.

    Bi rastî televîzynên kurd, ji bo kurd re gelekî kêrdarî bû û ev qas jî xweş bû. Lêbelê dijberê kurd re jî ev qas nebaş bû. Ji ber ku asîmilasyona kurd êdî hate rawestandin. Hêdî hêdî kurd xwe nas dikir. Ev bûyeran jî zora gelê din çû.

    Loma mixabin hikûmetê Tirkiya çewsî û zordestîyê Ewropa kir û ji ber vê yekê “Medtv” hate girtin. Lê piştê vê yekê kurdan tv.ya “Medya” saz kir. “Medya” jî salan car dengê kurdan bû. “Medya” jî di sala 2003ê de cîhê xwe “Rojtv” re berda.

    Niha televîzyonên kurd diweşin ev in; “Rojtv”, “Mezopotamyatv”, “Kurdistantv” û “Kurdsat” e. Ji bo wan re serkeftin.

    Rast e ku kêmasîya wan jî henin. Lêbelê kêmasîya wan hebe jî dîvê em ev televîzyonan re xwedî derkevin. Rast ev e. Li paşê kêmasîya wan çiye? Em xeberdin û çareserîya wan bibinin. Lêbelê bo kêmasîyên televîzyona kurd re nexeyidin û temaşeya wan destbernedin. Nêrîna xwe berdewam bikin.

    Vegotina ev kêmasî ev in; bi gelemperî navbera ew televîzyon bi hev re tine. Haja yekî bê yêdin jî tine ye. Yekî ji bê yekî re bêagah dijî. Birastî ev bûyer balkêş e. Nirxên hevpar, rûmetên pardar û bihayên hevbeş li ku ye? Gere ramanê herkezî mîna hev nebe. Lêbelê gere nirxên hevpar herçar herêm û her televîzonên kurd re mîna hev be. Dîvê ji alîya herkezî ve nirxên hevpar were parastin. Yanî aştî û azadî nirxê hevpar e. Dijberê kurd jî nirxê hevpar e. Dîvê li dijê dijminên gelê kurd her televîzyonên kurd helwesta hevpar bigre. Nirxên hevpar cûre ye. Lewma têkîlî û pêwendî pêwîst e. Hevkarî jî gelekî pêwîst e. Ji ber vê yekê her tim hevkarî kirin hebe.

    Mînak; Weşanê başûr li pirsgîrêka bakur re balxwe nade. An jî “Rojtv” qala tv.ya “Kurdistan” nake. Tv.ya “Kurdsat” jî tenê weşana devera xwe dike. Nûçe û bernameyên xwe li gor devera xwe ve dike. Yanî di nûçeya “Kurdsat”ê de tenê navê partîya mirovên wan heye. Mînak; dibêje, “alîkarê serok wezîrê hikûmeta herêma kurdistan wiha go”… erê alîkarê serok wezîrê hikûmeta kurdistan mervê van e. Lê serok wezîrê herêma kurdistan ne mervê van e. Lewma qala van nake. Yanî hîç nabêje ku; “serok wezîrê hikûmeta herêmê kurdistan” ….

    Lê ev kêmasîya tv. ya me tije ye. Weşana başûrê kurdan jî behsên xwe nake. Lê çawa behsên tv. ya din bike? Lêbelê hêdî hêdî hevkarî destpê dibe. Ev hêvîdara min e.

    Ev destpêkirina hêdî wisa dibe; mînak “Rojtv” dikare reklama bernameyek “Kurdistantv” bike. “Kurdistantv” jî dikare qala “Rojtv” bike. An jî “Kurdsat” dikare reklama bernameyê “Kurdistantv” bide. Yan jî dikare behsa mirov û siyasetmedarê partîya wan bike. Yanî hemî televîzyon dikare destê xwe têbixe binê kevîrê. Kes ji kesî re bilindtir nîn e. Kes jî ji kes re tevgêra yekem hêvî neke. Dîvê tevgêra yekem her kes destpê bike. Yekitîya rast û azadîya rast ev e.

    Lêbelê hevkarîya “Rojtv” û “Mezopotamyatv” heye. Xwedê zêde bike. Ev bûyer gelekî baş e.

    Gotina din jî ev e; çend navdarê stranbêjê kurd jî heye. Ew bo me bext e. Lê hin televîzyonên kurd wan mûziknas û mûzîsyen dernaxe. Ka nirxên hevpar. Gere navbera me de hin tiştan bo nirxên hevpar were birkirin. Raman cûda dibe lê cudahîya raman ne girîng e, raste ku hûner girîng e.

    Me heta vê derê ji qala tv.ya xwe vegot. Her tişt vî yalî ev televîzyonan yê me ye. Girîng e xwedî derketin gelekî pêwîst e. Gere rexne çêbikin, lê rexneyê erênî bikin. Dem dermanê her tiştê ye. Xwedê hezke bi dem ve başbûnî çêdibe. Hûn dîsa berdewama “temaşavanên hêja” bikin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1