MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 58, sermawaz 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Lokman Polat: Ristemê Zal û Sohrab
  • Hesen Polat: Projeya çapkirina pirtûkên bo zarokan
  • Hasan Kaya: Siyaseta tirsandin û zordariyê
  • Perwîn Cemîl: Rapora Komîsyona Ewropî li ser Tirkiyeyê û mafên kurdan
  • Fuad Sîpan: Wezîrê Rewşenbîrî yê Kurdistanê li Elmanya
  • Cankurd: Paqijkirina kompûteran ji vîrusan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Nirxên hevpar û televizyonên kurdî

  • Projeya Çapkirina Kitabên Kurdî yên ji bo Zarokan
    Hesen Polat


    Her çiqas di teorîyê de bê gotinê ku her gel heqê maf û hiqûqê xwe ne jî, em dizanin ku pratîka gelê kurd vê gotinê pir caran pûç dike û nîşan dide ku maf û hiqûqa gelê kurd ji alîyên devletên dagirgeh de hatîye îstilakirinê. Ji ber vê yekê gelê kurd ji bona destxistina maf û hiquqên xwe pir tekoşîn/micadele kirîye û hîna jî dike. Em dizanin ku tekoşîn ne bi şiklekîye û ger cûrecûr bê kirinê. Pir caran ji bona destxistina maf û hiqûqê pir tişt tên kirinê, lê ji bona îstîfade kirina wan pir tişt jî tên bîrkirinê. Loma ye ku maf û hiqûqên ku bi zehmetî destketine nayên karkirinê û weqas keda/emega hatîye dayîne bê bergîdan/mehsûl dimîne.

    Di vî warî de dema em rewşa kurdên li Tirkîyê binêrin pir kêmasîyên wan dibînin. Kêmasîya herî mezin ewe ku giringîya zimanê kurdî di alîyên bav û dîyan de pir girîng nayê dîtinê û ji bona pêşeroja wan hinbûna zimanê tirkî bi şikla bîrkirina zimanê kurdî tê dîtinê. Loma di mal de jî dê û bav zarokên xwe re hêdî hêdî bi zimanê tirkî diaxifin. Wer zen dikin ku zarokên wan kûrdî hin nebin û bi tenê zimanê tirkî biaxifin hemû bûyerên nebaş ku yên hatine serê wan neyên serê zarokên wan. Va jî dibe sedema bêçaretîyek giring. Zarok nakokîyên dê û bavên xwe mîna barek giran di pişta xwe de hîs dikin, di bin vê giranîyê de pir caran nikarin ku şexsîyeta xwe bibînin. Di alîyên din de jî pir zarokên kurdan di malê de bi devkî zimanê kurdî hin dibin û dema dest bi dibistanê/mektebê dikin hinî zimanê tirkî dibin. Feqet tu carî îmkanê nabînin ku zimanên xwe yê zikmakî bi nivisî hin bibin û perwerdeyîya ku di zaroktîyê de li mal de bi zimanê kurdî girtine, ku yê bingehîya şexsîyeta wane, pêştve bixin. Heyan niha dewleta Tirkîyê di vî warî de pir astengê dijwarî derxistî bû. Salên dawî de ji bona Yekitîya Ewrûpayê ser kaxizê hinek guhertin pêk anîn û hîna jî bînin. Feqet em mize dikin kû rêxistinên kurdan di wî warî de tedarekekên xwe tunin an jî pir qelsin. Va jî nakokîyek rêxistinên kurdan e. Ji bona pir tiştan can û mal dane, lê ji bona hinbûna zimanê kurdî ya bi nivisî pir kêm teşebûs kirine.

    Ger neyê bîrkirinê ku salên piçûktîyê ji bona şexsîyeta mirov pir girîngin. Hinek perwerker 3 salên pêşî, hinek 5 salên pêşî, hinek jî 7 salên pêşî mîna qedera zarokan dihesibînin. Çimkî tiştên di va salana de zarok dibîne û digire di şikilgirtina şexsîyeta zarok de tesirek/bandorek mezin nîşan didin û dibin bingehîya paşeroja wî. Lomaye ku ne tenê gotinên dê û bavan, kirinên wan jî ji bona zarokan pir girîngin. Dê û bavek ku di alîyekê de tiştekê iddîa bike û di alîyên din de jî jîyanekê dijî îddîa xwe bidomîne xirabîyekê pir mezin ji zarokên xwe dike. Ji gor zarokan di pêşt de dê û bav, dû re jî kesên din ku di malbatê de dijin herî mirovên desthilat/muqtedîr û qencin. Lê alîyên din de zarok nakokîyan jî pir baş ferq dikin. Em mirovên mezin bi şiklekî hinî hinek nakokîyan bûne û êdî wan ferq nakin. Lê zarok ne wusa ne. Ewna hemû nakokîyan û şaşitîyan dibînin û ferq dikin. Dema zorok nakokîyên di malbatê de ferq dikin serî du rîyan de yekî dixinin ku gor xwe wê nakokîyê çareser bikin. Ya yek ewe ku mîna mezinên xwe wan şaşitîyan gor xwe şirove dike û hinî wan dibe. Ya dudîyan jî ewe ku vê nakokîyê qebûl nake û qedr û qimeta van mirovan li ba wî kêm dibe. Herdu hal jî ne halên baş in.

    Em disan vegerin li ser hinbûna xwendin û nivisandina zimanê zikmakî. Yanê ji bona zarokên kurdan hinbûna xwendin û nivisandina zimanê kurdî. Miheqeq ku va kara ne tiştekê wusaye ku tenê dê û bav bikarin çareser bikin. Di hemû welatan de dewlet wî karî an bi xwe tînin cîh an jî ji bona cîhanîna wî di her alîda alîkarîyê didin dezgehên wî kar tînin. Em dizanin ku li Tirkîyê de dewleta tirk ji bona hinbûna zimanê tirkî û bîrkirina zimanê kurdî çi dest wê hatîye kirîye û hîna jî dike. Wê demê mirov dixweze pirs bike ku rêxistinên kurdan di wî warî de çi kirine?

    Dibe ku pir kes li ser vê pirsê sekinîne û di wî warî de nakokîyên kurdên li Tirkîyê hanîne zimên. Heyan nûha an tu rêxistinên kurd di wî warî de gavek nehavtine an jî hajîya min jê tune bû. Li vir çend mehan pêşt de dostekê hêja derheqê xebatek wusa de ez agahdar kirim û soza şandina kitabên bi kurdî ji bona zarokên kurd ku li Stembolê hatine çapkirinê da min. Xwedê jê razî be soza xwe hanî cîh û kitab meha çû gihîştin destên min. Ez dixwezim li vir hemû rêxistin û kesên ku ji bona çapkirin û belavkirina va kitabana re ked dane pîroz bikim û hêvîya domandina karên wanê wusayên baş bînim zimên. Hêvî dikim ku va karê hêja di nav kurdên li Tirkîyê de deng dide û armanca vê xebatâ hêja tê cîh. Bîr nekin ku cîh hatina armancê dibe çavkanîya xebatên nû û domandina wan.

    Di derbarê çapkirin û belavkirina va kitabên hêja de di dawîya kitaban de wusa tê nivisandinê:

    „Ev pirtûk bi alîkarîya SIDAyê (Swedish International Developmend Cooperation Agency), Dezgeha Swedî ya ji bo Pêşdebirin û Hevkarîya Navneteveyî, ji alîyê Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê ve wek proje hatîye bi rêk xistin. Proje bi xwe wek zincîreyekê ji 28 pirtukên kurdî pêk têt ku hin ji wan bi zaravayê kurmancî û hin jî bi zaravayê zazakî (kirdkî, dimilî) ne.

    Ew pirtûk û herweha hemû pirtûkên vê projeyê li alîyê Weqfa Kulturî ya Kurdî li Stockholmê û Enstîtuya Kurdî ya Stembolê ve bê pere tên belav kirin.

    „Bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivise!“

    Mîsal/Mînak di kitaba KEJÊ, Ji folklora kurdên Anatolîyê de em derbarên kes û dezgehên ji derxistina vê kitabê re ked dane van agahdarîyan dibînin:

    „This publication was financially supported by the Swedish International Development Agency, (Sida)

    Navê pirtûke: Kejê
    © Berhevkar: Seyfî Dogan
    © Wêne: Ulf Löfgren
    Komîteya birêvebir ya projeyê: Salih Ince. Naile Aras, Hüsamettin Aslan, Harun eliacik, Bilal Görgü
    Birêvebirê projeyê: Bilal Görgü
    Redaktion: Husamettin Aslan, Mûrad Ciwan, Mahmûd Lewendî, Serdar Roşan, Amed Tigris, Reşo Zîlan.
    Komita referensê: Mûrad Ciwan, Mahmûd Lewendî, Serdar Roşan, Reşo Zîlan.
    Weşîner: Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê
    Hevkara projeyê li Tirkîyê: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
    Weşandina vê pirtûkê ji bal Sidayê hatîye fînansekirin

    Çapxane: Express Grafik Baský Sistemleri Matbaa ve Yayýncýlýk San. Tic. Ltd. Şti. Yüzyýl Mah. Massit Matbaacýlýk Sitesi 5. cad. No: 26 Bagcýlar, Istanbul
    Tel: 90 212 430 88 13 (pbx) Fax: 90 212 430 88 16
    e-mail: [email protected]

    Belavkirin: ZEND Bilim Kültür Eðitim Basýn Yayýn Tic. Ltd. Şti.
    Namýk Kemal Cad. Gençoðlu Iş Merkezi No: 19/6 Aksaray – Istanbul
    Tel: (0212) 586 39 73-84 Fax: (0212) 586 39 90
    www.kurdishinstitute.org / [email protected]

    Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê
    Box 12097
    102 23 Stockholm – Sweden
    Tel: +46 8 650 62 68
    E-mail: [email protected]
    www.kurdisk-kultur.com
    ISBN: 975-6282-11-8“

    Gelî xwendewanên hêja! Hêvî dikim ku hûn der û dora xwe di derheqê vê projeyê de agahdar dikin û ji bona hinbûna xwendin û nivisandina zimanê kurdî zarokan re alîkarîyê dikin.

    Hesen Polat, 20.10.2004

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1