Ji mêj ve ye, dixwazim ji bo raya giştî çend gotinan binivîsim. Lê ji ber ku qada siyasetê bi mij û dûman e û hesasiyet vê demê di asteke bilind de ne, destê min lê negeriya. Ji ber hinek sedemên lezgîn ku ez dê li jêr dabaşa wan bikim, min xwest çend tiştan hema niha bêjim.
Demeke dirêj li Tirkiyeyê di saziyên çandî de xebitîm. Li Înstîtuya kurdî ya Stenbolê û Navenda Çanda Mezopotamyayê, nêzîkî deh salan weke birêveber û serok xebitîm. Di nav van salan de, min xemgînî, keyf û şahî digel hezaran kes, parve kir. Ew kesên ku me digel hev kar kir, ji zarokên ku di koma koroyê de bûn heta bi kalemêrên heftê salî yên ku beşdarî dersa zimanê kurdî dibûn, bûn. Ez tu caran nikarim vê şad û bextewariya xwe, bi gotinan eşkere bikim.
Me xebateke sivîl, humanîst, demokratîk, bi hest û pîvanên welatparêziyê kir. Ji bo ! gelê xwe, me xebata dîplomasiyê, xebata pêşvebirin, berhevkirin û arşîvkirina çanda kurdî kir. Dersên zimanê kurdî dan, da ku ziman û çanda kurdî di qada navneteweyî û li nav welat meşrû bibe û were nasîn em tevgerîn.
Ez bi rehetî dikarim bibêjim: Ewqasî bi nirx, çand û gelê xwe re em bûne yekbeden, êdî têgihên polîtîk û îdeolojîk , ji bo me di radeya gelek jêrîn de man.
Ango şert û mercan nasname û kesatiya min û hevalên ku em pêk ve dixebitîn ber bi demokratîkbûn, neteweyîbûn, înternatîonalîbûn, zanistîbûn û humanîstîbûnê ve bir. Ev tiştekî siruştî bû.
Me bi salan, Înstîtuya kurdî ya Stenbolê li gorî van bîr û baweriyan bi rê ve bir. Hîç tu deman me cûdahiyên îdeolojîk û polîtîk li înstîtuya xwe, weke pîvan bi kar neanîn. Lê helbet me rêz ji hesasiyetên gelê xwe re girt.
Vê gavê jî min rêz bi wan bîr û baweriyan heye. Ango xwedîbûna nasnemeyeke demokratî, neteweyî, gerdûnî, humanîst û zanistî ji bo min armanceke sereke ye. Bi vê zanînê! dixwazim bûyeran binirxînim.
Tevgerên kurd ên siyasî! li gorî vê feraseta xwe dinirxînim û dişopînim. Di warê weşangeriya înternetê de, pêşveçûnên kurdan ên siyasî şirove dikim.
Sedema vê daxuyaniyê, ne ew e ku serdemê binirxînim an bidahurînim an jî taktîk û stratejiyan rave bikim. Armanc wazifeyeke sincî, etîkî, wijdanî û humanîstî ye li hemberî pêjna xeterekê ango talokeyekê ye. Ev xetere, peydabûna bikaranîna şîdeta li hemberîhev a li ba tevgerên siyasî ên kurdan e. Wisa dixuye ku hêza vê şîdetê dê zêde bibe.
Li gorî ku em ji çapemeniyê dibihîzin, çend sûîkast li hemberî kesên ku ji Kongra-Gel vediqetin pêk hatine. Herî dawî tê gotin ku rewşenbîrekî kurd ê Îranî bi navê Sipan Badoşýva, hatiye desteserkirin.
Gelek bûyerên wekî vê, di çapemeniyê de cih digrin. Weke mînak, çend roj berê jî me bi xemgînî bihîst ku li avahiya Dehapa Rihayê jî qewmîneke neçê pêk hat.
Bi salan, li tirkî em pêk ve li hemberî binpêkirina mafê mirovan, îşkence, kuştinên kiryar nediyar û sûcê ramanê derketin. Me ev ! kirinên hovane şermezar kirin, rexne kirin. Em meşiyan, me çalakiyên protestoyê li dar xistin.
Lê îro, em dibînin ku xwişk û birayên me, van kirinên xerab li dijî hev bi kar tînin. Em dibine şahidên tiştên ne xweş.
Ez şerm dikim ji ber van tiştan. Xemgîn û bedbîn dibim. Xerabiyeke ji vê mezintir tune ye.
Sedem çi dibe bila bibe, ev kirinên wiha nayên pejirandin.
Tika ye, ji kerema xwe bila xwişk û birayên me, dest dirêjî hev û din nekin… Ger arîşe hebin, bil ali gorî rêzikên edalet û demokrasiya gerdûnî bêne çareserkirin.
Bi slavên birayetiyê…
Hasan Kaya
Serokê berê yê Înstîtuya Kurdî ya Stenbolê
06.10.2004- STENBOL