MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Brendan O'Leary: Qanûnek raguhastinê ya hêjayî têkoşînê bo
  • Seyidxan Kurij: Hevpeyivîn li gel Edîb Çelkî
  • Lokman Polat: Kurteçîrok û kurteroman
  • Fûad Sîpan: Sêylemeza Jêrîn û Marignane
  • Kakşar Oremar: Wesiyetnameya Qazî Mihemed
  • Bêwar Îbrahîm: Ji Meydana Çarçira ta volkana Qamişlo
  • Hasan Polat: Koça kurdên li welatên Ewropayê
  • Fûad Sîpan: Hikûmeta Elmanyayê dijî kurdan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Lîstika golbolê
  • Konê Reş: Gora Mîr Bedirxanê Azîzî
  • H. Eyûbzade: Xorêkxistinî malî kurd le Kurdistanî Rojhelat
  • Lokman Polat: Hewesa min
  • Fûad Sîpan: Çima Dehap di hilbijartinan de bi ser neket?
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Hilbijartinên herêmî û pevçûnên gundiyan

  • HUKUMETA ALMANYA DI BÊBEXTIYA XWE YA LI DIJÎ KURDAN DE BI ÎSRAR BERDEWAM DIKE
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    Almanya, 12.04.2004

    Zagona [Bingehîn ya - MN] Almanya derbarê mafên mirovan de wiha dibêje "Die Würde des Menschen ist unantastbar" (nabe tikes dest bavêje rûmeta mirov). Ev gotin di Zagona Almanya di paragrafa yekem de hatiye nivîsandin. Di vir de qala mirovan têye kirin. Yanê ne qala Almanan û ne jî qala Ewropiyan têye kirin. Loma mirov nikare bêje, ku ev gotin tenê ji Almanan re derbas dibe. Bê guman ev gotin ne bi hêsanî kete zagona Almanya. Ev Zagona Almanya di pê şerê cihanê yê duwemîn di 23.05.1949 de bi saya Amerîka û hevpeymanan hatiye danîn. Amerîka û Almanya di pê şerê cihanê yê duwemîn re xwestin, ku zagoneke wisa demokratîk avabikin, ku bila dîrok ji bo Almanan careke din dubare nebe. Bê guman, ji sala 1949an virde, Almanya di warê aborî û demokrasiyê de gelek pêşde çûye.

    Almanya di salên 60 û 70ê de ji gelek welatan û bi taybetî bi sedhezaran karker ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo kar anîn. Ev nêzîkî 40 sal e, ku bi sedhezaran Kurd jî li Almanya dixebitin û ji bo pêşdeçûna aboriya Almanya bacê didin dewletê. Hukumetên Almanya heta niha di pirsa Kurdan de ji bilî mafên mirovan pêve nefikiriye. Li ber çavên Almanya jî Kurd ne millet in û mafên wan yê neteweyî tuneye. Hukumeta Almanya jî wek dewletên Ewropa tenê di çerçova mafên mirovan de li pirsê dinêrin.

    Me Kurdan jî di salên 80 û 90î de bawer dikir, ku Partiya Sosyaldemokrat û Partiya Keskan di pirsa Kurdan de pozîtîv difikirin û ger ew werin ser text dê li ser rêjîmên Rojhilata Navîn siyaseteke wisa bimeşînin, ku pirsa Kurdan jî çareser bibe. Ev daxwaza me Kurdan bû xewn û xeyal. Hukumeta Sosyaldemokrat û ya Keskan ji yên din bêbexttir derketin. Ew niha ji rêjîma Tirkiyê, Îranê û Sûriyê re xizmetê dikin.

    Wezîrê derve yê Almanya Joschka Fischer ji bo Kurdan tiliya xwe xwar nake. Min di pirsa komkujiya(qetliyama) Qamîşlo û derên din de li Başûr-Rojavayê Kurdistanê bi dehan caran ji wezareta Almanya ya derve re telefon kir û ji wan rica kir, ew derbarê rêjîma Sûriyê de agahdar kirin û ji wan xwest, ku bi rêjîma Sûriyê ve têkilî çê bikin û zor bidin ser wan, da ku ew siyaseta xwe der mafên Kurdan de biguhêrin û pêşî li qetliyamên mezin li dijî Kurdan bigirin. Her car bersiv wiha dihate dayîn ”Me wezîrê derve agahdar kir, çi hewce be, dê bike”. Di dawî de êdî mecbûr man bi destê Claudia Roth daxuyaniyeke sexte dan.

    Claudia Roth di 17.03.2004an de daxuyaniyek da, ku dewleta Sûriyê di pirsa sedema kuştina Kurdan de bi awayekî acîl bersivê bide. Û Claudia Roth di 25.03.2004an de bi serokê balyozxana Sûriyê Mohammed Walid Hezbor re hate ba hev û jê xwest, ku serokê balyozxana dewleta El-Mixaberat ji hukumeta xwe re bêje, ku pirsa nasnama ji bo Kurdan çareser bikin. Eger Claudia Roth di pirsa Kurdan de durist bûya, dê ji Hukumeta xwe jî daxwaz bikira, ku ew zor bidin ser rêjîma Sûriyê, da ku rêjîma Sûriyê lingên xwe topî serê xwe bike.

    Lê him Claudia Roth û him jî Hukumeta Almanya bi vî karî dixwazin şerbetê bidin ber devê Kurdan û bi vî awayî dilê Kurdan bigirin, da ku Kurd ji siyaseta wan bawer bikin, ku ew bi van karan qîmetê didin Kurdan.

    Di wan rojan de Almanek li Iraqê hate kuştin, Joschka Fischerê börekçî di daxuyaniya xwe de qiyamet rakir. Lê bi sedan Kurd li Kurdistanê têne qirkirin, ew dengê xwe nake. Ev bêdengiya Almanya gelo ji bo çi ye? Ez ji Hukumeta Almanya û ji wezareta Almanya dipirsim? Û ew mecbûr in bersiva min bidin.

    Bila Hukumeta Almanya vî tiştî baş bizanibe, ku me komkujiya Helebçe bi gazê Almanya ji bîr nekiriye û emê ji Almanya hesab jî bixwezin. Bila Almanya ewqas bi mezinbûna xwe nefire. Em Kurd êdî li Almanya quwetek mezin û siyasî ne, û dizanin çawa ji Almanya di warê demokrasiyê de hesab jî bixwezin.

    Têye gotin, ku serokwezîrê Almanya Gerhard Schröder û wezîrê derve Joschka Fischer û hin siyasetmedarên Almanya yên din ji dewleta Tirk û ji dewleta Sûriyê ruşwetan digirin. Ji bo ruşwetan li hin welatan hesab ji xwe re vekirine û her carê bi milyonan pere diherin ser hesabên wan. Îdîayên wiha têne gotin, çiqas rast in? Ez jî nizanim. Pir mixabin, ku îspata ez bidim tuneye. Çumkî tiştên wiha pir dizî têne girtin, loma îspatkirin jî ne hêsan e. Lê ez bawer dikim, dê rojekê her tişt wek mesela Helmut Kohl derkeve meydanê.

    Ger mirov hinekê şûnde here û li dîroka Hukumeta Helmut Kohl binêre, têde rastiyê dibîne, ku gelek siyasetmedarên Almanya ji bo peran xwe çawa? Firotine, dibîne. Pirsa ruşwetan di dema Hukumeta Kohl de êdî wisa eşkere ye, ku tukes nikare veşêre. Eger pirsa ruşwetan neba dê di meha gulanê de di hilbijartinên ji bo serokkomarê Almanya de Helmut Kohl sedî sed biba serokkomar. Ji ber ku navê Wolfgang Schäuble jî di pirsa ruşwetan de derbas bû, loma partiya CDU nikaribû W. Schäuble ji bo serokkomarê Almanya pêşniyar bike û Partiya Lîberal FDP pê îqna bike.

    Di dema hukumeta Helmut Kohl de şîrketên Firansa Leuner û Elf-Aciten bi milyonan ruşwet dane Kohl. Der mafê Helmut Kohl de tahkîkat hate kirin, lê di dawî de dosya bi qanûna 51î ya cezayê ve hate girêdan û bi peran dosya hate girtin. Yanê Helmut Kohl bi peredayînê got, ez sûcdar im, lê ji ber ku rewş wisa tevli hev bû, ku ger mahkeme bihata çêkirin, dê dîroka Hukumetên Almanya tevlihev biba. Loma girtina dosya Helmut Kohl silametiya Almanya bû. Min pirsa ruşwetan di rojnama Die Zeit de, ku li Hamburgê têye weşandin xwend û aqilê min sekinî. Çima? Sawciyek li Augsburgê li dijî Kohl tahkîkat vekriye, loma li dijî sawcî teroreke wisa ji bîrokratên Almanya hatiye kirin û wî di dawî de karê xwe berda û niha çi? Karî dike ez nizanim.

    Ez loma li ser van bûyeran dinivîsînim, çimkî siyasetmedarên Almanya yên wek Gerhard Schröder û Joschka Fischer mirovên tazî û birçî ne, ger ew li ser qedera Kurdan ji dijminên Kurdan ruşwetan bistînin, ez ecêbmayî namînim. Gerhard Schröder bi xwe çînîker e (porselankar) û Joschka Fischer jî li Frankfurtê şoforê teksiyên ber derê meydana Tirênê bû. Armanca min ne ew e, ku çînîker û şoforên teksiyan xerab bikim. Kî dibe bila bibe, yên bi keda xwe kar dikin, gotina min jêre nîne. Lê mirovên wek Schröder û Fischer xwe firotine dewletên dîktator, loma ez dixwazim, bila her kes bizanibe, ew ji kû derê tên?

    Hukumeta Almanya ya Sosyaldemokrat û Keskan hevalên Sadam Huseyîn in. Çimkî wan nedixwest Amerîka Sadam ji holê rabike. Berya şer, Sadam soz dabû wan, ku şer çênebe, dê hemû îhalan bide Almanya, Firensa û Rûsiya.

    Banga min ji Kurdên ku hemwelatiyên Almanya ne re ew e, ku rayên xwe tu carî nedin partiya Gerhad Schröder (Partiya Sosyaldemokrat) û Joschka Fischer (Partiya Keskan). Çimkî vana oportonîst û xwefiroş in. Û van tiştan li ser qedera gelê Kurd dikin.

    Çavkanî:

    http://www.ftd.de/sp/ak/1014399235783.html
    http://www.bild.t-online.de/BTO/jobskarriere/topthemen/erste__jobs__promis/erste__jobs__promis.html
    http://www.auswaertiges-amt.de/www/de/ausgabe_archiv?archiv_id=5498
    http://www.auswaertiges-amt.de/www/de/ausgabe_archiv?archiv_id=5528
    http://www.zeit.de/archiv/2001/28/200128_leuna.xml
    http://www.zeit.de/archiv/2001/28/200128_ein_abgrund.xml

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1