Ji 30ê Nîsana 1997 an de ta roja îro, ez li hîvûya medya Kurdî bûm ku, li ser nûjenî û avakirina gora Mîrê Botan, Mîr Bedir-Xan û herdû nevîyên wî Celadet û Rewşen , raweste, bi peyive û şirove bike... Lê mixabin wê medyayê em agahdarî tu tiştê hêja nekirin?!
Yê min jî, ji ber rêzdariya min ji kesên ku bi kar û barê nûjenî û avakirna gorê rabûne – min tu gav ne avêtin, bi tenê min çavnerîya medya Kurdî dikir... Û bi hêvî bûm ku tiştekî li ser vê gora ku, hestîyên Mîrê Cizîra Botan' Mîr Bedir-Xanê Azîzî: 1802 - 1868 û herdû nevîyên wî (Celadet Emîn Alî Bedir-Xan: 1893 – 1951 û (Rewşena Salih Bedir-xan: 1909 – 1992, himbêz dike,binivîse û me serwext bike.. lê mixabin, tiştekî wiha hêjayî nehat nivîsandin, tiştê ku hat nivîsandin jî, di warekî teng de bû ne li gor navê mîrê Botan bû...
Û wiha va di ser heft salan re derbasbûn, di ser roja vekirina vê gorê re 3041997, û hêj me tu saloxdanên hêja li ser van herdu goran seh nekirine..
Vêca bi vê mebestê, ez di xwazim, xwe berdim vê navê, û li ser dîroka gora mîrê Botan û neviyên wî Mîr Celadet û Rewşen Xanim rawestim, û xwendevanan agahdarî van çend nûçeyên kevin û nû bikim. Dibe ku hin ji van nûçeyan yekemîn care ku belav dibin.
Min jî piraniya van nûçeyan ji zardevî rehmetyîya Rewşen Xanim girtine.
Di çend salên dawîn de, ji sirgûnî û zivariya ku Mîr Bedir-Xan di girava Kirîtê de derbaskir, gelek caran ji Sultan di xwest ku destûra wî bide bi vegere Cizîra Botan, warê bav û kalên wî, lê sultan ew rê nedayê, vêca,dawî ji sultan xwest ku rêka çûna Şamê bidêyê, da ku her çend salên xwe yên dawîn li Şama şerîf biborîne.
Şam jî, ji Kurdan re wek cihekî pîroz lê tê mêzeandin, hem ji rex musilmantiya wê ve hem jî ji rex xweşiya wê ve û wek ku di nav Kurdan de belave: Şama şerîf erda muqedes... û ji mêj ve dibêjin: Şam şekire welat jê şêrîntir e.
Mîr Bedir – Xan jî, bi dûv bajarê Cizîrê, Şam ji xwe re hilbijart û wek ku xwest, sultan rê dayê û mîr Bedir-Xan ji girava bi navê Qendiyê hat Şamê.
Hingê gelek ji zarokên wî li Şamê dijiyan û hin ji wan karbidestên mezin bûn, kurê wî Bedrî Başa wê hingê waliyê Horanê bû.
Wiha Mîrê Mîran her çend salên xwe yên dawîn li Şamê derbaskirin, ta ku dirojekê de, ji sala 1868 an de çû ber dilovaniya Xwedê, hingî zarokîn wî ew di rex gora şêx Xaldê Şêx Neqşebendî de verşartin, li taxa kurdan ya ku dikeve quntara Çiyayê Qasyîyûn de raserî Şamê.
Li gor rêçika Neqşebendî, gora mîr Bedir-Xan bê guhdan ma,çiko Neqşebendî gelek guhnadin avakirina goran...
Lê bi tenê kêlek ma didevanê gorê, ku gor, gora mîr Bedir-Xanê Botî ye...
* * *
Di sala 1925 an de Mîr Celadet Bedirt-Xan Nevîyê Mîr Bedir-Xan,Ji almanya hat, xwe bi şoşerşa şêx Seîdê Pîran re gihand, di sala 1926 an de, çû Qahîrê, li ber serê bavê xwe yê ne sax rûnişt ta ku çû ber dilovaniya Xwedê.
Di sala 1927 an de hat Beyrûtê komela Xoybûn damezirand û kar û barên xoybûnê kir..., Yekemîn car di sala 1928 an de hat Şamê, li Şamê berî her tiştî pirsa gora bapîrê xwe kir û çû serdana gora wî.
Hingî dît, ku gor di çi rewşa xerab deye, kes bawer nake ku ev gora mîrê Botan e, gor bi zor dihat naskirin, ew jî bi xêra kêla kerimî ya ku navê mîr li ser hatibû kolan...
Ji wê hingê ve avakirina gora Mîr Bedir-Xan bi nevîyê wî Mîr Celadet re ma û pêre mezin bû, lê karê û xebatên ku li pêşîyê hebûn ji avakirina gorê mezintir bûn, ew kar û xebat jî amadekirin û beşdarîya wî bû, di şoreşa Agrî de...
Lê mixabin, şoreşa Agrî jî di sala 1930î de beravêtî bû,û Mîr Celadet bi lehengên wêre ji neçarî xwe li Îranê girtin...
Li Îranê,ew û şahê li ber hev neketin, şah ew ji Îranê deranî, mîr xwe li Bexdê girt, Inglîzan li Îraqê rêtengî li ber danîn,kurdên Bexdê jî,ji tirsa îngilîzan xwe dûrî wî kirin...
Vêca ji neçarî careka din xwe li Şamê girt, li Şamê jî hukumeta Firensî dest danîn ser û ew kirin bin rûniştina zorê de wek tevayî endamên Xoybûnê û welatparêzên kurdan ji Eyndîwerê ta bi Kobanê û Efrînê...
Di sala 1931 ê de, di bin wê rûniçtina zorê de, mîr Celadet dû çalakîyên çak pêk anîn, yek ji wan: damezirandina Civata alîkarîyê ji bona kurdên belengaz li Cizîrê û ya din avakirina gora bapîrê xwe mîr Bedir-Xan, ya ku ji mêj ve di bîra wî debû..
Ji bo avakirina gorê ji Haco axayê Hevêrkî û Resûl axayê Jêlî Amê Ken'an Egîte û Hacî Evdilkerîm Efendî yê Botî, xwest ku jêre axê ji Cizîra Botan bînin Şamê, da ku bapîrê xwe di nav axa Botan de veşêre, ew axa ku her û her mîr Bedir-xan bi hisreta wê bû, û çendî di xwest di navde bê veşartin...
Û wiha di rojekê ji rojên buhara 1931 ê de bi beşdariyeke mezin ji Kurdên sirgûnkirî li Şamê, digel çend şêx û melayên kurdan gora bapîrê xwe vekir û ji nû hestîyên wû di nav xaka Botan de werkir û cihê termikî zêde di rex de vala hişt û ji kesên beşdarbûyî re got:
- Ku ez bimrim, divê hûn, min di vê gorê de, di rex bapîrê min de veşêrin...
Û gora bapîrê xwe bi kevirên herî sipehî di Şamê de pêça, û li ser gorê xanîkek malgonek: kumbedek avakir û li ser kêla ber serî bi kurdiya erebî wiha nivîsand:
ELFATÎHE; Mîrê cizîra Botan, mîr Bedir-xan Azîzanî, rehmeta xwedî li ser wî û li ser malbata wî bet. 1286
Sal derbas bûn, û mîr Celadet û gora bapîrê xwe li şamê man, di Cejin û Newrozan de, gora bapîrê xwe di nav gul û kulîlkan de dihişt û pêlekê bêdeng, li ber serê wî diponijî...
Di rojekê ji rojên salên 1940 de,di gel kebanîya xwe Rewşen xanim û herdu zarokên xwe Sînem-Xan û Cemşîd û bi wa re dengbêjê wî Ehmedê Fermanê Kîkî, çûn serdana gora mîrê mîran, Bedir-xan û li ser gorê ji wan re got: Min ji giregir û mezinên kurdan re gotîye, va ezê ji were jî bibêjim, ku ez mirim hûnê min di eynê vê gorê de veşêrin, di rex bapîrê min de cihê min heye, hûnê min di rex de veşêrin...
Roj, meh û sal derbasbûn HAWAR û RONAHÎ bişkivîn, Fransizî ji Sûryê derketin, Hawar û Ronahî çilmisîn, rewşa Mîr jî hin bi hin xeradibû, rojên çetin û dijwar, dijwartir dibûn.
Vêca ji neçarî, ji bo xatirê nanê xwe û xîzana xwe di sala 1951ê de bîrek li gundê Hecanê nêzîkî Şamê kola, da ku pê pembo avbide, û navê bîra xwe kir Bîra Qederê û di roja 15 71951 ê de qedera wî di wê bîrê de hat û çû ber dilovanîya Xwedê.
Di roja din de: 1671951, bi beşdariyeke zexim ji kurd û ereban termê Mîr Celadet Bedir-Xan di eynê gora bapîrê wî de hat veşartin wek ku wî di xwest...
Di peyre welatparêz û helbestvan hêja Qedrî Can ev çend malik ji bo kêla ber serê wî hûnandin:
ELFATÎHE
Mîr kurd lawê Kurdistan
Neviyê Bedir-Xan
CELADET
Fidakar xwedîyê himet
Cendekê wî ku di vir de binax bû
Giyanê wî bilindî asman bû
Di riya neştiman
Xwedî bi can
Giyanê xwe kir qurban
Ne mirîyê, zindî ye
Navê wî ebedî ye
1571951
wiha kêlek nû ji vê gorê re hat amadekirin, ev kêla nû li şûn kêla kevin hat danîn, ya kevin hat guhestin rexê din.
Di nav salan re kevirên xanîkê di ser gorê re hin bi hin xwe ji ber hev berdidan, û xanîk dihat herifandin, li ser xwestina rehmetîya Rewşen xanim, ku hîn sax bû, Dilawerê Zengî hin kar di wî xanîkî de kirin, lê gelekî kêm bû, ne li gor xwestinê bû...
Di çend salên dawîn de, Rewşen Xanim gelekî bi tirs bû ku li bajarê Banyasê bimire û kes nebe ku wê bibin Şamê, wê di rex pismam û bapîrê wê de veşêrin?! vêca gelek caran ez agahdarî vê yekê dikirim...
Di roja 1ê hizêrana 1992 an de – berî 12 salan – Rewşen Xanim li bajarê Banyas çû ber dilovaniya Xwedê, di eynê rojê de xortên Kurdan, li Banyasê ew birin Şamê, min jî ji Qamişlo xwe li Şamê girt û me ew di rex bapîr û pismamê wê de veşart, di bin wî xanîkî de, û ev çend gotin min li ser gora wê gotin:
Erê mîro, felek çerx û dewrane
Rewşen xanim îro li te mêvane
Bigerîne civatekî Botanî
Di gel Rewşen û Celadet û xanî...
Wiha du gor di bin wî xanîkî de bi cîbûn, yek a Mîr Bedir-xan û neviyê wî mîr Celadet, û yek a Rewşen xanim.
Lê herdu gor û xanîkê di ser wan re, man bê guhdan, ji xwe gora Rewşen xanim ne dihat xuyakirin, kesî nizanî bû ku gore !
Xanîkê ku di ser gorê re, hin bi hin dihat herifandin...
Vê dawîyê mamoste A.hemîdê derwêş bi kar û barê gorê rabû gora Rewşen xanim çêkir, û xanîk ji nû avakir, bi kevrên reş û sipî pêça û di roja: 3041997 bi paşdarîyeke mezin gor vekir, ji kesên ku beşdar bûn, sê kalemêrên ku şagirtên mîr Celadet bûn ;Dr. Xalid Qotreş, mamoste Mihemed Zemçî Zade û mamoste Xelîl Reşîd Şêxelşebab û gelekên din di gel birek ji torevanan wek: Diya Ciwan, Salihê Heydo, Ferhad Çelebî, Konê Reş û hwd.
Di destpêkê de mamoste Hemîd Derwîş gotina vekirina gorê got di pey re birêz Abdîn Bedir – xan gotina malbata Besirxaniyan got di gel ku şagiriên mîr Celadet gotinên xweş û bedew gotin, û piranya wan di gotinên xwe de xwezîyên me anîn ser ziman,dema gotin: xwezîya me bi wê roja ku em hestîyê Mîrê Botan bibin Cizêra Botan...
Min jî helbestek xwend digel ku min belavokek amadekir bû bi nasîna mîr Bedir-Xan, mîr Celadet û Rewşen xanim, min ew belavok li beşdaran belavkir.
Eve çîroka gora Mîr Bedir-Xanê Botî, Mîrê Cizîra Botan, sed rehmet li giyanê wan bibare.
Konê Reş
Qamişlo