MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Brendan O'Leary: Qanûnek raguhastinê ya hêjayî têkoşînê bo
  • Seyidxan Kurij: Hevpeyivîn li gel Edîb Çelkî
  • Lokman Polat: Kurteçîrok û kurteroman
  • Fûad Sîpan: Sêylemeza Jêrîn û Marignane
  • Kakşar Oremar: Wesiyetnameya Qazî Mihemed
  • Bêwar Îbrahîm: Ji Meydana Çarçira ta volkana Qamişlo
  • Hasan Polat: Koça kurdên li welatên Ewropayê
  • Fûad Sîpan: Hikûmeta Elmanyayê dijî kurdan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Lîstika golbolê
  • Konê Reş: Gora Mîr Bedirxanê Azîzî
  • H. Eyûbzade: Xorêkxistinî malî kurd le Kurdistanî Rojhelat
  • Lokman Polat: Hewesa min
  • Fûad Sîpan: Çima Dehap di hilbijartinan de bi ser neket?
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Hilbijartinên herêmî û pevçûnên gundiyan

  • HEWESA MIN
    Lokman Polat: [email protected]


    Ez di vê nivîsa xwe de, dixwazim behsa hewesa xwe ya weşanvaniyê bikim. Her însan di derbarê tiştek de hewesa wî/wê heye. Gelek însan li gor xwesteka dilê xwe, li gor hewesa xwe bi tiştan re mijul dibin. Dema ji tiştek re hewesa mirov hebe û mirov bi wî tiştî re mijul bibe, mirov ji hêla ruhî, manewî şad dibe.

    Hewesa min ji xwendin û nivîsînê re hebû û hêj jî heye. Ez hêj di dibistana navîn de bum, min dest bi xwendina pirtûkên îdeolojîk, siyasî, felsefî û berhemên edebî kiribû. Min gelek pirtûk dixwend. Paşî min dest bi nivîsînê jî kir. Ji ber rewşa siyasî ya wê demê, min belavok û semînerên teorîk, siyasî amade dikir. Niyasivîsa min a pêşîn bi nasnavekî din –nasnavekî mustear- di kovara ”Roja Nû” de di sala 1979-an de derket. Ev kovar li Swêdê derdiket û min nivîsa xwe bi postê ji kovarê re şiyandibû. Ew dem xet di xem û xeyalê min de nebû û qet nedihat heşê min ku ez ê rojeke bême Swêdê û dest bi kar û xebata nivîskariyê bikim. Ez di sala 1980-yî de çûm Kurdistana rojhilat, li wir demek mam û vegeriyam hatim Amedê. Li Amedê min broşureke li ser rewşa siyasî û rêxistinî ya rojhilatê Kurdistanê nivîsî. Ez li Amedê bûm, di 12-ê Îlona 1980-yî de darbeya leşkerî a faşîst pêk hat. Kenan Evren û generalên faşîst hatin ser hikûm. Min li ser qareqtera darbeya generalan bruşureke nivîsî. Paşî min di ”Roja Welat” de nivîsî. Kurteçîroka min a pêşîn di ”Roja Welat” de hate weşandin.

    Piştî ku ez ji welêt derketim û çûm rojhilata navîn û ji wir jî çûm Swêdê. Li Swêdê ew dem kovara ”Berbang” derdiket. Li Parîsê jî kovara ”Hêvî” derdiket. Çend nivîsên min di van herdu kovaran de derketin. Kovara ”Hêvî” niha dernakeve, lê kovara ”Berbang” hêj jî derdikeve û carna nivîsên min tê de têne weşandin.

    Di nav pêvajoya jiyana min a sirgûnê de, min kar û xebata xwe ya nivîsînê domand û nivîsên min di gelek kovar û rojnameyên kurdî/kurdan de hatin weşandin. Min di hinek kovaran de car caran û di hinekan de hercar bi rêkûpêk nivîsiya. Min di salên berê de hem bi kurdî û hem jî bi tirkî dinivîsand. Niha sal heye ku min yek nivîseke tirkî jî nenivîsiye û neweşandiye. Lê, carna pêwîst bike ez bi tirkî jî dinivîsim.

    Min pirtûka xwe ya yekem di sala 1990-î de weşand. Min ji sala 1979-an dest bi nivîsînê kiribû, ez di sala 1984-an de hatim Swêdê, lê min 11 sal tu pirtûkek neweşand, min her nivîsî û pirtûkan xwend. Pirtûka min a yekem ya bi kurdî, navê wê ”Evîn û Jiyan” e. Naveroka pirtûkê ji çend kurteçîrokên kurdî pêk hatiye. Ji bo weşandina vê pirtûkê min ji çend weşanxaneyên kurdan yên li Swêdê re got ku pirtûka min biweşînin. Lê, min mêze kir dilê wan tune. Wan dîrek nedigotin na, lê nedigotin erê jî. (Niha jî min du pirûkên xwe daye du weşanxanên kurdan yên li Stenbolê, lê min diewiqînin, xuyaye ku dilê wan tune biweşînin. Min sala çûyî pirtûkek da weşanxaneyeke kurdan, pirtûk salek li cem weşanxanê ma û paşî neweşandin, lê sedemê neweşandinê çibû? Wê jî ji min re negotin. Min ji ber helwesta weşanxanên kurd yên li Swêdê weşanxane vekir, wisa diyare ku dema ez vegerim welêt, ji derdê weşanxaneyên kurdan yên li Stenbolê jî ez ê dîsa weşanxane vekim. Lê, heger ez weşanxane vebikim, ez ê ne li Stenbolê, li Amedê vekim û tenê pirtûkên kurdî biweşînim.)

    Dema ez di sala 1990-î de ji bo weşandina pirtûka xwe li weşanxanan digeriyam, dostekî min ê nivîskar ji min re got : ”Min pirtûka xwe da filan weşanxanê, salek li cem wan ma, neweşandin. Min bi xwe weşanxaneyeke damezrand û pirtûka xwe weşand. Tu jî ji xwe re weşanxaneke veke û pirtûkên xwe biweşîne.” Piştî gotinên wî nivîskarî, du nivîskarên din jî –ku wan jî ji xwe re heryek weşanxanek vekiribûn- heman tişt ji min re gotin, ez fikirîm. Hewesa min ji karê weşanvaniyê re hebû. Weşanxaneyên heyî bi piranî girêdayê siyasetan bûn û wan pirtûkên kesên ji siyaseta xwe diweşand. Du weşanxanên kurdan jî her tim pirtûkên serokên partiya xwe diweşandin. Kesên bê siyaset ji mecala neweşandina pirtûkên xwe ji neçariyê mecbûr diman û weşanxane vedikirin. Ez jî hem ji neçariya neweşandina pirtûka xwe û hem jî ji bo ku hewesa min ji karê weşanvaniyê re hebû, loma jî min weşanxana bi navê ”Çanda Nûjen – Modern Kultur Forlaget – Paşî min navê weşanxanê guhert û kire weşanên Helwest. ” damezrand.

    Min li ser navê weşanxanê çend pirtûkên xwe û çend pirtûkên nivîskarên kurd yên din weşand. Êdî mineta min ji weşanxanên din nema. Min ji karê weşanvaniyê hez kir. Mijulbûna min ya bi weşandina pirtûkan re xweşa min çû û min jî vî karî heta niha domand. Min li ser navê weşanxana xwe –di gel pirtûkên xwe- pirtûkên Cankurd, Hasan Yildiz, Mehmed Uzun, Adîl Dûran, Elî Cefer û wergerên Shakespeare, Xelîl Cibran, Aleksander Jaba û Samed Behrengî weşand.

    Rojek, ez û du nivîskarên kurd li qahwê rûniştin û me ji xwe re sohbet kir. Me behsa weşanvanî û kovarên çandî, edebî yên kurdî kir. Herdu nivîskaran jî gotin: ”Pêwîstî bi kovareke kulturî, lîteraturî ya xwerû bi kurdî heye.” Me li ser vê pêwîstiyê xeber da, wan ji min re gotin : ”Tu bi karê weşanvaniyê re mijul dibî. Hewesa te ji vî karî re heye. Tu dikarî kovareke weha biweşînî. Bila naveroka kovarê bi giranî li ser danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî be.” Li ser vê pêşniyaza wan, ez paşî gelek fikirîm, kovarên heyî yan pir hindik cih didan danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî yan jî qet cih nedidan. Hinek kovar kulturî bûn, lê tê de nivîsên siyasî derdiketin. Li gor min ew dem (sala 1995ê) di vê hêlê de valahiyek hebû. Ne ji valahiyê bana jî, pirbûna kovarên kurdî ji bo ziman, çand û edebiyata kurdî dewlemendiye. Min biryara xwe da ku ez kovareke weha biweşînim.

    Weşandina kovarê hêsan nîn e. Ez bi şêweyeke profesyonelî nikaribûm vî karî pêk bînim. Lê, ji bo ku hewesa min hebû, ez karibum bi şêweyeke amatorî kovareke çandî, edebî biweşînim û bi berfirehî cih bidim danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî. Min biryara xwe da û dest bi weşandina kovarê kir.

    Ji bo navê kovarê, ez fikirîm ku navî ”Hewes” daynim. Ev nav tam li gor rewşa min bû. Ji vî karî re hewesa min hebû û min ji bo xwestek û hewesa xwe kovareke kulturî, lîteraturî diweşand. Helbet, di gel hewesê, hinek argumentên min yên din jî hebûn. Ew jî, ez zanibûm ku weşandina kovareke kurdî karekî hêja ye û ji çand, ziman û edebiyata kurdî re xizmet e.

    Min ê navê kovarê ”Hewes” daniyana. Lê, paşî navê ”Helwest” hate bîra min û ev nav hîn pirtir xweşa min çû. ”Helwest” navekî xweş bû û bi mane bû. Min di sala 1995-an de dest pê kir û bi navê ”Helwest” kovareke demsalî û xwerû bi kurdî weşand. Li binê logoya navê kovarê jî, min nivîsî ”kovara çand û edebiyata kurdî”. Min ji bo weşandina kovarê ji tu ciheke alîkarî negirt û min bi îmkanên xwe, bi pereyên berika xwe kovarê weşand. Bêku ez yek kronek alîkarî ji dezgeha kulturî a dewleta Swêdê bigrim, min yanzdeh -11- hejmar weşand. Ji bo yanzdeh hejmaran min yek kronek alîkarî negirt –kurdên xêrnexwaz û dilreş nehêştin ku alîkarî bidin kovarê- û di hêla madî de ez têk çûm û ji neçariya aborî min weşandina kovarê da rawestandin. Belê, min dev ji weşandina kovarê berda, lê min navê weşanxanê (ku berê navî ”Weşanên Çanda Nûjen” bû û min paşî navê wê guhert, kir ”Weşanên Helwest” û weke weşanxane domand.

    Weşandina kovarê di hêla madî de bû barekî giran ket ser milê min, anku li min giran bû mal. Ez ketim bin deyn. Di dîroka weşana kovarên kurdî yên li Swêdê de, ev cara yekem bû ku kovarek bêku yek kronek alîkarî bigre, yanzdeh hejmar hatibû weşandin. Ji xeynê kovara Helwest, tu kovareke din ê kurdan li Swêdê bê alîkarî nehatine weşandin. Wan kovaran alîkarî girtine û hatine weşandin. Dema alîkariya wan hatiye birîn, weşana xwe dane seknandin û êdî qet derneketine.) Xêrnexwazên dilreş yên ku xwedêgiravî pispor bûn –hemû jî kurd in- û di dezgeha kulturî a dewleta Swêdê de di derbarê naveroka kovaran de rapor amade dikirin, di derheqê kovara Helwestê de tiştên nebaş, nerast nivîsîn û nehêştin ku kovara Helwest alîkarî bigre û weşana xwe bidomîne. Niha jî hinek pisporên (!) kurd ji bo pirtûkên kurdî raporên negatîf dinivîsin û nahêlin ku pirtûkên kurdî jî alîkarî bigre. Ji xwe ev çend salên dawî, êdî ji xeynê du, sê weşanxanên kurdan yên mezin, weşanxanên din yên kurdan qet alîkarî negirtine.

    Weşandina kovara Helwest ji bo çand, ziman û edebiyata kurdî destkeftiyek bû, kar û xebateke hêja bû. Weşandina kovara Helwestê xizmeteke netewî bû û neweşandina wê wendabûnek e. Xuya bû ku pisporên (!) dilreş yên kurd ji ber hesûdiya ruhê xwe, ji dilreşî û çavnebariya xwe nexwestin ku kovara Helwest jiyana xwe ya weşanê bidomîne.

    Niha maye demsalek ku sirgûniya min biqede û ez vegerim welatê xwe. Ev hewesa weşanvaniyê, pirtûk û kovar weşandinê hêj jî di dilê min de ye. Min di nivîseke xwe de pêwîstiya kovareke xwerû bi kurdî, lê nesiyasî, kovareke kulturî, lîteraturî li Amedê – Diyarbekirê- anîbû zimên. Helbet kurd bikaribin kovarên siyasî jî bi kurdî derxin, gelek baş dibe.

    Dema ez vegerim welêt û li Amedê bi cih û war bibim, ez ê hewl bidim ku li wir bi karê weşanvaniyê re mijul bibim. Ji niha ve di dilê min de heye ku ez li Amedê kovareke kurdî biweşînim. Heger ez bikaribim weşana kovareke kurdî pêk bînim, dê hewesa min bi cih bê û ez ê şad û bextiyar bibim. Heger ez bi xwe nikaribim kovareke xwerû bi kurdî derxim, ez ê hinekam teşvîqê vî kar û xebatê bikim û ez bi jî, ez ê mil bidim wan, alîkariya wan bikim. Lê, divê kovar xwerû bi kurdî be û bi hest û ruhê kurdayetiyê derbikeve. Niha hinek weşanên kurdan hene, di nav rûpelên xwe de danasîna pirtûkên tirkî û pirtûkên nivîskarên kemalîst diweşînin. Kovara ku ez lê dihizirim, divê cih nede tiştên weha.

    Piştî ku min vê nivîsa xwe nivîsî, ez pê hesiyam ku li Amedê xebata rojname û kovarên kurdî têne kirin. Heger ew xebat li gorê dilê min bin, ez ê mil bidim wan û alîkariya wan bikim. Niha jî min mizgîneyeke xweş wergirt, ez pê keyfxweş bum. Ev mizgînî jî, li Amedê damezrandina PENa KURD e. Heger ev PENa KURD di bin bandora siyaseta kurdên kemalîst de nebe, komeleyeke serbixwe be û bi rastîn jî li gorê berjewendiyên doza kurd tevbigere û ji çand, ziman û edebiyata kurdî re xizmet bike, dema ez biçim Amedê ez ê mil bidim kar û xebata PENa Kurd û ji bo kovareke PENa KURD bê weşandin, çi bikeve ser milê min, ez ê pêk bînim, bi wan re alîkarî bikim.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1