MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Brendan O'Leary: Qanûnek raguhastinê ya hêjayî têkoşînê bo
  • Seyidxan Kurij: Hevpeyivîn li gel Edîb Çelkî
  • Lokman Polat: Kurteçîrok û kurteroman
  • Fûad Sîpan: Sêylemeza Jêrîn û Marignane
  • Kakşar Oremar: Wesiyetnameya Qazî Mihemed
  • Bêwar Îbrahîm: Ji Meydana Çarçira ta volkana Qamişlo
  • Hasan Polat: Koça kurdên li welatên Ewropayê
  • Fûad Sîpan: Hikûmeta Elmanyayê dijî kurdan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Lîstika golbolê
  • Konê Reş: Gora Mîr Bedirxanê Azîzî
  • H. Eyûbzade: Xorêkxistinî malî kurd le Kurdistanî Rojhelat
  • Lokman Polat: Hewesa min
  • Fûad Sîpan: Çima Dehap di hilbijartinan de bi ser neket?
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Hilbijartinên herêmî û pevçûnên gundiyan

  • Hevpeyivîn li gel Edîb Çelkî
    Seyidxan Kurij: [email protected]


    Di 21an ya meha Kanûn a 2003an da "Civata Kurd li Almanya" Li Bonnê ji bo pîrozkirina 100 salîya Barzanîyê nemir civînêk amade kir. Li vir kesên wek Dr.Günther Deschner, Ghanî Blûrîyan,Tilman Zülch, Cemal Xeznedar, Dr. Rupert Neudeck, Edip Çelkî, Kenan Şêxo, Hesenê Metê û Xamoş li ser jîyan, tekoşîn, xebat û bîr û bawerîyên Barzanîyê nemir qisekirin. Me li wir bi Rojnamewan Edîb Çelkî va Hevpeyvînek çêkir û programa Kurdî ya radyoyê "Dengê Kurdan li Duisburgê" da weşand.
    Seyîdxan Kurij:

    Seyîdxan Kurij: Kerema xwe tu dikarî xwe bidî naskirin, Edîb Çelkî kîye?

    Edîb Çelkî: Ez di sala 1957 an da li Kurdistanê hatime dinye. Min di sala 1982 an da di Zaningeha Baxdatê da beşa Şerîatê qedandîye û piştra çume nav şoreşê. Ez heta sala 1995 an di nav şoreşê da mame. Min di nav şoreşa Başurê Kurdistanê da karên karên rojnamegerîyê, ragihandinê û rewşenbirî kirine. Piştî serhildanê me di meha Tirmeh a sala 1994 an da li Dihokê rojnama “Peyman” deranî, ez serniviskarê “Peymanê” bûm. Me 34 hejmara rojnama “Peyman” weşand, pişt ra ez hatim Almanya.

    Seyîdxan Kurij: Îro li vir 100 salîya dayikbûna nemir Mustafa Barzanî tê pîrozkirin. Tu jî wek axaftvan hatî vexwendin. Ji bo te mane û giringîya vê rojê çi ye?

    Edîb Çelkî: Bi xwedê tiştêk pîroze. Kesên Kurdan, rêberên Kurdan ku di tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistan da rolêk erênî lîstîye, hizmetêk kiriye, divê em qedr û qîmet bidin kar û xebata wan. Divê em xebata wan, jîyana wan û ramanê wan bidin nifşên nû naskrin, daku nifşên nû ji kar û xebata wan ders bigrin, ji xebata wan, ji usul û metodên wan îstîfade bikin. Ji alîye din ji jîyana netewan da, prosesa netewebûyîn û wek netewa mayîn da mejî ya kolektîv pir giringe. Mejî ya kolektîf bi bîr a dîrokê pêktê. Naskirina kesên wek nemir Mustafa barzanî ,naskirina dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ye. Naskirina reberê Kurd Mustafa Barzanî pêkanîna mejî ya kolektîfî ye.

    Seyîdxan Kurij: te bi xwe rehmetî Mustafa barzanî dîtîye? Edîb Çelkî: Min reberê Kurd Mustafa Barzanî durva dîtîye. Ez hê pir biçuk bûm, ez ne ew emrê da bûm ku biçim cem wî rûnim, an ji bi wî va biaxivim. Ew bi Pêşmergeyan va dihat gundan, min herema Haci ûmran da ew ji durva dîtîye. Lê min gelêk hevalên wî, kesên der û dora wî, wek Kak Mesûd yên din nîzk va naskirin.

    Seyîdxan Kurij: Te got ez di dema şorewa îlonê da zarok bûm. Ez çûm Kurdistana Başûr, ez Amedîya dizanim, ez zanim ku di dema şorewa îlonê da Amedîya hatibu rizgarkirin. Ji bow e, ew rojên şoreşê li ser jîyana te çi tesîr kiriye? Ji bo w e zarokan jîyan çawa bû?

    Edîb Çelkî: Gelê Kurdistanê, ne tenê Gundî her ûsa Bajarî zi li gel şoreşê bun. Wek zarok ji bo me pîrozkirina Newrozê, pêwberî kirina Pêşmergeyan wek xewnêk bû. Em tim û tim li bendê bûn, ka kengê Newroz tê, dakû em bikevin ser çîya û adir dadên. Em benda Peşmergeyan bûn kû emê biçin pêşwazî wan bikin. Piştra em mezin bûn, min bi xwe alîkarîya şoreşê kir. Ez bûm endamê yekîtîya xwendewanên Kurdistan, min bi kirasa endamê xwendewanan piştgirîya şoreşa Îlonê kir.

    Seyîdxan Kurij: Te got, min heta sala 1982 an di Zaningeha Baxdayê da xwendîye. Tu dikarî li ser xebata “Yekitiya xwendewanên Kurdistan” ya vê demê me agahdar bikî?

    Edîb Çelkî: Ez behsa berê sala 1975 dikim. Piştî peymana Edar ya 1971 heta 1975 em wek “YEkitîya Xwendewanên Kurdistan” pir çalak bûn. Lê piştî sala 1975 endametîya me hat qutkirin, çimkî em li Bajara bûn. Bi rastî di Bajara da domandina karên sîyasî gelêk zehmet bû. Dîsa ji hay me rudana şoreşê hebû, me alîkarî dikir; le wek rexistin pêywendî nemabû.

    Seyîdxan Kurij:Îro li vir tu li ser Barzanî çi qisêbikî?

    Edîb Çelkî: Îro , li vir, li ser Barzanî tiştê ku min amade kiriye; bi dîtîna min pir giringe. Min jîyana Barzanî 72 roja da dest nîşan kiriye. Ew rebêrê mezin ku qasî 50 sal rêbertîya tevgera Rizgarîxwaza Kurdistan kiriye; ez ji jîyana wî 72 roja le wer digrim. Ez bi zanistî ew 72 roja digrim, daku em bikaribin destnîşan bikin ka rêbazê Barzanî çiye? Bi Xal yek, du, se, rebazê Barzanî çîye? Û em bi xwe ders ji wana bigrin. Ew 72 roja karwana wî ya dîrokî bu ku di bihara 1947 an ji Mahabatê destpê dike, diçe Irakê û ji vir berbi Sovyetê diçe. Min ew 72 kiriye qonax, qonax, min ew kirine 5 qonax. Her qonax penduwanê wan çine? Em hindirî vê karvanê dîrokî da rebazê Barzanî çawa dikarin fembikin?

    Seyîdxan Kurij: Rebazê Barzanî çine? Tu dikarî ji bo me ji şirove bikî?

    Edîb Çelkî: Bi rastî tiştêk dirêje. Her qonax penduwanên wê hene, lê bi kurtî ez dikarim yek pendêk giring bêjim. Gava Barzanî ji çemê Aresê derbaz dibe. Mixabin navê Ares ji hinêk Kurd bi xeletî “Aras” dinivîsîn. Ew “Ares” e ne “Aras”. Gava Barzanî çemê “Ares” derbaz dibe diçe Yekîtiya Sovyetê, ew hemû dinyayê ra dibeje: Em Kurdin, em ne Ereb, ne Farisin û ne ji Tirkin. Em teslîmê kesî nabin, em miletêk cûda ne, em miletêk serbixwene. Me penasa me ya taybetî heye, dive Ewropa (Vê gavê yektîya Sovyetê ji Ewropa bû) û hemu dinya pênasa me ra rêz û hurmet bigre. Em miletêk serbixwene, em nikarin serî daynin ji bo her sê devletên dagirker ra. Ew dersa yekeme.

    Dersa duduyan ewe ku Kurd dikarin berxwebidin, xwe biparezin. Barzanî ew şartên dijwar da bikaribe hembera her sê devletên dagirker şer bike û berxwebide û rûbarê şerê Aresê derbas be biçe Yekîtîya Soviet. Ew tiştêk xeyalî bû, tiştêk srrealist bû. Lê ew tiştêk nîşana me dide. Divê ji wê dersêk derxînîn. Bi vê biyarê em tedigihên ku eger rêberêk zîrek hebe, eger gel bi rexîtîne be, vê gavê Kurd dikarin hembera dagirkeran berxwebidin, ji bo mafên xwe yên meşru karbikin û bigehin armancên xwe. Gelê Kurd gelêk ve fakar û tekoşerê, eger rexistinêk bi rêk û pêk hebe, eger rêberek baş hebe.

    Seyîdxan Kurij:Wekû tê zanin rehmetî Barzanî karên xwe yên sîyasî di yekitîya Sovyetê da ji domandîye. Barzanî di Yekitîya Sovyetê da ji pir xebat kirîye kû doza gele Kurd wek dozêk sîyasî were femkirin. Tu dikarî li ser xebata sîyasî ya Barzanî di Yekîtîya Sovyetê da çi bejî?

    Edîb Çelkî: Min bere qala 72 rojan kir. Ew 7 meha Nîsanê 1947 an da destpêdike û 18 meha Hezîranê 1947 an da di alîyê din yê Aresê da dawî tê. Dema ku tu behs dikî; ew diçin Sovyetê qasî 11 salan wê dere dimînîn. Ew destpêkê da gelek zehmet dikşînin. Serokê cumhurîyeta Azerbeycanê yê vê deme Bakirov ji bo wana gelêk astengîya derdixe. Ew rêz û hurmet nade nasnama wan ya sîyasî. Ew dixwazê Kurdan ji bo Hukumeta Azerbeycanê bike kukla. Bakirof dixwast Hukumeta Kurdistan bike Kukla ya hukumeta Azerbeycana Sovyetê. Dîtinên Stalîn bi xwe bi giştî hembera Kurdan ne baş bûn. Stalîn Kurdên vê deverê ji nefî kiribun, ji cîh û warên wan avetibun welatên curbecur. Hinêk Kurdên bi nav û deng wek Hecîye Cindî, Ereb Şemo û yên din ji Surgun kiribun. Piştî mirina Stalîn Kruçof hat ser hukum, hingê rewşa barzanî û hevalên wî piçêk baştir bu. Mustafa Barzanî çu Moskovê û Akademîya Partîyê da beşa leşkerîyê da li ser şerê Partîzanî xwend. Çend hevalên wî yên din ji çûn mektebê û xwendin.

    Seyîdxan Kurij:Wekû tê zanin wê demê Barzanî li ber koşka Kremlînê greva xwe birçîhiştine çêkirîye. Belkî dîroka Yekîtîya Soviet da cara yekemîn yekî li ber koşka Kremlînê da çalakîyêk ûsa pêkanîye. Barzanî 3 roj xwe birçî hiştîye û xwastîye bi Stalîn va qisêbike. Arranca ew çalakîyê xibu? Gihişt arranca xwe an na?

    Edîb Çelkî: Me nexawst em axaftina xwe direşkin. Yek ji pendûwanên karwana Barzanî ew bu ku Barzanî dixwast birîna Kurdan, doza Kurdistan li gel xwe ji Çema Aresê derbas ke û bîne Ewropa. Barzanî li gel xwe doza Kurdan anî Ewropa û bi emanet teslîmî Ewropa kir. Le yekîtîya Soviet ki parçêk Ewropa bû ji bo Kurdan asteng derxistin. Ew çalakîya ku tu dibêjî dema Stalîn da bû. Vê gavê li ser reka Barzanî pir asteng derxistin, lê car bi caran ewî first didît biçe Moskova. Ew carê ji Barzanî çu Moskova li ber koşka Kremlînê 3 roj xwe birçî hişt û dawîyê da çû bi Stalîn re axaft. Stalîn qedra wî girt, lê salêk şunva Stalîn mir. Mabesta Barzanî ew bu ku peyama netewa Kurdê birîndar, doza Kurdistan bigîhe ewropa, bigîhe Cîhanê. Vê gavê Yekitîya Sovyetê serkeşîya qempa sosyalîst dikir. Bizava Rizgarîxwaz ji tayakêk vê qempê bu. Ji ber wê Barzanî dixwast bi taybetî hawara gelê Kurd, dengê gelê Kurd, doza Kurdistan bigihe serokatîya yekîtîya Sovyetê.

    Seyîdxan Kurij: Em zanin ku tu di Kurdistan Azad da rojnamegerîyê kiriye. Piştî sala 1991 an li Kurdistanê rewşa rojnamegerîyê çawa bû?

    Edîb Çelkî: Bi xwedê roj bi roj baştir buye. Berê rojname derdiketin, lê ew rojname bi destê Partîyan dihatin weşandin. Ew rojname ne serbixwe bûn, her rojname organa partîyêk bû. Ewana berjewendîyên partîyên xwe parastin. Ewro rewş hatîye guherandin, rojnameyên serbixwe hene. Ez serredaktorê “Peyman” ê bum. Be guman “peyman” bi piştewanîya PDK derdiçû. Her çikas vê gavê ji di “Peyman” ê da tiştên serbixwe hebûn ji, lê bi giştî giranîya polîtîkaya PDK hebû. Niha dîsa “Peyman” derdiçe, lê ez dinerim niha pir azadtire, niviskar dikarin li ser gelêk tiştan binivîsîn. Ji bo azadîya rojnamewanîyê bêtir rê hatîye vekirin. Di nav civata Kurdî bi xwe da ji ramanên azad gelêk cîh girtine. Piştî sala 1991 an da rojnameyên devleta Irak ji dihatin Kurdistanê. Rojnameyên saddam dihatin, lê kes nedixwendin. Çimkî azadî hebu, miletê me dizanî ku kes du saddam naçe. Lê mixabin ew azadî hembera hevûdu tunebu. Heta dema şerê birakujî hembera hevûdu tolerans gelêk kembû. Piştî sala 1997 an rewş baş bû, azadîyêk fireh heye. Niha rojnameyên Dihokê, yên Hewlerê diçin Suleymanîye, yên Suleymanîye diçin Hewlerê. Rojnamyên biyanî ji tên Kurdistanê.Ez dikarim bejim li Kurdistanê nizikî welatên Ewropa azadîya ramanî û rojnamegerî heye.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1