MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Brendan O'Leary: Qanûnek raguhastinê ya hêjayî têkoşînê bo
  • Seyidxan Kurij: Hevpeyivîn li gel Edîb Çelkî
  • Lokman Polat: Kurteçîrok û kurteroman
  • Fûad Sîpan: Sêylemeza Jêrîn û Marignane
  • Kakşar Oremar: Wesiyetnameya Qazî Mihemed
  • Bêwar Îbrahîm: Ji Meydana Çarçira ta volkana Qamişlo
  • Hasan Polat: Koça kurdên li welatên Ewropayê
  • Fûad Sîpan: Hikûmeta Elmanyayê dijî kurdan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Lîstika golbolê
  • Konê Reş: Gora Mîr Bedirxanê Azîzî
  • H. Eyûbzade: Xorêkxistinî malî kurd le Kurdistanî Rojhelat
  • Lokman Polat: Hewesa min
  • Fûad Sîpan: Çima Dehap di hilbijartinan de bi ser neket?
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Hilbijartinên herêmî û pevçûnên gundiyan

  • DAWIYA HILBIJARTINAN
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    Almanya, 31.03.2004

    Kurdistaniyên hêja!

    Berî hertiştî lêborînê ji we dixwezim, ku min ji bo sedemên taybet nivîsa xwe ya dudiyan beriya hilbijartinan neqedand. Lê ezê di pêşerojê de dîsa vegerim ser mijarê.

    Belê, hilbijartina herêman qediya û wek gotineke me Kurdan heye, dibêjin, ”Helawî erzan bû”. Yanê siyaseta Îmralî ya Kemalîstan bi ser neket. Sedema serneketina DEHAPê ya herî girîng siyaseta wan ya tevlihev e. DEHAP nikare bi serê xwe polîtîka bike, çumkî vîn û îrade li Îmrali ye. Vîn û îradeya Îmralî jî di destê serleşkeriya Tirkan de ye. Kî çi dibêje bila bêje, ewên ku naxwazin vê rastiyê bibînin û jê bawer bikin, ew vê bêrûmetiyê jî qebûl dikin. Çumkî ew kes rantçî ne. Rûreşiya herî mezin jî ew bû, ku DEHAP di bin siya SHPê de kete hilbijartinan.

    Çumkî îmza SHP û bi taybetî ya Murat Karayalçin di salên 1980 û 90î de di bin kuştin, koçberî, îşkence, lêdan, ji holê rakirina kesên nediyar (faili meçhul) û ji holê rakirina bi hezaran gundên Bakurê Kurdistanê de ye. Ewên ku çûn bi dijminên Kurdan re îtîfaq çêkirin, wan ev bêrûmetî qebûl kir, loma gelê me jî bersiveke baş da wan.

    Ez dîsa û dîsa, sed carî û hezar carî dubare dikim, ku heta rêxistinên Kurdan û Kurdên bi desthilat in ji gelê Kurd û Kurdistanê re bi duristî tevnegerin û rastiyê nebêjin, dê bi ser nekevin, dê winda bikin, winda bikin, winda bikin...

    Gelê Kurd pir bi sebir e û fedakar e. Mafê kesî nîne, ku bi niyeta gelê Kurd ewqas bilîze. Gelê Kurd bira û bavê kesî jî nîne, ku ewên ji sibê heta êvarê bi derewan û gotinên vala serê gelê Kurd gêj dikin. Ew Kurdistaniyên bi milyonan derdikevin kolanan, Apocî bawer dikin, ku ew hemû alîgirên wan in. Lê hilbijaritina vê carê jî baş rayê da, ku wisa nîne.

    Belê ez bawer dikim, ji ber nakokî êdî di nav PKK/KADEK û an jî KGK pir zêde bûne, dê di pêşerojê de refên welatparêz û rantçiyan baş eşkere bibe.

    Murat Karayalçinê Kemalîst di pê hilbijartinan de di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de wiha dibêje, ”Barzani ve Talabani, Kemalist SHP’ye oy vermeyin diye bölgede kampanya açtýlar. Bunun da oylarýn düşmesinde etkisi oldu.” (Barzanî û Talabanî li herêmê kampanya vekirin, ku kes reyên xwe nedin SHPa Kemalîstan.)

    Ji ber ku siyaseta Kemalîstan di nav Kurdan de, gorî daxwaza dilê wan bi ser neket, loma Murat Karayalçin dixwaze bi vê daxwiyaniyê bi destên Apociyan Kurdên Başûr reş bike û wan wek hedef rayê bide, da ku di navbera Kurdan de dijminahî çêbibe, ku di pêşerojê de Kurd nêzîkî hev nebin.

    Yanê Murat Karayalçin îdîa dike, ku Kek Mesûd û Mam Celal bûne sedemê paşketina SHPê. Rast e mirov bêje Murat Karayalçin, çumkî kîjan erebe saz e ew lê sar e. Ewî heta sîsaliya xwe rozeta MHPya faşistên Tirk li ser paskura xwe gerand û niha jî bi navê sosyaldemokrasiyê polîtîka dike û dixwaze hin Kurdên mejîxwelî bixapîne.

    Apociyan gelê me kiriye rewşeke wisa xerab, ku gelê me yê Bakur di vê hilbijartinê de di navbera xelîl û celîl de ma. Ew reyên ku ji SHP ê re çûn jî ne bi dilê gel bû. Gelê Kurd mecbûr ma, ku tercîh bike, yan AKP û yan jî SHP. Loma SHP çend belediye kire destê xwe.

    Ger di Kurdistanê de alternatîv heba, min dizanîbû ku dê çi were serê Kemalîstan!

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1