MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Brendan O'Leary: Qanûnek raguhastinê ya hêjayî têkoşînê bo
  • Seyidxan Kurij: Hevpeyivîn li gel Edîb Çelkî
  • Lokman Polat: Kurteçîrok û kurteroman
  • Fûad Sîpan: Sêylemeza Jêrîn û Marignane
  • Kakşar Oremar: Wesiyetnameya Qazî Mihemed
  • Bêwar Îbrahîm: Ji Meydana Çarçira ta volkana Qamişlo
  • Hasan Polat: Koça kurdên li welatên Ewropayê
  • Fûad Sîpan: Hikûmeta Elmanyayê dijî kurdan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Lîstika golbolê
  • Konê Reş: Gora Mîr Bedirxanê Azîzî
  • H. Eyûbzade: Xorêkxistinî malî kurd le Kurdistanî Rojhelat
  • Lokman Polat: Hewesa min
  • Fûad Sîpan: Çima Dehap di hilbijartinan de bi ser neket?
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Hilbijartinên herêmî û pevçûnên gundiyan

  • Qanûnek raguhastinê ya hêjayî têkoşînê bo
    Brendan O'Leary


    Hevbenda DYA-serkêş li Iraqê li du bereyan tûşî tenakirina derengmayî bûye. Li yekê, ew şerr dike dijî baasiyan, di nav de endamên parêzvanên serokkomarî yên Sedam Huseynî, li Felluce û li "sêgoşeya Sunnî". Li yê dî, ew dileze bo desteserkirin û pijikandina "Leşkerê Mehdî" yê Muqtede el-Sedrî li bajar û taxên bi zêdebarî şî'î. Hevbend ne di şerrî de ne dijî bereyek neteweyî yê tev-iraqî yê bi destekek berfire ya gel. Baasiyên Sûriye-piştevan û çekdarên şî'î yên Îran-alîkar ne xwîn-bira ne. Lê wan hevpariyek heye di kaosê de: bi taybetî, herdu dixwazin makeqanûna berdem biperçiqînin.

    Qanûna Birêvebirinê ya Heyama Raguhastinê (Qanûn) piştî danûstandinên dirêj bi yekdengî ji alî Civata Fermanber ya Iraqê ve li 8ê adarê hat lihevkirin. Wek pişkek ji komek şîretkerên navneteweyî yên bo danûstînerên Kurdistanê dixebitin, ti sozê naşkînim ger bibêjim ku çêkirina tevlihev ya vê Qanûnê ew gotina Bismarck anî bîra min ku dibêje: baştir e neyê zanîn ka sosîs û qanûn çawan tên çêkirin.

    Rêveberiya dagirkerî ya nebaş-agadar, ya çavek li demjimêrka hilbijartinên serokkomarî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, serdêriya avakirina Qanûnê kir. Ew Qanûn peyda bû bêyî şêwirînên demokratîk û piştî bombeyên bi dijwarî provokatîv li Hewlêrê, Kerbelayê û Bexdayê. Lê tevî vê destpêka bêxêr jî, ev Qanûn tek qanûna binirx ya tev-civatî ye ku Iraqê heye û divê ji alî civata navneteweyî ya demokratîk ve piştevanî lê bêt kirin.

    Ev Qanûn komarî, lîberal, federal û demokratîk e, û ew dikare bibe bingehê yeketiyek dilxwazane ya neteweyan. Ew rejîma ruxîner ya baasî red dike. Ew hêzên leşkerî dixe bin kontrola sivîl. Mafên takekesî û jinan hatine parastin; herwa mafên zimanî û dînî yên kêmeneteweyan jî. Îslam tenê çavkaniyek îlhama dadî ye, û bandora wê li ser qanûndanînê dibe kêmtir be ji ku tê gotin.

    Ev Qanûn asteng dike rêya teokrasiya şî'iyan û rê li Iraqê digire daku nebe dewletek bikirra ayatullahên Îranê. Ji ber ku dengdêrên kurd, yên erebên sunnî û yên erebên şî'î li navçeyên ew lê civiyayî dijîn (kîj sê ji 18 "parêzgehên" Iraqê bin) vetoya de facto heye li ser pesindkirina makeqanûna berdewam. Aha ev pêvajoya pesindkirinê ye ya ku diqehirîne Îranê û Sedrî - yê ku bi xwe li meha kewçêra borî "hikûmeta" xwe ragihandin - tê de wezaretek jî bo "pêşxistina xêran û cezakirina gunehan".

    Vê Qanûnê hêjayiyên dî jî hene. Ew pêvajoyek dadperwerane dadimezrîne bo çareserkirina bermayiyên derxistin, raguhastin û bicihkirina xelkê ji alî Sedamî ve li Kerkûka ji alî petrolê ve zengîn û ji alî etnîkî ve têkil (û li cihên dî).

    Armanca 25 ji sedê jin bin li encûmena federal ne tenê sûdê dide jinan lê herwa misoger dike ku divê lihevkirinek çêbibe li ser pergalek hilbijartinê ya nûneriya berpar (proporsiyonal). Ev ji ber hindê ye ku her pergalek dî ya bikêr dê biba sedema kotayan ku dê şertên mafnameya Qanûnê binpê bikiran.

    Nûneriya berpar dê gefa serdariya yek-partî kêm bike. Bêguman Qanûnê pirsgirêk jî hene. Danûstînerên ereb û herwa amerîkiyan federasyonek zêde navendîkirî dixwest. Monopoliya hikûmeta federal li ser kanên siriştî (tevî zimanê şêlî [yê şertên qanûnê di vê xalê - wergêr] jî), û desthilata hikûmeta federal hem di rêveberiya diravî û hem jî ya bacî de bi hev re talûkeyên despotîzmek li ser faîz û neftê vediafirîne. Ev hêz dibe rê asteng bikin li herêmên baş-birêvebirî ku bipişkivin. Kurdistan dimeşe; divê armanc ew be ku deverên dî yên Iraqê xwe bigihînin pîvanên wê, ne yekşikliyek bêhişane li hemiyan bêt ferzkirin.

    Duyem, dibe pêdivî bi nûkirina dezgehên kargêrrî yên makeqanûnê hebe. Ti misogerî nîne ku kabîneya federal bibe neynika pirrcûniya (dîversîteya) Iraqê. Serokatiya sê-kesî zêde qels e û dibe serokwezîr pirr zêde hêz hebe ger partiyek şî'î ya hejemonîk serî hilde. Armanca min ne ew e ku serokatiyek hevpar ramanek xirab e; lê hilbijartina sê serokan li platformek gelemperî, ya ku divê piştevaniya du-ji-sê ji encûmena federal hebe, arîşeyan diafirîne.

    Sêyem, ev Qanûn kompromîsek neqayim e di navbera wan de yên "federasyonek ne-etnîkî" û yên "federasyonek pirr-neteweyî" dixwestin. Yên pêştir federasyonek pirraniyanî ya navendîkirî ya li dor yek neteweyî avakirî dixwest; ew dikoşîn parêzgehên Sedamî bi kar bînin daku întegrîteya Kurdistanê ji bin bibin, û daku rê bigirin li peydabûna "Sunnîstanê" yan "Şî'îstanê". Pluralîstên Iraqê, berevajî wan, federasyonek dixwest ku ji alî hemî neteweyan, ne tenê ji alî ereban, ve piştevanî lê bêt.

    Çarem, veavakirina ewlehiyê û pijikandina rêxistinên nîv-leşker mijarên zindî yên diyar in. Mafê Kurdistanê yê hebûna polîs û asayişa hindirrîn wê diparêzin dijî vepeydabûna miameleyên gelkujî ji alî hêzên Bexda-bingeh ve lê ewlehî li deverên dî yên Iraqê hê jî pirsgirêkek bingehîn e. Şertên Qanûnê li benda zelalkirinê ne.

    Dawîn, ev Qanûn ne qanûnek hilbijartinê zelal dike û ne jî wê ka divê kî hikûmeta heyama raguhastinê di leza berev hilbijartinan de damezrîne. Divê ev mijar bi lez û adilane bên çareserkirin. Hikûmeta heyama raguhastinê divê ji civatek fermanber ya kêmkirî lê nimînende pêk bêt.

    Tevî hemî kêmasiyên xwe jî, ev Qanûn tek alav e li meydanê. Dema Neteweyên Yekbûyî vegerre - û divê vegerre - pêwîst e ya bidestxistî pûç neke. Ger wa bike, dê dilê heydûdên baasî û otorîteryanên şî'î xweş bike - û kaosek temam peyda bike. Divê NY şîretan li ser birêvebirina hilbijartinan bide û bernameyên xwe yên pêşxistinê û yên piştî konflîktan bi kar bîne lê divê nûkirina makeqanûna Iraqê di destên iraqiyan bi xwe de be li bin sîbera vê Qanûnê. Leşkerê hevbendan jî divê li kar be bi kêmî ta ku makeqanûna berdewam bêt pesindkirin.

    Nivîser profesorê siyasetnasiyê ye li Zanîngeha Pennsylvania li DYAyê û şîretkarê makeqanûnî ye bo Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê li Hewlêrê.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1