MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 52, gulan 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Brendan O'Leary: Qanûnek raguhastinê ya hêjayî têkoşînê bo
  • Seyidxan Kurij: Hevpeyivîn li gel Edîb Çelkî
  • Lokman Polat: Kurteçîrok û kurteroman
  • Fûad Sîpan: Sêylemeza Jêrîn û Marignane
  • Kakşar Oremar: Wesiyetnameya Qazî Mihemed
  • Bêwar Îbrahîm: Ji Meydana Çarçira ta volkana Qamişlo
  • Hasan Polat: Koça kurdên li welatên Ewropayê
  • Fûad Sîpan: Hikûmeta Elmanyayê dijî kurdan
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Lîstika golbolê
  • Konê Reş: Gora Mîr Bedirxanê Azîzî
  • H. Eyûbzade: Xorêkxistinî malî kurd le Kurdistanî Rojhelat
  • Lokman Polat: Hewesa min
  • Fûad Sîpan: Çima Dehap di hilbijartinan de bi ser neket?
  • Metîn Kewê Dilxêrî: Hilbijartinên herêmî û pevçûnên gundiyan

  • Pîvanên Musulmantiyê çi ne?
    Dilbirîn: [email protected]


    Dibe ku ew şaşîtiyê di dîrokê de li dijî Îslamê û binavê Îsalmê hetibûn kirin carek din were dubarekirin..?

    Pêvajoya jiyanê û rêvebiriya desthiladar, tim dixwaze rewşek ne li gorî rastiya civakêş bide peydakirin û lingê hinekan bide ser situyê hinkesên din û pê li hestê wan yê pîroz bikin ku karibin wan kesan mejbûrê raperînê bikin û ew kesên desthiladar jî hukumraniya xwe li ser wê rewşa xirab buidomîne.

    Dî dîrokê de, nimûneyê wa bi sedan hene. Roja îro piraniya ew dewletên ku Miletê wan Musulman e, li ser hestê Musulmanan yê pîroz, hebûna xwe û zulm û zardariya xwe dimeşîne. Îslam ji mesaja wî ya esasî derxisine û kirine xizmeta zulm û zordariya xwe. Ew Musulmanên di xizmeta desthiladaran da be û bi gorî pîvanê qanûn û rêbaza wî dewletê Musulman be, mafê wî yê jiyanê heye, an…! pir bi hêsanî, ji wî re qilifek tê dîtin û wî bi awakî hovane ji holê radike.

    Tê gotin ku, karê Musulmana bi siyasetê tune û bila Musulman Îslamê tev li siyasetê nekin…! Bila Musulman here Mizgeftê û were mal, eger Musluman bi tevê ew Îslama ku ew dijîn dixizmeta rêvebiriya desthilatdar de be, mafê wan yê jiyanê heye, an..! wê li dijî wan her awayê kirina pêk bîne. Û îroj ya ji Musulmana tê xwestin, divê Musulman bi gorî dewlet dixwaze Musulman be, yanî pîvanê Musulmantiyê ne bidestê û daxwaza û hilbjiartina mirova ne, belkî dewlet wan tixub û pîvana datine û kifşe dike.

    Divê mirov bipirse, ma ev tiştên me li jor nivîsî rast e? Dema rast be wê çaxê naveroka mefhûmê azdiya bir û bawer vala namîne..? îroj ji her tiştîre bêhudûd azdî heye heta mirov dikare bêje sinorê bê exlaqiyê nemaye, bê exlaqî bûye mefê mirovan û h`ewariyên bê exlaqiyê bi hemî îmkanê dewletê bê exlaqiya xwe bi civakê dide qebûlkirin.

    Peyva Îslamê ji koka (selemê) tê, yanî teslîm girtin. Muslumn yanî teslîm bûn. Ew kesê dibe Muslumn divê bizane wateya Musulmantiyê çiye..! Musluman, teslimbûna wî tişta ku mirov pê bawer e. ew kesê bû musulman wî Bi Xweda ra peymanek îmza kirî û divê bi gorî wî peymana xwe tevbigere..! Ew jî teslîmbûna emr û ferman Xweda ye û bi gorî pîvan û hoyê wê peymanê mirov dibe ûsulman.

    Şert û mercên Îslamê diyar in. Qur`ana pîroz bi zelalî ji me re dibêje em ê çewa Îslamiyetê bijîn. Pîvan û hoyê Musulmantiyê ”Xweda” di Qurana pîroz de, bi awakî vekîrî ji Muhemed Pêxember silavê Xweda li sewr be hinartiye. Mirov ne bigorî dewlet û ne jî bigorî zalim û zordaran dibe Musulman, mirov bi gorî ku Xewda ji mirov an dixwaze, mirov dibe Musluman.

    Îslam ji bona serfiraz û xilasiya dunê hatî, Îsalm di wekhevî û Edaletê de Rêbazek bênîşeye, Îslam ne ji bona xizmeta kesan e belkî ji bona her kesî rêbaza hîdayetê ye.

    Îslam ne bawerîkî wîjdanî û di navbera Mirov û Xwedayê mirovan da ye, ji ber ku tu pêwîstiya Xweda bi ayînperestiya mirovan tune. Di dunê de çiqas mirov hene bejna xwe li ber emr û fermana Xweda bi tewîne û ji Xweda re secde bibe bi qasî mîsqalî zere li milkê Xweda tiştek zêde naka. Herwusan èksê wî jî tiştek ji milkê Xweda kêm nake. Mirov wekîlê Xeda li ser rûyê zemîn e, gaya afirandina mirovatiyê jî dunyayê ava bike û di avakirin û rêvebiriya dunyayê de jî bi gor emrû fermana Xweda be. Eve gaya afirandina Mirovatiyê.

    Mirov di hilbijartina bîr û bawerî, Ol û mezbê xwe de azad e. Tu kesek nikare kesî mejbûrê tişta ku mirov naxwaze bike, divê xwestek bi riza mirovî be.

    Di roja îro de sê bawerî di dunê de dijî, lê yeka ji wan baweriya `emrê xwe xwarî û wê Bû bi qurbana mirovatiyê û çû

    1. Baweriya Îslamî
    2. Kapîtalîzm
    3. Sosyalîzm

    Bawermendê van hersî baweriyan, di dîrokê de gelek ketine nav keft û leftê û ji bona bwaeriya wan di jiyana wan ya rojane de bibe fermanrewa, şer kirine da bi gorî bîr û baweriyê xwe bijîn. Çawa me li jor jî nivîsî Sosyaalîzm viga ji jiyana rabû, lê bawermendê Îslam û yê Kapîtalîzmê anaha li ber xwe didin çawa bawermendê kapîtalîzmê mafê wan yê desthiladariyê heye her wusan mafê Musulmana jî, heye.

    Divê li tu derek baweriyê Mirovan neyê qedexekirin, ew ciyê baweriyê Mirovan hatiye qedexe kirin li wê derê kuştin, mirin, xwîn û malwêranî dest pêkirî.

    Qanûnê Îslamî li ser wan kesên bawermend tê bi karanîn, kesên ne musulman tu eleqekî wan û rêbaza îslamê tevîhev tune.

    Îslam bi darê zorê nayê, ger Miletek rêbaza Îslamê bixwaze wê demê hukmê Îslamê tê bi kar anîn.

    Ew welatên rê li ber Islama siyasî girtine, wan bi milet û welatê xwe re xirabiya herî mezin kirine. Divê rêya Îslama siysî tim vekerîbe an…! Wê kavos derkeve. Divê tu kesek bawer neke ku mirovên Musulman dev ji bir û baweriyên xwe berdide û li mala xwe rûdinê. Îro her kes dizane bi navê terorê li dijî Îslam û Musulmana şer tê kirin.

    Em bêjin Binî Ladin terorîst…! Talîban terorist..! ê din û yê din terorist, lê Musulmanê şer nakin û dixwazin bi rêya siyasî werin ser text wan çikir..? Çima Musulmanek Emrê Qur`ana pîroz dibêje; wek dujminên jinana tê îlan kirin û mora terorîsiyê lê dixînin? Divê em xwar runên û rast xiber din îro ew kesên bêje ez bi gorî Quranê Musulman im ew terorîst e, jêr û jorî viya tune ye û divê em xwe nexapînin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1