Baş dihêt bîra min dema min rojekê ji diya xwe pirsî, “Anê, Xwedê em çêkirin, lê kê Xwedê çêkir?” Diya min bi tirseke mezin şîret li min kir ku ez pirseke weha careke din nehînim ser zimanê xwe. Pirs ji bo wê gellekî mezin bû û wê nedixwazt pirseke weha ji kurê xwe bibihîse. Guman tê de niye ku li welatên rojavayî jî pirseke weha dê ber 600 yan 700 salan dayeke xirîstanî jî wek ya min, heye ku tew bêtir, bitirsanda. Pirseke weha dikaribû demekê li alîne Ewropayê bibûya egera şewitandina kesan, bi tawana ku ew “dilsozên bo iblîs in.” Lê îroj zarokekî li welatekî rojavayî dikare bi hêsanî pirseke weha ji diya xwe, ji mamostayê xwe û heta ji keşîşê kilîseyê jî bipirse. Di nav civatên îslamî de, li milê din, pirsên weha her wek “tabû” dimînin.
Bi dîtina min, yek ji mezintirîn kêşeyên cîhana îslamî ya îroj nebûna pêkaniya guftûgoyeke azade di derbarê olê de ye. Va gotina bi serê xwe dê gellek kesan hêrs bike û heye ku ew bi şêweyeke berxwedanî bibêjin, “Na ne rast e; di îslamê de şêwr heye, Îslam dînekî vekirî ye,…” Yan heye ku bibêjin, “Va yeka ne tawana îslamê ye, lê ya mirovan e,…” Hinên din heye ku bi neyartî bihên pêrgîna xwediyê pirsê û dest bi gotinên ji mellene nexwende, nîvxwende, yan melleyên siyasî, bihîstînî bikin. Gotinên wan gellek caran ji tevahiya rastiyê dûr in yan tiştan li nav hev dixin. Wek nimûne, heye ku ji mirovî re behsa neyartiya Ewropa û Emerîka bi îslamê re bihête kirin, yan “nemana namûsê û azadkirina zewaca di navbera homoseksuelan de” wek îspateke duristbûna îslamê û hebûna “fesada” li cîhana rojavayî, û her weha... Li gel ku mebesta gotarê ne lêniherîna van iddîayan û yên wek wan e jî, divêt li vir bihête gotin ku ew iddîaya ku cîhana xiristiyanî li dij ola îslamî û musilmanan e ne di cîh de ye. Bêguman di nav civatên xiristiyanî de kom û kesên ku ji Îslamê hej nakin ê hebin, lê civatên xirîstiyanî yên welatên rojavayî bi pirranî ne li dij Îslamê û musilmanan in. Li bervaciya wê, kilîseyên van welatan, ji yên katolîk û serdarê wan li Vatîkanê bigir ta yên protêstant û yên manî, danûstendina li gel cîhana îslamî û musilmanan pêşniyaz dikin û dema pêdivî hebe dihên hawara musilmanên li welatên wan cîhwar. Ji DYE bigir ta welatên ewropayî û ta Australya mirovên musilman dikaribûne, û dikarin, mizgeftên xwe ava bikin, xwendegehên îslamî damezirînin û dezgehên ragîhandinê yên bi zimanên xwe bi rê xin… Li welatekî wek Australya, wek nimûne, qedexe ye ku neheqî ji bo ola kesan li wan bibe û nedana wezîfeyekê bo kesekî / kesekê bi encama baweriya wan ya olî û siyasî li dij qanunên australî ye. Bêyî guman di van salên dawîn de hinek rêxistinên îslamî, yên wek El Qaîde, ku Xwedê û mirîdên xwe bo amancên siyasî bi kar dihînin, dibin egera wê yekê ku carine navê îslamê bi şêweyeke nerênî bihête diyarkirin. Ew jî bi encama kiryarên wan rêxistinan e ku hem xwe wek “îslamî” bi nav dikin û hem jî Îslamê dikin egera cîhgirtina kiryarên xwe. Lê di nav musilmanan bi xwe de jî gellek kes ê hebin ku bi encama kiryarên rêxistinên rêhişke xwe wek îslamî bi nav dikin Îslam di çavên wan de reş bûye. Em musilmanên komonîst û lîberal, wek nimûne, li aliyekî bihêlin, di van demên dawîn de kesine oldare di nav civatên îslamî de navdar bi xwe rêxistina El Qaîde, wek nimûne, wek yeke ku ziyaneke bêhûde li Îslamê kiribe bi nav kirin. Li gel hemî kiryarên rêxistinên îslamiye tundrê yên nemirovane jî bi milyonan musilmanên li welatên rojavayî cîhwar bûnî nahên hêrîşkirin û qanûna dewletên mazûvan wan, mafên wan û asayişa wan diparêze. Ev meseleyeke gellekî dirêj û tevlihev e, lê ez ê wê bi nimûneyeke xeyalî bi dawî wînim: Em bibêjin li welatên rojavayî rêxistineke tundrêye xirîstiyanî firrok û dezgeh û trênên welatên musilman biteqandana, rojnamevanên wan yên tew bo xiristiyanan piştgir bikujtana û neyartiya tevahiya welatên muslmanan bikirina, gelo reaksiyona li welatên musilman ê çi bûya. Hele hişên xwe hema bo deqeyekê bi pirseke weha ve mijûl bikin! Heta em bibêjin, bila Îndonêzya welatekî îslamîyî tundrê bûya, wek nimûne, bi darê zorê giraveke gelekî xiristiyan ji wan girtibûya û bi ser erdê Îndonêzya xistibûya, gelo me maf bida rêxistinên rêhişke xiristiyanî ku tevahiya cîhana îslamî bikira amanca agir û girr û nefeta xwe?!
Di derbarê ew gotina hinek îslamiyên rêhişk de, gotina ku dewletên rojavayî bi “fesadê” dagirtîne, divêt bihête zelalkirin ku va dîtina bi seri û binê xwe ve ne yeke durist e. Ne durist e çimkî “fesad” li her derê her hebûye û ta mirov hebin ê her hebe jî. Lê li cîhana rojavayî, ji ber ku azadî û azadiya ragîhandinê heye, kiryarên wek ji aliyê hinek musilmanan de wek “fasid” dihên binavkirin ji her kesî ve aşkere ne. Li welatên musilman, li milê din, ku bi fesadê dagirtî ne, ji ber ku azadî û ragîhandina azad nîne “fesad” veşartî dimîne, lê zindî. Wek nimûne, serbestkirina zewaca homoseksuelan li welatine rojavayî wê xwebêjê nade ku tevahiya xelkê wan welatan homoseksuel in, yan “bênamûs” in, yan piştgirên biryareke weha ne, lê wê xwebêjê dide ku li wan welatan azadiya şexsî gihîştiye wê radeyê ku heta bi homosekseulan be dikarin vekirî hemoseksuelbûna xwe aşkere bikin û mafên xwe bixwazin. Ber 50 salan li van welatan bi xwe jî homoseksuelan xwe vedişartin… Jê bêtir, mirov dikare bipirse ma gelo li welatên musilmanan homoseksuel nînin?!
Çiqa ew iddîaya bihête kirin ku Îslam oleke bo azadiyê piştgir e jî rastiya di nav gellek civatên musilman de bervaciya vê yekê diyar dike; û çiqa em bibêjin tawan ne ya îslamê lê ya hinek musilaman e jî, encam her eynî encam e çimkî munaqeşeyeke bi tevahî serbest û vekirî di derbarê Îslamê de dihêt berbendkirin. Ji ber ku naveroka ola Îslamê xwe têkile hemî aliyên jiyanê dike mirov nikare bêyî eleqedarkirina Îslamê behsa azadiya şexsî, demokrasiya lîberal, mafên jinan û gellek pirsên civatiye din bike. Ta ku van pirsan û hemî pirsên xwe bi naveroka ola îslamê ve peywendîgir dikin bi azadî nekevin guftûgoyeke kûr û berfireh gellek pirs û pirsgirêkên di civatên îslamî de wek tabû, yan nixamtî, manî dê her wek xwe bimînin. Di Îslamê de ne tenê gotinên di quranê de hene ku alîne îslamî bi hişkî bicîhkirina tevahiya wan dixwazin, lê her weha “hedîsên pêxember” û gotinên weliyan û fetweyên melle û şêxan. Îcar her melle û her muftî û her şêx eynî xwebêjan nade van gotinan. Wek nimûne, di quranê de soz bo ewên “bo Xwedê” şer dikin dihêt dayîn ku shûna wan li dû mirinê behuşt e. Melleyekî li Îraqê, wek nimûne, şerê li dij hêzên emerikî û polîsên îraqî wek “cîhada bo Xwedê” bi nav dike û dibêje, “yê bi encama vî şerî bimire dê têkeve behuştê.” Hinek kes ji wî bawer dikin û xwe didin kujtin jî. Li vir gellek kes dikarin bibêjin ku gotina vî melleyî ne di cîh de ye û berpirsiyara kiryarên wî ne Îslam e. Gellek kesên din dikarin sond bixwin ku shûna ewên li dû gotina wî melleyî diçin, sher dikin û xwe didin kujtin çi şûn be jî dê ne behuşt be. Lê encama dawîn her eynî encam dimîne: Melleyek peyvên di quranê de bi kar dihîne, li gor xwe û amancên xwe şîrove dike û kesan rêdike kujtin û xwekujtinê… Bi sedan sal li dû pêxember Muhemmed peyva “cîhad” hîn bi şêweyeke weha nehatiye şîrovekirin ku li tevahiya cîhana îslamî hatibe pejirandin. Gelo “cîhada bo Xwedê” tenê xwebêja şerê li dij “muşrîkînên” di dema pêxember de dide? Gelo mirina di şerekî li dij bûdiyên Çînê û Hindosên Hindistanê bi amanca ku Îslam li ser wan bihêt ferizkirin “cîhad” be? Gelo kujtina kesekî ku bi hebûna Xwedê ne bawer e “cîhad” be? Bêyî guman e ku neheqiya Israîl li filistîniyan dike yeke mezin e û filîstîniyan maf hene li dij hukûmeta Sharon tê bikoşin lê gelo rêkirina ciwanekî, zarokekî, yan jinekê ku biçe xwe bi navê Xwedê di nav komeke ji cihûyên di çayxanyekê de danishtinî biteqîne “cîhad” be? Heye ku kesine şerê erebine Îraqê li dij hêzên emerikî dikin di cîh de bibînin lê gelo xweteqanidina kesan di nav kombûneke li bajarekî kurdî de yan di taxeke Bexdadê de ku dibe egera mirina bi dehan kesên bêtawan rast “cîhada” bo Xwedê û îslamê be? Ger na, de çima rêber û serdarên musilmanan bi şêweyeke aşkere û vekirî kiryarên weha bi tundî şermezar û riswa nakin?
Mixabin nivîskarên welatên musilman newêrin bi azadî û bi şêweyeke berfireh pirsên xwe bi Îslamê û rêberên wê ve peywendîgir dikin bidin ber çavan û vekirî di derbarê wan de binivîsînin. Fetweya li dij nivîskar Selman Ruşdî derketî, reva nivîskarine pakistanî ji welatê xwe û neheqiyên li rewşenbîrine misrî bûnî nimûneyên biçûk in ku diyar dikin çiqa nivîsandina li ser, û di derbarê, îslamê û musilmanan de tehlûke ye.
Gelê kurd ji sedsala 7emîn û şûn ve bûye musilman. Ji wê demê ta nuha Îslama rêhişk di nav Kurdan de gellekî kêm bûye. Di nav Kurdên hemî beşên Kurdistanê de welî, terîqet û şêxên oldar hebûne, lê wan çi caran bi darê zorê Îslama tundrê li ser xelkê feriz nekirine, ne jî cil û bergên kurdî bi yên “îslamî” dane guherandine. Gellek melle û muftiyên Kurdistanê nepejirandine ku zimanê kurdî bikin qurbana zimanê quranê. Li bervaciya wê, melle û muftiyên Kurdan bi pirranî zimanê kurdî parastine û berhemên kevin gîhandine nifşên nûye. Ger em bala xwe bidin bizavên tundrêkirina Îslamê li Kurdistanê em ê bibînin ku van bizavan her dem ji derve hatine û yên serkêşiya wan kirine alîkariya bi gellek şêweyan, ya diravî jî di nav e, ji aliyên biyanî wergirtine. Gellek caran karbidestên stemkar yên dewletan jî Îslam bo amancên siyasî û têkbirina têkoşîna neteweyî li Kurdistanê bi kar hanîne. Nimûneyeke ku pêr li bakurê Kurdistanê cîh girt li ber çavan e. Dewleta tirk Hizbûllaha “îslamî” û mirîdên wê bi kar hanîn û dema pêdivî bi wan nema şerê wan kir û ew ji holê rakirin. Li başûrê Kurdistanê, li milê din, tundrêyên komara îslamîye şî’î li Îranê hevrikiya di navbera PDK û YNK de bi kar hanîn û tundrêbûneke ji erfên îslamiye kurdî dûr di nav Kurdên başûr de bi rê xist. Dema tundrêne ereb li welatine sunnî bi meseleyê hesiyan wan jî ji aliyê xwe de ew bizava kirin ku bi rêya kesine kurd lingên xwe li başûrê Kurdistanê bi cîh bikin. Li dû têkçûna recîma talibanan li Afxanistanê gellek ereb û îslamiyên ji welatên cuda xwe bi alîkariya kurdine îslamiye rêhişk gîhandin herêmên li nêzikî Helebçe, yên li kêleka sînorê bi Îranê re. Li gor hinek aliyan, Ebû Mus’eb el Zerqawî, tundrêyê navdar yê urdunî, alîkarê Usame Bin Ladin, bi xwe jî li wir bûye. Ger ne bi saya alîkariya firrokên emerikî bûya rizgarkirina wan herêman ji wan ê ne hêsan bûya. Îroj îslamiyên piştgiriyê ji tundrêyên îranîye şî’î li aliyekî û yên sunnîye ereb li aliyê din digirin li başûrê Kurdistanê bûne astengeke li pêş hukûmetên kurdî û li hamber beşine ji azadiya şexsîye. Li gor alîne, hinek ji wan rêxistinan her weha berdevk û hacetên di dest wan aliyan de ne ku pereyan didin wan. Ziyana rêxistina bi navê Ensar ul-Îslam gîhandî berjewendiya Kurdan û navê wan li pêş çavan e. Guman tê de niye ku bihêzbûna rêxistinên tundrêye îslamî di nav Kurdan de bo pirsa neteweyî ya kurdî, erf û toreyan û civata azad mezintirîn tehlûke ye. Ji nuha ve ji dest tundrêyan hatiye ku li hinek şûnan cil û bergên kurdîye rengîn bi hîcabên reşe tarî bidin guherandan û heta bi porê zarokên 4-5 salîn be bidin nixamtin. Li gor gellek Kurdên welatparêze ketinî nav tirseke mezin, ger ta ber kurtedemekê hilbijartinên azad li başûrê Kurdistanê cîh girtibûna karbidestî dê ketibûya dest îslamiyan çimkî pereyên wan hene, dikarin alîkariya belengazan bikin û ji dest wan dihêt der mêjiyên xelkê di mizgeftên bûnî xwendegehên propagandaya tundrê de, mizgeftên bi pereyên biyanî hatinî avakirin, bişon.
Kêşeya herî mezin li holê ew e ku nivîskar û rewşenbîrên Kurdan bêdeng in û rêxistinên Kurdan newêrin xwe bi şêweyeke rêk û pêk têkile pirsên xwe bi Îslmê ve peywendîgir dikin bikin. Carine berpirsiyarine wê bizavê dikin ku xwe ji wan îslamiyan musilmantir xuya bikin û bi “bîsmillahîl rehmanil rehîm” -bi erebî- dest bi axiftinê dikin. Li milê din, nivîskar û şarezayên kurd bi pirranî xwe bi xwe sansor kirine, yanê me li xwe qedexe kiriye em di derbarê pirsên olî û tundrêyan de vekirî biaxifin û binivîsînin. Em her dibêjin xwe ku milletê me bi pirranî musilman e û navêt em hestên wan brîn bikin. Lê mesele ne brînkirina hestan e. Mesele yeke gellekî tehlûke ye ku dikare ne tenê zû-dereng bibe egera şerekî navxoyî lê her weha ew tirsa ye ku va îslama tundrê bibête hacetekî nû bo asîmîlekirina Kurdan. Dema cil û bergên Kurdan li Kurdistanê bi yên “îslamî” bihên guherandin, dema zimanê kurdî bi yê erebî bihête guherandin, dema zarokên 3-4 salîn bo medreseyên tundrêyan bihên şandin û dema rabûn û rûniştin her li gor oldariya rêhişk cîh bigirin, wê demê ma gelo çi ji Kurdan re dimîne?
Me hemiyan rêz ji îslamê, musilmanan û mafê baweriya azad re heye. Ji lewre ne tiştekî durist e ku dema her gotina di derbarê Îslamê yan rêhişkên îslamî de bihête gotin ji aliyê hinan ve wek “hêrîşeke li dij Îslamê” bihête hesibandin. Îslam li ser 5 stûnan hatiye damezirandin: baweriya bi Xwedê û pêxember û melekên Wî, kirina limêjê, girtina rojiya remezanê, dayîna zekatê û çûna Hecê carekê di jiyanê de bo ewên dikarin. Me rêz ji van stûnan û yên bi wan bawer re heye. Me rêz ji wan musilmanan re heye ku derewan nakin, diziyê nakin, nakujin, fesadiyê û mizawiriyê nakin, alîkariya bêhêz û belengazan dikin, evîndariyê û dostaniyê di nav xelkê de belav dikin, xwe û doraliyên xwe pak dihêlin, bi amancên pak kar û xebata xwe dikin... Xwedê Îslam wek oleke hêsan daye da ku her kes, bêyî ku illeh îmamek, şêxek û rêberek di navebra Wî û wan de bibe “wasîte,” bikaribe xwe bigihîne Wî. Lê van rêhişkên ku mizgeft ji xwe re kirine menberên propagandaya hêvotin û hevrikiyê ye bi serên belengazan û bêhêzan dileyizin û wan bo amancên xwe dikin wek dewêr. Ew dixwazin belengaziya wan, perîşaniya wan, paşmayîna wan û hemî kêmasî û tênegihîştinên wan têxin stuyên dijminekî dervayî, bi amanca ku wan ji bo amancên xwe yên siyasî bikin qirş û çirpî. Ma gelo Xwedê pêxember bo van amancan rêkirin? Amanca herî mezin ya Yezdanê mezin bi rêkirina pêxemberan ew bûye ku sinçiyên mirovan baştir bike, ku nerindiyê bi rindiyê bide guhertin, ku mirovan bi hev re bike dost, ku jiyana xelkê baştir bike, ku aramiyê têxe şûna hevkujtinê û hevrikiyê, ku jiyanê hêsantir bike. Encameke mentiqî ye ku şûna yên kiryarên çak dikin behuşt be û şûna yên kiryarên bed dikin dojeh be. Li gor min, Xwedê bi amanca ku mirov kiryarên baş li şûna yên bed bikin pêxember rêkirine, ne ku bo hêvotina mirovan li dij mirovan, bo kujtina mirovan bi destên mirovan. Xwedê negotiye ku Wî mafê dayîna kilîta deriyê behuştê, yan fermana cezakirina mirovan, daye melleyên propagandîst.
Mirov dikare di derbarê pirsên li jor û yên wek wan de hîn kûrtir û berfirehtir biaxife û binivîsîne lê dîsa mirov ditirse û dibêje xwe hîn dem ji azadiyeke weha berfireh re nehatiye. Îroj di nav xiristîniyan de êdî bi azadiyeke bêyî hempa dihêt munaqeşekirine, wek nimûne, ku ne hemî peyvên di incîlê de yên ji devê pêxember Îsa ne, ku hêvîkirina tiştekî weha li gor şert û mercên wê demê û li dû xaçkirina pêxember Îsa ne mumkin e, ne jî mentiqî ye… Di dokûmenterên televizyonî û di pirtûkan de bizavên îspatkirina van têbiniyan dihên kirine. Ber 700 salan, wek nimûne, gotinên weha dê bibûna egera şewitandina gellek kesan. Bi kurtî, çiqa hêvîkirina tiştekî weha ji cîhana îslamî ya îroj ne di cîh de be jî, dem êdî hatiye ku Kurd bi wêrekî di derbarê Îslama durist û mirovane de li aliyekî, û îslama ji bo amancên siyasî yên hin kes û koman dihêt bikar hanîn de li aliyê din, biaxifin û binivîsînin. Ger weha nebêt, rojek ê bihêt ku Kurd careke din li ser şaştiyên hatinî kirin bigirîn. Bila mizgeft bibe şûna limêja bawermendan û kirina şîretên baştirkirina civatê û peywendiyên di navbera mirovan de, ne şûna propagandaya bo amancên kesên wek Bin Ladin û komên biyanî. Bila rê û rêçikên olî bi darê zorê li ser kesan û li ser civatê nehên ferizkirin. Bila rê li wan kes û koman bihête birrîn yên dixwazin bi navê Xwedê azadiya mirovan berbend bikin, yan navê Wî bo amancên siyasî û bo şerê neteweyî yê hin aliyan bi kar bihînin. Xwedê yê hemî mirovan e, navê Wî Ellah dibe, God dibe, Gott dibe, Dieu dibe, Yezdan dibe, yan Xwedê. Tenê ewê ji dest nahêt xwe di nav aqil, dil û hişên xwe de bigihîne tevahiya rastiyê û kûraniya mentiqê, yan ewê amancbed û şerûde, dê li dû wan şêwe “rêberên” olî biçe ku dixwazin mirovan û neteweyan bi navê olê bikin neyarên hev. Ew “rêberan in,” ji çi olê dibin bila bibin, ji çi neteweyê dibin bila bibin, ku bi xwe li gor pîvanên mirovahiyê, mentiqê û qenciya yezdanî neyarên herî mezin yên amancên pak û çak in ku Xwedê bo bicîhkirina wan pêxember rêkiribûn. Rindî, aramî, aştî, dilovanî, hevpejirandin û rêzgirtina ji jiyanê re hinek ji amancên çak yên ku bo bicîhkirina wan Xwedê pêxember rêkiribûn. Ewên ku nefretê, hevrikiyê, înkarkirina mafên neteweyan, qedexekirina azadiya mirovan, nearamiyê, şerxwaziyê û rêznegirtina ji jiyanê re bo xwe dikin kar, eger û sedem û amancên wan çi bin jî, ne têkoşerên ji bo Xwedêyê dilovan û mehreban û amancbedew in. Bawer nakim ku Xwedê ji kesên weha hej bike.