Te çima ez kuştim G.
Ji bo ku te hezbikim
Hizra jiyinê dikim...
Ez, li ser vê axa ku bêhna kaya şewitî jê tê ku demeke dirêj e min bêriya
vê behnê kiriye, xew ve çûbûm. Siyekê hênik. Nizanim... Nizanim di xew de
me an jî xewnê dibînim? Di serê min de hengameya Bussingên mezin a 12 tonî.
Li hin tiştan difikirim. Lê nabe ku du ramanan bînim ba hev. Her tim
difirin ramanên min. Wa ye ji wan ramanan yeke din jî firiya. Bi şaxa darekê
ve, ku pelçên wê ji ber bayê weşiyane, deliqî û ma. Ji bo ji ser darê
bixim ramana xwe, min dar bi caran hejand. Lê min nikarî wê bînim xwarê. Dûre
raman bû kuzek û ket. Şikiya. Ji hundirê wê keçikek derket. Porê wê yê wek
guliyê lazutan gilover û nerm hebû. Çavên wê şin an jî kesk e? Her çi qas
hewil bidim jî nikarim rengê çavên wê derînim. Porê keçikê şil bûye. Her hal
ji ber rondikên çavan e. Rabû ser piyan, got “Ma tu çi ji min dixwazî?” Kirim
bikenim. Xwestim lêvên xwe bileqînim. Lêvên min qerisîne. Guhên min dilivin.
Mêşek hat û dada ser poza min. Dû re jî ji wê rê ket hundir. Diqdiqînî
bûm. Keçika xeyala min got; “Min ber de ez dê herim. Sibe jimara mirovan
heye.” Min li nav çavê wê keçikê ku rengê wan çavan min tê dernedixist,
nêri. Min got; “Here here tu kes bi dest û lingên te negirtiye.” Keçik çû
min li pêy wê nêrî. Porên wê çi qas xweş bûn. Dû re li parçeyên kuzikê ku
her vesleyê wê belaveyê der û doran bûye dinêrim. Xwestim ku her parçeyê
kuzikê bicivînim hev û wê binim rewşa xwê ya berê. Lê parçeya herî mezin kêm
e. Dewsa wê tiştekê din digerim ku bikaribe cihê wê parçeya kêm bigire...
Dengên tevlihev bûyî, dibihîsim. Kesekê/î sîngê wê nişandide; “Ji vir
ketiye ji vir jî derketiye” dibêje. Çiye ew tiştê ku ketî û derketiye? Ma li
welêt trafîq nîn e? Nizanim. Keseke din; “Kezebên wî wesle wesle kiriye”
got. Min xuminiyek bihîst. Mirovek guhên min jêdikir. Guhên min girt û xiste
bêrikê xwe. “Bîranîn” got. Zilam ji bo bîranînê tiştê herî baş vebijart! Ew
ê pê çi bibîhîse wê were dîsa ji min re vebêje... Kesekê din li porê min
nêrî “porê wî jî ne xirab e” got. Lê zilam çemsor be? Ewê porê min tev çerm
rake û bi konê xwe ve bideliqîne. Lê qereçiyek (aşiq) were bibêje “Ez jî
çermê wî dixwazim, wê jê daholekê baş derkeve.” Dikim rabim . Tu dibê qey
bi singan ez bi erdê ve hatime çiqandin. Otomobîlekê spî hat. Li ser wê
hinek tişt hatiye nivîsin. Hewil didim ku wan nivîsan bixwînim... Çê nabe
xwendinê ji bîr kirime. Halbukî min dibistanê, dibistan jî ez qedandim.
Singan ji ser min rakirin û ez birim otmobîla boyax spî... Havîrdor bi
dengekê xemgîn û zîz ve hat rapêçan. Çi hatî bû serê min ku wan ez xistî bûm
vê otomobîlê.
Li vê derê arîk, şibake û dergeyek heye wisa be vê der menzelek e. Li vir
xeynî xeyalên min hertişt spî ne. Cardin, çavên vê keçikê ne spî ne.
Tişteke kirin devê min. Çi xistî bûn nizanim. Ji nav wan yek got; “kirê
xwar yaww...” Min wê tiştê xwarî bû. Min nêrînên xwe çiqê arîkê kir. Nêrîna
min arîkê qûl kir. Ta li ezmanê bi stêrkekê ve qûlibî. Stêrk xûriçî. Li pêy
xwe tu şop nehişt. Stêrkên din dîsa di ahengê xwe de biroq biroq...
Tam li bin stêrkê li gundekê, zilamek ji jinikekê re “lê binêre Haçça”
got. “Stêrk xûriçî” Haçça li stêrka xûriçî nêrî serê xwe hêjand “Mirovekî/ê
din jî mir” got.
Tu nabêjî stêrka xûriçî ez im... Çi tişteke baş e ku mirov stêrka xwe
nasbike. Ew ê her tim lê binêre. Ger rojeke stêrka wê/î bixûriçe, ew ê bêje
“Lê mêze waye ez jî mirim.” Û pê re bikeve û bimire. Stêrka min ket ser banê
xaniyê, ku ez têde me.
Derî ji nişkave vebû û diya min kete hundir. Xwe avêt ser min gelekê
giriya. Du caran got; “Kurê min... Kurê min..” weke din negot, xewirî.
Zilamê bi rih, ka bêje çi li min qewimî? Yekî ku berçavik li ber çavan bû bi
destê xwe çavên min girt.
Ji navberê çi qas dem derbasbû; nizanim. Bi spiyan ez rapêçabûm. Pişt re
ez xistim sandoqêke. Keniyam. Min got; “Netirsin ez ê nerevim.” Piştê gavêke
ez xistim otomobileke reş. Her tişt sero bino diçû. Gava berê li spiyê siwar
bûbûm niha jî li reş... Ma tiştê wisa dibe? Jixwe ez alîgirê tîma
Fenerbahçeyê me, ev kara we kara Beşîktaşê ye. Navê vê karê jî guherina ol û
dîn e...
Em qederekê çûn. Pişt re em sekinin. Derî vebû. Sandoqê ji erebeyê
derxistin. Ji nav girseya ku, çavên wan şil bû, ez derbas kirim. Wan ez
avêtim nav bîrekê ku ji berê hatî bû vedan. Xweliyê avêtin ser min. Çawa
jî dizanin ez hez ji xweliyê dikim...Na... na... bes e. Ew qas zêde ye. Ez ê
nikaribim hewayê bigrim, ez ê zehmetî bikşînim. Gotinên min nebihîstin.
Destê xwe rakirin hewayê di devê xwe de hinekê tiştan norandin. Gumana min
ew e ku ji bo baranê diayê dikirin. Pişt re çûn. Ey hûn diçin ku derê.? Lê... Min negote we ez ê nikaribim hewayê bigrim. Li pêy wan qiriyam, min gazî kir lê min dengê xwe negihand... Ez miri bûm... Ne şibakeyek, ne jî ji bo nêrînê qulikekê vê derê hebû. Cihên ku ez tê de jiyabûm ji van deran cuda bû. Yek hate cem min. Got; “Bi xêr hatî. Niha miameleya te yê hatinê were çêkirin. Di vê navberê de li nik serê min keçikek diyar bû. Çavên wê, ji giriyê werimî bûn. Hîna jî digiriya. Min li nav çavên keçikê ku tije rondik bûn, nêrî. Û min got; “Êdi negire. Tu dizanî ku ez hez ji kesên çavşilor nakim. Jixwe livir ji bo girînê tu sedem tuneye. Ez jî mirim ma ezê bi girîna te vegerim? Jixwe bixwazim jî ew ê nehêlin. Miameleya min a hatinê tê çêkirin. Tu jî here . Wekê werkesê ku ez hez ji wan dikim, tu jî here. Mirî êdi nayên hezkirin. Dû miriyan her tim tiştek tê gotin... Lê gotinên
min jî nîn e. Dirêj neke here. Min tenê bihêle. Recayekê min ji te heye.
Çavên min bi G.’yê re ma bêje bila çavên min bişîne. Êdî here...