Hemû kolan û rêyên nepen li xwe badabûn û revîyabûm. Şopa xwe wendakiribû û xelisîbûm. Bi helke helka sînga xwe, di nava xwêdanê de min xwe avêtibû bin banekê, stirîbûm. Û berevajîya gumana min, bi dileke mîn a deryayan hatibûm pêşwazîkirin
Min ji alîyekê ve mesala xwe, mesela xwe ya revê ji mazûvana xwe re yek biyek kat dikir. Ji alîyekê ve jî xwe dida serhev. Çavên min ên reşve hatî, herçî ku çû rohnî dibûn. Bêhna min a çikîyayî hêdî hêdî dihate ber min. Çokên min ên lerzokî gav bi gav ji lerizînê difilitîn. Heşê min ê bela wela bere bere topî serhev dibû.
Belê. Xwîşka Xezalê tevlî zaroka xwe ya pênc salî li mal bû, lê Hevalê Husên ne li mal bû. Çû bû kar. Heye ku nîvrokê, ji bo navrojê bihata mal. Lê heye ku nehatana jî…
Bende bûm.
Xwezîka zû bihata. Lê wê êvarê teqez bihata. Heya hatina wî ezê di mal de bisekinîyama.
Nîvro nehat. Bende bûm.
Heya êvarê ez di hewşê de mam. Guhên min wer li dengan bûn. Li dengê derî, li dengê ereba, li dengên cûçika, li dengên zarokan û li dengên ne xwezayî; li dengên cûda bûn. Car caran dema ji derve dengê motorên ereba bibihîsta, ez bi lez dikişîyam ber derîyê hewşê û min di ber derî re bi dizî li derve mêzedikir. Ka hela çi heye?.. Ez ge rudiniştim ge radibûm pîya, diçûm û dihatim. Ge jî min pitika mazûvana xwe Rûkenê re dilîst. Bi qasî ku tirsa nava min dest dida.
Xezalê vegerîyabû karên xwe yê rojane. Di navra xwrînî amade kir. Min çend parî xwar. Nivro şikiya şunde jî navroj da min. Lê hemû xwarinî di mîna di pişt hustîyê min re biçe, nizanim çawa dikir xwar.
Di wan çûn hatinên minên hewşê de, min cixare li ser cixarê dikişand. Ez ketibûm feqekê û min qet nedizanî bû ku ka ezê çawa jê derkevim. Min wê rojê psikolojîya kesên cihê teng fêhmkir. Ez wê rojê gihîştim wate ya “volta” yê. Volta ya ku gelek kes bi rasteqîn jî, di hestên seramonîya olî ve bêşdar dibin an jê vediqetin. Encax mirov di cihê hewcedarîya rastîn de têdigihê maneya kwîr ya têgehan.
Bende bûm.
Lê di volta yê min de, ne di rêveçûn û ne jî veger ên min de sazîyek; xweşikahîyek hebû. Heba heba, tevlihevîyek bêsebrîyek û nexweşikahîyek hebû.
Ka di pêy min re çi bû bû? Li malê çi qewûmi bû. Ji kesên malê re çi gotibûn? Dêya min a belangez, hestîyar çi bersîv dabû wan? Dilê wê ye xembar awûr û gotinên wan ên bi hêrs û tawanbar çawa rakiri bû.
Xwezîka bavo li mal bibaya. Qe nebûya, wî yê bi helwestek bêtirs, bêheyecan û bi aramîyek şaşwazî li wan guhdarî bikira û bersîva wan, gotin bi gotin bidaya. Lewra ew ne mîna dêya min xûlq teng bû. Ne li ser tetikê bû. Ew heya ku kêr negihijîya hestî û di hestî de kar nekira, ne diqahirî û ne jî hêrs dibû. Bi sebrek Usifî, bi tehemmûlek xwedayî û bi tefekkûrek derûnî wê guhdarî bikira û tevlî şîroveyên xwe yê piçûk û dersdar wê bersîv ên wan yeko yeko bidana.
Lewra ji ber vê taybetmendîya wî bû ku Xoce, li pêy naskirina wî, çawa lê hay bû bi şûn de ji min re hima rast a rast goti bû: “Pêşnîyarîyek min hete. Gyhdarî bike. Dixwazî, bila bav ê te dev ji kar û xebatê xwe yê rojane, bila karê destê xwe berde. Bila ji bo me hinek karên sivik bike.” Min hîn maneya pêşniyarîya Xoce di serê xwe de dibir û dianî, Wî domand;
“Hew car caran bila hinek nivisên me bibe hinek deveran û ji wan deveran jî ji me re bersîvên wan bîne. Ewqas!”
Min di hundurê xwe de got: “Nivêsên ku jê ar difûrin!.. Çalakî difûrîn!.. Yanê kuryetîyê, qasidîyê bike!..”
“Emê heqê keda wî jî, ne pirr lê hindik be jî, bidin!” li ser kir.
Çi derewa bikim. Min fikra xwe ya ji dil, jê veşart. Heye ku wî jî fêhmkiribe, lê ji min re di wî warî de ne tiştek got û ne jî ber min re avêt. Min di hundurê xwe de digot; “Tu heya dikarî ji min re bibêje! Ez ê çawa ji bavê xwe re bêjim, ‘Here bibe Qasid, Kurye yê hevalan!..’ De werin dîyar ê min û van karan!.. Min xwezîya xwe bi zorê daqultand û bi dengekî du neçel; anî zimên.
“Hele… Ez carê lê mêzekim. Di demeke pêş de jî meselê jê re biteqînim.”
Tirsa min ew bû ku, wê rojê ger min îtiraz bikira, wê maneya îtiraza min biba destnîşana bêbawerîya min. An wê Xoce û di şexsê wî de jî Heval; wê di bîrdozîya min da tekêtana şikê.
Lê min di hundurê xwe de hîn didomand: “Hele, em carekê xwe bi zanebûn diavêjin nava golê. Xwe diavêjin nava agir. Bifetisin jî bi şewûtin jî ewqas e! Ê me bi bîrdozî û bawerîyê ye, em dikarin bibêjin ha li çokê û ha li navê! Lê bavê belengaz!.. Lê ez ê çawa bi destê xwe bavê xwe yê şêst-heftê salî, wî kalê reben bavêjim talukeyek wanî xeter! Biavêjim nav arê cahnimê! Ku emrê xwe yê mayî, êdî di pişt derîyên zindanan de derbas bike!..”
Rebenê Xwedê! Bi salên salan bû me çidikir û nedikir me nikarîbû ew li bajêr bihewandana. Bêhna wî, di nava bajarê mezin de bi zixt û bi halê azad dernediket der. Hîn mabû di pişt derîyên hesinî de, di bin zixt û zorê de sal bibijarta! Welê bawer dikim ku wê di desta bibihecîya, can bidaya.
Lewra ew bi dehan salan li bajêr rûniştibaya jî, dîsa mîna ku hîn nûh ji gund koçkiribe, welê dilê wî li bajêr sar û dur mabû. Bajar bi wî ve nezeliqî bû. Ne elimî û ne jî di elimî… Qul û qulikên bajêr, kolan û avahî yên bajêr jê re her dem bîyanî bûn. Lewra ew him bi dil û ruh ê xwe ve û him jî bi laşê xwe ve bi gundan bi çol û çiyan, bi deşt û zozanan, rez bostanan, bi pez û dewaran, odeyên gundan û bi konan ve girêdayîbû. Diçû bi rojan, bi hefteyan carnan bi mehan nedihat. Xwe jî bîra dikir. Xwe ji bîra dikir ku zar û zêçên wî, jê dur di bajêr de dijîn. Ew evîndarê gund û gundewarîyê bû.
Bende bûm.
Lewra min çiqas bixwesta ku ez bidim pê şopa mijarên cûda pêde pêde herim. Careke din venegerim ser rastîya xwe. Lê rastî min mîna dirrika xwe dida ber çav ê min û ez nerihet dikirim. Ez diqilqilîm. Guj gûja serê min bû.
Gelo wan lephesinan dev ji yên malê berdabûn! Xwezîka min karibûya xeberek ji wan bistendaya. Tirsamin ew bû, ku zalimana zû bi zû ji malê neçûyana. Li malê weka ku li gelek malan dikirin, qeroqol danîyana.
Tilama min carekî din jî di wan gerîya. Êdî tilama min ne bi tenê li dê û bav, li xwûşk û bira, li meriv û cîran, tilama min li heval û hogirên min jî digerîya. Ji rû yê min ev jî dibûn bertawan. Dibûn kesên lêpirsîn ê. Hêvî dikim zêde neheqî û tajang nedîtibin. Nebihîstibin.
Lê waxt ne waxta fikirîna tiştên welê wicdanî bû. Waxt waxta xelaskirina post bû.