Ji rojnivîska min - 5 - (2003)
Şehîd namirin. Tên kuştin.
Husein Muhammed: [email protected]
Nebe koleyê azadiyê.
Şehîd namirin. Tên kuştin.
Ew bawerî rast e ya ku diguherre.
Xemsariya xelkê min xurt dike.
"Bêaqil aqilê xwe ji bêaqilan digirin." Lê mixabin em tevaya aqilê xwe ji bêaqilan digirin.
Rikmaneya ka kî qenctir e neke – dê têk biçî.
Dûrî rastiyê be daku nekevî davan.
Derfetên me herduyan qet nabin hevdem.
Liian lähellä toisiaan olevat mielipiteet törmäävät helposti toisiinsa.
(Helwestên pirr nêzî hev bin, bi asanî li hev dikevin)
Nivîskarên me hind car dubare kiriye ku kurd ji zimanê xwe hez nakin ku wan wa kiriye ku bi rastî jî êdî kurd ji zimanê xwe hez nakin.
Pêwîstiya me bi jixwenefretkirinê heye.
Van pendikan dinivîsim daku hew li van mijaran bipûnijim.
Tenê xulam dikarin xizmetên baş bikin – bo wêjeyê jî.
Xwendin xeter e – bi taybetî xwendina tenê pirtûkekê.
Ole oma itsesi, mutta älä aina!
(Wek xwe be lê ne herdem!)
Oletko kokeillut hetken olla jotain muuta kuin oma itsesi? Suosittelen!
(Ma te cerribandiye bîskekê ji bilî xwe tiştek din bî? Pêşniyaz dikim!
Bo ku berhemên te bên xwendin, ya ku zengîn dixwazin binivîse.
Tirkiyeyê xirabtirîn û Fînlendayê nirxên Rojava û Rojhilat bijartine.
Ne bê û ne jî bi jinan dibe.
Jibîrkirin çekek pirr xurt e.
Ma tu bo çi yî ger ez bê malê dinyayê bim?!
Dijminê xwe baş binase. Doza wî heq e.
Tenê derew dikarin me rehet bikin.
Her ku mirîşka mala [...] hêkekê dike, [...] jî pirtûkeke xwe diweşîne. Lê hêkên mirîşka mala [...] tên xwarin.
Dilovanî û mirovdostiya li bal serokeşîran hebû li cem serokpartiyan peyda nabe.
Shakespeare şaş bû. Dem nikare her tiştî biruxîne: Bexreşiya min.
Gelek mirov dîn in lê tenê dîniya kêm kesan digihe wê pileyê ku dest bi nivîskariyê dikin.
Gelo li Kurdistana azad ez dê azad bim?
Nepirse ka tu dikarî ji gelê xwe re çi bikî, bipirse ka ew dê bo te çi bike.
Helbesta serkeftî ew çîrok e ku helbestvan nenivîsandî dihêle lê xwendevan dixwîne.
Pirr baş e ku pirraniya mirovan ti car tê nagihin ku mirovan ti çare nîne.
Jiyanek derewîn bijî daku nekevî belayan.
Di hilbijartinên azad yên Rusyayê de her kes dikare bi azadî dengê xwe bide partiya Putîn.
Bê dijmin nameşe.
Bê Şeytan, Yezdan ne lazim e.
|