MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan
  • Sedat Yurtdaş: Kevoka xeyalî
  • Sait Faik: Min çi jê
  • Bjørnstjerne Bjørnson: Hêlîn
  • Yilmaz Güney: Mirin gazî min dike
  • Husein Muhammed: Şehîd namirin - tên kuştin
  • Sedat Yurtdaş: Bende
  • Jiyanname: Şerr û aştî


  • MIN ÇI JÊ

    Sait Faik

    Xaniyê li jor, heke mirov ji jêr ve binihêrta, xaniyekî jidilare bû. Xanî, xaniyek wisa bû ku dikandarên di ciwantiya xwe de xeyala wî kirin, bazirgan an jî tolazekî ji malmezinan pê qaîl dibin; mamosteyekî malnişîn, romanivîsek ji bo nivîsîna romana xwe, an jî siyasetmedarekî li mişextiyê ku rojên xwe ên dawî dijî, lave dikin tê de bijîn, lê bi dest wan nakeve.

    Riya ku sê çar evîndar rojên yekşeman tê re derbas dibin, li dahma xênî wekî ku zinar jixweber derizîne, hêrikîne û riyek vekirine; rojên din, ne tenê xerîbiya tenêtiya riyan diket vê riyê. Li giravê sê çar hebê ku ji vê riyê hez dikin hene. Belê ew jî axleb, dema reş dikeve erdê ji bo li stêran seyr bikin –an jî ji min re wer tê- di vê riyê re derbas dibin.

    Aliyekî rê devera herî xalî ya giravê ye. Li vir darê çam di hev re bûne. Rê û rêçik nîne. Loma li binê daran ne desmaleke rûjkirî a beredayî, ne jî pelê rojnameyan, qotîkê sardalyeyan hebûn. Li wî aliyê rê digel ku ji dûr ve xaniyekî tenê î spehî xwiya dikir jî du xaniyên neçê hene. Aliyekî xaniyan rê, her sê aliyê din dîsa daristana çamî digire.

    Ji leblebîfiroşê ku kes nizane ka ji bo firotina leblebiyê xwe, an ji bo xewa li binê çaman a bi xeyala welatekî bê rez û daristan hatiye vir pê ve hema bêje kesekî mirovên di vê mala ku ji dûr ve pêleke arezûyên jiyaneke bextewar, bêhna çaman, bêhna bayê kur têr li dilê mirov dixe de dijîn nas nedikirin. Mirovên vê malê ew çend ji xwe re aram dijîn. Rojên zivistanê berberê ku zilamekî navsere î zerik dibîne ku tam di saeta wê de dibeze pêşiya vapûrê, ji mişteriyê xwe re dibêje, “Ew rapûlê mala jor e.” Gotegot tev bi tenê ev bû. Zilamê kal bi tûrikên piçûk vedigera, êdî bi hefteyan xwe bernedida jêr. Li jêr şêniyên giravê ên di seb û heba hev de heke masîgirên Bahra Reş bihatane ji hev vedibûn; bi dizîka hewl didan ku xaniyê xwe bidin bi kirê. Xaniyê ku bi dizîka nehatî kirêkirin, havînê ên ku dihatin ber bahrê û bêhnvedanê, nedigirtin. Ji ber ku masîgir azeb bûn. Him azeb, him masîgir... Di laşê masîgirekî de spih hebin tunebin, hene hesêb dibin.

    Şêniyên giravê ji hev haydar bûn ku xaniyê xwe bi kirê dabûn masîgiran, lê heta havîn nehate ji hev xef dikirin, kesek li xwe mikur nedihat, her gav ev wek sirekî dihat ser zimanê wan dîsa bilêv nedikirin û xweziya xwe dadiqurtandin, ha ji wan rojan rojekî kesek pê nehisiyabû ku kalê zerik ew serê çend hefteyan bû ku danediket jêr.

    Zivistan bû, rojeke xweş a tavikî bû. Masîgir çûbûn bajêr. Kuçe û kolanên gund virt û vala bûn. Jinikeke lawaz, porzer ku pora wê spîbûyî lê dîsa rûciwan, li kolanan geriya. Çaygerê bê mişterî ku li ba berber tiraş dibû got,

    - Ev jinik kî ye?

    Berber bi hûrbijarî lê nihêrî. Çavên wî ên hûrik diçûrisîn, wekî bibêje,

    - Malava ev kî ye? Ne xerîb e weke ku!

    Berxweketî got,

    - Min nas nekir.

    Jinikê, pêşî çavê xwe li çayxanê gerand. Li qorziyekê du masîgirên niştecî a Rum bi tewleyê dilîstin. Çayger li ba berberê di nava çayxanê de tiraş dibû. Piştî ku jinikê bi keviya çavan li nava çayxanê mêzand bezî bi lengergehê ve. Ji masîgiran yekî jinik dîtibû. Got:

    - Jinika mala jor e.

    Yên dîtir gotin:

    - Wey!...

    Jinikê, karmendê lengergehê dît. Got ku mêrê wê duh bi şev miriye, dergûşa wê birçî maye û jê lave kir ku meyt arî wê veşêre. Karmend, ev cara pêşî bû ku serlêdaneke weha dihat serê wî. Ev ne arîşeyeke pasoyî, ne jî rewşeke teşqeleyî a daxistina pênc deh pere buhayê birina firaxan bû.

    - Ma ez karim çi bikim ku, got. Peywira min bendemana vapûrê ye.

    Jinikê:

    - Ma tu ne misilman î?

    - Xanimê, li hemdê xudê em misilman in, lê em karmend in jî. Ez nikarim ji vir veqetim; ez binbar im. Biçe ba bergerê barkêşa.

    Mala bergerê barkêşa di nava gund de, xaniyekî xweşik î du qatî bû. Wextê jinik nêzî malê bû ket rewşa ku tu bibêjî qey dixwaze tiştekî ji guriya serhildêr a sobê re bibêje. Di bêhnekî de, wekî ku di odeyeke ku sobe lê dişixule de, ji kaseyek bîlûr tutina tewo tewo a ji zerê kehrîban bipêçe û bahsa meselê cîranan bike, lê dihat.

    Li dêrî xist.

    Li dora sobê zilamekî reşqemer di navbera keçik û kurikekî de qûn vedabû, rojnameyeke kevn a zerbûyî dixwend. Berçavk li ber çavê wî bûn. Di bin kirasê wî re rahnên wî ên stûr û bi pirç, wekî du pîjaqên Herkul dirêjkirî bûn. Fereke şimikê ji piyê wî ketibû. Piyekî heta tu bêjî bes kirh, bi keskeşîniya zarokeke nûbûyî û girşa xwe li jinikê dinihêrî.

    - Kerem ke, bêje xanim!

    Jinikê derdê xwe wekî ku ji karmendê lengergehê re vegotî ji wî re jî got:

    - Mêrê min duh bi şev...

    Wî got,

    - Xanim, perê te hene? Ez vê qir û qiyametê karim kîjan barkêşî bişînim wir. Beraz in, dernakevin wir ku! Hemû kazkaza wa ye ji nêza. Qezenca havînê ji zû de qediyaye. Para wan di masiyan de nîne, giş wê ji nêza bimirin. Dixwazim ji bo te bisebibim. Dixwazim, lê ev kar mift û belaş jî çênabe.

    - Tiştekî min î firotanê jî nîne. Min got. Dergûşa min li malê birçî ye.

    - Ma tu nikarî ji derekî jî peyde bikî?

    - Haqriya Stenbolê bi min re hebûya belkî...

    - Ha ji te re yazdeh qirûş û deh pere.

    Jinikê, malavayî kir û derket. Ber bi firnê bezî. Nanek kirî û da kêşik. Keçikeke piçûk di rê de xwe dara dawa wê. Nanek di deh deqan de dîsa dihat lavekirin.

    Jinik dîsa daket jêr. Dextorê şaredariyê hatibû bîra wê. Dextorê şaredariyê zivistanê bi ceribandinên kîmyewî xwe mijûl dikir. Nitrat dihelend, turnusol ji şîn vediguhazt sor, ji sor vediguhazt şîn, klor bi dest dixist, av dadihûrand, cereyan derbas dikir, ozon bêhn dikir.

    Dema ku jê re gotin ku jinikek dixwaze wî bibîne, li laburetuwara xwe a piçûk mîza xwe tehlîl dikir. Tiştin xistibûn nav mîza xwe, lê hûr dibû ka şekir tê de heye an na.

    Ji mîza ku şîn dibû pêşî gaz fûrîn. Dû re bi carekî re mîz bû sorê kremîtî.

    Dextor xwe bixwe got,

    - Heywax, li min xistiye. Jixwe ketibû dilê min. Çima min jî ew qas av vedixwar! Çima ranediketim! Hey xudê mistehaqê te bide te.

    Xanimê serê xwe ber derî re kir:

    - Ezbenî, jinek dixwaze we bibîne.

    Di ber xwe de got, “Ez ê ji wê jinê re bibêjim, çima min mijûl dike.”

    - Ka bêje, çi ye? Derdê te çi ye xanim?

    Jinikê vegot. Dextor:

    - Heta ez lê nenihêrim, çênabe hûn veşêrin.

    - Belê tu nexweşî nîne, yê mirî mir.

    - Em binihêrin ka miriye; ez ji ku zanim?

    - Qe nebe bêjin, bila binax bikin.

    Ez heta bi wir nikarim hilkişim, ez jî nexweş im xanim. Nexweşiya şekir li min xistiye. Pîr bûme, zû dibetilim. Tu kerekî peyda bikî ez ê derkevim, hekena ez qevza xwe naavêjim.

    Jinikê got:

    - Baş e, û derket. Ez ê li kerekê bigerim.

    Wextê jinik derkete kolanê metelmayî dît ku ew xweşhewa havînî firiye çûye. Bayek rabûbû, rûyê mirov dişewiband. Ewr, wekî ku biçin ser meytê miriyekî mezin, ber bi daristana çamî, ber bi mala wan digijgijîn. Bi bayê bezê çû mal. Meyt li çerşefekê pêça û daxist jêr. Berfê dest pê kiribû, dema piyê xwe avêtibû derve kirasê wê çîkspî bûbû. Heta bi serê girik mirî gih hildigirt, gih dixijiqand. Mitik derbas kiribû, li rasta li quntara wî alî rawestiyabû. Bê li vir hikum nedikir. Li vir mirov digot qey dîsa havîn vegeriyaye.

    Hawîrdor bêpêjn bû, te digot qey hênikahî bû. Di vê hênikahiyê de bi gilokan berf dihat xwar. Li vî zinarê ber bahrê tenê bayê jêrî hikum dike, bayê kur ancex li serçivka çamên dirêj dixe.

    Hebekî wê de newaleke kûr heye. Jinikê, mirî ji wir bi lerzîna lêvên ku mirov nedizanî ka dia dike an ji serma diricife gindirand. Pêşî qet deng nehatiyê. Paşê, guh da ser. Bi tenê dengê xîçikên ku digindirîn bihîst.

    Sê rojan berf bariya. Sê rojan ba geriya. Sê rojan bi tenê sê vapûran serî li lengergehê da. Bergerê barkêşan li ber sobê rojnameyên du salan xwendin û garis qeland. Dextor her roj bi hinceta tahlîla mîza xwe kevçîkek girar dixwar. Êdî nedihat bîra wî ku jinikekê tiştek jê xwestibû.

    Karmendê lengergehê zilamekî lawaz î hişkolekî î tûre bû. Carcaran şewtekî davêt nava wî. Bêhnekî jinikeke ku ji bo meytê wê veşêre serî lê dabû dihat bîra wî; paşê, di wê gavê de ji bîr dikir.

    Belê di wê bîrhatinê de, wekî ku meytê wî jî bi rojan li erdê mayî lê dihat.

    Ji rojan rojeke wek havînê bû. Berberê di ber tiraşa mişteriyê xwe de rawesta. Bi serê ustureya xwe di şibakê re derve nîşan da, got,

    - Jinika mala jor... dîsa bi ku de diçe gelo?

    Jinikeke zerheliyayî ber bi lengergehê meşiya. Rawesta. Paşê wekî ku nêta xwe xera kiribe li seranserê keştîgehê çû û hat. Zilamekî kal jî li wan deran digeriya. Ev zilam dişibiya zilamekî ji yên ku bi sebûneta xweşhewayê dibêjin “Ka heta bi giravê bakî ji ber serê xwe berdim.” bû.

    Jinik ber bi vî zilamî çû. Dilê wê hebû tiştekî jê re bibêje. Dû re poşman bû, wekî ku kelevajiyek hatibe bîra wê bişirî, ji bo bigihîje vapûra ku pozê girava hember li xwe badayî lezand.

    Di vapûrê de bi tenê ew jin bû. Bi tenê bilêta wê nîn bû. Lê belê li lengergeha Kadikoyê bê çend bilêt di vapûrê de hebûn ew çend mirov peya bûn. Ne kêm ne zêde.

    Wergera ji Tirkî: Brahîm Ronîzêr: bronizer@@mynet.com

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1