Peyva "aştî" li guhên me xweş tê. Lê cudatiyek mezin di navbera aştiyê û koletiyê de heye.
Marcus Tullius Cicero
Em şerr dikin daku em bikarin bi aştî bijîn.
Aristoteles
Rewşa siriştî bo mirovan ne aştî lê şerr e.
Immanuel Kant
Feqîran hemî şerrên dinyayê kirine, hemî ew şerr dijî feqîran kirine.
Samuli Paronen
Li vir serkev nîn, hemû têk diçin. Tek serkev aştî ye.
Slobodan Mîloşevîç
Ti kes ne wa ehmeq e ku ji aştiyê pirrtir şerr hêvî bike. Li dema aştiyê kurr baban lê li dema şerr bab kurran binax dikin.
Paşayê Lîdyayê Kroysos (n. 550)
Kîj alî xwe serkeftî bihesibîne jî, di şerr de tenê têkçûyî hene.
Neville Chamberlain
Şerr bo cezakeran jî wek bo cezaxweran cezayek giran e.
Thomas Jefferson
Em şerr naxwazin lê madem me dest pê kiriye, em êdî nizanin bes bikin
Ernesto "Che" Guevara
Xweda û mirov nirx didin wan yên di şer de ketî.
Herakleitos
Şerr jibîrkirin e; berî her tiştî tê jibîrkirin ka çima şerr tê kirin.
V. A. Koskenniemi
Divê tek armanca şerr aştî be.
Marcus Tullius Cicero
Çend kêmtir tecrûbe hebin, bi coştir diçe şerrî.
Thukydides
Rastî diselimîne ku ne teoriyên marksîstî lê yên Nietzsche rast digot - wî digot ku sedsala 20ê dê bibe sedsala şerrên neteweyî.
André Malraux
Şerr bi dilê yê bêtecrûbe ye. Ew, yê şerr dinase, ji kûratiya dilê xwe ji nêzîbûna şerr dibizde.
Pindaros
Bazirganî têkilkirina şerr û werzişê ye.
André Maurois
Ax, xwezî bi dilopek helbestê yan evînê me bikariya kerba dinyayê vebimirînin lê tenê şerr û dilê bibiryar dikarin wisan bikin.
Pablo Neruda
Di aştî û aramiyê de mirovê şerrxwaz êrişî xwe dike.
Friedrich Nietzsche
Yê dijî zordaran şerr dike, bila hişyar be ku ew bi xwe pê ve nebe zordar.
Friedrich Nietzsche
Çawan em dikarin bibêjin ku şaristanî pêş nakeve tevî ku di her şerrî de bi awayek nûjentir mirov tên kuştin.
Will Rogers
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di ti şerrî de têk neçûye û di ti danûstandinan de bi ser neketiye.
Will Rogers
Ev jî serdema şerrên olan e lê vê carê navê ol "îdeolojî" ye.
Bertrand Russell
Pirr kes qîrrîne: - Şerr! Şerr! bêyî ku qet tê bigihin ka şerr dê çi bi xwe re bîne.
Geoffrey Chauser
Di şerr de kes li çavan nanere.
pendek fînlendî
Karê şerrvanan ew e ku wan mirovan bikujin yên ku ti xirabî li wan nekiriye.
William Godwin
Hest bi sêwîtiyê dikim çiku şerrî tek heyîna min ji min standiye: takekesiya min.
Slavenka Drakuliç
Di şerr de pêwîstî bi azadiya gotinê nîne.
Gaius Julius Caesar
Yek ji bextreşiyên şerr jî vemirandina hezkirina ji rastiyê ye.
Samuel Johnson
Şerr ne macera ye. Şerr nesaxî ye.
Antoine de Saint Exupéry
Di şerr de kembaxtirîn tişt vekuştina hezkirina ji rastiyê ye.
Georg Morris Cohen Brandes
Hindî ku bikarim gotinekê bibêjim, qelemê nadim bi fîşek.
Goran Simiç
Şerr tiştek wisan cidî ye ku nabe bi dest leşkeran bimîne.
Charles-Maurice de Talleyrand
Şerrê navxweyî ji şerrê gel yekdil pirr kembaxtir e. Tam wek ku şerr jî ji aştiyê xirabtir e.
Herodotos
Şerrê navxweyî xwerû kul û kovanî ye.
Marcus Tullius Cicero
Destê yê hevhoz birînek kûr dikole.
Marcus Annaeus Lucanus
Hemî şerr tenê li ser jihevdizînê ne.
Voltaire (François-Marie Arouet)
Bipûnije ji ber ku ne dijwar e: ne welat heban û ne jî ti tişt yên ku ji ber wan bikujî yan bimirî.
John Lennon
Ma ti nifşî berî vî nifşî hinde pirr keşfên nû kirine? Û ma çi pê ve hatiye? Ma şerr, kuştin, dizîn, hejarî, nesaxî, hesûdî, kerb yan jî mirinên pêşdemî kêmtir bûne?
Samuel David Luzzatto
Şerr heqkirî ye bi baweriya wan yên ku hewcedarî şerr in.
Titus Livius
Mafê bikaranîna çekan heye ger bikarînerê wan xwedî armancên heqkirî be.
William Shakespeare
Ji şerr tenê ew kes sûde û mifayê dibînin yên ku dema aştiyê ti jiyar nîne.
Jacob I (paşayê Inglîstan û Skotlendayê)
Şerr ziyanê digihîne tenê mêran.
Homeros
Şerr ziyanê digihîne tenê jinan.
Aristofanes
Ger hêviyê ji mirovan bistînî, wan dikî lawirên dirrinde.
Ouida (Louise de la Ramée)
Rewşa dadperwerane ya aştiyê ye hejî mirovan, ne dijminatiya dirrinde.
Publius Ovidius Naso
Ger dilovaniya xwe ji dest nedî, têk naçî.
Laotse
Mêş li rîxê, paşa li şerran û şûm li şerrenîxan lê mirovên qenc tenê li aştiyê digerrin.
Nîti Sastras
Şerr tenê domandina siyasetê ya bi awayek din e.
Karl von Clausewitz
Ger fîlosof nebin serokên dewletên me yan jî ew, yên ku em dibêjin serokên me ne, bi rastî dest pê nekin bi fîlosofiyê mijûl bibin, dawî li pirsgirêkên me nayê.
Efletûn (Platon)
Ji ber ku pirr xaniyên bi senger û asêgehan dorpêçkirî ruxîne û yê min hê maye, şikê dibim ku ruxîna wan ji ber hindê ye ku ew asêkirî bûn.
Michel de Montaigne
Ma hûn dibêjin ku mebestên baş ta şerran jî heq dikin? Ji we re dibêjim: Şerrê baş her tiştî heq dike.
Friedrich Nietzsche
Şerrê şerr pê tê sekinandin.
Martin H. Glynn
Ev şerr, wek şerrê piştî vî jî, şerrek e bo dawîanîna li şerr.
David Lloyd George
Şerr şerran zêde dikin.
Friedrich von Schiller
Hemû gel agirekî hildike û aniha te dît birayek rabû birayek din bibirêje.
Jan Blomstedt
Ruxandina bi şerr herdem pirr mezin e. Dema mekîneyek zêde mezin bi rê dikeve, êdî rawestandina wê nîne.
Hannu Savolainen
Neçarî baştirîn aştîçêker e.
Sir Walter Scott
Ji ber eynî tawanê her kes diyariya feleka xwe werdigire: yek tê sêdaredan û yê din tê sertackirin.
Decimus Junius Juvenalis
Tawanên serkeftî û berhemdar dikarin bi navê qenciyê bên kirin.
Lucius Annaeus Seneca
Tenê tawanên serkeftî tên heqkirin.
John Dryden
Aştiya misoger ji serkeftina nemisoger baştir e.
Titus Livius
Wan navê valakirina welat kir pêkanîna aştiyê.
Cornelius Tacitus
Mirov ji xirabiyekê dilezin ya din.
Quintus Horatius Flaccus
Yek ji giringtirîn mafên li vê dinyayê ew e ku mafê mirovan hebe şaş bin.
Harry Weinberger
Aştiya herherî tenê xewn e, û ne xewnek xweş jî.
Helmuth von Moltke
Tenê rondik dikarin basa şerr bikin.
Henriqueta Lisboa