Keçika por sor a kurîşkî, mîna kerr û lal be. Tu deng pê nediket. Ne hum ne gum! Di qûncikê odeyê de, pişta xwe spartibû dîwêr û xwe, ge di rêngê kûsîyan de bi tirs, ge di rengê jûjîyan de bi ber-êrîş xwe dida hev. Di bêdengî û di rûniştina wê de tevlî tirsê, bêpaxavî û amadekarîya serîhildanekê, bihevre hebû. Lewra, herdû çogên xwe bihev zeliqandibû û berve sînga xwe ve kişandibû. Herdû çepilên xwe jî lê lefandibû. Di binçavan re carna bi melûlî, carna jî bi asêyî, li kesên odeyê dinihêrt.
Di çavên wê yê qahweyî de gelek êş, gelek keser û dilşekestinên eşkere rûniştî bûn. Car caran jî cotek xetên bişirînek xweş, kûr û nepen di herdû alîyên lêvên wê re xwe berdida ser çenga wê û di wê gavê de wenda dibû. Di wan deman de tişteke germ xwe ji jor sînga wê ve bera nav dil û hunavê wê dida. Lê nedixwest hestên wê, ji derve bêne fêhmkirin. Hestên xwe vedişart. Agirê ku ji hestên wê diçirûsî, vedimirand. Lê di wan deman, di wan demên kin de, xwe di nava bextewarîyek welê mezin, aramîyek welê fireh de hîsdikir, ku dikir dilê wê ji bin qefesa sînga wê derkeve der.
Ya rast ew di wan gavan de bi tenê bi laş ê xwe ve liwir bû. Bi laşê xwe ve di nava wê odeya mezin da bû. Lê bi ruhê xwe, ew ji wê derê gelek dûr ve diçû. Ew, ji wê odeyê, ji wê malê, ji wê kolan û taxa ku lê rudiniştin derdiket. Dûr, pirr dûr diçû. Wê di nava xwe de, di nava dilê xwe de, wê di nava heşê xwe de, xwe mîna kevokek rasteqînî; bi pirtik û bi bask hîsdikir. Wê xwe di mêjîyê xwe de, di hestên xwe de, di zenna xwe de, xwe mîna kevokek çîl-sipî didît. Digûhezî. Berê di cihê xwe de, di wê quncikê xwe yê teng de, diperpitî. Weş didane xwe. Heya bi perwazan hêdî hêdî ji erdê bilin dibû. Ji wê tirê ew bi firrê diket. Bi firrê diket. Di nava odeyê de difirrî. Di nava kelîyekê de hilnedihat odeyê. Xwe êdî bê hemdê xwe li dîwaran, xwe li camên pencereyê dida. Xwe li pencereya odeyê, pencereya bi tenê dida. Heta ku rasta cama wê ya şikestî, ya ku bi kaxizan hatibû pînekirin, xwe bê rohnî lê dida. Pirtik û pûrt jê diweşîya. Heya ku rastê cihê kaxizîn bihata xwe lê dida. Ji hêza wê kaxiz çîrr dibû. Ji hev diqetîya. Bi tevlî dengê çîrbûnê, hinek perçên piçûk ên kaxizê li hewayê belav dibûn û hêdî hêdî, bi li ba bûn dihatin e jêr. Encax bi derketina wê ya devreyî mal ê re bêhn lê vedibû. Nefesa xwe kûr kûr digirt û dida.
Lê li derve, gorî demsalê, gorî çilê zivistan ê tarî û sermayek tûj hebû. Dem ne dema derkitana derve bû. Lê ne xema wê bû. Ne şevê, ne tarîtîyê û ne jî sermayê ew ditirsand. Bi şûn de venedigerîya. Herçî ku diçû difûrîya, berve jor bilind dibû. Bi bilinbûna wê re hewa jî pêre-pêre vedibû. Canê wê germ dibû. Bi bilind bûyîna wê re, bajar jî hêdî hêdî lê bi awayekî eşkere, li ber çavên wê rohnî dibû.
Şev diçû, tarî diçû; serma û qilêrî diçû. Roj dihat, rohnî dihat; honkayî û paqijî dihat.
Ew difûrîya berve jor. Ew difûrîya berve jor û mîna kevokên teqlevan, xwe ji jorda bi teqleyan berdida ser bajêr. Bi teqle-teqleyî dihat nêzîka erdê, li ser banên avahîyan dev ji teqleyan berdida û dîsa bi perwazan berve jor bilind dibû. Difûrîya. Careke din û careke din jî… Lê hew.
Çavên wê ji bajêr têr dibû. Zû têr dibû. Ji xwe ya dilê wê ne li ser bajêr firrînek bêarmanc bû. Ew li pêy aramîyê dilê xwe, ew li pêy xweşîya bêdengîyêk boş, ew li ciheke xipîxalî, ew li reveke bi tik û tenê digerîya.
Demekê şunde, tevlî kolan û avahî yan; mizgeft û dêr û xanî û beden ên bilind ê bibirc li pişt xwe dihîşt û xwe digîhand perava çem. Xwe digîhand xûş xûşa avê. Xûşe xûşa hezaran sala. Xwe digihand çilqînî û herikîna av ê. Çilqînî û herikîna hezaran sala. Xwe digihand bêhna hêşnahî û bêhna kûlîlk ên cûrbecûr. Xwe digihand xwezayê. Xwe digîhand dengê çûçik û xwîşîna pelên daran. Dibû mitsek av. Dibû çilqînîyek nava şevê. Dibûk peleke ji darê, peleke şîn. Dibû perçeyek ji xwezayê. Dibû perçeyek ji dîrok ê. Dîroka wenda. Dîroka wendaya. Ew li wê dibû keseka din. Ji kerrî û lalîyê difiltî. Heş û can û kêf û eşqa wê ya dibin kilîtên dilên wê de veşartî, şûn de dihat. Li ser çayîr û çîmanan ge bi vî alî ge bi wî alî de direvîya. Mîna karxezalan dida lotika. Di cihê xwe de nedisekinî. Bi her alî de hildipekîya. Diçû ber avê, li avê dinihêrt. Li pêlên biçuk, li avgerîn û şîpên mirovkuj mêze dikir. Diket nava av ê, şelp ê şelp dikir. Bi herdû destên xwe av diavêt hewayê. Pê rûyê xwe; porê xwe şil dikir. Derdiket perava çem û sol û gorên xwe her yek bi alîyek ê de diavêt. Xwe diavêt erdê. Bor dibû. Li ezmanên bilind mêze dikir. Bi dev û pozê xwe hewa dikişand hundurê xwe. Deverû dibû. Erd bêhn dikir. Herrî bêhn dikir. Xwe radest ê erdê dikir. Di pêy re radibû pîya. Destê xwe diavêt porê xwe; porê xwe belav dikir. Mîna pîrabotkan serê xwe dihejand. Por ê xwe digijgijand.. Serê xwe berve jêr dikir û paş xwe ve diavêt. Diqîrîya:
“Ez ev im!.. Ezman ên bilind! Çem ê pîroz! Dar û ber û kûlilk û heşinahîya cineta vê dinê! Ez ev im!.. Ne ya bin kilît û pişt perde ya me!..” û axîn dikişand.
Ev hemû dilq û dîmen û azadî û gotin di nava heşê xwe re derbas dikir û bi vî awayî, xwe ji cihê lê, xwe ji pirs ên kesên odeyê, xwe ji dada giran diparast.
Lê!.. Hîn di nava wan xeyal û hizirîn û ramanên ji mal dûr de, ku hew dîtîna ku dît, sîleyek welê hişk li bin guhê wê ket, ku çiqên mîna agir ji ber çavên wê ve firfirîn.
“Dîsa heşê te li kêrê ye? Qahpika lêv sor!..” jê re gote birayê wê yê piçûk.
Bi êşa sîleyê re, bê hemdê xwe, ji çavên wê rondikên hesira mîna baranê hatin xwar.
Holî ser xwe bû. Xwe amedeyê êrîşê kir. Li dora xwe, likesên odeyê mêzekir. Bêyî, xwişka wê mezin, ji yê odê kesekî nedigot “Wax!”
S3ileya ku wê xwaribû, bi dilê hemûya bû. Lewra ji bo wê, ew gav, ne waxta heyfgirtin ê bû.
“Keroo sûto!.. Tu vê ya ji bîr neke!..” got û bi kişkişîn vegerîya cihê xweyê berê.
Waxtek din bûbûya, keçikê zanîbû ka li birayê xwe ê çemçeqel çi dikir! Çi dianî serê wî! Lê çi feyde! Ji lêwûk re lê hatibû!
Dîsa jî, heyfa wê bi sîleya nedihat. Heyfa wê bi xirakirina hizirîna heyal ên wê, xewna wê ya bi payîtî dihat.
Cardin li cihê xwe yê berê rûnişt. Xûza pişta xwe zêdetir derxist. Xwe ji berê zêdetir da serhev. Vê carê enîya xwe da ser zendên xwe û careke din xwest ku di heşê xwe de ji wêrê bi dûr here.
Lê êdî ne kovekek bû. Kevokbûn, pertik û bask û firrîn bi şûn de mabû. Êdî nedikarî bû xwe bi perwazan ve bihizire. Vegerîiya bû cihê xwe. Vegerîya bû qalikê xwe yê însanî. Vegerîyabû rastîya xwe bi êş. Vegerîya bertawanîya xwe. Vegerîyabû dadgeha xwe! Xîzînîya behna wê, delîlê bêhntengîya wê bû.