MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin
  • Roşan Lezgîn: Ji perspektîfa edebî pirsgirêkên zimanê kurdî
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Nameyek vekirî ji rewşenbîrên ereb re
  • Abdallah Osman: Lihevhatina Israîl û Sûriyê dê bikeve xizmeta kurdan jî
  • Fuad Sîpan: Dijmin yekdil e, lê em kurd?
  • Jîr Dilovan: Tirk kî ne û tirkperest kî ne?
  • B. Welatevîn: Zimanê min şexsiyeta min e
  • Silêman Azer: Ma navê dehşik ne xweştir e?
  • Metîn Kewê Dilxêrî:1. Werziş 2. Konsera C. Haco 3. Mehname


  • NAMEYEKE VEKIRÎ JI REWŞENBÎRÊN EREB RE

    Şahînê Bekirê Soreklî: [email protected]

    In English

    (Ji înglizî hatiye wergerandin)

    Dostên hêja,

    Ez vê nameyê ji we rewşenbîrên ereb re dinivîsînime ku xwediyên wûjdaneke li ser hîmê mentiqê û edelatê ne, bo rewşenbîrên xwe wek beşekî ji civata mezin ya mirovan ku bi demê re dihêt guhertin dihesibînin, bo ewên ku piştgiriya mafên bingehîn yên hemî mirovên cîhanê dikin, paşrehên wan yên neteweyî û olî çi dibin jî. Dizanim, ew ê wendakirina dema min be eger nameyekê ji ewên ku wisa dizanin Ereb endamên nijadeke ji civata mezin ya cîhanê der in, yan wisa bawer in Xwedê divêt tenê wek Ellah bihête binavkirin û yên ku bawer in tenê desthelatdariyeke erebiye îslamî dê bikaribe rewşa bi tenî û paşvemayîna li welatên ereb û musilman li holê bi dawî wîne re, binivîsînim. Nameya min ne ji bo wan e, ne jî ji bo wan Ereban e ku bi neteweperestiya eşîrtîşêwe serxweş in, yan tew di nav pêlên neteweperestiya faşî de vedigevizine.

    Guman niye ku di nav Ereban de rewşenbîrên weha dê hebin ku bawereya wan bi siberojeke ku tê de mirov di cîhaneke aştiyane de bijîn, cîhaneke ku wekheviya mafan û rêzgirtina dualî tê de normal bin, heye. Gellek ji van rewşenbîran ê bizanibin ku egera herî mezin ya rewşa kambax li pirraniya welatên ereb û musilman xwe bi şaştiya ramanan û fesada di nav desthelatdariya van welatan bi xwe ve girêdayî ye. Mixabin pirraniya rewşenbîrên ereb tenê di derbarê aliyên dervayî de rexnegir in. Wek nimûne, di dema ku rewşenbîrên ereb li hember siyaset û kiryarên recîma Şaron yên di derbarê filistîniyan de bi hêrs û rexne ne de, ew xwe ji piştgiriya mafên komên ne-ereb yên ji stemkariya recîmên ereb kişandinî û dikişînin bi dûr dixin. Stemkariya ku va bû bêtir ji sedsalekê li Kurdan dibêye nimûneyeke baş e.

    Ereban bi xwe bi dehan sal stemkarî dîtine. Bi millyonan ji wan her weha ji ber stemkariya hukûmetên xwe naliyane. Mirov xemgîn dibe dema dibîne ku gellekan ji wan ji vê yekê dersek wernegirtine, bi taybetî dema diyar dibe ku wan rêz ji mafên yên din re nîne. Rê bidin ez li vir nimûneyekê bidim: Di nav 50 salên par de bi hezaran xwepêşandanên piştgiriya filistîniyan ê li welatên erebî cîh girtibin. Bêguman filistînî layiqe piştgiriyeke hîn mezintir in jî. Gelê kurd bi xwe jî her dem ji bo mafên filsitîniyan piştgir bûye, heya di wê demê de ku filsitîniyan wêneyên Seddam Husên hildigirtin. Lê pirsa min ji we ev e: Gelo di eynî demê de, ku li hemî beşên Kurdistanê stemkariyeke bêhûde li gelê kurd dibû, çend xwepêşandanên ji bo wan piştgir li welatên ereb, û yên musilman, cîh girtibin? Her ku gelê kurd ji bo mafên xwe yên adilmend têkoşiyaye Erebine neteweperest ew wek “ajanên komonîzmê, impiryalîzmê, ziyonîzmê, Emerîka,…” bi nav kirine, û hîn dikin jî. Mirovekî aqilmend ê ta nuha têgihiştibûya ku dewleteke kurdiye serbixwe dê nuha li holê bûya eger Emerîka rast tiştekî weha xwaztibûya. Li milê din, gelê kur ne li dû erdê kesekî ye. Ew li ser erdê xwe ji mafên xwe yên bingehîn bêpar e.

    Dema em bala xwe bidin Ewropaya îroj, em ê bibînin ewropiyên bi sedsalan şerên hev kiribûn nuha li dû yeketiyê ne da ku di cîhanê de xwediyên hebûneke bi hêztir bin. Yeketiya ku nuha di nav ewropiyan de li holê ye bi encama rêzgirtina dualî û berjewendiya hevbeş pêkan e. Ma divêt gelên Rojhilata Navîn hîn bi sedan salên din dijmintiya hev bikin ber ku tê bigihên ku şer tenê dibin egera rijandina bêtir xwîn, zêdetir serhişkî û jiyaneke tijî êş û jan?

    Di van rojan de gellek Ereb û îslamiyên rêhişk diyar dikine ku ew çiqa di derbarê “yeketiya Îraqê” de bi xem in! Mirovekî ku xwe bi wûjdan û xwedan rewşen bihesibîne, em bibêjin erebekî li Misir, li Lubnanê, yan tew li welatekî dûrî wek Yemenê, gelo çawa bikaribe weqa bi şêweyeke otomatîkî bo Erebên îraqî piştgir û li dij kurdên îraqî bi nefret bêt, bêyî ku ji rewş û paşerehên pirsa kurdî haydar bêt? Bêguman yek ji egerên vê yekê xwe bi propagandaya wan dewletên ku ew bizava dikirin gelê kurd û navê welatê wan ji holê rakin ve girêdayî ye; her weha bi tengbûna asoyê hinek neteweperestên ereb ve ku hîn îroj jî bi ramana “ez li dij brayê xwe, ez û brayê xwe li dij pismamên (kurmamên) xwe û em hemî li dij yên ne ji me.”

    Di van rojan de pirraniya recîmên ereb û gellek hemwelatiyên ereb weqa di derbarê îmkana ferderebûna Îraqê de xemgîn in, ya rast bi tirs in. Mirov dikare tirsa desthelatdaran fêhm bike, lê ne ya xelkê ereb. Rê bidin ku ez di derbarê federalîzmê de Australya wek nimûne bidim. Australya ji van dewletan û herêman pêk dihêt: New South Wales, Victoria, Başûrê Australya, Queensland, Rojavayê Australya, Tasmanya, Herêma Bakurê Australya û Herêma Paytextî. Her dewletek xwediya hukûmet, parleman, paytext û ala xwe ye. Hêzên wan yên polîs ji hev cuda ne, her weha sîstêmên perwerdeyê û gellek tiştên din, û wan maf heye baca xwe jî berhev bikin. Lê di eynî demê danişvanên van dewlet û herêman xwe wek hemwelatiyên Australya dihesibînin û di nav dewleteke fedaral de, ku paytexta xwe Kanberra (canberra) ye û hukûmeta federal lê ye, yekgirtî ne. De çima tirsa ji Îraqeke federal? Gelo ji ber ku îraqî nezan û lipaşmayî ne û nikarin sîstêmeke weha bipejirînin yan bi rê ve bibin? Gelo ji ber ku Ereb û îslamî tenê fêrî jiyana di dewletên fermandar (otorîter) û navendkirî (yanê her biryar li paytextê welêt dihêt girtin) de bûne? Gelo ji ber ku kurd ne layiqe xwebirêvebirinê ne? Yan gelo ji ber egerên ezotiyê û hestên şofênî?

    Di Îraqa îroj de beşek heye ku xwediyê şanên erdnigarî û etnêke teybet e. Her kesê seredana herêmên erebî û kurdî bike dê vê yekê di çav xwe re ke. Eger yeketiyeke Îraqê dike hebe wê demê federalîzm misogeriya wê yeketiyê ye, ne ku bervaciya wê. Nedana mafên Kurdan di nav Îraqeke federal de dê zû-dereng bibe egera têkoşîna wan ji bo dewlteke serbixwe, çimkî “bratiyeke” li ser hîmên ezotiyê, newekheviyê û xiyanetê nikare her bidomîne.

    Ber vê nameyê bi dawî wînim rê bidin du wêneyên li bervaciya hev pêşkêşe we bikim, yeke ku mafên ji bo Ereban û Musilmanan li welatekî ku musilmanên tundrê heye ku navê “kafir” lê bikin raber dike û yeke ku nebûna mafên du milyon Kurdan li welatekî musilman raber dike.

    Australya: Erebên li Australya wek koçber û penaber hatine. Pirraniya wan li dû destpêkirina şerê navxoyî di salên heftêyan de ji Lubnanê hatin û nuha li Sydney û Melborn cîhwar in. Bo wan dezgeh û bernameyên radyo hene, di nav de ewên ku hukûmeta australî mesrefên wan dide û hinekên ku rojê 24 saetan li ser bê ne hene. Bo Erebên li Australya mafê bidestxistina televizyonên erebiye satelîtî heye. Televizyona australî SBS nûçeyan, filiman û bernameyên din bi zimanê erebî belav dike. Hejmara rojnameyên erebî li Sydney û Melborn ji hejmara rojhnameyên ku li welatine ereb hene zêdetir e, û hinek ji wan bi şêweyên rasterast yan nerasterast alîkariya diravî ji hukûmetê werdigirin. Zimanê erebî wek maddeyeke fermî di xwendegehên Australya de hatiye pejiranbdin û zarokên Ereban dikarin di xwendegehan de fêrî erebî bibin eger daxwaz hebe. Li vî welatî bi sedan rêxistin û navendên alîkirina civatî yên Ereban hene û pirraniya wan alîkariya diravî ji hukûmetê werdigirin. Endamên civata erebî maf hene li dij biryarên hukûmetên australî, ya federal jî di nav de, û bo daxwazên xwe, derkevin xwepêşandanan…

    Sûriye (welatekî ku tê de bêtir ji du milyon Kurd hene): Pejirandina nasnameya kurdî: Na / Radyo, TV û rojnameyên bi zimanê kurdî: Qedexe ye / Dersdana bi kurdî, yan heta hebûna yek xwendegeha bo zarokan ku tê de zimanê kurdî tew yê 2yem be: Qedexe ye / Nûnertiya Kurdan di parlemanê de: Na / Rêxistin û navendên kurdiye ku ji aliyê hukûmetê de hatibin nasîn yan hukûmet alîkariya diravî dide wan: Na…

    Gelo hukûmeteke erebî, rêxistineke Ereban, yan komeke ji Ereban di derbarê rewşa Kurdên Sûriyeyê de, bi amanca baştirkirina rewşa wan, peywendî bi hukûmeta sûrî re danîbin? Bila bersîvdana vê pirsê ji wûjdana we re bimîne.

    Dostên hêja,

    Tikaye di derbarê naveroka vê nameyê de bi şêweyeke objektîv û adilmend biponijin. Dizanim ku hûnê wisa bikin, yan na, min ê dema xwe di nivîsandina wê de wenda kiribe. Heye ku yek ji we nameyê tew wergerîne erebî jî da ku hinekên ku nikarin bi şêweyeke mirovahî rewşê bidin ber çavan fersenda xwendina wê bi dest xin. Bila em bi wê hêviyê bijîn ku Rojhilata Navîn rojekê bibe warekî baştir, bi kêmasî ji bo nifşên siberojê. Wînim bîra we birêzan ku ewên yên din layiqe bidestxistina mafên ku ew ji xwe re dixwazin nabînin bi xwe ne layiqe wan mafan in.

    Li dawiyê, ji dil hêvîdar im ku dewlet û xelkê welatên ereb, her weha yên Tirkiyeyê û Îranê, dê êdî tê bigihên ku gelê kurd demeke dirêj ji ber stemkariyeke bêhûda kişandine. Yeketiya li welatên Kurd tê de îroj dijîn bi guherandina wan ve girêdayî ye û bi wê yekê ve ku kurd di wan welatan de wek hevpar bihên pejirandin; ne ku bi Kurdan ve, çimkî ew in yên ku bi dirêjiya salan rastî êşandinê û newekheviyê hatine. Em di wê demê de dijîne ku mirov bi alîkariya pêşkeftina teknolojiyê xwe gîhandiye kûraniya gerdûnê. Êdî dem hatiye ku hişmendiya (zihniyeta) kevneperest ber bi aliyê baştir bihête guhertin. Tenê hûn, rewşenbîrên bi wûjdan, dikarin xewneke weha wergerînin rastiya di jiyanê de, heta eger di rewşa îroj de azadiya we bi xwe jî hatibe berbendkirin.

    Bi hêviyên serkeftina we.

    Şahin B Sorekli (Nivîskar / Rojnamevan)
    Sydney, 11/01/2003

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1