Digel xebatên xwe yên wergêrê, nivîsên xwe yên Hîwa, amadekariya romana
duyem û pirtûka helbestên fabl jî, ji bo ku meydanê ji dijmin û
xêrnexwazên gelê Kurd re nehêlim, tevlî şîroveyên rojnameya Tirkî “Radîkal”
dibim. Di wira de li ser pirsgirêkên ziman, çand, wêje û jiyana gelê Kurd
dinivîsim.
Di derbarê van şîroveyan de min gelek e-maîlên erênî û gelekên neyînî,
ango gelek sixêfname jî wergirtin. Lêbelê beriya çend rojan nameyek ji
takekesê bi navê “Joven Karakaş” hate e-maila min. Vî navê ku ser dar û
bin dîwar, bala min kişand. Vî kesê ku li ser navê Tirkan êrîşî me
Kurdan dikir, ez mecbûrî bersiveke dijwar kiribûm.
Nameya bi Tirkî nivîsîbû wiha ye:
“Dema ku bêhna min teng dibe, ez ji xwe re li Discovery Channel, an jî
National Geographics temaşe dikim. Ez pêşveçûnên zanistî dişopînim. Bi
huner re têkiliya min tine ye.
Gelek tiştên sosret derdikevin. Weke gelo hişmendî ji kûderê tê,
hişmendî bi prîmatên mîna mirovan re heye yan tine ye, yan jî gelo di hijmara
kromozomên mirovan de ye, yan na. Ez pêşniyar dikim van temaşe bike. Bi
taybetî yên di dermafê biyolojî û genetîkê de... Zanyar Hirhira meymûn
û pisîkan jî weke ziman berdidin. Heta hinek dibêjin bila meymûn jî ji
mafê mirovan sûd wergirin.
Ez van daxwazan fêm dikim.
Artêşeke prîmatan ku li nasnameya dinêrin û mirovan dikujin, zarokan
dikujin, ji dêvla ziman ve bi ‘hirhirê’ bi hev re diaxivin, li vî welatî
heye.
Hêviya min eve ku ne ji ber hoveberiya wan, ji ber primatên ku li maf
digerin û diaxivin, ê wan bigirin nava çîna mirovan.”
Bersiva min bû ev:
“Li gor teoriya Darwîn, mirov prîmatên ku herî tekûz bûne û pêşketine.
Ez vê di cîh de dibînim.
Lê ji çîna mirovên li ser rûyê cîhanê, komeke piçûk heye ku xwe ji
mirovatiyê cuda digire. Ev komik dibêje, ‘em ji dêlegureke boz çêbûne û li
Navenda Asyayê zêde bûne.’ Heger mirov li kiryarên vê komikê binêre, ev
teoriya wan ne dûrî aqil e. Lewra ev komika ku li ser pişta hespan û ji
dizî û talanê pêde tiştekî din nedikir, li serê gelên wira bûbû bela.
Ji ber dizî û çep û çûrên wan, Çîniyan surheke ku di cîhanê de yekemîn
avakirin. Êdî cîhê dizî û talana wan nema. Rabûn li ser pişta hespan
berê xwe dane ber bi Rojava û li sînorê Kurd, Ereb, Fars û Asûriyan
rawestiyan. Kurdan navê vê komika li ser pişta hespan ku tûrê wan timî bi
milê wan ve, “Tûrik” danîn. Tûrikan nêriyan ku bi şer cîhekî xwe li vira
çênakin, ketin pey rik û rîpan. Dek û dolab gerandin û dawî îslamtî
pejirandin. Bi navê îslamtiyê arîkariya Kurdan standin û sala 1071an li
Deşta Melezgirê artêşa Bîzans têkbirin. Herwiha bi vebûna deriyê Anatolya
ya ji Tûrikan re, qedera gelên qedîm ên niştecîhên vira jî hate
guhertin. Tûrikên ku bi gelek bavikan bûn (Osmanî, Menteşeyî, Saroxanî,
Cenderî, Karamanî, Karesiyî û hwd.), li nava Anatolya belav bûn û dest bi
kuştin, talan û wêraniyan kirin. Dawî bavikê Osmanî biserket û dewleta xwe
damezrand (1295). Lêbelê ev dewleteke wisa barbar û xwînrêj bû,
padîşahên wê bavê xwe, birayên xwe û lawên xwe jî bi ser devê şûran ve
dikirin. (çilo jî be, qewmê dêlegurê ne. Ma dê li kê werin?)
Vê komika bê ziman, bê çand û hoveber, ji zimanê Ereb, Faris, Kurd, Rûm
û Ermeniyan ziman, ji çanda wan jî çand wergirt û ji xwe re kire mal.
Dawî piştî şerê cîhanê yê yekem Osmanî têkçûn û bi arîkariya Kurdan
‘Komara Tûrikan’ hat damezrandin (1923). Lê serokê vê komarê, bi dirûşma
‘yek netewe, yek ziman û yek ol’ derkete holê. Wî jî kevneşopiya
dêlegura boz meşand û gelên nava xwe qirkirin. Zimanê wan, çand û heta bi navê
wan jî qedexe kirin.
Êdî îro ev komik, ji bo ku ji cîhana hemdem dûr nekeve û bikeve YE
(Yekîtiya Ewropa), mecbûr maye ku mafên Kurdan ên çandî û mirovatî nas
bike. Bi serbestbûna çand û zimanê Kurdî dê bibînin ku ji stran û dîlokan
heta bigihe leyîstikan, hemû yên Kurda ne.
Ji bîra neke, dawiya Sadam çawa hatibe, dawiya hemû tîran û dijminê
gelan nêzîk e. Tirsa çêlîkên dêlegurê, ji vê yekê ye.”
Edî binêrin “Joven” ê ku heqaret li me dikir bê kî ye? Ew li xwe mikur
tê lê dîsa, ji dijminatiya me venabe.
Bersiva wî wiha ye:
“Ez Rûmê Orthodox im, lê hemwelatiyê KT (Komara Tirkiyê) me. Bi
Tirkîtiya genetîk re ti têkilî û girêdanên min tine ne. Weke ku têkiliya
Mistefa Kemal jî tine... Ez dikarim gelek tiştan di dermafê Tirkan de
binivîsim.
Lê komeke piçûk a êrîşker ku ji zêdebûnê pêde bi kêrî tiştekî din
nayên, ji Tirkan jî fêrî rûmetê nebûne. Weke ku ji pişt mirov ve nekujin û
şerekî bi merdîtî bikin. Tirkan welatê kalkên min jî dagir kirine lê
şerê xwe kirine. Lê Kurd bi dizî û ji nişkê ve êrîşê dikin. Li dû pariya
ne. Beriya niha tajiyê Ingilîzan bûn, niha jî bûne tajiyê Amerîka ku dê
çend salî din hilweşe.
Kurdan yekî weke Sadamê rezîl jî dernexistiye holê.”
Bersiva min ku min dayê û êdî hew deng jê hat ev e:
Mixabin... Tu lawê gelekî ku Osmaniyan û Tirkan dest avêtin qîz û jinên
wan û hemû hebûna wan talan kirine. Sed mixabin li te, bê kî tajîtiyê
ji kê re dike, di êrîşa te ya li me Kurdan a li ser navê Tirkan re, xuya
dike. Cîhan hemû şahidê nêzîkê sed serhildanên Kurda ye. Di vê
serhildana dawî de jî, heger cerdevanên ku mîna te eslê xwe winda kirin nebûna,
te û dewleta Tirkiyeyê jî dê bidîtana.
Ew Kurdên ku tu dibêje hoveber, îro di televizyonên xwe de cîh didine
Suryanî, Erebî û Tirkî jî. Ew Kurd deh hezar sal in ku bi Fars, Ereb,
Asûr û Ermeniyan re li ser vê axê ne. Lêbelê bê çi bi serê Ermenî û
Asûriyan hat, tu lê bikole. Ji dêvla ku tê fîlmên ajaltiyê bişopînî, dîroka
xwe fêr bibe. Ji gotina Tirkan ku dibêjin ‘me Rûm rijandin Derya Ege’,
bikeve rê.
Ji dêvla kû tê bibî tajiyê Tirkan û êrîşî gelê Kurd ê mazlûm bikî, xwe
nas bike.
Jixwe tişta hatî serê Asûr, Rûm, Ermenî û Kurdan, ji ber yên mîna te bêesil in ku ji qeranan bêtir qeranperestin.
Ew Kurdên ku tu dibêje hoveber, îro huner, wêje, çand û muzîka Tirkan
pêşve dibin. Mixabin ji ber ku mîna te eslê xwe winda kirine, ji
Kurdîtiyê re naxebitin.
Herçiqas min li ber xweda ku ez van ne nivîsim û bersivê nedime te jî,
lê ji bo ku meydan ji bê eslan re nemîne ez ê binivîsim. Ez ê binivîsim
ku kesek mêrkujên bavê xwe neyêxe şûna bavê xwe û ne parêze. Ez ê
binivîsim da rebenên mîna te ku ji rastiya gelê Kurd bê agahî û dexma
hoveberiyê li wan dixin, nemînin.
Li Rojhilata Navîn Kurd, bi rûmet û lehengiya xwe li hember çar
dagirkerên dev bi xwîn û bêperwa ku welatê wan perçe kirine (Lord Gurzon ê
Ingilîz, li ser nexşeya Kurdistan bi rastkêşê dike çar perçe. Êdî diyare bê Ingilîzan hevaltiya kê kirine.) li ber xwe didin. Mîna gelên din
(Laz, Çerkes, Gurcî, Boşnak, Tatar, Ereb, Tirkmen, Rûm, Ermenî û Suryanî)
pişav (asîmîle) nebûne û axa xwe bernedane. Gelo ji ber vê yekê
hoveber in?
Kurd ji piştve ti kesî nakujin. Bi hezaran qîz û lawên wan li çiyan
xwîne xwe didin rijandin. Lêbelê ew çêlîkên dêlegura boz ku tu wan
diparêze, gund û bajarên Kurdistanê kirin gola xwînê. Di bin navê Hizbulah de,
kûçikên nijadperest ên MHP (Partiya Hereketa Neteweperest-Faşîstên
Tirk) bikaranîn, bi hezaran welatparêz û rewşenbîrên Kurd kuştin. Gelo eve ji piştve kuştin?
Qewêtiya min li te, ji dêvla ku tu vî gelê leheng wiha tawanbar bikî,
nas bike. Bi hezaran salane ku ev gel ji bo azadiya xwe xwînê dirijîne.
Lê ev ji bo xwenenasên mîna te, tiştekî îfade nakin.
Ji bîr neke, ez jî Kurd im û 18 salan min mamostetiya Tirkî kiriye. Çawa
ez bi Kurdewarî meşiyam û min bi zimanê xwe nivîsî, êşkenceya mezin û zîndan bûn para min. Niha jî ez li Ewropa penaberim. An xwe
mandelekirin, an jî êşkence û mirin... Rêyeke din tine.
Ez ji hemû gelan hez dikim. Ji bilî kesên faşîst û nijadperest... Û kesên
eslê xwe didin mandelayê...“
Ez bawer dikim tiştekî ku „Joven“ êdî biparêze nema. Ji ber vê yekê jî
li ser dûvê xwe rûnişt. Hew bersiv da. Ma gelo bersiveke wî heye ku
bide? Ez dizanim ku mêjiyê vî kesê ku di dibistanên Kemalîzmê de hestû
girtî nerm nabe. Lêbelê min ti tişt nekiribe jî, xaleke pirsê di serê wî
de afirand. Herwiha bi sedan, bi hezaran ên mîna wî ku wan nivîsan
bixwînin, belkî serê wan li hedan bikeve û bi xwe bihisin, ji xwe haydar
bibin.
Ev yek diyar dike ku li Tirkiyeyê, kesên ne Tirk Tirkperestiyê dikin û
pêşî bi gelê xwe dilebikin. Tirkperestên me Kurdan ji yên gelê din
hartir û dijwartirin. Kewê çîr, Kamuran Înan hê jî şêwirmendê rayedarên
Tirkiyeyê ye. Kewê reşik Hikmet Çetîn ne kêmî wî ye û polîtîkaya Tirkiyeyê
beralî dike. Kewê sorik Abdulkadir Aksu damezrînerê Hizbulaha Tirk e û
bi hezaran Kurd dane kuştin. Ev jî nîşan dide ku Tirk li pişt perdê ne,
Tirkperestî û Tirkparêziyê bi yên wiha bê esil, debeng û bintûte didin
meşandin.