Dema mirov nexweş in,
bi zimanên xwe dinalin.
Dema mirov kêfxweş in,
bi zimanên xwe dilorin.
Ez ziman im.Ziman ez im. Ez û ew yek perçe, yek hucre
ne. Bê wî ez, kor, kerr, lal û pepûk, bê min ew
stûxwar, xemgîn, bê zar û bê deng e. Bê dengî mirin,
pişirandin û helandina mirov û mirovatiyê ye. Têkiliya
me ji hev qut kirin seqetkirina şexsiyet girtina me
ye. Ev jî rûreşiya mirovatiyê ya herî mezin e.
Çimkî ez mirov ziman jî deng e. Ew tov, şax, gulî, ew
qurma jîyana min e. Ew heyal, hîs, hizir û dengê
mirovbûna min e. Çimkî ziman şexsîyet û nasnemeya min
e. Çimkî ew bi nivşa mileta min ve girêdayî, min bi
nivşa mileta min ve girê dide.
Şexsîyeta min, nasnemeya min bi ziman, bi tevgerên wî
çê dibe. Bi wî digîhim heval û cîranên xwe. Bi
gihîştin û xurtbûna wî cîhana min xweş û jîndar e. Bi
wî evîndar, bi wî hîsên xweyên xemgîniyê tînim holê.
Bi alîkariya wî pênc hîskerên min evîna xweza û
mirovatiyê dinisilînin ser mejê û dilê min. Bi xêra wî bingehê şexsiyeta min çêdibe. Ew pênc çem ji hezar
deryayan ava jînê diherikînin tînin, av û şikil didin
heyal û pêşeroja min. Bên, deng, wêne, daxwaz û hîsên
mirovatiyê û azadiyê di mejiyê min de av didin, geş
dikin. * ew ziman hizir, dîtîn û daxwazên min dixe
rêzê, formê kî germ ya jîndar dide wan. Daxwaz, hîs,
raman û tevgerên mirovên din digîhîne min.Di nava
tevgerên cîhanên din de bi wî bi rûmet dibim. Ev jî
şexsiyeta cîhana min ava dike. Rûmet û qîmet dide
cîhana min. Bi wekhevîyê serbilind, bi cîhanên din re
dibe wek bira di nava aştiyê de dije.
Ez ziman, ziman ez im. Ew cîhan e, nemir û jîndar e.
Ez jî mirov im. Ew cîhana min e. Belê ew cîhana min e.
Her ziman cîhanek e. Belê, ew bi taybetiyên xwe reng
didin jînê, şexsiyet didin mirovan. Bi wan reng û
şexsiyet girtinê nasnameyên miletan çêdikin. Her
millet bi zimanê xwe, bi teybetiyên xwe di be gulek ji
gulên cîhan ê. Her yek bi serê xwe dibe cîhanek
jîndar. Bûyer, derd û kul, ken û girî, daxwaz û
stranên xwe, govend û çandên xwe gorî taybetiyên xwe
tînin holê. Wan bi hev re dirêsin, deng û can didin
wan, pêşerojên xwe bi rengên wan direngînin. Wek
keskesorê rengên jiyanê bi hev ve girê didin. Can û
germahiyên mirovatiyê didin bêjeyan. Hevokan dirêsin,
pêşeroja mirovatiyê ronî dikin. Bi hezar deng û
gotinan cîhana mirovatiyê dewlemend dikin.
Ez ziman, ziman ez im. Ew ji nivşe û dîroka mileta min
xweşî û nexweşiyan, bûyer û şaxên dîroka jînê
dinisilînê nava nasnemeya min. Dilopên evînê bi hezar
rengan dikelîne, hîsên min bi wan dilefîne, mirovbûna
min digîhîne, xurt dike. Ez dibim ziman, ziman dibe
ez. Em dibin cîhan, cîhana zimanê min, cîhana milleta
min wek grokestêrk di nava galaksî kî de jînê şên
dike. Axa min dike welat, me dike milet.
Wek tê zanîn, li dora dendika atomê elektron çerx
dibin. Ev sîstema atomê ye û nayê perçe kirin. Li
dora rojê jî grokestêrk diger in. Ji vî ra jî dibêjin
sîstema roj ê. Ma her du sîstem ne wek hev in? Bê gera
elektronan,atom û bê gera grekestêrkan sîstema rojê
mumkun e? Na ! Gelo bê ziman şexsiyet girtinek tije
mumkun e? Na ! ne wisa?
Çanda madî û manewî, (tore, dîn, adet, stran, çîrok,
roman, metelok û bi hezar şitlên din) bi vî gera dora
ziman şexsiyet û nasnemeya me çêdikin. Ma ev jî wek
sîstema rojê û atomê nîn e? Em bi wan dibin mirov.
Mirovbûna min bi ger û tevgera wî ve girêdayi ye. Bi
ger û tevgera wî civat, xweza û mirovatî pêş dikeve,
pêşeroj ronî û xweş dibe.
Bi azadiya cihana min jîyan xweş, şêrîn û mirov
serbilind dibin. Bi şaxên candî ku li derûdora wî de
çerx dibin jîyana me jîndar û em rûgeş dibin. Dema
keça min bi zimanek din dibêje " bavo ez ji te hez
dikim" hîsên germ sar û gotinên wê pir sûnî û cemidi
ye. Ew hîsên wê yên germ bi gotinên zimanê biyanê ji
bo min sar û cemidî ne. Tam û germahiya hîsan mirî,
yanî gotin rola xwe a germhîsî bi cîh nahînin. Lê dema
bi zimanê min dibêjê, " bavo ez ji te hez dikim" dilê
min dikele, ji çavên min hilmên evînê ra dibe. Belê,
bi zimanê min gotin ji bo min jîndar in, germ in.
Belê ziman ez, ez ziman im. Çimkî şexsiyeta min bi
tova wî ava bû ye. Ez bi wî çê bû me. Ew cîhana min e.
Pêşî girtin li pêşveçûna zimanê min, pêşîgirtin li
şexsiyeta min e. Qedeke kirina zimanê min, qedeke
kirina şexsiyeta min e. Qedeke kirina şexsiyeta min
qedeke kirina cîhana min, qedeke kirina mirovbûna min
e. Ji bo min û mirovatiyê rûreşiya herî mezin jî ev e.
Nexebitandina zimanê xwe, xwekuştin e. Pêşîgirtin li
zimanê min; reş kirin û gemar kirina cihana min,
helandina çanda min a madî û manevî ye. Gelo ji bo we
jî ne ûsa ye? Ji bo hemu cîhanan jî ne weha ye?