MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin
  • Roşan Lezgîn: Ji perspektîfa edebî pirsgirêkên zimanê kurdî
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Nameyek vekirî ji rewşenbîrên ereb re
  • Abdallah Osman: Lihevhatina Israîl û Sûriyê dê bikeve xizmeta kurdan jî
  • Fuad Sîpan: Dijmin yekdil e, lê em kurd?
  • Jîr Dilovan: Tirk kî ne û tirkperest kî ne?
  • B. Welatevîn: Zimanê min şexsiyeta min e
  • Silêman Azer: Ma navê dehşik ne xweştir e?
  • Metîn Kewê Dilxêrî:1. Werziş 2. Konsera C. Haco 3. Mehname


  • Ma navê dehşik ne xweştir e

    Silêman Azer

    Li gundekî ji gundên Kurdistanê, malek bi mala « Kero » hatibû naskirin, wekî hemî malên me ko nayêne naskirin, ne bi navin wiha bin. Wek mala Pîsê, an mala Qirikdirêj, mala Rihzer… hwt. Û ew çendê salan bû, ko ew wilo hatibûne naskirin, lê di van salên dawî de, yek ji wan rabû û li xwe nexweş kir, û biryar da ko navê malbata xwe biguhere, ev tişt jêre ma karê herî giring di jiyanê de.

    Rojekê rê girt û çû cem melayê gund û çîroka xwe ji mela re got û jê xwest ko vî navî ji ser malbata wî hilînin, lê melê jê xwest ko roja înê, xwarinekê çêkê û bere hemî rîspî û girgirekê gund bi xwazê ser wê xwarinê û hingê mele got emê binerin ka em çi bikin. Wî mirovî weke gotina mele kir, û roja înê piştî nimêjê, hemî rîspî û girgirekê gund çûne mala wî. Piştî xwarina xwe xwarin, mêrik ji mele xwest, ko vê çîroka wî bi dawî bînin û çareserkin, rabû mele jêre got : Qurban, me tevdekan biryar daye ko ji îro pê de wê navê malbata we bibe mala « Dehşik » û civat bela bû, mirovê malê gelekî kêfa xwe anî û xwe berda nava gund, wek mirovekî ko ev sedsale dibin barekî de dijî û îro ew bar ji ser milê wî hate hilandin, hewqas kêfxweşbû û çû ber dîwarê oda gund ko mêrên gund bicarekê li ber dighan hev, dema giha ber dîwar û silaveke germ li wan kir, yekî ji gundiyan xwe negirt û di cî de jê pirsî ka çi pêre çêbû îro, mêrik bi serbilindî bersiva wî da û got; bi xwedê navê me bû mala dehşik, ma ne xweştire ji navê ker, yê gundî xwe negirt û bû tiq...tiqa wî û jêre got : Hey bê mêjî mane tê sibe mezin bibe û dîse tê bibe ker û kenê wî bilindtir bû.

    Bi rastî min ev çîrok ji folklor û zimanê kurdî anî ji bo ez vê gotara xwe li ser avabikim, ji ber di vê dema dawî de gelek mirovên tuximperest û şofînî derketine meydanê û dijiminatiya xwe ji gelê kurde re eşkere dikin û ta dihobû ewan kesan bi xwe kirasê demoqiratiyê li xwe dikirin û xwe ji yên yekemîn didîtin ko di ber mafên mirovan de di xebitin û ji wan weye ko demoqiratî weke libek dermane yê bi xwe wê di cih de bibe mirovekî demoqirat û ne dîmoqratî kareke û di vê mirov xwe fêrî wê bike û gelek kar û bar jê re pêwîste, ta navê demoqratiyê li xwe bikin. Û ew kesên ko ji bav û kalên xwe de mirovine şofînî bûn û heger bi destê wan ve bê ew tu kesî li ser riwê cîhanê nahêlin, ji pêveyî tuxim û êla xwe pêve, lê di van çend salên dawî de kirasek ji xwe re dîtin ji ber dem niha dema mûdêla demoqiratiyê ye, û divê ew jî vê mûdêlê li xwe bikin, da ew û çekên wan bi ser hev de bên. Û dema wan kesa dît ko bû tiştekî bi rastî û ji wan tê xwestin, ko gotinên xwe bibine serî û divê ji hinek berjewendî û mafên xwe dakevin û buhayê demoqratiyê bidin, ew mezin bûn, û li koka xwe vegeriyan, ji ber nikarin vê yekê bikin.

    Îro roj ew bi xwe bûne zurne, ji tixumperestinê re û xwe dihildin û li erdê dixin ji bo sitemkarî û şofîniyetyê, û xwe didine kuştin di ber zordestan de, û tu carî ew ji berjewendiyên xwe yên kesayetî danakevin. Ew mirovên ko ev bi çendê salan li nav mirovin demoqirat dijîn û fêrî ziman û xwarina wan bûn û di vêle û qesrên wan de rûniştin, û çekên xwe weke yên wan li xwe dikin, lê tu carî nikarin fêrî raman û mirovayetiya wan bibin ji ber ko dema kêr dighe hestû, mezin dibin û li tuxmê xwe divegerin û weke kurda gotiye; ‘’xeberê êvara dikevine qulê dîwara’’.

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1